Newroza nûbûn û rabûnê

Newroza nûbûn û rabûnê
Selîm Zencîrî

BasNûçe- Newroz ev mîrata resen û dewlemend e ku piranîya kurdan bi bê ferq û cudahîyên olî, meshebî û îdeolojîkî wê hembêz dike û taca netewî ji vê cejnê dixe. Her wiha cejnek e ku ji Kurdistanê ve ber bi deverê û bo nav netewên din belav bûye. Çiqas ku Newroz xwedî dîrokek dûr û dirêj e, lê nirxandinên cuda, efsane û çîvanokên cur be cur jî li pey xwe anîne û dijminên serdeste kurdan, bi taybetî farisan ji rîya dîroknivîsên nejadperest ên xwe ve bi weşandina ‘’Şahname’’ û çîrokên nerast berdewam hewla çewaşe û berevajkirina dîrokê û talankirina kultor û mîratên buhagiran ên kurdan dane, û çi ji destê wan hatibe, texsîrî nekirine û lehîya xwînê bi cinayet û tirajîdîyên hovane li dor kurdan birêxistine ku li Rojhilatê de em dikarin Newroza bixîn a Sine û Nexede, li Başûr kîmyabarankirina Helebçe, li Bakûr û Rojava de bi dehan nimûneyên din bi mînak bigrin.
Cuda ji alîyê xwe yê sirûştî, Newroz hilgirê çend peyaman e. Yekem, roja destpêka demsala biharê ye û xweza kifnê sipî yê zivistanê ji xwe dike û bi xemlandina xwe bi gul û kulîlk û rengan, şadî û vejîyanê vedigerîne. Duyem, gel bi taybet li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê de jî li dawîn Çarşemîya sala rojî (êwarîya roja sêşemê) ku bi “Kuleçarşemî” yan  Çarşema Sor tê naskirin, amadekarî û seferberîyên xwe ji bo pêşwazîkirina cejna Newrozê û sala nû dikin û gel bi serîlêdan û kombûna li dewra hev û hilkirina agir û bazdana bi ser re û stran û govendê, êş û azarên xwe bi agir dispêrin. Zarok û ciwan jî bi taybetî li gundewaran de bi gerîyana li malan de û çûne ser kuleng û pencereyên malan, bi gotina “Serê çalê binê çalê, Xwedê kurê malê bike zavayê malê”, cejnanê ji xwe re kom dikin û bi stran û govend û dîlanê, Kuleçarşemîya xwe pîroz dikin û bi çendê jî orf û edetên vê cejnê zîndî radigrin.
Sêyem, alîyê netewî û sîyasî yê wê cejnê ye ku pitir bala kurdan dikişîne. Kurd bi pîrozkirina vê mîrata resen û cejna netewî, peymana hevxebatî û tekoşînê ji bo maf û azadîyên xwe li hember çarmedorên neyar nû dikin. Lewma pitir ji her tiştî, newroz li bal kurdan, nîşaneya serkeftina ronahî bi ser tarîtî, heq bi ser neheqî  û bêdadîyê û xebat û berxwedana li hember polîtîkayên helandin û asmîlasîyonê ji bo pêşerojek geş û bextewer e ji nifşên dahatî yên kurdan re ku alîyê kêm sedsala dawîn bi başî vê xebat û tekoşîna kurdan li hember mêtîngerîya serdestan re û nirx û bedelên ku pêşkeşî bargeha azadî û rizgarîya xwe kirine, wênê dike. Bi wateyek din Newroz bûye bi remz û sembola rabûnê, hildana beydax û alaya serkeftinê, dînamîzmek ji bo coşdana lawan bi hestên xwebawerî û neteweperwerîyê.
Xebatek serbilindane û coşdayî bi îrade û hêvênê netewî ku bi başî xwe li vê helbesta şaîrê binav û deng ê kurd ‘’Pîremêrd’’ de dide jîyankirin; “Newrozê agirek wusa bigur xiste nav dilan de ku keç û xortên me bi eşq û evînê ve rîya şehîdbûnê girtin ber xwe”.
Her eva ye ku em dibînin her sal bicoştir ji salan li seranserî Kurdistanê bi taybet li Rojhilata Kurdistanê de serbarê astengî, çavsorî û zordarîyên rejîma Komara Îslamî li hember kurdan, lê dîsan jî Newroz bi girseyî tê pîrozkirin.
Girseyên ku hilgirê îradeyek bihêz in ji bo daxwazîyên rewa ên gel û hevxebatî û piştewanîya ji tevgera rizgarîxwaz a kurd. Şahî û ahengên ku koşka dîktator û dagîrkerîyê lerizandîye û rejîm û rayedarên payebilind ên wê, neçar bi tedbîrên ewlehî û dek û dolabên hovane kirîye û bi pasawên ayînî û hîleyên şeriî her car fetwayekê didin û Newroz û agirê wê bi bêbingeh û heram dizanin. Her îsal dîsan bi sedan kes ji çalakên Rojhilatê bi sedem û hincetên cur bi cur bona çavtirsandina gel û pêşîgirtin ji bizavên Newrozê binçav kirine, lê volkana îradeya gel gelekî mezintir û bihêztir ji vê yekê ye ku ew bikarin îradeya xwe bi darê zorê bi ser de bisepînin.

 

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev