Heta rêfêrêndûma

bona Serxwebûna Kurdistanê

maye:

Gelo Pêximber Îbrahîm Hûrî bû? (beşê şeşem)

Gelo Pêximber Îbrahîm Hûrî bû?  (beşê şeşem)
Em li jêr hin agahdarî û ronahîkiriên dîrokî pêşkêş dikin û bawer dikin ku ew bi sûd û mifa ne ji bo pirsa me ya destpêkê: Gelo pêximber Îbrahîm Hûrî bû?
Hin agahdarî û ronahîkirin:
Agahdariya yekem: Navê Îbrahîm yê resen bi zimanê îbranî (Abh-ram) bû û bi zimanê erebî bi şêwazê “Ebram” hate nivîsandin, û wisa hate şîrovekirin ku tê maneya (Bavê nirxdar). Dema ku Ebram di nod û nehsaliya xwe da bû, yanê piştî vegera wî ji Misirê bo erdê Ken’anكنعان  û piştî bûyîna kurê wî yê yekem Îsmaîl, Xweda jêva xuyabû û nav lêkir (Îbrahîm): {Ji îro û pêva navê te ne Ebrame, navê te niha dibe Ibrahîm, ji ber ku ez te dikim bavê cemawerekî ji neteweyan}. [Sefer el Tekwîn, eshah17, ayet 5]. Kîta “hîm” di zimanê îbranî da navdêr ji yekejimariyê diguhêre û dike gelejimariyê ji bo payedariyê. Nimûne (Îl / Îlohîm)[1].
Agahdariya duwem: Ti dawer di jêderên dîrokî da, ne jî ti belge di zanistiya arkêologiyê da hene ku piştrast dikin Îbrahîm kesayetiyeka rasteqîn bûye, û ku ew xwediyê nasnameya pêximberî bûye wek ku di Cihûtî, Kirîstiyanî û Îslametiyê da hatiye naskirin. Jêdera bingehîn û yekemîn ji agahdariyên wî ra Tewrat û Telmude[2].
Agahdariya sêhem: Li gor hin bûyerên ku di Tewrat û Telmudê da hatine, hin dîroknasan gotiye ku bi herhal Îbrahîm di dema navbera (1900 – 1700 b.z.) da jiyaye. Hinek din gotine ku bi herhat ew di navbera (1900 -1850 b.z.) da yan jî di navbera (1940 – 1765 b.z.) da jiyaye[3].
Agahdariya çarem: Agahdariyên derbarê Îbrahîm pêşî di Tewrat û Telmudê da hatine. Di pey ra di kelepora Kirîstiyanî da hatine, ya ku di warê dîrokî da li ser bingeha kelepora Cihûtî hatine avakirin, ji ber ku pêximber Îsa Îsraîlî bûye. Di pey ra agahdariyên derbarê Îbrahîm di kelepora Îslamî da xuyabûne; bi taybetî di Qur’anê, pirtûkên şîrovekirina Qur’anê û pirtûkên çîrokên pêximberan da.
Agahdariya pêncem: “Heyama Kevin” العهد القديم pirtûka Cihûtiyê ya pîroze, ew ji (39 Sîfran = babetan) pêktê. Ji pênc sîfrên pêşîn ra Tewrat tê gotin. Hin lêkolîneran gotiye ku pêkhatina wê hezar salî kişandiye; ji destpêka heyama pêximber Mûsa da ji sedsala 13-an b.z. hema hema heya dawiya sedsala 4-an b.z. Ev tê wê maneyê ku di navbera heyama Îbrahîm û Mûsa da dora şeş sedsal hene. Hinek ji wê baweriyê ne ku tomarkirina pêşîn ya esfarên “Heyama Kevin” di dema awarekirina Cihûyan ji aliyê Babiliyan va û koçkirina wan bo welatê Babil di sedsla 6-an b.z. da bûye[4].
Agahdariya şeşem: Agahdariyên devkî yên ku bêjevan ji nifşekî bo nifşê din bi dirêjahiya  6 sedsalan derbas dikin – bi gelemperî – bi kêmkirin yan jî servekirinê ra, bi guhartin û badanê ra û jibîrkirina tiştên hûrik rû bi rû ne; yan jî hin tiştên din yên hûrik dikarin têkevin cihê wan ku pê cihên vala bêne dagirtin. Ev diyardeyeka naskirî ye ku kelepora devkî kevin ya pir gelan jê saxlem nemaye.
Agahdariya heftem: Zimanê Îbrahîm û yê êla wî ji zimanê Îbranî cuda bû, ewê ku bi wî kelepora ayînî cihûtî hatiye nivîsandin. Zimanê îbranî ew bi xwe zimanê ken’anî ye ku bi nivîsa aramî çarkoşe hatiye nivîsandin. Yên here pêşîn ku bi zimanê îbranî axivîne kurên Ye’qob (Îsraîl) kurê Îsĥaq kurê Îbrahîm bûne. Yanê nifşê çarem ji Îbraniyan zimanê xwe yî resen jibîrkirine û bi zimanê ken’anî axivîne[5].
Agahdariya heyştem: Di destpêkê da “Heyama Kevin” bi zimanê îbranî hate tomarkirin û hin esfarên wê yên biçûk bi aramî hatin tomarkirin. Di demeka pir zû da li zimanê îgrîkî (yûnanî) hate wergerandin. Ev tekstê Îgrîkî bi navê (wergera heftêyî الترجمة السبعينية hate naskirin; ji ber ku wergera wî bi heftê û du wergêran ji êlên Îsraîl yên duwanzdeh (her şeş ji êlekê) pêkhat. Ev yek li ser daxwaza padîşahê Misirê yê yûnanî Ptolemy II Philadelphus (ji 283 heya 264 b.z. serdarî kiriye) pêkhat. Di pey ra “Heyama Kevin” di dawiya sedsala 6-an z. da li zimanê latînî hate wergerandin û di pey ra li zimanên din jî[6].
Agahdariya nehem: Kelepora her ayînekê bi bingeha wê ya îdeologî va girêdayî ye. Bandora bingeha îdeologî ne tenha li ser raman, rêbaz شريعة û perestinan heye, belê bandora wê li dîrokê jî heye û dike ku ew bi wê ra bigunce. Çiqas bûyerên dîrokî bi rastiyê ra dijber bêne xuyakirin û çiqas efsanewî jî bêne xuyakirin, li ser yê bawermend erke ku bawer bike ew rast û duristin. Qet nayê bîra wî ku bipirse çawa wisa ye? Û çima wisa ye?. Heger wisa bike, ew tê maneya ku baweriya wî kême.
Agahdariyên ku li ser navê Îbrahîm hatine belavkirin ji bandora îdeologiyê rizgar nebûne. Li gor “Heyama Kevin” peywirê Îbrahîm wisa bûye ku dapoyekê ji Xweda bistîne ya ku dibêje, Benî Îsraîl (senseleta Ye’qob kurê Îsĥaq kurê Îbrahîm) (gelê Xweda yê hilbijartî) ye, û ku ew erdnîgariya navbera çemî Nîl li rojava heya bi çemê Ferat li rojhilat li ser navê wan dapokirî ye: {Xweda bi Ebram ra peymabek biřî ku dibêje: “Ji senseleta te ra ez vî erdî didim, ji çemê Misirê heya bi çemê mezin, çemê Ferat”}. [Sefer el Tekwîn, eshah 15, ayet 18].
Di Încîlê da pêximber Îbrahîm pişt û pala pêximber Îsa ye di keftelefta wî da li dijî oldarên Cihûyan yên dijber ji wî ra. Li ser vê yekê Îsa oldarên Cihûyan tawanbar dike ku ew ji rêbaza îbrahîmî derketine û ku ew hatiye, daku vê yekê sererast bike. [Încîla Metta, eshah 22, ayet 32, Încîla Johanna, eshah 8, ayet 32]. Peywira pêximber Îbrahîm di Qur’anê da ewe ku bêjin: Cihû û Kirîstiyan ne ji alîgirên wî ne, û ku alîgirên rastîn pêximber Mohammed û Misilmanin: {Îbrahîm ne Cihû bû, ne jî Kirîstiyan bû, belê ew Henîfî Misilman bû û ne ji duxwedawendan bû} {مَا كَانَ إِبْرَاهِيمُ يَهُودِيًّا وَلاَ نَصْرَانِيًّا وَلَكِن كَانَ حَنِيفًا مُّسْلِمًا وَمَا كَانَ مِنَ الْمُشْرِكِينَ} [Sûreyê Alî Imran, ayet 67].
Agahdariya dihem: Şopa gelemper di piraniya pirtûkên dîrokî da ewe ku navên erdnîgarî yên rastî hatine tepisandin û bincilkirin û bûyer bi navên nû va hatine girêdan. Ev şop bûye sedem ku pir çewtî di warê dîrokî da peyda bibin. Vî tiştî di warê siyasî da jî hewş vedaye û wisa çewtiyên dîrokî bûne sedema peydakirina hin pirsgirêkên siyasî girêbend jî.
Wek nimûne li ser vê mijarê, ku piştî ketina padîşahiya Mîttanî-Hûrî, herêma nawendî ji welatê Hûriyan (herêma Cizîrê li rojavayê Kurdistanê û herêmên tenîşta wê bi hêla bakur da û bajarê Ĥeřanê jî di nav da) kete bin destê Aşûriyan û di pey ra bin destê Aramiyan. Li wir hin mîrîtiyên Aramiyan pêkhatin nav lêkirin (Memalik). Nivîskarên pirtûka “Heyama Kevin” bûyerên bi Îbrahîm va girêdayî birine ser erdnîgariya Aramiyan û ne ser erdnîgariya Hûriyan.
Dr. Sozdar Mîdî (E. Xelîl)
Çarşemb, 30.03.2016
Jêder
[1] Abdulhamid Zayed, Rojhilata Hemdem, rûpel 374.
[2] Qesîs Samûel Yûsif Xelîl, ketina dergahê heyama kevin, rûpel 111.
[3] Seyid Al Qimni, Pêximber Îbrahîm, rûpel 38. Muhemmed Beyyûmi Mehran, dîroka Ereban ya kevin, 1 / 352.
[4] Qesîs Samûel Yûsif Xelîl, ketina dergahê heyama kevin, rûpel 18. Û li Ehmed Îbiş jî binêre, Al Talmud, rûpel 26. Jean Pottéro û hinên din: Rijhilata nêzîk û şaristaniyên destpêkî, rûpel 21, nîşe 1.
[5] Muhyedin Subhi: Pergalên kesayetiya erebî, rûpel 11. Seyid Al Qimni: Pêximber Mûsa, rûpel 37.
[6] A.S. Migolinski: Nehîniyên Xwedawendan û ayînan, rûpel 336.

 

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev