We dizanibû…? – 33

We dizanibû…? – 33

Berevkar: Têmûrê Xelîl

…di cihanê da du serleşkerên bi nav û deng hebûne, ku dijminên wan, ku bi wan ra ketine nava qal û cengê, di saxtîya wan da qîmetekî pir mezin dane wan û hêz û aqilmendîya wan qebûl kirine. Ew Saleheddîn Eyûbîyê kurd û Napoleon Bonapartê fransî bûne.

…wezîra karên der va ya Swêd Anna Lindhê fikireke aha gotîye, dema Tirkîya himberî Kurdistana Başûr kirîye: “Bira serokên Tirkîyê herine Kurdistana Başûr û li wir fêrî dêmokratîyayê bibin”.

…nivîskar û şanogerê Înglîz yê navdar Harold Pinter, ku sala 2005an xelata Nobelê ya Edebiyatê girt, dostê kurdan e. Ewî li dijî qedexeya li ser zimanê kurdî pirtûkek bi navê “Zimanê çiya” nivîsandîye. Ew pirtûk di sala 1990î da ji aliyê Weşanên “Doz” ve li Stenbolê hate weşandin. “Zimanê çiya” pîyêseke ku bûye şano, ew derheqa qedexekirina zimanê kurdî da ne. Harold Pinter di sala 1985 de li gel serokê PENa Navnetewî nivîskarê Amêrîkî Arthur Miller çû Tirkiyê piştgiriya qurbanên zilma 12 Îlonê kir. Wan salan zimanê kurdî qedexe bû, li hember qedexeya li ser zimanê kurdî Pinter ew şano nivîsî. Berî wî Îvan Bûnînê rûs, ku ji rûsan kesê pêşin bû ku Xelata Nobêl wergirt, derheqa kurdan da serpêhatîyeke delal nivîsîbû bi sernavê “Xortanî û kaltî”.

Riataza.com

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev