Heta rêfêrêndûma

bona Serxwebûna Kurdistanê

maye:

Ew roj bila li jinên Kurd û hemû jinên cîhanê pîroz be!

Guhdaren delal! Bi hatina bahareke nû û pêşwezî kirina 8 adareke nû  em hemû xizmet û

berxwedanên jinên kedkar yên cihanê, bi taybet jinên Kurdistanê bi vê bernameya diyarî 8ê Adarê

– Roja Jinên Cîhanê silav dikin. Ew roj bila li jinên Kurd û hemû jinên cîhanê pîroz be!

Gelo 8 ê Adarê çawa bû cejna jinên cîhanê?

 8ê adara 1857an, li bajarê New Yorkê, jinên ku di fabrîqên tekstîlê de dixebitîn, wana ji bo bidestxistina mafên xwe yên wekhev dengê xwe bilind kir û dest bi berxwedanê kirin. Lê desthilatdar bi komkujiyan bersiv da û 124 jin li fabrîqê de bi saxî hatin şewitandin. Bêguman ev berxwedanî ji bo tevahî jinan bû mîraseke bingehîn ji bo xurtkirina tekoşîn û berxwedanê. Her çend jinan bi berxwedanê daxwaza xwe dabin qebûlkirin jî, têkoşîna bi rêxistinî ya ji bo mafên jinê di salên 1900î de destpê dike. Di sala 1903’an de li Amerîkayê ji bo parastina mafên jinê yên aborî, polîtîk û kesayetî “Koalîsyona Sendîkayên Jinan” hate sazkirin. Di yekşema dawî ya sala 1908’an de jinên sosyalîst li New Yorkê, ji bo mafên xwe yên dengdanê, sîyasî û aborî meşek pêkanîn. Her wiha ev roj weke yekem xwepêşandana “roja jinan” tê qebûlkirin. Têkoşîna Jinên Amerîkî, jinên Ewropayê jî bi tesîr kiriye.

Di sala 1910’an de li Kopenhagênê Konfêransa Jinên Sosyalîst a Navnetewî ya Diduyan hate li darxistin. Di konfêransê de Klara Sêtkîn derbarê rojeke jinan ya cîhanî de ku jin karibin tê de daxwazên xwe bînin ziman, pêşniyar kir û pêşniyara wê hate qebûlkirin.
Di sala 1977an de jî Neteweyên Yekbûyî 8ê Adarê ji bo hemî jinan, ew roj wek Roja Jinên Cîhanê bi fermî pejirand. Vaye îro jî şervanên jin yên kurd berxwedanek bê hempa li hemberî çeteyên terorîst yên DAIŞ’ê didin meşandin. Bi sedan salan jin ji bo destanîna azadyê û mafê xwe  tekoşînên bi rûmet û bedelên mezin daye. Ev berxwedana jinên kurde qehreman ya bi rûmet di nava civaka navnetewî de deng veda û nav û hurmeteke mezin ji wan ra anî. Em jî bi hizkirin û bi rêzdarî bejna xwe berbi wan ditewînin. Her wiha bi vê bernameya xweye îroyîn, em – hevkarên malpera Ria taza bi 8ê Adarê, Roja azadî û serbestiya jinê li hemû jinên cîhanê û yên Kurdistanê Pîroz dikin û em dibêjin ku wê serkeftin her ya we be.

Amadekar û rêvebira bernameyê Bêlla Stûrkî ye.

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev