Pirtûka nivîskarê kurd Keremê Anqosî

Pirtûka nivîskarê kurd Keremê Anqosî
Malpera Ria taza.com pirtûkeke balkêş ya nivîskar, rojnamevan, rojhiletnas, karkirê radyoya Ronkayi, danerê ferhenga kurdî-gurcî Keremê Anqosî “Mistefa Barzanî. Leheng û mêrxasê gelê kurd” ya ku sala 2003 ji bo 100 salîya salvegera ji dê bûyîna Mistefa Barzanî li Weşanxaneya Enstîtuya lêkolîn a zanistîya Kurdistanê ya Moskvayê ronayî dîtibû, nû ve li ser rupêla xwe de weşand.
Pirtûk ji 366 rûpêlan pêk tê. Rêzdar Keremê Anqosî di encama xebateke demdirêj û giring de ev kitêb amade kirîye. Bawerîya me heye, li wê demê ev berhem di Sovêtistana berê da û ji sînorê wê der jî xebateke yekem bû li ser wê babetê. Di vê pirtukê da hemû meselêd ji rûpelên rojname û kovarên Sovêta berê de derheqa serokê tevgera kurdan ya netewî Mistefa Barzanîyê nemir ji sala 1958an hetanî sala wefatbûna wî – sala 1979an hatîye beravkirin. Meseleyên di vê weşanê da berevkirî pir giranbuha ne, ji bo ku wek arşîveke mezin derheqa jîyan û têkoşîna Mistefa Barzanî û her wiha cavkaniya bêhempa ye ji bo lêkolîn û hînbûna jînenîgarî û têkoşîna şorêşgerê mezin.
Sala 2006an Keremê Anqosî  tevî  xebata konfêransa derheqa pirsên kurdzanîyê da bû, ku li Hewlêrê hate derbazkirinê. Keremê Anqosî di dema seredana xwe ya fermî cem Serokê  Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî, nuxseyeke wê pirtûkê dîyarî wî kir.
Wek ku min li jorê jî got heta niha berhemeke bi wî awahî nehatibû çapkirin. Di vê pirtûkê da nimûneyên arşîvê yên 20 salî zêdetir, hemû gotar, nûçe, lêkolîn, wêneyên Mistefa Barzanî di gel bi dehan sîyasetmedarên kurd û yên bîyanî û ya malbeta wî di vê pirtukê da cî girtine.
Bêguman weşanên bi vî rengî ji bo nifşên nû pêşkêşeke hêja ye. Em saxî-silametîyê û emirê dirêj ji mamosta Kerem ra dixwezin. Bi hêviya ku kekê Kerem Anqosî bi amadekirin û ragîhandina gelek berhemên balkêş ve xwendavanên kurd dilxweş bike.

 

Derheqa nivîskar da

Bêlla Stûrkî

Unîvêrsîtêya Tbîlîsî ye Dewletê ya ser navê Javaxîşvîlî, beşa fîlolojîayê temam kirye // Endama serwêrtya navenda candê û perwerdeyê "Mala êzdyan" li Gurcistanê // Berpirsyara û bêjera radyoya Ronkayî ya Weşana radyotêlêvîzyona civakî ya Gurcistanê. Berpirsyara û bêjera întêrnêtradyoya Ria taza.

Qeydên dişibine hev