“Dawîhatina dîrokê” û gotegotên derheqa “destpêneketina sînoran da”: xuliqîna dewletan li Rohilata Nêzîk

“Dawîhatina dîrokê” û gotegotên derheqa “destpêneketina sînoran da”: xuliqîna dewletan li Rohilata Nêzîk

Ji bo wê yekê, ku fêm bikin ka li Rohilata Nêzîk çi diqewime û çi dikare biqewime, gerekê di nav dîroka herêmê da kûr bibin, bizanibin ka ev dewletên niha yên herêmê çawa xuliqîne.

Dîrok dide xuyakirin, ku dû her tevlihevîyên cihanî yên mezin ra, dema xerîta sîyasî tê guhartinê, dewranek dest pê dibe, gava dîplomat û sîyasetmedar dest pê dikin formûlaya derheqa “destpêneketina sînoran” da dubare dikin. Bi wê ra tevayî wisa tê texmînkirinê, ku eger berê mirov ser wê bawerîyê bûn, ku dewlet dikaribûn bixuliqîyana û hilweşîyana, sînor bihatana guhastin, lê niha ew dîrok xilaz bû û dewraneke buhuştî destpê bûye, li wir wê her bextewarî hebe.

Cara pêşin ew yek piştî Peymana aştîyê ya Versalê di sala 1648an da hate xuyakirin, dema dawî bi Şerê 30 salan hat, lê diha geş pey Kongreya Vîênnayê ya sala 1815an xuya bû. Wek em zanin, sîstêma Vîênnayê, ku ji bo sedsalan hatibû amadekirin, zêde kar ne kir: êdî di sala 1871ê da, ango piştî 56 salan dû Kongreyê ra, xerîta Ewrupayê bi carekê va guhêrî, ew jî bi saya serê wê bû, ku weke pêncî dewletên Almanîyayê û Îtalîyayê ji holê hatine rakirin û dewsa wan Almanîya û Îtalîya ya hevgirtî girt. Sîstêma Vîênnayê di dema Şerê hemcihanê yê yekemîn da tam ji holê hate rakirinê û piştî wê sîstêma Vêrsalê kete dewrê, lê emirê wê jî serhevdu 20 sal bû. Bextê sîstêma Yaltayê-Potsdamê lê xist, ewê hinekî zêde emir kir: ewê nîv sedsal ber xwe da, lê ew jî hilweşîya. Ya ecêb jî ew e, ku li cihana sîyasî û dîplomatî da hilweşîna wê hema bêje texmîn ne kirin, û hilweşîna Yekîtîya Sovyet û Yûgoslavîyayê, perçekirina Çêxoslovakîyayê û hevgirtina Almanîyayê jî di bin wê “destpêneketina sînoran“ û “rênedana ku biryarên Şerê Cihanê yê Duda careke din bêne lênihêrandinê“ qewimîn. Heta gihîşte dereceya pêkenînê: êdî ne ku sînor bûn yên destpêneketî, ku bi peymanên navnetewî hatibûne îmzekirinê, lê sînorên berê yên admînîstratîvîyê di nav demeke kurt da bûne yên dewletê, û ya ecêb jî ew e, ku dewletên nûsazbûyî carina axa “xwe“ jî kontrol ne dikirin, wek Qerebaxa Çiya, Osêtîya Başûr û Prîdnestrovyê.

Tenê bi demê ra sîyasetmedar û dîplomat fêm kirin, ku meqeskirina sînoran – ew ne berhema agîtasyona hinek kesên bêcebdar e, lê pêvajoyeke dîrokî ya normal e û hewce nake li ser riya dîrokê astengan çê bikin.

Rast e, her guhartineke sînoran bi gotegotan va dagirtî ne, hinek kes jî hewil didin îzbat bikin, ku ew bûyareke taybet e, û gerekê tu caran nebe edet, lê zêdebûna “bûyarên wisa taybet“ her çû, zêde bû û prînsîp û helwêst jî dane guhêrandin. Piştî sala 2003an xeberdan derheqa wê yekê da destpê bûn, ku Îraq welatekî bi çêkirî ye, ku tê da herêmên şiîyan, sunîyan û kurdan hene; niha eynî tişt derheqa Lîbîyayê da dibêjin: dertê, ku ew welat, ku herdem dihesibandin wek perçeyekî dinya ereban, ji sê herêman hatîye çêkirin, ku bi dîrokê va bi hevdu va girêdayî nîbûne û di ser da jî bi zaravên başqe dipeyivin (binecîyên rohilata welêt zêde nêzîkî misirîyan in, lê binecîyên roavayê – nêzîkî cizayîrîyan û tûnîsyan in).

Hela berî wê yekê, ku Ralf Peters di sala 2006an da bi xerîta xwe ya bi navê “Xerîta Rohilata Nêzîk ya nû“ eşkere da xuyakirin, ku di rastîyê da ne dewletên welatên Rohilata Nêzîk çêkirî ne.

Lê li vira pirsek serî hildide: em kîjan dewletê bihesibînin wek dewleta rast, lê kîjan ya çêkirî? Rastî li kîderê ye?

Bi zanebûn an bêzanebûn di vê pirsê da zêde bala xwe didin ser welatên Ewrupayê, wek dewletên nimûne. Kesên ku haya wana zêde ji dîrokê tune, wisa difikirin, ku welatên Ewrupayê bi heqî çê bûne, lê di rastîyê da ne wisan e. Miletê fransî ji du gelan saz bûy: lanhêdoylan û lanhêdoksan (provansalîyê), û eger li Fransîyayê zimanê Lanhêdoylê zora zimanê provansalîyê bir, lê li Îspanîyayê dijberîhevtî di navbera kastîlyan û katalonîyan da heta îro jî heye.

Li Almanîyayê axên bi zarav û olên ji hev cuda li ser bingehê ziman û femdarîya mişterek gîhandine hev, lê di rûyê çend sebebên dîrokî da hollandî, lyûksêmbûrgî û austrî bûne miletekî din, lê di rastîyê da meriv dikare texmîn bike, ku mesele, Almanîya Başûr (bi Austrîyayê ra) û Almanîya Bakur dikaribûn bûbûna du dewletên ji hev cuda (di sedsala 19an ew yek pir nêzîk bû) û Bavarîya dikaribû wek Austrîyayê bibe dewleteke serbixwe (wek eyan e, berî Şerê hemcihanê yê dudan sêparatîzm li wir xurt bû).

Marksîst li ser wê bawerîyê bûn, ku milet-dewletên Ewrupayê li ser bingehê sûka yekgirtî saz bûne, lê di wî karî da du şertên din jî rola xwe lîstin: îdêologîya nasyonalîzmê û civaka sivîl. Û îdêologîya nasyonalîstîyê hema li Brîtanîyayê û Fransîyayê, li ser bingehê yekîtîya dewletê-sîyasetê û zimên bi civaka sivîl ra xuliqî, û ew yek zêde bi nimûneya Fransîyayê xuya dibe, li ku xuliqîna “milet” ji roja hildana Bastîlîyayê tê hesibandin û ji wê rojê hate îlankirinê ku newekehevtîyên di nav gel da bidine hilanînê û her cûre astengan li ser riya pêşketinê rakin.

Bi belabûna leşkerên Napoleon ber bi rohilatê – Îtalîyayê û Almanîyayê, ku li wir yekîtîya sîyasî tunebû, femdarîya civaka sivîl sist bû, lê dewsa wana femdarîya êtnîkî xurt bû, lema jî nasyonalîzma Îngilîs-Fransîyayê ya sivîl rengê nasyonalîzma êtnîkîyê wergirt û di encamê da Îtalîya û Almanîya yekgirtî saz bûn. Di destpêka sedsala 20an da nasyonalîzm (di hêla êtnîkî da) li Balkanan û Ewrupa Rohilatê xurt bû, li wir împêratorîyayên kevnar dihatine rûxandin, lê bi wê ra tevayî jî gelek pirsgirêk bi xwe ra anîn: Em bîr bînin tevlihevîyên li Ewrupayê, xwesma li Makêdonîyayê û Sûdetê, Xorvatîyayê, Transîlvanîyê (bi niştecîyên macarî yên kêmjimar va), Sîlêzîyê, Dansîgê, herêma Vîlênê, li navçeyên Polonîyayê, ku li wir alman, ûkraînî û bêlorûs diman.

Şerê hemcihanê yê duyemîn payê wan pirsgirêkan yên pirê bi destî zorê hel kir, bi destî cîşihitandina binecîyan û “pevguhastina niştecîyan” û bi wê yekê va li rohilata Ewrupayê dewletên monoêtnîkîyê saz bûn; çend nerazîbûn bi destî komûnîstan “hatin bêdengkirinê”, ku pişt ra dibû sebebê wê yekê, ku desthilatên komûnîstîyê hilweşin. Lê li roava Ewrupayê jî dewletên miletîyê ne zêde xurt in: dewsa serbestîya miletîyê sêparatîzma herêmî û êtnîkî serî hildidin; Bêlgîya ber rûxandinê ye, û emê metel nemînin eger bizanibin, ku Katalonîya û welatê Baskan, Korsîka, Şotlandîya û dibe Ûêls jî di paşdemê da cuda bin.

Lê eger rewş li Ewrupa pêşketî wisa be, ka wê halê Rohilata Nêzîk çawa be? Li vê herêmê îdêya nasyonalîzmê di dawîya sedsala 19an da xuliqî. Di hêla sîyasî da femdarîya êtnîkî bi tu awahî bi femdarîya dewletbûnê va girêdayî nîne, xwesma bona miletên musulman: ji ber ku hemû musulman, gorî wan bawerîyan, bi çi zimanî jî bipeyivin, nûnerên malbetekê ne. Di hêla sîyasî da îdêal Xelîfeta berî îslamê bû, li wir hemû musulman evdên desthilata ruhanî û sivîl bûn; di rastîyê da musulman di bin desthilatdarîya sultan û emîrên xwe da bûn. Sultanên Tirkîyê ew îdêal hîn xurttir kirin, dema sala 1517an tîtûla xelîfên bawermend saz kirin (ji Ebbasîyên Bexdayê yên rasteqîn an jî jiberxwederxistî). Şiyî ne wek sunîyan bûn û bawerî bi desthilata heyî nedianîn û lema jî li benda îmamê bênav bûn, yê ku wê desthilata xelîfatê ya Elî pêxember qebûl bike; lema jî ji dewrana şiîyên Sefewîyan destpê kirin xwe li riya edetên Îranê yên miletîyê girtin. Lê dîsa jî li Îranê bawerîya dînî ser bawerîya miletîyê bû û hema bêje niha jî wisan e.

Lema jî di rastîyê da sînorê di navbera Îranê û Împêratorîya Osmanîyê da, ku sala 1638an hatîye kişandinê û hema bêje heta îro jî wisa maye (lê wek sînorên di navbera Tirkîyê û Îraqê da), di rastîyê da bûbû warê jihevcudabûna di navbera şiîyan û sunnîyan da. Ku xwefemdarîya êtnîkîyê li vir gelek sist bû, ji wê îzbatîyê xuya dibe, ku hema koçerên turk yên Îranê di parastina wî welatî ji êrîşên tirkan da rola sereke lîstin, ji ber ku ewana neyarên tirkên sunnî bûn. Eksî wê, kurd wek sunnî piştgirîya sultan dikirin, lema jî hela di sedsala 16an da axa çiyayên Ermenîstanê wek hediya dane wan û tirkan ji wir eşîretên turkên şiyî yên koçer (azirîyên paşdemê) derxistin. Sînorê, ku mal û milkên sultan û şahinşah ji hev cuda dikir, ji axa kurdan ra derbaz dibû, lema jî dibêjin ”perçekirina Kurdistanê a pêşin” (ku sala 1514an dest pê bû, dema tirk di şerê Çaldiranê da zora farizan birin û ew ji wir derxistin).

Wisa dertê, ku reaksyona nasyonalîzma ereban li ser milkê Osmanîyê, çiqasî jî di bin alaya dînî da be, meriv dikare bi nav bike wek xuliqandina wehabîzmê. Wehabîzm di esilê xwe da ”gava duduyan” ya tevgera musulmanîyê ya sedsala 7an bû; wehabîya eşîretên Erebistanê kirin bin alaya xwe, Mekka zevt kirin û talan kirin (wana goristana Muhemed pêxember hilweşandin) û piştî wê dest pê kirin gef li Şamê û Bexdayê xwerin, hazir dibûn careke din xelîfata Ebbasîyan li xwe vegerînin. Lê ji wan planan tu tişt derneket: rêwîtîya Muhemed-Elî Misrî (sala 1917an) wehabîyan ser weke sed salan paşda zivirande qûmistanên Erebistana Navbendî.

Di dawîya sedsala 19an – destpêka sedsala 20an da li Rohilata Nêzîk îdêya nasyonalîzmê bela bû. Berî Şerê hemcihanê yê yekemîn ew êdî gelek xurt bûbû, him cem ereban, him cem farizan, him cem kurdan, him jî cem tirkan (em êdî behsa miletên xaçparêz nakin). Îlankirina cîhadê di sala 1914an ser demekê ew fikir da sistkirinê, careke din milet xwe da dora musulmanîya di bin alaya Pêxember û desthilata xelîf (di rastîyê da contirkan cîhad û panîslamîzm ji bo armancên tirkan yên nasyonalîstîyê bi kar dianîn, û ev yek kêm kesan fêm dikir. Çiqas leşkerên Osmanîyê têk didan, ewqas nasyonalîzma kurdan, xwesma ya ereban destpê kirin dîsa serî hildan, û di sala 1918an da ereban zêde berê xwe dane Hîcaz û Şerîf Huseyn, bîranînên geş yên di demên Xelîfatê careke din ketine dewrê û ji alî Feysel da (lawê şerîf Huseyn) zevtkirina Şamê bi wan va wisa xuya bû, ku dema wextekê ya serketinê nêzîk dibe.

Lê ereb zêde xeyalşikestî bûn, dema rewşa rasteqîn zelal bû: peymana surî ya Sayks-Pîko (sala 1916an) milkên ereban yên li Tirkîyê di nav Îngilîs û Fransîyayê da hate parevekirin. Hema bêje wekehev hate parevekirinê, Îraq û Felestîn para Îngilîs ket (beşeke Felestînê gerekê biketa bin çavdêrîya navnetewî), lê Sûrî, Libnan, Kîlîkîya û wilayeta Mûsilê para Fransîyayê ket. Lê, ji ber ku di rastîyê da ew hemû welat ketin bin destê îngilîsan, sala 1920î li San-Rêmoyê ji wan ra li hev hat şertan ji bo kara xwe biguhêrînin, Sûrî û Libnan dane Fransîyayê, lê Mûsil ji wan ra ma. Hema wê salê Peymana Sevrê hate îmzekirinê, ku gorî wê gerekê Ermenîstana Mezin bihata sazkirin, lê li başûra wê jî Kurdistana serbixwe gerekê bihata damezirandin.

Peymana, ku hukumeta sultan îmze kir, di nav civaka Tirkîyê da tevlihevî çê kir û ji alîyê Civata Miletîyê ya Enqereyê da nehate pejirandin; kurd piştgirîya tirkan kirin di şerê dijî “împêrîyalîzma Roavayê“ da û ji bo wê helwestê soz dane wan ku wê di dewleta Tuirkîyê ya paşdemê da hemû mafên xwe bistînin. Fransizan li Sûrîyê pênc dewletên biçûk saz kirin, paşê ew hemû kirin yek, û li Libnanê jî dewlet saz kirin; lê eger em bêne ser Kîlîkîyayê, fransizan ew teslîmî Tirkîyê kirin. Em wê jî bêjin, ku îngilîsan li wilayeta Mûsilê hewil dan dewleta kurdî saz bikin (Mehmûd Barzincî kirin hukumdarê Suleymanîyê), lê paşê dest ji wê îdêayê kişandin û biryar kirin temamîya Mêsopotamîyayê bikine bin hukumê qiral Feysel (ku fransizan ew ji Şamê derxistibûn) ango qiralê Qiralîyeta Îraqê. Li dewleta nû da hukum kete destê erebên sunî, bêy dijderketina hîç hêzeke din: cem şiîyan xwefemdarîya sîyasî û êlîta sîyasî tunebûn, lê kurd, ku bi eşîran dijîtin, hevgirtî nîbûn û di nav wan da yekîtî tunebû, bona bikaribin di dewleta teze da dewa desthilatê bikin, an jî bi kêmanî daxweza mafên xwe yên otonomîyê bikin.

Hema di wan deman da tirkan bi serokatîya Mustefa Kemal û bi piştgirîya kurdan zora yûnanîyan û ermenîyan birin û di sala 1923an da li Lozanê peymana aştîyê girêdan û bi wê yekê va peymana Sevrê bianx kirin, ku pê ra ne gîhand bikeve dewrê. Destxweda bi dû wê ra hemû sozdayînên ku dabûne kurdan, hatine jibîrkirinê, û destpê kirin zor li wan kirin; di hêleke din va jî Ataturk dewa senceqa li bakurê Sûrîyê Alêksandrettê (li wir ereb û tirk bi hev ra diman) û wilayeta Mûsilê kir. Dawî Neteweyên Yekgirtî Mûsil wek axa Îraqê nas kir (ango, kir bin hukumê Îngilîs), lê eger em bêne ser senceqa Alêksandrêttê, li wir sala 1936an “dewleta Hatay” hate damezirandin, lê sala 1939an da ji alîyê Tirkîyê da hate zevtkirin.

Di eynî demê da zuretê wehebîyê desthilatdarê Erebistanê Ebdil Ezîz as-Seûd hukumê xwe yê li ser Necdê li xwe vegerand, sala 1925an Mekka û Medîne zevt kir, ji wir berî şerîf Huseyn da, derxist, û xwe îlan kir herweha wek qiralê Hîcazê jî. Di salên pey ra ewî tevaya Erebistanê kir bin hukumê xwe, xênji Yemênê û kenarên behrê, ku li wir mîrîtî û sultanetên hûr û biçûk yên di bin desthilata Îngilîs da hebûn. Sala 1932an dewleta Erebistana Seûdîyê îlan kir.

Dawî wisa derket, ku milkên împêratorîya Osmanîyê yên berê hatine parevekirinê ser herêmên dîrokî-gêografî û statuya dewletê wergirtin: Sûrî, Libnan, Mêsopotamîya; Felestîn perçe bû û kete bin hukumê Transûrdinê. Eger em bala xwe bidine Rohilatê, emê bibînin ku Îran di nav wan sînoran da ma, ku di sedsalên 18-19an da hatibûne kişandin (ji dema ketina Afxanistanê di nîveka sedsala 18an û zevtkirina Pişkavkazê ji bo Rûsîyayê di destpêka sedsala 19an da); dû ra Afxanistan piştî Şerê duduyan yê Îngilîs-Afxanistanê hate perçekirin, gava xeta Dûranê (sala 1893an) piranîya wan axan perçe kir, ku pûştûn û bêlûcên bi xwînî nêzîkî wan ketine bin hukumê Hindistana di bin hukumê Brîtanîyayê da. Piştî Hindistana Brîtanîya hilweşîya û ewê serbixwebûn bi dest xist, pareke wê axê kete bin destê Pakîstanê wek “zonayên eşîretên serbixwe“, ku bi sîyasî û aborî ji gelên ûrdûaxêv yên besta Îndayê bûn.

Ev dewletên nûsazbûyî destpê kirin welatê xwe şên bikin, lê gerekê li xwe mukur bên, ku hewildanên wan yên weke sed salan bona sazkirina dewleta miletîyê, bi ser ne ketin. Xuya ye sebebê sereke tunebûna civaka sivîl a jêhatî bû, ku bikaribûya gelên ku bi miletî, bi jîyana eşîretîyê, dînî va ji hev cuda bi hev ra bijîn. Îdêya nasyonalîzmê jî sist bû, ku dikaribû binecîyan bikira di nav rewşa “yên me û yên din” da. Ji bo nimûne, bona sunîyên Îraqê sunîyên Sûrî nêzîktir in, ne ku şiîyên Îraqê, û di navbera binecîyên Deraayê û elewîyên Letqîyê da ne zêde xweş e. Li Îranê hewil dan hemû îranîyan li ser bingehê nasyonalîzma farisî bigihînine hev, ew jî bi ser neket; heyetîya şiîyan bi cûrê Xumeynîzmê bi dilê nasyonalîzma azirîyan bû, lê dijî nasyonalîzma kurdan û bêlûcan bû (ku bi dînê xwe va sunî ne).

Bi vî awahî, li Rohilata Nêzîk bûyerên wisa qewimîn, ku tam eksî bûyerên li Ewrupayê bûn. Eger li Îngilîs û Fransîyayê miletê sivîl xwedî nasyonalîzma xwe bûn; eger li Îtalîyayê, Almanîyayê û Ewrupa Rohilatê nasyonalîzm dewletên miletîyê saz kirin; lê li Rohilata Nêzîk dewletên wisa hatine sazkirinê, ku hetanî niha jî nikarin dewletên miletîyê saz bikin. Ewana hetanî niha jî li ser beşên cuda hatine parvekirinê û ew yek tê wê maneyê, ku eger tevlihevîyek çê be, ew beş dikarin ji hev bela bin û rengekî tam cûrekî din wergirin.

Riataza.com

Derheqa nivîskar da

Yuri Nabiev

Serokê Komeleya Piştevaniya û Hevkariya bi gelê Kurd re; Perwerde: Zanîngeha Tbîlîsê ya dewletê

Qeydên dişibine hev