Heta rêfêrêndûma

bona Serxwebûna Kurdistanê

maye:

“Şaşiyeke 74 salî” – Kê yekem car tîpên latînî bikar anî?

“Şaşiyeke 74 salî” – Kê yekem car tîpên latînî bikar anî?
Ji malpera Rudaw

Berpirsyarê malpera Riataza a versiyona kurdî Temûrê Xelîl got, tîpên latînî yekem car ji aliyê Erebê Şemo û Îsahak Maragûlov ve hatiye amadekirin.

Temûrê Xelîl ragihand, 74 sal in roja “Cejna Zimanê Kurdî” di rojeke şaş de tê pîzorkirin û divê ew bê rastkirin.

Temûrê Xelîl pirsên Rûdawê bersivand…

Kurdên Sovyetê yekem car tîpên latînî Kurdî (Kurmancî) kengê bikar aniye, ti belgeyek û dokûmantek di destên we de heye?

Cara yekem di sala 1928an da, piştî amadekirina alfabeya kurdî a bi tîpên latînî, ku Erebê Şemo û Îsahak Marogûlov amade kiribûn û dewleta Sovyet jî testîq kiribû, eynî wan her du kesan pirtûka “Xo-xo hînbûna xwendina nivîsara kurmancî” çap kirin, ku her kesê bixweze fêrî xwendin û nivîsandina kurmancî bibe, ew pirtûk dikaribû ji wan re alîkar bûya. Ew pirtûk bi xwe belge ye. Ji sala 1930î, ji 1ê Nîsanê jî bi wê alfabeyê rojnameya Rya Teze dest bi weşana xwe kir.

Cudatiya di navbera tîpên Celadet Bedirxan ku di Kovara Hawarê de bikar aniye û ên Erebê Şemo – Îsahak Marogûlovê ku ji aliyê Yekîtiya Sovyetê ve hatiye tesdîqkirin, çi ye?

Cudatîya here mezin ew e, ku di elfabaya me de hemû dengên kurdî hene (wekî k û k`, p û p`, ç û ç`, t û t`), lê a Hawarê da tune ne. Cudatîyek din jî di şeklê tîpan da ne, ku çend heb ji hev cuda ne.

Rya teze ji 1930an pê ve roleke çawa di medyaya Kurdî de lîst?

Rya teze bû bingeha gihîştina helbestvan, nivîskar û rojnamevanên kurd.

Bi nêrîna te piraniya Kurdan çima Celadet Bedirxan ji xwe re wekî çêker û amadekerê tîpên latînî yê Kurdî dîbînin?

Ji ber ku haya piraniya kurdan ji Hawarê hebû, lê ji Rya Teze tune bû.

Roja derketina yekemîn hejmara Kovara Hawar wekî Cejna Zimanê Kurdî tê pîrozkirin (15ê Gulanê). Bi ya te, ev yeka biryareke guncan e?

Şaşîyên ku 74 salan kirine, dikarin îro jî bên rastkirin. Eger neyê rastkirinê, êdî gazinê xwe li me nekin, li xwe bikin.

Girîngiya Hejiyê Cindî, Emînê Evdal, Erebê Şemo, Etarê Şero û girîngiya pirtûka wan “Efirandina Ewlin” di wêjeya Kurdî de çi ye?

Giringîya herî mezin ew bû, ku me ew kar dest pê kir, em bûn xwedî pirtûk û nivîskaran.

Li ser nivîsandina Hawarê gengeşe hene ku dibêjin, “Çima ne Hewar e…”. Nêrîna te li ser vê yekê çi ye?

Bi kurdî hewar e, divê Hewar be. Cûrê fikirandina tirkî niha jî berdewam e, wekî: ne hukumat, lê hukumet e, ne malbat, lê malbet e, ne Gulîzar, lê Gulîzer e.

Hewlên Kurdên Sovyetê an ên din ji bo piştraskirina yekem car kê tîpên latînî bikar aniye, heye?

Tu hewlên me tune ne. Em rast in û rastî hewcê hewildanan nîn e. Bila ew kes hewl bidin ku şaş in û şaşîya xwe rast bikin.

Peyameke te ji pispor, zane û serokên Kurd re bo derketina rastiye ”kê yekem car tîpên latînî bikar aniye” heye?

Ne pispor, zane û serokên kurdan divê vê meselê hel bikin, lê gerekê rastî vê meseleyê hel bike. Rastî jî ber çavan e.

Temûrê Xelîl kî ye?

Têmûrê Xelîl, sala 1949’an li paytexta Ermenistanê Rewanê (Yêrêvanê) ji dayik bû. Piştî heyamek mamostetiya matematîkê, di navbera salên 1977-1981 û 1984-1992 di rêdaksiyona rojnameya kurdî ya “Rya teze” de xebitîye. Di rojnameya “Rya teze” de ewilî wekî nûçegihan, paşê jî wek serokê beşa çandê kar kiriye. Gelek gotarên wî di rojnameyên ermenî, rûsî û rojnameyên bi nav û deng yên kurdî de derketine û di nava hevpeyvînên Têmûrê Xelîl de yên bi Cegerxwîn, Qanatê Kurdo û Ebdulrehman Qasimlo jî hene.

http://rudaw.net/kurmanci/interview/31032016

 

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev