ŞANOYA MAMÊ MAMCEL

ŞANOYA MAMÊ MAMCEL

Yek ji kesên ku ji karê malpera me hez dike û dixweze bi nivîsên xwe keda xwe bike nava gulvedana wê, lêkolîner û nivîskarê navdar Zeynelabidîn Zinar e.

Kerem bikin, vê carê şanoyeke wî bixwînin, ku bi nimûneyên zargotina me û zimanekî kurdî yê xweş va dagirtî ye.

Zeynelabidîn Zinar

NAVEROK: Çîrokeka Folklorî.

NAVÊ ÇÎROKÊ: Mamê Mamcel.

BÛYER: Rûdanek di navbera rovî, hirç û kalekî bi navê Mamê Mamcel de.

AMADEKAR: Zeynelabidin Zinar.

CIH: Derva.

DESTPÊK: Mamê Mamcel kal e, bi rih e û di qiyafetê gundiyan de ye. Du ga li pêşiya wî ne û ji gund derdikeve diçe ku here zeviya xwe cot bike.

NEWAL:  Riya Mamê Mamcel di newalekê re dibihure.

NEWAL: Li newalê li keviya rê, Rovî hirçekê bi dareke mezin ve girêdaye û bi şivekê  lê dixe.

MAMÊ MAMCEL: Rovî, Çima tu li hirçê dixî?

XXX

Mamê Mamcel gayên xwe dajo û diçe ser zeviyê, ga dixe binê nîr û çot dike.

Mamê Mamcel dibîne ku va ye Hirça li newalê hate ba wî.

HIRÇ: Mamê Mamcel, eger tu nebêjî kesî ku Rovî li Hirçê xistiye, ez ê her şev laşê beranekî ji te re bînim… Lê eger tu ji kesî re bêjî, ez ê te bikujim haaaa….

MAMÊ MAMCEL: Hirçê, ez nabêjim kesî ku Rovî li Hirçê xistiye.

XXX

DEM: Şev û hundirê malê.

Mamê Mamcel û jina xwe li ber tifikê rûniştine. Ha ku dîtin laşê beranekî di kuleka di nîvê banê xênî de ket xwarê.

Hirç li ser kulekê ye û guhdariya Mamê Mamcel dike ka ew meselê dibêje jina xwe yanena.

JINA MAMÊ MAMCEL: Mamcelo, ev çi laşê berana ye ku di kuleka me re ket xwarê?

Mamê Mamcel newêre ji tirsa Hirçê mesela laşê beran bêje jina xwe .

DÎSA JINA MAMÊ MAMCEL: Mamcelo, yan tu û hinekan çûne, we pezê xelkê diziye? Ka bêje, ji min re bêje….

MAMÊ MAMCEL: Hirmet wele ev laşê beran, hirçekê ji min re aniye. Wê rojê ez diçûm cot, min dît ku roviyek li hirçekê dixe. Piştre Hirç hate ba min û got: ”Eger tu behsa min û Rovî nebêjî kesî, ez ê her şev laşê beranekî ji te re bînim mala te”

Gava Hirçê bihêzt ku Mamê Mamcel mesela wê û Rovê got jina xwe , Hirçê qîr da û bangê Mamê Mamcel kir.

HIRÇ: Mamê Mamceeel! Ka te soz dabû ku tu mesela min û Rovî nabêjî kesî! Ê de baş e, gava tu sibe hatî cot, tu dê bibînî ku ez ê çi bînim serê te.

XXX

Mamê Mamcel heftiyekê ji tirsa Hirçê neçû cotê xwe.

Rovî çû mala Mamê Mamcel.

CIH: Hundirê malê.

ROVÎ: Mamê Mamcel, çima tu nayê cotê xwe najoyî?

MAMÊ MAMCEL: Ez ji tirsa Hirçê newêrim herim cotê xwe bikim.

ROVÎ: Mamê Mamcel, ez ê aqilekî bidim te. Eger tu weke min bikî, tu jî û ez jî, em ê ji Hirçê xilas bin.

MAMÊ MAMCEL: Keniya û got Rovî: Ka bêje, ew çi aqil e

ROVÎ: Mamê Mamcel, heçîka hirç in, tirsonek in. Tu sibehê here cotê xwe bajo. Gava Hirç hate ba te, ez ê jî gurzek hej bi dûvê xwe ve girêbidim û li rê herim, wê bibe toz û dûman.

Wê Hirç ji te bipirse: Mamê Mamcel, ew çi toz û dûman e?

Tu bêje: Paşayê me nexweş e, hekîman gotiye: ”Dermanê te, donê hirçan e. Siwarên Paşê derketine nêçîra hirçan û digerin. Ew toz û dûman ji ber simên hespên wan radibe.”

ROVÎ DIBÊJE: Mamê Mamcel, wê Hirç pir bitirse û xwe bavêje te, wê bêje: ”Ka min li deverekê veşêre.”

Îcar tu Hirçê têxe nava têtra genimê tov û devê tirrê bi arşûjnê bidirû. Hingê tu îşaret bide min, ez û werim û ez û tu, em ê hirçê bikujin.

MAMÊ MAMCEL: Spas Rovî, ev aqilekî pir baş e.

XXX

Roja din, sibe Mamê mamcel herdu gayên xwe dane pêşiya xwe û diçe ser zeviyê ku cot bike.

CIH: Zevî, Mamê mamcel cot dajû, ha ku dît Hirç hate ba wî.

HIRÇ: Mamê Mamcel, îro ez ê te bikujim. Çima te mesela min û Rovî got jina xwe?

Mamê Mamcel berê xwe da aliyê deştê û wê toz û dûmana ku ji ber hejikên bi dûvê Rovî ve rabûye, nîşanî Hirçê da.

MAMÊ MAMCEL: Hirçê, rebenê ka biner…

HIRÇ: Ez li çi binerim?

MAMÊ MAMCEL: Lê, qiyamet li hirçan rabûye, tu hêj li virê yî.

Hiçê bala xwe dayê ku toz û diman rabûye û weke ewrên meha adar û nîsanê asîmanê deştê vegirtiye.

HIRÇ: Mamê Mamcel, ew çi toz û dûman e?

MAMÊ MAMCEL: Wele Paşayê me nexweş e, hekîman gotiye: ”Dermanê te, donê hirçan e. Siwarên Paşê jî niha derketine nêçîra hirçan û li we digerin. Ew toz û dûman jî ji ber simên hespên wan radibe.”

XXX

Hirç pir tirsiya û bi Mamê Mamcel ve hêvî kir, zarî kir.

HIRÇ: Mamê Mamcel, lê ez çi bikim?

MAMÊ MAMCEL: Hirçê, yan tu dê ji vî welatî herî, yan jî ez ê te li cihekî veşêrim da ew siwar te nebînin.

HIRÇ: Ne eger ez herim , tavil ew siwar min bibînin û min bikujin. Hema ya rind ew e ku tu min veşêrî.

MAMÊ MAMCEL: Baş e, ez ê te di tirra genimê tov de veşêrim.

XXX

Mamê mamcel,  genimê tov ji têrra xwe vala erdê kir. Serê Hirçê xist fereke tirrê û paşiya wê jî xist fera din a tirrê. Piştre devê têrrê bi arşûjnê dirût û bangê Rovî kir.

MAMÊ MAMCEL: Rovîîîî…. Rovî de were… Îro roj roja me ye…

XXX

Rovî bi bezz hate ba Mamê Mamcel.

Mamê Mamcel û Rojî bi hev re li Hirçê xistin heta ku wê di tirrê de kuştin.

Rovî û Mamê Mamcel ji kêfan dest bi govendê kirin û reqisîn…

(Wêneyê bergê çend pirtûkên folklorî yên Zeynelabidîn Zinar in, ku ewî di weşanxaneya xwe ya bi navê “Pencînar” da çap kirine).

 

Derheqa nivîskar da

Zeynelabidin Zinar

Bav û kalên wî tev mela bûne û ders dane şagirdan. Ew bi xwe jî berhemê Medreseya Kurdî ye. Wî 11 sal Medrese, 3,5 sal Imam-Xetîm, çar sal lîse xwendiyte. Rêvebirê malpera www.pencinar.se e. Bi dehan pirtûkên folklorî çap kirine.

Qeydên dişibine hev