Heta rêfêrêndûma

bona Serxwebûna Kurdistanê

maye:

DAGÎRKARÎYA KURDISTANA BAKUR Û KURDISTANA ROHILATÊ JI ALÎYÊ TIRKÎYÊ DA

Xwendevanên delal, em ji rêzenivîsa ”Berhemên kurdzanên me” vê carê beşek ji cildeya 2an ya berhema zanyarî ya kurdzanê mezin, profêsor M. Lazarev ya bi sernavê ”Împêrîyalîzm û pirsa kurdan (di salên 1917-1923)” ya bi sernavê ”Dagîrkarîya Kurdistana Bakur û Kurdistana Rohilatê ji alîyê Tirkîyê da” raberî we dikin.

Her sê cildeyên profêsor M. Lazarev ji alîyê Têmûrê Xelîl da ji rûsî hatine wergerandin, herduyên pêşin çap bûne, ya 3an heta niha jî çap nebûye, lê bo çapê amade ye.

Rêvebirê bernameyê û wergera ji rûsî: Têmûrê Xelîl

Berhemên kurdzanên me – 33

Dîrok, wek hûn jî zanin, hîç cara bi riya rast û dûz ra pêş da naçe. Di dîroka her miletekî da ne tenê pêşketinên berbiçav, lê herwiha rêyên xilpe-xaro, hela hilketin û daketin hene. Usa hatîye (û ne carekê) serê gelê kurd yê pirzêrandî û her dema rûyê bûyerên der û hundur da ew ketîye nava rewşeke teng û rojên giran derbaz kirîye. Û pey dewrana Oktobira Mezin jî ji kurda ra li hev ne hat wan firsendên qenc bi kar bînin, wek rewşa navnetewî ya nû, ku bi saya serketina dewleta sosîyalîst ya yekemîn li cihanê hatibû sazkirinê. Hela di ser da, dawîya şerê cihanê yê yekemîn û hema pey betalbûna wî ra rewşa gelê kurd bi gelek alîya da xirabtir bû, lê problêma kurda, ku bi carekê va sert bûbû, serecemeke nû wergirt.

Îdî cara çenda bû, ku gelê kurd dibû rihîna pelepistûkîyên hêzên navçê yên reaksyon û yên împêrîyalîstên Roavayê. Ewana lez diketin ji hilweşandina pêşenîya eskerên rûsa yên li Kavkazê karê bikevin (îstîfade bibînin), ya ku rûyê qewmandinên li Rûsîyayê yên şorişê ra girêdayî, rû dabûn û daxaza wan ew bû ku diha zef erd bikine bin destên xwe. Ji ber wê jî rûxandina Rûsîya împêrîyalîstîyê rewşa kurda ne da sivikkirinê, lê hela ser da jî tirs û saw kire dilê wan.

Ew tirs ji dijmin û neyarê azadîya kurda yê kevintirîn-Tirkîyê dihat. Berlînê helan dida berçûyên cantirka (tirkên genc), ku ji alîyê eskerî, sîyasî û aborî da li ber dergê jihevçûnê sekinî bûn, û wana hewl dan “çerxa felekê” bizivirînine hêla xwe û Pişkavkazê ra tevayî, axa kurd li ser diman jî bikine bin destê xwe, nav wan da erdê kurda yên li Împêratorîya Osmanîyê û Îranê jî.

Serokatîya Tirkîyê ya eskerî-sîyasî hema pey girêdana peymanên Brest-Lîtovskê (ya 15ê çileya pêşin sala 1917a, ku bona hemû tevgelên yekîtîya Çara bû) û ya Erzîncanê (ya 18ê çileya pêşin) tivdîra xwe dît wana biteribîne. Wana plan amade dikirin, ku bin navê panturkîzmê û panîslamîzmê êrîşeke mixenet bibine ser Rohilatê, ji bo bin sebebê rizgarkirina birayên xwe yên musulman û turk (tûran) temamîya Pişkavkazê bi Bekûyê û Îrana Bakûr-Roavayê, ango Azirbêcana Îranê (Başûr) û Kurdistana Rohilatê, zevt bikin. Di nav planên wan da biryara ji binî va safîkirina pirs-problêmên ermenîya û kurda jî hebû, ku dixwestin bi saya serê gelkujîyê (jênosîd) û kavilkirina ocaxên kulturî yên kurda û ermenîya wê pirsê hel bikin.

Hukumeta Tirkîyê, ku destdirêjayên xwe yên zevtkarîyê hindava dagîrkirina erdê ku diketine rohilata Asîa Biçûk û Pişkavkazê venedişart, destbi kampanîya propogandayê ya xurt kir. Şer û buxdan avêtine ermenîya, ku xudêgiravî ew “bi hovîtî” êrîşî li ser binecîyên musulman dikin. “Komela Îslamê”, ku hela sala 1906a li ser axa ji alîyê rûsa da zevtkirî da hatibû sazkirinê, xebata xwe ya şerletanîyê-helandayînê xurttir kir û tirka û kurda berî ser ermenîya dida, û paşê jî di tevlihevîya da ermenî gunehkar dikirin(2).

Di dema tivdarekdîtineke êrîşa xwe ya li ser Rohilatê (em ser da zêde bikin, ku ew ya dawîyê bû), wek her dema guhdarîya mezin li ser kurda bû. Dema hazirkirina ordîya tirka ya sisîya (serleşkerê wê Mehmed Wehîb paşa bû), ku bona êrîşkirina li ser pêşenîya Kavkazê bû, dewletê dîsa desteyên ji kurda dane amadekirinê, yên ku gerekê li piştê û li pêşenîya Kavkazê dijî ermenîyên Anatolîya Rohilatê têror û kuştin pêk banîyana(3). Ev yek rewşa sert li Kurdistana Bakûr (Tirkîyê) û Ermenîstana Roava (Tirkîyê), ku bêy wê jî ne tu hal bû, diha xirabtir kir.

Em gerekê destnîşan bikin, ku dawîya şêr da dewleta cantirka di safîkirina problêma kurdên Anatolîya Rohilatê da tu asteng ne didîtin. Têkoşîna kurda ser demeke kurt bin ket û nikaribû ber dagîrkarîya bi hêz rawestîya. Bilî wê, dagîrkarîya Rûsîyayê jî, ku bi demeke ne dirêj navçeyên Anatolîya Rohilatê xistibûn bin destê xwe, û peywandîyên qumandarîya rûsa bi miletçîyên ermenîya ra, ku sîyaseta heyfhildanê hindava musulmana da derbaz dikirin, tesîra xwe li ser kurda dihîştin(4). Ji ber wê jî ji cantirkên şerbaz ra li hev hat dîsa di navbera kurda û ermenîya da şer tevrake û usa bike, ku kurd êrîşî li ser eskerên rûsa bikin, ku bere-bere dest ji wan dera dikişandin û diçûn. Tevrabûnên usa li Erzîncanê û hela Dêrsimê jî bûn, ku ocaxeke şerkarîya dijî tirka ya bingehîn bû(5).

Tirka di dawîya çileya paşin sala 1918a êrîşa xwe ya li ser Pişkavkazê destpê kirin û îdî 12ê sibatê eskerên tirka xwe li wê xetê xistin û derbaz bûn, ku bi peymana Erzîncanê hatibû kivşkirin û berbendkirin (qedexekirin). Armanca ji alîyê tirka da teribandina wê peymanê (bi alîkarîya almana) herwiha ew bû jî, ku zorê bide dêlêgasyona Sovyetî ya li Brest-Lîtovskê bona ew di şertên aşîtîyê da yên li meydana Tirkîyê-Asîyayê ser nekeve, ji ber ku nava temamîya dema şerê li Kavkazê da tirk tu cara bi ser ne ketibûn, hela ser da jî tenê dabûne der û hatibûne rayê. Ev tabîya Tirkîyê ya berî qolkirina peymana aşîtîyê me tîne ser wê bawerîyê, ku ewê ne dixwest bi rûsa ra hesaba rûnê. Ew yek hema usa jî bû.

Îdî dema qolkirina (îmzekirina) peymana Brest-Lîtovskê ya aşîtîyê di navbera Rûsîya Sovyetî û Yekîtîya Çara da(3ê adarê sala 1918a) eskerên tirka ketibûne ser riya Erzurum-Aleksandropolê û Erzîncan, Beyburt, Trabzon û wargên mayîn yên giring zevt kiribûn. Desteyên kurda yên sîyarî jî bi pênc taxbûrên tirka ra tevayî ketibûne nava şêr û ewana piranî dijî bêlûkên ermenîya dihatine bikaranînê(6). Ji bo nimûnê, di nav alaya tirka ya 36a da 1500 sîyarîyên kurda hebûn(7).

Piştî Brest-Lîtovskê rewşeke usa saz bû, ku ji bo pêşketina zevtkarîya Tirkîyê li rohilata Asîya Biçûk û Pişkavkazê gelekî dest dida. Ordîya Rûsîyayê wek hêzeke şervanîyê îdî ne mabû. Gorî xala IV ya peymana aşîtîyê, Tirkîya dikaribû bê asteng vegere li ser sînorên xwe yên sala 1914a. Hela ser da jî, peymana Brest-Lîtovskê (û peymana Rûsîyayê-Tirkîyê, ku li ser wê peymana bingehîn hatibû zêdekirinê) destûr dida Tirkîyê rola xwe di qedera navçeyên Qersê, Erdehanê û Batimê da bilîze, yên ku rûyê şerê Rûsîyayê-Tirkîyê da di salên 1877-1878a da ji dest wê derketibûn(8). Bi kurtî, di peymana Brêst-Lîtovskê da ew peymana Bêrlînê ya sala 1878a jî ser diket, yên ku derheqa sînorên Rûsîyayê-Tirkîyê da bûn û ev hemû tesîra xwe li ser paşeroja şertên heyetîya kurdên Kurdistana Bakûr û Ermenîstana Roava dihîştin.

Qumandarîya Tirkîyê îdî destpê kiribû ji wê tevlihevîya dîplomatî-sîyasî, ku pey girêdana peymana Brêst-Lîtovskê çê bûbû, para xwe derxe û êrîşa xwe ya li ser Pişkavkazê berdewam dikir. Ew rewşa sîyasî jî, ku dû Oktobirê ra li wê navça mezin saz bûbû, alî ordîya tirka ya zevtkar dikir û jê ra bûbû “xêra Xwedê”. Li wira hêzên bûrjûwazî-miletçî hatine ser text, yên ku sîyaseta nijadperestîyê îlan kiribûn. Cihêbûna Gurcistanê, Ermenîstanê û Azirbêcanê ji Rûsîya Sovyetî (bahara sala 1918a) ne tenê bû bela serê gelên wan, lê herwiha bû xayîntîya miletîyê û ew komarên xudêgiravî serbest ber dijminên wek Tirkîyê, Almanîyayê û Îngilîs desttewar (bê çek-sîlih) man. Xwesma mîlîtarîstên Tirkîyê bona gelên Pişkavkazê gelekî bi qezîya (xeter) bûn, yên ku plan hazir kiribûn êrîşî li ser Bekûyê bikin, da ku paşê Pişkavkaz, Kavkaza Bakûr bixine bin destê xwe û bere-bere herine ser erdê Povoljîyayê, Rexkaspîyê û Asîya Navîn, li ku tirk û musulmanên mayîn diman.

Ev daxaza zevtkarîyê bi ser ne ket, û gerekê usa jî bûbûya, lê dîsa jî bû bela serê gelên Pişkavkazê û navçeyên der-dorê Tirkîyê û Îranê (diha zef zirar gihîşte gelê ermenîya yê pirzêrandî) û herwiha kurda jî, ku li rex wan û di nav wan da dijîtin.

Îdî di dawîya adarê-destpêka nîsanê sala 1918a eskerên tirka erdê xwe gîhandine heta sînorên Rûsîyayê-Tirkîyê yên sala 1914a, lê piştî mehekê jî sînorên dema sala 1877a li xwe vegerandin. Pey ra tirk destxweda berê xwe dane armanca xwe ya sereke-Bekûyê, ser erdê Ermenîstana Rohilatê ra derbaz bûn (Mîrîtîya Êrîvanê ya berê), li wir (destpêka hezîranê, sala 1918a) peymana dîlkirinê (hêsîrkirinê, mecbûrkirinê) li situyê hukumeta daşnaka alandin û Ermenîstana “serbest” kirine halê welatekî bindestkirî(9). Havîna sala 1918a ordîya Tirkîyê kete nav axa başûrê Gurcistanê(10), paşê jî Azirbêcanê, û ji alîyê roava da êrîşî li ser Bekûyê kir.

Bi vî awahî, usa xuya dike, ku serokatîya Împêratorîya Osmanîyê heyfa xwe ji wan hemû derdayînên (binketin) li Asîya Biçûk û Pişkavkazê hilda. Temamîya Ermenîstana Roavayê li xwe paşda vegerand. Ermenîstana Rohilatê hema bêje bin destê wê da bû; Azirbêcana mûsafata bi dewlemendtîyên xwe yên neftê va bi xwe teslîm bû û xwe da dest. Pirsa ermenîya nêzîk dibû, ku bona Tirkîyê bûbû wek “kula piçengê”, û wana dixwest ew pirs usa hel bikin, wek ku ew qetilkarên cantirka dixwestin, ango bi destî sîyaseta qirkirinê. Wê ra tevayî, wana dil hebû, ku yekser wê pirsa kurda jî ji holê rakin, ku bona dewleta Osmanîyê wek xeter dihate hesibandin.

Li Kurdistana Bakûr bêdengîyek saz bûbû, ku Stembol zûda li bendê bûn. Ji ordîya Tirkîyê ra li hev hat di êrîşa li ser Pişkavkazê desteyên kurda jî bighîne xwe, yên ku bi taxbûrên tirka ra tevayî ji heq-hesabê ermenîyên am û tam (sivîl) hatin der (xwesma ew ermenî qir kirin, yên ku ji Tirkîyê mihacir dibûn)(11). Piranîya kurdên Pişkavkazê jî ketine bin destê tirka(12).

Tirka ra dîsa li hev hat di Kurdistana Rohilatê da jî (Kurdistana Îranê) “cîyê lingê xwe bike”. Wek eyan e, dema şerê hemcihanê yê yekê dewletên dijberî hev (Rûsîya û Îngilîs di hêlekê va, Tirkîya û Almanîya jî di hêla dinê va) qet bi serbestîya Îranê ra hesab rûnediniştin û axa wî welatî, bi taybetî wilayetên wî yên bakûr-roavayê, kiribûne “gola xwînê” û rûyê wê da jî piranîya Îranê kete bin destê eskerên rûs û îngilîs. Lê di navça rex sînorê Tirkîyê-Îranê da casûsîya tirka dîsa di nav eşîrên kurda da bi xurtî kar dikir(13).

Derketina Rûsîyayê ji nav şêr û pey ra jî çûyîna eskerên rûs ji Îranê (gorî peymana Brêst-Lîtovskê ya 15ê çileya pêşin sala 1917a) hal li Bakûr-Roava Îranê bi carekê va da guhartinê. Sovyet şertên lihevhatinê, paşê jî yên peymana Brêst-Lîtovskê (xala VIIa alîyên bi hevdu ra pevketî borcdar dikir “qedirê” serbestîya aborî û sîyasî û destpêneketina axa Farizistanê û Afxanistanê bigrin) bi helalî qedandin(14), û di nîsana sala 1918a da derxistina ordîya xwe ji Îranê bi dawî anî. Welatên mayîn usa ne kirin.

Îdî xema Almanîyayê Îran nîbû, lê Tirkîya û Îngilîs hewl didan ji çûyîna rûsa ya ji Îranê, kareke eskerî-sîyasî ya pir bistînin. Hilbet, daxazên wan kirêt bûn û her yek ji wana dixwest berî yê din bikeve Bekûyê. Tenê tiştekî da ew hemfikir bûn, ew jî xêrnexwezîya hindava dewleta Sovyetî, Komunna Bekûyê û hewldayîna, ku gelên Pişkavkazê yekser ji Rûsîya Sovyetî biqetînin, bû. Di van şerta da darinda Îranê him ji bo tirka, him jî ji bo îngilîsa xwedîyê kemaleke taybetî bû, lê bona cîyê xwe di Bakûr-Roava Îranê da mehkem kin, rola eşîretên kurda jî giring bû.

Îdî di meha sibatê sala 1918a da alaya IV ya ordîya Tirkîyê berê xwe da sînorê Îranê, lê di meha nîsanê, pey çûyîna eskerên rûs ra, tevî bêlûkên alaya VIa, ku li Mesopotamîyayê bû, kete erdê Azirbêcana Îranê û Kurdistana Îranê û berbi bakûr-sînorên Pişkavkazê livîya. 14ê hezîranê eskerên tirka Tewrêz hildan, lê di tebaxa sala 1918a Azirbêcana Îranê û navçeyên bakûr yên Kurdistana Îranê (başûra gola Urmîyê) zevt kirin. Tenê çekdarên ermenî û aşûrî dijî tirka şer kirin, lê ew jî ne gelekî bi hêz bûn, ku bikaribûna pêşîya planên tirka yên dagîrkirina Bakûr-Roava Îranê bigrin(15).

Bi vê ra tevayî em dikarin bêjin, ku li Îrana Roava da jî împêrîyalîstên Brîtanîyayê xwe li riya agrêsorîya Tirkîyê girtibûn. Wana dixwest berî tirka û almana (ku ji alîyê Gurcistanê êrîş dikirin) Bekûya xwedîneft zevt bikin û cîyê xwe li temamîya Pişkavkazê mehkem bikin û wê bikine kolonîya xwe. Ji alîyê tirka da berk teribandina serbestîya Îranê, dakutana eskerên tirka û almana li Pişkavkazê di dest îngilîsa da dibû bahane, ku tevbûna xwe di nav Îranê da bide gumrehkirinê û hazirîya xwe bibîne bona êrîşî li ser Kavkazê bike. Ev plan gerekê “ekspedîsyona” taybetî ya bi serokatîya gênêral Densterwill pêk banîya, ku dawîya çileya paşin sala 1918a hatibû amadekirinê û ji Bexdayê, ku Îngilîsa berê zevt kiribû, dilivîya berbi bakûr. Dagîrkarên îngilîs, ku taqeta wan têrê ne dikir bi riya kese dakutine Pişkavkazê, di meha tebaxê da çûne berbi deriya Kaspîyê (bi kurdî-derîya Xezerê.- N. W.), îskela Enzelî zevt kirin û ji Qesrê-Şîrîn hetanî Enzelîyê riya kese vekirin(16).

Bi vî awahî, nîveka sala 1918a temamîya Îrana Bakûr-Roava pareveyî li ser du para bû: para roava, ku bi teşkîla gelê xwe va pirmilet bû û ji alîyê tirka da hatibû zevtkirinê û di wî karî da kurdên Tirkîyê û hinekî jî kurdên Îranê alî wan kiribûn, û para rohilatê, ku piranîya milet li wir faris bûn û ew jî bin destê eskerên îngilîs û bermayîyên desteyên rûsa yên ji hêla Gvardîya Sipî da bû û ewana hazir dibûn êrîşî li ser Bekûyê bikin. Hilbet, him tirk, him jî îngilîs, ku kara sîyaseta xwe ya li Îranê û Kavkazê dabûne ber çavên xwe, hîç ne dixwestin, ku eşîretên kurda yên Kurdistana Îranê û Azirbêcana Îranê piştgirîya dewleta xwe bikin, an jî xwe li tu hêlê negirin.

Bahara sala 1918a li Îrana Bakûr-Roava hema bêje qet eskerên rûsa û yên hukumeta Îranê tunebûn, lê dîsa jî tirk bi dijwarîke mezin li ser wê axê ra berbi sînorê Pişkavkazê diçûn. Desteyên xweparastinê yên xaçparêzên kêmjimar-ermenîya û aşûrîya, ku di nav wan da him xelqên wir hebûn, him jî mihacirên ji Tirkîyê hebûn, ku ji qira salên 1915-1916a filitî bûn, bi mêranî derketine dijî tirka û ber xwe dan. Ji ber wê jî qumandarîya tirka dîsa dest avête bikaranîna cudatîyên dînî-olî û dijîhev rakirina miletan û hewl dida berî gişka kurdên ser sînor û yên Îranê bona kara (berjewandî) xwe bide xebitandinê. Ew tevlihevî û qerebalixa, ku piştî derketina eskerên rûsa ji Îrana Roava çê bûbû, alî pêkanîna vê planê dikirin. Li wan dera nexweşîya tayê ya jihevhildanê belav bû (ji bo nimûnê, li Sennê); feqîrîya milet gihîştibû dereca nebînayî(17). Di vê rewşê da gelekî hêsa bû “di nav ava şêlû da masîya bigrin”, û daxaza dilê tirka û îngilîsa jî, herwiha derge-dîwana wira jî, ku xwe kiribû sosret û robet, ew bû. Evê dawîyê kêm pîsîtî dikirin jî, lê di alîyekî da ser gişka ra bûn: ji wan ra li hev hat (bi alîkarîya îngilîsa) kurda rakine dijî aşûrîya, ku di navça rex Ûrmîyê gelekî xurt bûn. Ji ber wê jî 16ê adarê sala 1918a serekê kurdên Şikakî Îsmayîlaxayê Simko serekê aşûrîyên Hekarîyê-metran Benyamîn Mar-Şîmûn kuşt û pey wê ra hemû pirayên di navbera kurda û aşûrîya hatine şewitandinê(18).

Ji van hemû tişta tenê tirk karê ketin, yên ku gelek serekeşîrên kurda yên bi nav û deng yên li ser xeta sînor û Kurdistana Îranê anîne alîyê xwe. Serekên kurda yên navdar Simko û seyîd Ta (Taha), ku hetanî wî çaxî dijî tirka şer dikirin, hatin gihîştine wan(19), û ew bûn, ku bela desteyên aşûrîya û ermenîya dan(20). Ji qumandarîya Tirkîyê ra li hev hat ji nav qebîlên Soûcbûlakê (Mehabad) û navçeyên Kurdistana Îranê yên mayîn xelqê bikire û bîne hêla xwe û wana ji dest tirka pere hildidan û dewsê ji wan ra çek û sîlih dianîn(21).

Dilbaristanî û xemsarîya piranîya kurdên Îranê û alîkarîya çend serekeşîra bûne sebeb, ku dawîya havîna sala 1918a ji tirka ra li hev hat berxwedana desteyên xaçparêza bişkêne û temamîya Azirbêcana Îranê zevt bike û piranîya erdê Kurdistana Îranê jî bixe bin destê xwe.

Serketinên ordîya Tirkîyê li Kurdistan û Azirbêcana Îranê demkurt bûn, ji ber ku wan dema Împêratorîya Osmanîyê bi xwe jî di hêla eskerî û sîyasî da ji hal ketibû. Êrîşa tirka ya li ser Kavkazê, zevtkirina Bekûyê(15ê îlonê sala 1918a) tenê alî hilweşandina dezge-dîwana tirka kirin, ji ber ku ew dewsa hêza xwe li bal xwe bi kar bîne, belasebab xerc kir. Ji alîkî va jî Tirkîya ji Yekîtîya Çara ya here zeîf bû. Ji ber wê jî hukumdarên cantirka yên Împêratorîya Osmanîyê, ku ser demeke kurt bawerbike (hema bêje) temamîya Kurdistana Rohilatê xistibûn bin destê xwe, lê di sîyaseta hindava kurda da “lingê xwe li guhê xwe xistin” û “jor da hatine xwarê”, çimkî ew sîyaset ser qûmê hatibû çêkirin. Ev hemû bûn sebeb, ku rêjîma eskerîyê-sîyasîyê ya cantirka jî “ser piştê ket û felişî”.

Riataza.com

records Source:Têmûrê Xelîl

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev