We dizanibû…? – 32

We dizanibû…? – 32

Berevkar: Têmûrê Xelîl

…kurdekî êzdî ji Moskvayê Amîranê Zelîmxan Mûsoyêv seyrangbaxê zaran yê herî mezin li cihanê çê dike, ku wê sala 2018an çêkirina wê xilaz be. Învêstor-sponsorê proêkta çêkirina sayrangbaxa ji bo zaran ya bi navê ”Padîşaha Berfîn” Amîran Mûsoyêv kurê sîyasetmedarê Rûsîyayê yê bi nav û deng Zelîmxan Musoyêv e, ku 4 caran ser hev bûye parlamenterê Duma (Parlamentoya) Rûsîyayê. Seyrangbaxê gelekî mezin wê di dilikê Moskvayê da be û cîyê bo zarokan herî hizkirî. Li rex seyrangbaxê wê mêvanxaneya 7 qatê hebe.

…akadêmîkê di cihanê da bi nav û deng Îosîf Orbêlî di pirtûka xwe ya bi sernavê ”Folklor û deba Moksê” da (Moks herêmeke Kurdistana Bakur e) nivîsîye, ku begê Moksê – Murtulle begê kurd fikireke ha kûr jê ra gotîye: ”Meriv makîneya here serketî ye, ew hunurvanê hemû makîneyên din e. Û ji ber ku ew yê herî serketî ye, lema jî ew bê rêç û şop tê kokbirrkirinê. Ji merivan baştir, ciwantir, bi aqiltir tu kes tune, ew pêşengê pêşketinê ye; lê ji merivê belengaz xirabtir jî tu tişt tune. –Baş e, eger merivê baş perwerdeya baş sitendîye, lê eger ne wisa be, ewê winda be; meriv ji terewil-wehşê herî xirab jî xirabtir e – gur mîyekê dibe û têr dibe, lê meriv bêy hewcedarî dikare tevaya cihanê bişewitîne”. Lê li cîkî din ha dibêje: ”fanatîkên tirkan yên harbûyî, di dema gelkujîya ermenîyan ya sala 1895an da, dor li gundê ermenîayn – Vozîmê (herêma Moksê) girtibûn, ew kiribûne nava hesarê û tenê tevbûna Murtulle-begê aqilmend û bi saya serê xêrxazîya wî ya di hindava ermenîyan da ecêb nehate serê binecîyên vî gundî”.

…zanyarê Rûsîyayê yê bi nav û deng, profêsor V. Makarênko di pirtûka xwe ya bi sernavê “Otkûda prishla Rus?” (“Rûsîya ji ku hatîye?”), ku sala 2003an li Moskvayê çap bûye, gelek cî daye pêwendîyên zimanên rûsî û kurdî û destnîşan dike, ku ji zimanên Hindewropî zimanê ku ji hemûyan zêdetir nêzîkî rûsî ye, ew zimanê kurdî ye. Ew herwiha dibêje, ku gorî lêkolînên zanyaran di zimanê kurdî da weke 3 hezar gotin hene, ku di zmanê rûsî da têne eynî maneyê û ewqas gotin têr dikin ku du milet di xeberdana rojane da hevdu fêm bikin.

Riataza.com

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev