Newroz ji Perspektîfa Edebîyata Kurdî ya Klasîk

Newroz ji Perspektîfa Edebîyata Kurdî ya Klasîk

Newroz dîyardeyeke civakî û dîrokî ya gelê kurd e ku hem di çavkanîyên nivîskî, hem jî di hafizeya zarekî ya gelê kurd de dikare bê şopandin. Berevajîyê hin angaştan pîrozkirina Newrozê di çanda kurdan de ne dîmenekî nû ye. Di piranîya berhemên nivîskî yên kurdî de ku ji alîyê zana û rewşenbîrên kurdan ve hatine nivîsîn behsa Newrozê derbas dibe. Ji ber ku di serdemên tarîxî de nivîsîna bi kurdî di çarçoveya edebîyata klasîk de ye, şopandina Newrozê jî divê di wan berheman de bê kirin. Wek hemû hest, hizr, bawerî û hêmanên çandê yên dîtir dîyardeya Newrozê jî rengê xwe daye van berhemên kurdî yên edebî. Aşkera ye ku Newroz ne li cem kurdan tenê hatîye pîrozkirin û ne di edebîyata kurdî tenê de cih girtîye. Lêbelê Newroz li cem gelen dîtir mijareke cuda ye ku ne mebesta vê nivîsê ye.

Eger em di dirêjahîya tarîxa edebîyata kurdî ya klasîk de li metnên edebî yên kurdî binêrin, dê derkeve holê ku Newroz temayeke girîng a naveroka vê edebîyatê ye.Wek hemû edebîyatên rojhilatê yên klasîk di edebîyata kurdî ya klasîk de jî temaya Newrozê herî zêde di çarçoveya temaya siruştê de hatîye bikaranîn. Di binemaya xwe de pêkhateyên siruştê yên wek gîya û riwek (flora), teyr û ajel (fauna), av, hewa, ax û agir (unsurên tebîetê) bi dem û zeman re girêdayî ne. Bi hatina werzên bihar, havîn, payîz û zivistanê di pêkhateyên siruştê yên navborî de jî guherîn çê dibe.Di edebîyata kurdî ya klasîk de di nav hemû werzan de herî zêde li ser werzê biharê hatîye rawestan ku Newroz tu caran ji wê cuda nehatîye hizirkirin. Ji ber ku bihar bi Newrozê dest pê dike, Newroz ji bo biharê wek sembolekê hatîye qebûlkirin û bikaranîn. Bi rehetî dikare bê gotin ku di tevahîya tarîxa edebîyata kurdî de, bi hemû zaraveyên kurdî wek nîşaneyeke biharê behsa Newrozê hatîye kirin û Newroz wek sembola şadî û kêfxweşîyê hatîye destnîşankirin. Ji ber ku di edebîyata kurdî ya klasîk de komek metnên edebî yên bi temaya Newrozê peyda dibin, ev helbestên bi vê temayê bi navê “Newrozîye”yê cureyeke edebî jî saz dikin.

Baba Tahirê Uryan,berî niha bi hezar salî li Kurdistana Rojhilat ku wek Kurdistana sahaya Îranê jî dikare bê binavkirin, di dubeytîyên xwe de cih daye temaya Newrozê. Ji ber ku Baba Tahir di qonaxa pêşî ya tarîxa edebîyata kurdî de yeû di heman de hevçaxê Firdewsî ye ku di Şehnameya xwe de behsa Newrozê kirîye, di vê mijarê de girîngîyeke taybet bi dest dixe. Baba Tahir di dubeytîya jêrîn de di peywenda cejnê de behsa Newrozê kirîye û kêfxweşî û şadîya roja wusleta dilberê wek kêfxweşî û şadîya cejna Newrozê destnîşan kirîye:

Cuda ez rûyet ey mahê dilefroz

Ne roz ez şu şinasum ne ne şu ez roz

Wisalet ger me ra gerded muyesser

Hemê rozem şewed Newroz

Li cem helbestvanên kurdên sahaya Îranê bikaranîna temaya Newrozê piştî Baba Tahir qet ranewestîyaye û vê kevneşopîyê heta bi sedsala ku me li pey xwe hişt, bi taybetî di çarçoveya edebîyata hewramî de dom kirîye. Eger Baba Tahir ji bo qonaxa desetpêkê ya sahaya Îranê nimûneyek be, Mewlewî (m. 1882) jî ji bo qonaxa dawî ya vê sahayê nimûneyek e. Mewlewî di beytên jêrîn ên dîwana xwe de cih daye temaya Newrozê û li ser nîşaneyên wê yên ku di werzê biharê de xuya dikin rawestîyaye:

Nîşaney Newroz wadey weharen

Ya neş’ey amay kamey nîgaren

Weharen sewzen awen serkawen

Hajey wefrawen şaxey şetawen

Waweyla û şînen naley uşşaqen

Sebzen sosenen Newroz û gulanen

Ji bo ku em ji Kurdistana sahaya Îranê berê xwe bidin Kurdistana Navîn ku wek Kurdistana sahaya Osmanîyan jî dikare bê binavkirin û rengvedana Newrozê di berhemên edebîyên kurmancî de tesbît bikin, pêwist e em li hêvîya sedsalên XVI-XVII bimînin. Lewra piştî peymana ku di destpêka sedsala XVIem de di navbera kurd û osmanîyan de hat girêdan, li Kurdistana Navîn aramî û seqamgîrîyeke berbiçav çê bû, peyre li navendên mezin ên mîrektîyan medrese ava bûn û di encama perwerdeya di van medreseyan de edebîyata kurmancî derket meydanê. Melayê Cizîrî (m. 1640) ku yek ji helbestvanên pêşî yê vê serdemê ye, di dîwana xwe de cih daye Newrozê û taybetîyeke dî ya Newrozê ku di heman demê de sersala kurdan e anîye zimên:

Ev narê sîqala dil e daim li wî qala dil e

Newroz û sersala dil e weqtê ku hilbit ev sirac

Di vê serdemê de li navendên mîrektîyên kurdan Newroz ji alîyê hemû çînên civatê ve bi cemawerî hatîye pîrozkirin. Seyyahê tirk Ewlîya Çelebî ku Newroza 1642an li mîrektîya Îmadîyeyê (Amêdîyê) borandîye, wêneyekî têkel ji Newroz û edebîyatê raxistîye ber çavan. Li gorî ku Çelebî dibêje, gelek helbest û qesîdeyên helbestvanên Îmadîyeyê hene ku bi teşeyên muselles, murebba, muxemmes, museddes, musebba û musemmenan hatine nivîsîn û dema Newroza Sultanî tê, hemû zarok, mezin, zana û helbestvanên vî bajarî (ku yek ji van helbestvanan Mela Remezanê Ebbasî ye) diçine seyrangehan û ji hev re beyt û helbestan dixwînin.(Evlîya Çelebi, Günümüz Türkçesîyle Evlîya Çelebi Seyahetnamesi, YKY, Istanbul, 2010, b. II, r. 711-713.)Bêguman ji ber ku rê û rêsmê Newroza serdema mîrektîya Îmadîyeyê û têkilîya Newrozê bi edebîyata klasîk re nîşanî me dide, ev qeyda Çelebî xwedîyê nirxekî girîng e.

Piştî vê qonaxa Îmadîyeyê bi nîv sedeyî, di Mem û Zîna Ehmedê Xanî (m. 1707) de vê carê ji bo mîrektîya Cizîra Botan ku di hêza xwe de ji mîrektîya Îmadîyeyê ne kêmtir e, wêneyekî gelekî ciwan ê cejna Newrozê hatîye xêzkirin. Xanî ku bi hizr û berhemên xwe yên ku xistine bin xizmeta gele xwe derdikeve pêş, girîngîyeke taybet bi mijara Newrozê jî daye û di vî warî de bûye nûnerê herî girîng ê edebîyata klasîk. Wî du beşên berhema xwe bi tevahî ji bo wesifkirina Newroza Cizîra Botan terxan kirîye. Îfadeyên ku Xanî di sernavên van beşan de bi kar anîne, ji bo dîyardeya Newrozê ya serdema mîrektîyên kurdan girîng in:

Sernavê beşa yekem:

Dastana beyana Newroza sultanî

Tesmîyeyê mewsimê surûr û şadimanî

Bi mersûmê qedîmê Kurdistanî

Ku wan digotê: “sersal

‘Ed dikirin bi ‘îdê wîsal

Sernavê beşa duyem:

Biderketina şehrîyane bi deştê

Ji bo seyrana sersal û geştê

Di çarçoveya her du beşan û van sernavên wan de hin xalên girîng ku Xanî derheqê Newrozê de tesbît kirine ev in:

1.Têkilîya Newrozê bi desthilatdar ve hatîye çêkirin. Loma îfadeya “Newroza Sultanî” hatîye bikaranîn. Yanî di serdema mîrektîyan de rê û resmên cejna Newrozê di bin himayeya desthilatdar de tên sazkirin

2.Newroz wek werza şadî û kêfxweşîyê hatîye binavkirin. Dema meha adarê hatîye xelk bi kelecan li hêvîya hatina Newrozê mane. Dema roja cejnê hatîye Newroz bi şadî û kêfxweşî pîrozkirine. Biçûk-mezin, jar-dewlemend, jin-mer ji hemû çînên civakê xelk berê xwe didin seyrangehên dora bajêr:

Roja ku dibûye ‘îdê Newrûz

Te’zîmi ji bo dema dilefrûz

Bilcumle diçûne der ji malan

Hetta digehîşte pîr û kalan

Mebnî li wî ‘adetê mubarek

Şehrî û sipahîyan bi carek

Bajêr û kelat û xanî berdan

Teşbîhê bi nejdîyan û cerdan

3.Pîrozkirina Newrozê kevneşopîyeke qedîm/dêrîn a Kurdistanê ye.

Danayê mu’emmerê kuhensal

Ev renge he go ji bo me ehwal

Go adetê pêşîyê zemanan

Ev bû li hemî cih û mekanan

Li vir xala girîng ew e ku di dema nivîsîna Mem û Zînê de (sal:1694) behsa vê dêrînîyê hatîye kirin. Ji vê jî derdikeve holê ku li nav kurdan pîrozkirina cejna Newrozê bi awayekî girseyî ji sedsala XVII em gelekî kevintir e. Pîrozkirina cemawerî ya Newrozê ku ji alîyê Evlîya Çelebî ve ji bo Îmadîyeyê hatibû nexşandin jî, ji bo vê tesbîta Xanî wek delîlekê dikare bê nirxandin. Lewra Çelebî berî Xanî bi qasî pêncî salî ev agahî daye. Herweha Mela jî berî Xanî herî kêm bi qasî 50-60 salî li Cizîrê behsa Newroz û sersalê kirîye. Ev tev tesbîta ku Xanî ji bo dêrînbûna pîrozbahîyan bi awayê cemawerî piştrast dikin. Loma jî bi rehetî dikare bê gotin ku helbestvanên berî Xanî dema di helbestên xwe de peyva Newrozê bi kar anîne, qesta cejneke rasteqînî ya jîyana gel a rojane kirine; ne ku ji bo Newroza ku di Şehnameya Firdewsî de derbas dibetelmîh û îşaret kirine. Ji xwe ji ber ku di helbesta klasîk de dayîna agahîyên jîyana rojane bi şêwaza tehkîye û darizandinê wek şêwazeke edebî rûneniştîye ev yek normal e jî. Heçî Xanî ye ji ber ku berhema wî li ser esasê tehkîyeyê hatîye avakirin, hemû alîyên jîyana rojane bi berfirehî tê de dikarin bên dîtin.

4.Xelkê Cizîrê ji Newrozê re gotine “sersal”. Divê bê bibîranîn ku Melayê Cizîrî berî Xanî ji bo Newrozê wesfê sersalîyêbi kar anîbû. Li vir jî gotinên her duyan hev piştrast dikin. Lêbelê di vegotinê de terzê wan ji hev cuda ye. Mela di çarçoveya terzê xezelê de bi rîya telmîhê behsa Newroza sersal kirîye, lêbelê Xanî di çarçoveya tehkîyeya çîroka Mem û Zînê de bi hûrgulî behs kirîye. Ji ber ku her du jî behsa Newroza heman bajarî dikin, detayên ku Xanî dide beramberî şerha beyta Mela tên:

Ye’nî ku dihate burcê sersal

Qet kes nedima di mesken û mal

Sersal li resm û rahê me’hûd

Gêran di cih û meqamê mehmûd

5.Newroz wek cejna wusletê hatîye hesibandin. Loma ji hemû çînan xelk bi hev re kom dibin û seyrana xwe dikin.Bi taybetî keç û kur xwe dixemilînin û bi mebesta ku bizewicin ji xwe re li hemtayekî/ê digerin. Bi vê xalê ve girêdayî evîna Mem û Zînê bi xwe jî di rojeke Newrozê de dest pê kirîye.

Sewdagerê ‘eşqê bûn di bazar

Hem bayi’ê husnê hem xerîdar

Lewra ku ewan xerez ji geştê

Meqsûd(i) ji çûyîna bi deştê

Ev her du celeb ku hev bibinin

Kufwêdê xwe ew ji bo xwe bînin

Pey edebîyata Kurmancî re, dema di nîveka sedsala XIXem de di serdema mîrektîya Baban de edebîyata Soranî derket holê (dîsa li Kurdistana sahaya Osmanîyan), piranîya helbestvanên Soran jî di berhemên xwe yên edebî de amaje bi Newrozê kirine. Piştî ku dawî li mîrektîyên kurdan hat dayîn û bi belavbûna dewleta Osmanîyan hizrên neteweyî di nav kurdan de jî pêş ketin, di çarçoveya edebîyata klasîk de di temaya Newrozê de jî guherîn çê bû. Di vê serdemê de Newroz, li kêleka hemû erkên xwe yên berê ji bo hizra netewî wek sembolekê hat bikaranîn. Herweha motîfên nû yên wek agir jî di vê serdemê de ketin nav helbestên bi temaya Newrozê.Herçiqas di vê serdemê de hem ji edebîyata soranî, hem jî ji ya kurmancî gelek nûnerên helbestên bi temaya Newrozê hene jî, ji bo ku ji vê xetê re bûye sembol, divê mirov bi taybetî Pîremêrd bi bîr bîne ku li jêrê beytên pêşî û paşî ji helbesta wî ya navdar a bi mijarê re têkildar cih digirin:

Em rojî salî taze ye Newroz e hatewe

Cejnêkî konî kurd e be xuşî û be hatewe

Pêy nawê bo şehîdî weten şîwen û girîn

Namirn ewane wa le dilî mileta ejîn

Çawa ku Xanî dibêje Newroz cejneke dêrîn a civaka kurdan e. Vê cejnê di hemû serdemên tarîxa edebîyata kurdî de li gorî rewşên sîyasî û civakî bi şêweyên curbicur rengê xwe daye berhemên edebî yên klasîk jî. Eger di tarîxa kurdan de Newroz ne dîyardeyeke civakî ya kurdan bûya, vê yekê dê di vê asta bilind de bandor li edebîyata kurdî nekiriba.Di dawîya vê nivîsê de xaleke ku pêwist e bal li ser bê kişandin ew e ku metnênedebîyata kurdî ya klasîk, çawa ku ji bo gelek tema û mijarên dîtir jî wisa ye, ji bo serencam û tarîxa Newrozê ya di civaka kurdan de jî di erka belgenameyên zanistî de rol dilîzin.

 

Doç. Dr. Abdurrahman A

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev