Heta rêfêrêndûma

bona Serxwebûna Kurdistanê

maye:

Jineke Êzîdî Xelata Jinên Wêrek yên Cîhanê Werdigire

Jineke Êzîdî Xelata Jinên Wêrek yên Cîhanê Werdigire

Jineke Êzîdî hêjayî ‘Xelata Jinên Wêrek yên Cîhanê’ hate dîtin ku her sal ji alîyê Wezareta Derve ya Amerîkî vê ji jinên serketî yên seranser cîhanê tê pêşkêş kirin.

Dr. Nagham Nawzat Hasan ku jinekolog e, jiber xebatên wê yên li ser qîzên Êzîdî, ku ji alîyê DAIŞê ve hatin revandin, bû yek ji jinên cîhanê ku vê xelata girîng werdigire.

Wezareta Derve ya Amerîka wiha Dr. Nawzat dide nasandin:

“Bizavkara Êzîdî û jînekolog Dr. Nagham Nawzat Hasan jîyana xwe bo wekhevîya bo jinan û tundîya dijî wan bexşand. Wê piştgirîya pîskolojîk da keşên Ezîd ku ji destê DAIŞê rizgar bûn. Piştî ku bajarê Şengalê kete destê DAIŞê, qirkirina Êzîdîyan pêk hat û bi hezaran jinên Êzîdî hatin kole kirin, Dr. Hasan hemî giranîya xwe da alîkarkirin û rizgarkirina qîzên Êzîdî ku rastî reftarên xirab hatine. Ew yek ji doktorên pêşîn bû ku şîretvanîya pîskolojîk û tedawîyên saxlemî da qîzên Êzîdî yên rizgarbûyî.”

http://www.dengeamerika.com/content/ezidi_xelat/3259635.html

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev