Heta rêfêrêndûma

bona Serxwebûna Kurdistanê

maye:

Barîyê Bala

“Jana welêt, eşa welêt ez helandim, kirime rijî,
Xerîbîyê de ez keribîm, hêsira çavêm kirine tijî…”

 

Dibê yên dixwazin ruh û hestên kurdewarîyê, bi taybet helbestvanê kurdên Sovêta berê fem bikin, dibê eseyî berhemên helbestvan, nivîskar, dramatûrg Barîyê Bala bixwînin. Barîyê Eliyê Paşa navê wî yê wêjeyî Barîyê Bala ye. Ziman û hestên helbestvan û çîrokên wî pir zelal, paqij in. Mın wexta ku cara yekem helbesta Barîyê Bala xwend, şureta wî ye efrandarîyê ez zendegirtî hiştim. Min jî qey ya dilê min dibêje, gotinên min dibêje. Di efirandinên helbestvan de motîva welathizîyê, milethizîyê. dostnasîyê, evîntîyê û rastîya jîyanê cîyekî fireh digire. Dema mirov berhemên Barîyê Bala dixwîne û babetên wan analîz dike, mirov dibîne ew zimanê berhemên wî wek efrandinên gelî, wek gotinên pêşîyan, dewlemendîya folklorî, rastîya jîyanê, şerê xiravîyê û pakîyê, xweşîyê û nexweşîyê, felsefa jîyana wî nîşanî me dike. Di berhemên xwe de Barîyê Bala pesinê delalî, helalî û xebathizîya jina kurd, mêrxasîya mêrê kurd dide. Ewî gelek helbestên ji bo zarokan nivisîye. Helbestên wî hestîyar in, tije êş, derd, kul û keser, hizkirine, mirov danihêr re dikewgire. Ev xetên ji helbesta wî “Ax, bê Welatî, bê Welatî” dildisote :
Him dinalim, him dizêrim, dûrî, Welat,
Dil hejarim, tengezarim, nûrî, Welat,
Tirs û xofim, sirûk pême, tune bawer,
Jan giranim, tu melhema minî, Welat…Xerîb warim, hêlîn sarim, Kurdim, Welat,
Hesretkêşim, te nabînim, derim, Welat,
Zelûl xemim, xalî nabin çav ji hêsra,
Stûna dilî, bext-mirazê minî, Welat…
Yan li destpêka destana “Dayîkê” de helbestvan wiha dibê:
Resulê xwedê qimetekî
Gelek bilind te re daye dayê.
Timê gotye, cineta heq
Binê piyê dayîkadaye”.. .

Bes evdekî şîrhelal û xwedîyê dile rem dikarî wisa binivîse.

Ew her wiha wek xemkêş û derdkêşê gelê xwe, nenihêrî ku dûrî axa kal û bavan e, ev bûyerên bedbext ser gelê kurd derbaz bûne di efrandinên xwe de bi ruh û hestên kurdewarîyê dide ber çavên xwendevanan. Hizreta wî ye gelê kurd yekbûna xwe çê bike, ji ber ku bes bi yekbûna xwe dikare azadîyê dest bîne. Çawa min êdî got mijareke wî ya pir hizkirî motîva welathizîyê ye. Her ciqas jî helbestvan dûrî axa kal û bavan e, lê bona azadîya Kurdistanê herdem xemê dikşîne û dikewgire. Lema gelek car helbestên wî ewqas şewatin:

Tim dinalim, tim dizêrim, boy te, welat,
Bê piştim, bêpergalim, durim, welat
Him sêfîlim, him sêwîme, bê par, bê war
Dayka minî, ez ewledê te me , welat.
Şeref, namûs, zar-zimane minî, welat
Sura hesin, sî-stara minî, welat
Wek te bilind, wek te şîrin tiştek nîne,
Gula bînî, ez gulvane te me, welat….
Helbestên wî wek kilam têne lorandin.
Barîyê Bala 1937-ê salê li komara Ermenîstanê, nehîya Masîsê, gundê Demirçîyê, malbeteke Kurde adî da hatiye dinê.
Bavê wî 1943-salê şerê Cihanê duda da çawa şervanekî egîd şehîd dikeve. Dayîka wî Qaza Evdo pey mirina malxwêyê xwe 7 zarokan – 6 kur u qîzekê li telî u tengasîyê de xwey dike, malbeta Barîyê Bala gelek dijwarîyên jiyanê dîtine. Dayka Bariyê Bala 1982-ê salê diçe ser dilovanîya xwedê. Birayê Barî yê mezin – Hecî Mehmedemîn wî mezin dike. Ew mirovekî pir dîndar bûye.
Barîyê Bala 1958-ê salê dibistana navîn xilaz dike û bajarê Yêrêvanê da qebûlî zanîngeha dewletêye pêdagojîyayê ya ser navê Xaçatûr Abovyan dibe, para dîrok û fîlologîya bi zimanê azerî.
1963-ê salê zanîngeh xilaz dike. Dibe xweyê xwendina bilind û dereca dersdarêd dibistana navîn distîne. Çend sala ew dibistanêd navîn da karê xweyî pêdagojîyê dimeşîne.
1970-ê salê bajarê Yêrêvanê da zanîngeha dewletêye dersdarhazirkirinê da çawa mudurê kabînêta dîrokzanîyê kar dike.
1975-ê salê nehîya Masîsê da serokê dibistana navîn, paşwextîyê eynî nehîyê da serwêrê Malhebûna gundîtîyê tê kivşkirinê. Ew salêd dirêj nehîya Masîsê da seroke beşa perwerdê dibistanê navîn kar dike.
Şerê Qerebaxa çîya ra girêdayî 1989-ê sale ew jî tevî gelek Kurdên musulman ji Komara Ermenîstanê dertê û tê Komara Azirbêcanê. Bajarê Bakûyê da nehîya ser navê Nerîman Nerîmanov da dîsa mufetîşê dibistanêd navîn dixebite. Pişti salên 90î ew di gel malbeta xwe derbazî paytextê Qazaxistanê yê berê Almaatayê dibe u heta niha li wêdere dijî û bi êginî tevî karê civakiyê dibe. Bariyê Bala serokê rîspîyên saziya kurdên Qazaxistanê ye. Ew wedê ku şagirtê dibistana navîn bû, helbestêd bona zaroka dinivîsî. Helbesta wîye ewlin 1957-ê salê bi sernivîsara “Dayîka min” rojnama “Rya teze” da hatiye weşandinê. Ew şûnda helbestêd xwe ser mijarêd (têma) cure-cure dinivîse.
Piranîya helbestên wî rojnameya «Rya teze», «Dengê Kurd» û «Jîyana Kurd» de hatine capkirinê. Radyoyên bi zimanê Kurdî, Ûrisî, Azerî û Ermenî de hatine weşandinê. Her wiha kovar û rojnameyên van zimanan de hatine weşandinê.
Barîyê Bala xwedanê 9 pirtûkêd neşirbûyî ye. Pirtûka wîye yekê 1974-ê salê Komara Ermenîstanêda bi navê “Dinya min”, ya duda 1994-ê salê Komara Azêrbaycanê da bi sernivîsara “Kuda herim”, pey re pirtûken bi sernivîsara “Dîlbera min” (sala 2008an), “Dayîk” (sala 2009an) Kulîlkên neçilmisî” (sala 2011 an), “Deh bûyer” (sala 2012an ). Hêjayî gotinê ye, guhdarên delal, her çar pirtûkên dawî li weşanxana “Zengezurê” li Qirqizistanê hatine capkirin“, pirtûkeke wî ya helbestan li Dihukê ya Herêma Kurdistanê hatîye weşandin, pirtûkek bi zimanê rûsî “Я одинокий голубь” (sala 2014 an) û dawîya sala 2015an berevoka Barîyê Bala “Zerdeştê kal” bi berpirsyartîya werger xanima Nûra Emerîk Sardaryan hatine weşandinê.
Mijarê helbestên Barîyê Bala cuda-cuda ne, lê helbestvan piranîyê helbestên xwe da hîmlî li ser mijara ser welathezî û hub û hezkirinê disêwirîne. Em hestên wîye welatparêzyê di helbestên wî yên ser Kurdistanê da gelekî ferih û zelal dibînin:Geh sêfîl bûm, geh kasil bûm boy huba te,
Bûme kizik, her gav helyam ez seba te.
Por sipî bû, ser zimîne tim navê te,
Roj bihata, min bidîta azaya te.Vê helbesta xwe da boy welatê xweyî bindest dikevgire, dişewite. Lê azaya welatê xweyî tarîstanê da jîyî hela nabîne.

Helbesta “Ax Felek” da jî ew dîsa boy welatê xwe dinale, dikele, şev û rojêd wî dibine ax û keser:

Ax felek, wax felek, bê îtbar, felek,
Em sîyar, tu peya, te nagrin, felek,
Em hene, em dijîn, dizêrin, felek,
Carekê rûyê me bikene, felek.

Ev ji Xwedê hîvî dike, wekî Feleka bê îtbar bila carekê jî berb Kurdê belengaz bizivire.

Helbesta “Bedewa Kurd” da ew bedewa Kurd ji avê paqiştir û gulê bîntir divîne û bejna xwe pêş wê ditewîne:

Ez ji te ra av nabêjim,
Tu ji avê zelaltirî.
Ez ji te ra gul nabêjim,
Tu ji gulê zehf bîntirî.

Helbesteke xwe da ew bi dilekî pir xeyîdî rica ji mirovêd dine ye edlayîhez dike, wekê bêjne neyara bila dest medine zimanê wî:

Dinê gişkî bidne minda,
Ezê bikim hewar, gazî.
Zimanê min mekin unda,
Ezê hemya bibim razî.

Helbestvan parek helbestêd xwe ser janra (şaxa) rewakirinê nivîsîne. Çawa edebîyata hemû gelêd dinêye nivîsar da, usa jî edebîyata gelê Kurde nivîsare, him kevn da, him jî nûh da ev janra gelekî hatiye xebatê. Klassîkê edebîyata Kurda: Elîyê Herîrî, Melle Ahmedê Cizîrî, Feqîyê Teyran, Ahmedê Xanî û helbestvanêd nûh: Cegerxwîn, Hejar, Wezîrê Nadirî, Qaçaxê Mirad, Elîyê Evdilrehman, Seîdê Îbo û gelekêd mayîn vê rêçê da kar kirine. Barîyê Bala jî ser hîmê motîvê vê janrê qelema xwe ceribandîye û gihîştîye armanceke pir ber çav. Ez gumanim, xwendevanêd vê kara helbestvane pir zehmet wê baş qîmetkin. Helbesta ku rewayî dayîka xwe kirîye dibêje:

Qasidê Xwedê, qîmetekî gelek mezin te ra daye,
Tim gotîye: “Cinneta heq, binê pîyê dayka teye”.

Ew vê helbestê da ji dayîkê mestir tenê Xwedê dibîne. Pêş tirba wê çok vedide û axa wê tewaf dike. Zîyareta here muqedes hesab dike.
Eyane, wekî edebîyata hemu gelêd Rojhilata navîne, him nivîsar da, him jî zargotî da janra beyta cîkî herî ferzî û berbiçav digre. Helbestvan bi vê janrê da zanebûna xweye gelekî kûre û kardar para ne hevşandîye. Beytêd ku ber qelema wîye pir behir derketine, paraveyî ser çend para dibin: beytêd sîyasî-welathezî, torevî, lîrîkî û hub hezkirinê û yêd mayîn:

Delalê min, leke ma,
Ser dilê me leke ma.
Hemu welat bûn aza,
Welatê me kêra ma.

Bêje, kurêm, dubar bêje,
Mitaleke, paşê bêje.
Dinya milkê Silêmîne,
Parê hilde, paşê bêje.

Helbestvan her wiha salêd dirêj ji nava gelê Kurd hezarî zêdetir meselên kal û bavan, metelok, têderxistinok, zûgotinok û pêkenok berav kirine. Ew heyanî niha li tu cîyê nehatine weşandinê. Ewî heya niha jî dest ji qelema xwe venekişandîye.

Cyê gotinêye guhdarên delal, ku Barîyê Bala sala 1996an de kebanya xweye pir hizkirî winda dike. Ew ji Rebbê jorîn dixeyîde, dest ji nivîsarê dikşîne, wedê xwe tenê nav xem û xeyala de derbaz dike. Lê bi alikarya dost û xêrxwezê xwe, hogirê wîye pir hezkirî Şamîlê Esker, Knyazê Îbrahîm, Huseynê Kurdoxlî û Ahmedê Hepo bi halekî pir giran ewî ji rewşa heznyê û sewdeseryê derdixin. Belê, ev qezya giran derbeke mezin dide Bariyê Bala, lê piştî demekê dirêj helbestvan huba xwe zarokên xwe ve girêdide. Cava xwe xwe helbestvan dibêje: “Dîlbera min du ewled, du zilam Elî û Anar dîyarî min kir û cû dinya heq”. Pey mirina kebanya xwe helbestvan hest û agirê dile xwe dubare dide kaxezê..Ewî poêma xwe “Dîlbera min” diyarî xanima xwe, evîna xwe ye bêhed Dîlbera Bala dike. Helbestvan Barîyê Bala di pirtuka xwe ‘Dîlbera min de” dinivîse: “Xwedayê mezin qurna 14 an de Dîlbereke nazik bona helbestvan, hozanê mezin Feqîyê Teyran, lê qurna 20 î de Dîlberek bona min xuluqand. Ewî miîna xewnekê nîşanî min da û zutrekê stend.. Feqîyê Teyran hetanî roja dinya xwe diguhêze navê Dîlberê dike behirê qelema xwe, dike sîmê tembura xwe lêdide”. Xwedayê mezin Dîlbera helbestvanê meyî delal ji wî stend , le poêma “Dîlberê” da wî û bi wê poêziyayê nexş û awazeke nuh xuliqî. Poema Dîlberê evîneke paqij, zelal, bêsînor dide ber cavê xwendevana û hest û hizrên helbestvan yê evîndarye mirova zendegirtî dihêyle…

Hey Dîlbera mine, canê,
Me sond xar bû, bi “Quran”ê,
Em tev herin Kurdistanê,
Min ne qete, gelek zûye

Em di miqala nivîskar, helbestvan û lêkolînerê edebyeta kurdî Eskerê Boyik bi sernavê “Helbesta kurdî di edebiyeta kurdên Sovêtê de” de dixwînin, ku nivşa yekem ji nivîskarên kurdên sovêtêye ewlinin wek Emînê Evdal, Hecîyê Cindî, Casimê Celîl, Etarê Şero, Ahmedê Mîrazî, Wezîrê Nadirî helbest nivîsîne û weşandine, ji pey wan re Qaçaxê Mirad, Usivê Beko û hineke din tên. Li ser vê govekê û bingehê dengê edebyeta esîl ji pêy salê 60’î ra hate bihîstin: Şikoyê Hesen, Mîkayêlê Reşît, Fêrîkê Usiv, Simoyê Şemo, Egîtê Şemsî, Rîzalyê, Eskerê Boyîk, Tosnê Reşît, Çerkezê Reş, Elîxanê Memê, Barîyê Bala…
Ji van hineka bi şureta efrandarîyêye mezin, hineka bi xebathizî û zanebûnê pirr rîya xwe vekirin û ji alyê xwendevana da hatine naskirin û qimetkirin. Di gotarê de em dixwînin “Nivşên pey wan ra Eskerê Boyîk, Tosinê Reşît, Çerkezê Reş, Elîxanê Memê, Barîyê Bala xwe ra ronayîke geş, kûrayîke anegor û bineke xweş anîn”. Bele cava Eskere Boyik dinivise: “Edebyeta kurdê Sovêtê bi cûre, naverok û temamîya xwe şaxekî edebyeta kurdaye teybetî ye. Rast e li xerîbîyê hatiye efrandin, lê mîna xûn-goşt tim li welatê xwe ve girêdayî bûye”.

Helbestvan Barîyê Bala niha di gel mal û neferê xwe di bajarê Almatayê yê komara Qazaxistanê de dijî. Dîsa jî xizmeta gelê xwe dike.Niha ezê cend helbestên birêz Barîye Bala pêşkêşî we bikim….

KURDİSTAN

Geh sêfîl bûm, geh kasil bûm boy huba te,
Bûme kizik, her gav helyam ez seba te.
Por sipî bû, ser zimîne tim navê te,
Roj bihata, min bidîta azaya te.

Dil westîya, pir bedhalim, dûrim ji te,
Dermanên min gerek bînin tenê ji te.
Tu Zîyaretî, ez koçekim, koçekê te,
Heta kengê, ezê nebim mêvanê te?

Hogirên baş, bikewgirin, hûn jî tev min.
Ava şêlû, misken danî nav çavêd min,
Welat, xwezil, min maçkira her qulçên te,
Kuta bûna rojên mine xeme bêy te.

Çavêd min rê, hesretkêşim, feqet dûrî,
Boy tew Kurda emir, jîne, gul û nûrî,
Wedê bimrim, bila domam bilûvînin,
Çenge axa te, ser tirba min bireşînin.

ALA KURDİSTANÊ

Gelek qurne, pir dewranêd tele-şewat hatin û çûn,
Gav-rojêd wan bûne qetil, nav xwînê da tim gevez bûn.
Gelek şênî, gund û bajar, rûyê erdê bûne unda,
Hinekê nûh zû xuluqîn, nav derxistin, bûn peyda.
Gelek millet nav zulmê da helyan, zêryan, temam red bûn,
Xêlek nava şer-dewa da pir çerçirîn, nav û deng bûn.
Rebbe jorîn her gelî ra namûs, xîret par şandîye,
Hebûna gel, namûsa gel, berê-berê da ala wîye.
Gelê bê al belengaze, tim koleye, him bindeste,
Sêfîl-jare, kesek wî ra qet danayne kevrê raste.
Al – dîroke, al – şerefe, al – xîreta gelê xune,
Mêrxasa ew xweyî kirye, yekî daye yekî dine.
Bextewarim, ala min jî tevî ala dimilmile,
Welatê min îdî dertên şîn û girî, derd û kule.
Min dipirsin: – Ala Kurda çima bûye ro, sê renge,
Bersîv didim: – Dinya fire zû da bûbû Kurda tenge.
Ro – nîşana nav gela da, pir kevnare gelê meye,
Rengê sipî – edilayê, ew armanca me Kurdaye.
Rengê sipsor: – Xwîna gelê, boy azayê tim kişyaye,
Kesk – nîşana pêxembere, rengê ala Îslamêye.
Zerdeştîya ji me stendin, em jî kirin musulmane,
Me welatê xwe unda kir, man bê rusqet, bê zimane.
Ser pişta me agir dadan, erş û kursî tev me zîvyan,
Kal-bav kuştin, hebûn birin, dê-xûşkêd me şev-roj giryan.
Gund-bajarêd meye ava, kaf-kûn kirin, hedimandin,
Mewt-jehr kirin nav axa me, mêrxasêd me xeniqandin.
Dutîretî kirin nav me, em zêrandin, em ker kirin,
Kurda Kurd kuşt, wan birca da kêf û sefa derbaz kirin.
Hemû dinê ker bûn, lal bûn, ne bihîstin, ne axivîn,
Tev me giryan, payîz, bahar, sar zivistan, him jî havîn.
Dilekî êş, hemû Kurda dikim hîvî, dikim rica,
Kevn bavêjin, tew bibin yek, kom bin dora egît, qenca.
Şikir îdî firsend hatye, kêr-kirnêd xwe medin bade.
Tim hişyarbin, fitê medin, neyar îdî emir bide.
Dîrokê da dayna Xwedê boy her gelî tek careke,
Hefadêd Kurd, wede hatye, herçar parça bikin yeke.
Me azakin, em jî bibin xweyî cejn, xweyî welat,
Bila îdî me nas bike, him Rojava, him Rojhilat.
Ala meye kesk, sor, sipî, nav ala da bimilmile,
Şeveqa wê neyar korke, wî biteqe kezev, dile.

BÊ TE NAJÎM, ZİMANÊ DÊ

Kana emrî, ava zelal,
Qudûm-qamî, aqil, kemal.
Temî, lemî, rastî, helal,
Bê te najîm, zimanê dê.

Xîret, culet, nav-namûsî,
Şemal didî, venaêsî.
Reh davêjî, naçilmisî,
Bê te najîm, zimanê dê.

Melhem, loxman, kûr birînî,
Kulîlk, gezgezk, tûj, sirînî.
Telî, tirşî, him şirînî,
Bê te najîm, zimanê dê.

Dîrok, dewran, ax û milkî,
Dewî, dozî, nermî, hişkî.
Nav qurnada namehikî,
Bê te najîm, zimanê dê.

Mêrxas, egîd, zorî, zexmî,
Rindî, rewşî, qapûd, kexmî,
Dilovanî, gelek rehmî,
Bê te najîm, zimanê dê.

Şûrî, kêrî, boy xwînxwara,
Avkewserî boynet yara.
Per û baskî her gav min ra ,
Bê te najîm, zimanê dê.

Behra kûrî, namiçiqî,
Pir mezinî, ne piçûkî.
Tu nahelî, naperçiqî,
Bê te najîm, zimanê dê.

Sêva sorî, şîlan-şengî,
Metî, zivrî, him çelengî.
Hogir, heval, gula dengî,
Bê te najîm, zimanê dê.

Nişa xasî, miskî enper,
Cî da qespî, tu nabî ker.
Pêpez dibî, bê cî, heder,
Bê te najîm, zimanê dê.

Gazî, medet, ra, tivdîrî,
Ruhî, dilî, cewahirî.
Fisq-fesada timê dûrî,
Bê te najîm, zimanê dê.

Gula bînî, zozan deştî,
Xasbaxçê ter, seyran geştî.
Kale bava me ra hîştî,
Bê te najîm, zimanê dê.

Hebûn, rûmet, sebir, sewtî,
Rozgar, xemil, qewet bextî,
Boy neyara jehrî, mewtî,
Bê te najîm, zimanê dê.

Merg û çîman, deşt, zozanî,
Erş û kursî, asîmanî,
Xasbaxçê ter, gulistanî,
Lel û durrî, zimanê dê.

Kanya zelal, behra kûrî,
Şefa, melhem, gul û nûrî,
Dewlemendî, gelek kûrî,
Nexş, nîgarî, zimanê dê.

Sûra hesin, pola xasî,
Dîrokê da gişka nasî,
Hovî, hara tu natirsî,
Gurz, kemendî, zimanê dê.

Miqerimî, him qedîmî,
Xezna tijî, pir zengînî,
Nav zara da zef şirînî,
Tacê zêrî, zimanê dê.

Ferih, paqiş, qespî, tûjî,
Bê lekeyî, bê qirêjî,
Esnaf, pispor, rastî bêjî,
Şewq, şemalî, zimanê dê.

Keskî, sorî, him jî zerî,
Kînî, rikî, av kewserî,
Zikmakî da zexmî, zorî,
Zelûl nabî, zimanê dê.

Erf û edet, ruhê minî,
Dîlan, govend, şaya minî,
Dil û hinav, emrê minî,
Tu qut nabî, zimanê dê.

Em tev giryan, em tev nalyan,
Em tev şa bûn, em tev kenyan,
Em zelûl bûn, em tev zûryan,
Hiş, mêjûyî, zimanê dê.

Emir, rusqet, seyasetî,
Qedir, qîmet, him hurmetî,
Dîn û îman, bereketî,
Stûna zêrî, zimanê dê.

Maqûl, hakim, destûr zanî,
Aqil, mezin, dinê zanî,
Hozan, dengbêj, helbestvanî,
Bext, mirazî, zimanê dê.

Dayka hundur sînge xwe da,
Nava şîrê berê xwe da,
Tu gîhandî rojêd meda,
Zelûl nabî, zimanê dê.

Agrî, Zagros, sar Sîpanî,
Tema devê tew Kurdanî,
Avêsta kal, “Mem û Zîn”-î,
Serî-binî Kurdistanî.
Qend, nevatî, zimanê dê.

Barî bê te lale, jare,
Hîro, gîro, tengezare,
Timê bi te bexteware,
Bê te najî, zimanê dê.

ZİMANÊ MİN

Hemû qurna nav êgir da tu pijyayî,
Heciqîyî, herişîyî, him zêryayî,
Yasax bûyî, pêpez bûyî, ne helyayî,
Ne rizyayî, lal ne bûyî, zimanê min.

Beyanîya, merivkuja tu veçirîn,
Ser te bîngêr tim gerandin, tu hincirîn,
Qels ne bûyî, bend ne bûyî, te kir hurmîn,
Tu palyayî, tu meyayî, zimanê min.

Bi te kenyan, tu lomandin, ne tirsyayî,
Dilop, dilop bûyî gorav, tim kişyayî,
Neyar xast te bimiçqîne, tu kelyayî,
Ne maşyayî, ne weşyayî, zimanê min.

Te xemiland teht Bîsitûn, dinya zane,
Te xuluqand kal «Avêsta», ev eyane,
Ji xaçgera te xilazkir dîn-îmane,
Hûrxwaş bûyî, ricim bûyî, zimanê min.

Feqî lîland, Xanî qaland, Barzan qîrya,
Goran lûvand, Şêxmûs hêrs bû, Hejar kelya,
Xayîn mirin, te nas dike îro dinya,
Nûr-nederî, tu namirî, zimanê min.

Qam-qinyatî, şûr-mertalî, cî da helal,
Gula bînî, hilçinîye ava zelal,
Qema tûjî, te kul kirye dilê dijmin,
Tew zimana şirîntirî, zimanê min.

Tu Soranî, tu Goranî, him Kurmancî,
Zîyaretî, qubla minî, him jî tacî,
Geh şirînî, geh engalî, geh jî bacî,
Xezna kûrî, lel û durrî, zimanê min.

***
EZ KURDİM

Xatûn Qazê mêjandime,
Werdê zû-zû hejandime,
Fatê timê ez şûştime,
Sûtê tim ez veşûştime.
Sîsê şirîn maçkirime,
Kewê hêdî eç kirime,
Qaso mêrga gerandime,
Naso ez pir hejandime.
Şêxmûs Egît ez hîmkirim,
Hejar min ra şîret kirin.
Got: – Tu Kurdî, qet bîr meke,
Pêş dijmina xwe mel meke.
Tu Hejar be, tu Şêxmûs be,
Zef xîretî, pir namûs be.
Bigre qedrê heqîqetê,
Nebe dîlê mal dewletê.
Ulim hîn be, bibe zane,
Veke sêrê pir girane.
Firqî neke nav milleta,
Bihebîne erf-edeta.
Nebê ezim piling û şêr,
Vê dinê da tek ezim mêr.
Dewran rûyêm nekenîya,
Daykam helya, daykam zêrya.
Dijminа got: – Bê zimanî,
Ne merivê van erdanî.
Hişmetkar bûm vê ecêbê,
Teng bû min ra temam dinê.
Dinya pêş min bû tarîstan,
Li min hejyan lêv û ziman.
Min got: – Kurdim, eslê min xas,
Daykam dane egît mêrxas.
Kubarim bi Feqî, Xanî,
Guhderz, Rustem hîmêm danî.
Rewşa minin Qazî, Barzan,
Kan-xezneye tew Kurdistan.
Ruh û qelbê min welate,
Mirin, jînam min welate.
Rojên şirîn min tel meke,
Bese, bese, tena minxî,
Îdî nadim, kedam buxî…

ALA MEYE KESK, SOR Û ZER

Tim bilind bî, bimilmilî, her gav, her dem,
Bê qezya bî, ji te dûrbin keder û xem.
Şûrê tûj bî, qetkî dilê qetilkara,
Serkevtîyê têxî hemû qulca, wara.

Kurdistanê bixemlîne hebûna te,
Şewqê têxe gund-bajara tîrejên te.
Şerqa navîn daynî hîmê aşîtîyê,
Navê Kurda eyan bikî tew dinyayê.

Virha şûnda, pejmûr nebî, neçilmisî,
Bin pîya da pêpez nebî, nebinisî.
Serfinyaz bî, bimilmilî bê qal, bê ceng,
Pêş neyara zexm û zor bî, bibî liheng.

TU ŞEREFA MİNÎ, WELAT

Tu hurmet, syanet, kubra minî,
Ruhî, canî, xwîna minî,
Serkevtin û jîna minî,
Tawet, taqet, sebra minî.
Bê te jarim, welatê dê.

Bext û miraz, eşqa minî,
Mal û milkî, rengê minî,
Zar û ziman, dengê minî,
Agir, alav, cengê minî.
Bê te najîm, welatê dê.

Şeref, namûs, haya minî,
Nexş û nîgar, xemla minî,
Gav û sihet, roja minî,
Dîlan, dewet, şaya minî.
Ez fedayê teme, welat.

Seyran û geşt, kêfa minî,
Av û hewa, nanê minî,
Qedir, qîmet, tirba minî,
Bilindaya serê minî. “kef”,
Tu rûmeta minî, welat.

Erf û edet, mafê minî,
Kevn dîroka gelê minî.
Dîn û îman, qubla minî,
Şefq-şemala rûyê minî,
Tu dayîka minî, welat.

Bê te ezî fekîr, jarim,
Bê hêlînim, bê sitarim.
Dîn û harim, sergerdanim,
Bê piştovan, bê xudanim.
Tu şerefa minî, welat.

Bê milk, bê şûn, him bê warim,
Dûmeka da tim suxarim.
Bê si, bê reh, bê rîçalim,
Bê rûmetim, bê pergalim.
Tu hêlîna minî, welat.

Pêkenîyê tew gela me,
Belengazê serê riya me,
Dinya ronik ez kor mame,
Ne xweda nê heqê xume,
Bîn-nefesa minî, welat.

Sirgûn, girtî, belengazim,
Pê sirûkî, him kolazim,
Sêfî, êswîl, bê perbazim,
Hemû para ez xilazim,
Hesretkêşê te me, welat.

Wekî ruyê xwe te xar kim,
Ji vê dinê zû firar kim.
Bibim xurê mişk û mera,
Şûn megirim li tu dera.
Rojêm bibin ax û keser,
Av, hewa min bibin meft-jehr.
Teyrên sîmir çavêm derxin,
Neyarê har goştêm vexin.
Mereza min qet qenc nebe,
Loxmanêd min peyda nebe.
Ker bim, lal bim, bibim ewter,
Dilê min da çiqbin xençer.
Desta merûm, çoka topal,
Pî navêjim ez be gopal.
Berf-teyrok min biqermînin,
Erd û ezman ne temlînin.
Şîrê daykê min heram be,
Bayê same li min rabe,
Hesret bibim nanê tisî,
Xwedê ser min danexe sî,
Merûm bibim herdu çavan.
Bibim xurê teyr û tevan.

Bê welatî – mezlûmîye,
Bê rusqetî, xulamîye,
Bê nav, bê deng, naqisîye,
Heqaretî, sêfîlîye.
Boy kê heye, şûn û welat,
Wî ra heye jîne, heyat.
Xwezil welat min bidîta,
Êş-merezê xwe bavîta.
Bigeryama ser axa heq,
Wir biçûyama ez mala heq.

GOTİN, ŞAÎR, EV Çİ HALE

Behra dîtim, cî leqîyan,
Erd û esman tev hejîyan,
Deşt-zozana hevra dengdan,
Dehrên gorav qerisîn, man.
Ji min kirin pirs-hewale,
Gotin, şaîr, ev çi hale.

Terewula kirin zêwîn,
Kew-bilbila nekir kakîn,
Zer-zinara kir hêwurze,
Orman avît xemla teze.
Ji min kirin pirs-hewale,
Gotin, şaîr, ev çi hale.

Şivîn bilûr da ser lêva,
Berxvan barand hêsrên çeva,
Bû kalîna berx û mîya,
Keskesorê da ser çîya.
Ji min kirin pirs-hewale,
Gotin, şaîr, ev çi hale.

Pîra, kala hêsr rêtin,
Dayka zelûl kilam gotin,
Dota qetand torê mircan,
Bûka avît kofî-kitan.
Ji min kirin pirs-hewale,
Gotin, şaîr, ev çi hale.

Teyrik, leqlek min sekinîn,
Qaz-qulinga nekir qîrîn,
Sosin, rihan cî binisîn,
Sorgul, mendik zû çilmisîn.
Ji min kirin pirs-hewale,
Gotin, şaîr, ev çi hale.

Ketim nava mitalê kûr,
Xema birim heyamên dûr,
Dinya fire min mêze kir,
Hal-hewalê xwe qise kir…

Lêvêm hejyan, devêm tel bû,
Dil tevzî da, serêm mêl bû,
Kelexûya dane ser min,
Sebir, tawet ne ma li min.

Welatê xwe min anî bîr,
Gundê vala, zarên hêsîr,
Qetla neheq, xûşkên ser reş,
Gêrîlayên mêrxas-keleş.

Zaxên tarî, zindanên sar,
Bore-bora neyarên har,
Dêrêzbûna zoma, wara,
Kaf-kûn kirina gund-bajara.

Jan êşê xwe min rêz kirin,
Ji bextê xwe gazin kirin:
– Gelo çima mezin Xuda,
Ev zulma pir boy Kurda da?

Bedesla em bê war kirin,
Dîroka me înkar kirin.
Kirin çar par tew axa me,
Talan dikin mal-milkêd me.
Heta kengê halê wa be,
Hejar Barî bi çi şa be?

HESRETKÊŞE TE ME, WELAT

Dinalim, dizêrim, bê te, welat,
Bê piştim, bê çarim, dûrim, welat.
Sêfîlim, sêwîme, bê par, bê war,
Dêyî, ez ewledê te me, welat.

Xîret, şeref, zarê minî, welat,
Sî û sitar, edla minî, welat.
Wek te bilind tu erş tune,
Gulî, ez gulvanê te me, welat.

Hêlîna germ, qubla minî, welat,
Şeref, xemil, rewşa minî, welat,
Zemzemî, teverikî, boy tew Kurda,
Timê hesretkêşê te me, welat.

Rewîme, digerim, nawînim te,
Direvim, dibezim, naghîjim te,
Xalî nabin çavêm av û hêsra,
Dîlim, dilêşim, tengezarê te.

Xwezil min bask weda esmanê te,
Aza bimeşyama ser axa te.
Xwînxwar hemêza te zû derketa,
Ewil pîrozkira min cejna te.

XWEZİL ROKÊ BİANİYANA MİN RA MİZGÎN

Xwezil rokê bianiyana min ra mizgîn,
Bigotana: – Aza bûye Kurdistana teye rengîn.
Dê û dota êxistine cilê şînê,
Melle nadin îdî terqîn û yasînê.

Neyarê hur teyax nekir, revî paşda,
Zindanê sar, qersên tarî neman wir da.
Ax seqirî, çû hejarî, belengazî,
Esman vebû, xemilîne bestê tezî.

Direqisin pîrê sed sal, keçên heznî,
Dengê Şivîn hingavtîye çîya-banî.
Sêfîl-sexîr kom-kom diçin dibistana,
Kurd jî bûye xweyê dîrok û dîwana.

Kalê xîret, xortê cindî, bavê lawhez,
Gund-bajara tew çêdikin bi xar û bez.
Destê cotkar dîsa çûye ser maça cot,
Xwîn vereşîya kesê welat boy zik firot.

Min bikira eyda mezin bi dilê şa,
Mêvanê min bihatana hemû qulba.
Evdê xêrxaz bicivyana holika min,
Binbar, pîroz, bikirana eyd roja min.

A hê minê bizanbûya ez merîme,
Ezî bi reh, ezî bi war ne mirîme.
Kesê bê ax dara pûçe nagre bin erd,
Emrê şirîn boy wî dibe keser û derd.

AX FELEK!..

Ax felek, wax felek, bê îtbar, felek,
Tu sîyar, em peya, te nagrin, felek,
Em hene, em dijîn, dizêrin, felek,
Carekê rûyê me bikene, felek.

Neyar hat, hebûn bir, şa bûyî, felek,
Em kаliyan, naliyan, seqirîy, felek,
Zar maşyan,dê giryan, ne hatî, felek,
Carekê rûyê me bikene, felek.

Kasil bûn, rêncîyan dûmeka, felek,
Afrîkê zengê reş aza bûn, felek,
Netirse xemêd me sivike, felek,
Carekê rûyê me bikene, felek.

Tew millet, bûn xweyî mal-rusqet, felek,
Erd yê me, em mane bê welat, felek,
Em dimrin, tu dîsa kivş nabî, felek,
Carekê rûyê me bikene, felek.

Mirî çûn, em zindî hûrxwaş bûn, felek,
Tirbên me bin tanga pêpez bûn, felek,
Kanên me neyara kişandin, felek,
Carekê rûyê me bikene, felek.

Mergên me, deştên me, bedewin, felek,
Mal ya me, em têda firarin, felek,
Avên me dikişin, em tîne, felek,
Carekê rûyê me bikene, felek.

Me Rustem da, Sulheddîn da, ingirîy, felek,
Me Feqî da, me Xanî da, xeriqîy, felek,
Em binisîn, em çilmisîn, nehatî, felek,
Carekê rûyê me bikene, felek.

Helebce tew bû jehr, geş bûyî, felek,
Çûk helyan, em nаlyan, te xwaş hat, felek,
Mêr mirin, keç zeryan, tu ku bûyî, felek,
Carekê rûyê me bikene, felek.

Qasim hat, Seddam hat, doş bûyî, felek,
Kemal hat, Cemal hat, geş bûyî, felek,
Teyara em kuştin, te fêz da, felek,
Carekê rûyê me bikene, felek.

Pir dergûş, ser berfa qerisîn, felek,
Hêleçan vala man, te xwaş hat, felek,
Xortê qenc, dotê baş, qir-qut bûn, felek,
Carekê rûyê me bikene, felek.

Şewlê dûr, gelyê kûr, betilîn, felek,
Çemê gur, ser me da miçiqîn, felek,
Bextê me tim reş bû, tu kuyî, felek,
Carekê rûyê me bikene, felek.

Xwedê em dergê xwe avîtin, felek,
Ser erdê em rehet qet nebûn, felek,
Birîn me axivîn, te kew neda, felek,
Carekê rûyê me bikene, felek.

Em Kurdin, qels nabin, bîr meke, felek,
Pêş dijmin, ber zûlmê narevin, felek,
Yan mirin, yan Welat, dew eve , felek,
Carekê rûyê me bikene, felek.

EZ KÎME?

Ne xwînrêjim, ne pir bêjim, ne jî dêran,
Ne durûme, ne xayînim, ne jî filan,
Ne rê birim, ne ked xurim berê-berda,
Xuluqîme, xalî nabim kul û derda.

Ez ne dizim, ne qaçaxim, ne derewbêj,
Ne revekim, ne dîn-harim, ne ker û gêj,
Ez kargerim, xûydan rêjim berê-berda,
Ez hîrome, ez gîrome nav emir da.

Ne feqîrim, ne bedeslim, ne bê tivdîr,
Ne acizim, ne kasilim, ne bê texbîr,
Welathezim, bok-beranim berê-berda,
Simêl palim, tirsam tune zincîr-qeyda.

Ne kevirim, ne gedûkim, ne şewla xar,
Ne kanîme, ne gelîme, ne çemê har,
Gula bînim, bê av mamê bere-berda,
Bê rusqetim, tengezarim Şerqa kalda.

Ez Mûsilim, şên Kerkûkim, Cizîra rewş,
Mehabadim, Erdehanim, Serdeşta xweş,
Gul Sînenim, geş Bidlîsim, Sîpanê rind,
Ez Batmanim, ez Çewlikim, hezara gund.

Dîyarbekir, Dêrsim, Hîzan, him jî Zexok,
Ez Dicleme, ez Firatim, him jî Dihok,
Deşta Wanê, gelyê Zîlan, cot Agrî me,
Kosedaxim, Eledaxim, zar cindî me.

Ûrfa rewşim, mêr Şirnaxim, him jî Merdîn,
Gur Erezim, Hekarîme, Mûrada dîn,
Rewandûzim, Ûrmîyame berê-berda,
Ser bilindim, zûda xasim eslê xwe da.

Ez Bîsitûn, «Kevrê sondê», Helebceme,
Erfîna rêz, «Çîyayê bêxêr», lawê çême,
Erzûrûmim, Qaqizmanim berê-berda,
Ez ne kenyam, ez şa nebûm vê dinê da.

Ez Guhderzim, Rustem Zalim, şêr Sulheddîn,
Ez Qazîme, ez Barzanim bikin yeqîn,
Şêx Sehîdim, Ocalanim berê-berda,
Xêynî welêt tawet nakim ez tu erda.

Ez Feqîme, ez Xanîme, him Cizîrî,
Cegerxwînim, sert Bateme, kal Herîrî,
Merd Goranim, mêr Hejarim berê-berda,
Bextê min reş, dişewitim nav zulmê da.

Sîyabendim, Xeca zêrim, dilêm wêran,
Sîtya alim, Zîna jarim, Memim, heyran,
Bengî Eyşim, pir namûsim berê-berda,
Dilоvanim, bê hucetim ruhê xweva.

Leyla Qasim, Zekîya şewat, rind Binevşim,
Eyşeşanim, Gulistаnim, awaz xwaşim,
Gêrîlame, Pêşmergeme berê-berda,
Bê sûç-gune tim dizerim hepsê sar da.

Ez ne Tirkim, ne Erebim, ne jî Fariz,
Ne Qazaxim, ne Ûzbêkim, ne jî Qirqiz,
Mêdya kalim, Şedaddîme berê-berda,
Bê zimanim, bê miskanim mala xwe da.

Rîya min heq, eslê min Kurd, musulmanim,
Kanê min pir, axa min dur, lê mêvanim,
Ez birçîme, ez tezîme berê-berda,
Kaliyam, naliyam, tim peritîm xerîbyê da.

CAWA XÊRÊ

Rewayî daçêkirina dewleta Kurdistana Fêdêral (Îraq) dikim.

Îro cawek dane min da, cawa xêrê,
Mizgînvana bandikirin li her derê.
Destê wan da ala sê reng dimilmilî,
Direqisîn, bîr kiribûn şîn û girî.
Ket bîra min weysêt, gotinên kalên zemîn,
«Dergûş megrî, dayîk nade wîra bistîn».
Pêş yekbûnê çok wedidin neyarêd har,
«Beraz zevyê dernakeve, lê nexî dar».
Şabûm, hilda kaxet, qelem, berçavka xwe,
Çend gilyava, rêt şabûna kal dilê xwe.
Rebbê jorîn îdî hatye li me rehmê,
Lawên Kurda qutkirine rehên zulmê.
Kurd – mêrxase, Kurd – hafade, Kurd – nagirî,
Ser bilinde, nolî Sîpan, wek Agrî.
Pir zaneye, nav-namûse, tim xîrete,
Lawê Zale, pêş neyara ne duqate.
Şikir, şikir, kaf-kûn dibin hepsên tarî,
Neyarê me çok vedidin, dikin zarî.
Rîya me heq, yekbûn rewşa gelê mine,
Kurd jî dibin îdî xweyê axa xwene.

DAYKA MİN KURDİSTAN

Dîroka te ez vedikim belg û belg,
Wek te kesî qet nedane şêr, leheng.
Îro dîsa ser te bûne qal û ceng,
Îdî bese, bibî kole, Kurdistan,
Dora teye, neyar qut ke, ez heyran.

Mêzopotam axa teye, kubar be,
Akkad, Kardûk gelê tene, kubar be,
Agir, alav, rewşa tene, kubar be,
Îdî bese, bibî çar par, Kurdistan,
Dora teye, neyar redke, ez heyran.

Kawe, Guhderz, Rustemê Zal te da ne,
«Kal Avêsta», «Cejna Newroz» te da ne,
«Mem û Zîn»ê, «Zembîlfroş» te da ne,
Îdî bese, bibî bêzar, Kurdistan,
Dora teye, neyar alt ke, ez heyran.

Feqî, Xanî, tacê zêrin, şa bibe,
Şer Sulheddîn lawê teye, şa bibe,
Xwedê Apo te ra daye, şa bibe,
Îdî bese, par-par bibî, Kurdistan,
Dora teye, neyar кer кe, ez heyran.

Nav gelan da, gelê mêrxas gelê te,
Nav zaran da zarê şirîn zarê te,
Vê dunê da zulma giran para te,
Îdî bese, pêpez bibî, Kurdistan,
Dora teye, neyar xinc ke, ez heyran.

Xêynî neyar, te naz dike tew alem,
Zîyaretî, tiverikî, nolî «Zem-Zem»,
Heta kengê nav gelada bihelin em,
Îdî bese, sêfîl bibî, Kurdistan,
Dora teye, neyar qetke, ez heyran.

Dem hatiye, zindan, hepsa bihedmîne,
Qeyd-zincîra hûrxaş bike, biqetîne,
Bi zor, xaşî azaya xwe tu bistîne,
Îdî bese, tîş-tîş bibî, Kurdistan,
Dora teye, neyar hûr ke, ez heyran.

KURDİM

Berê Zerdeşt, paşê bûme musulmane,
Ez bûm kole, min unda kir zar-zimane.
Dinya, alem, halêm zane, tişt nabêje,
Musulmanî nav êgir da min dipêje.

Musulmanî min alîya, bûme hîro,
Ezabê wê dikişînim, heta îro.
Ez kor kirim, avîtime qulça, dera,
Welatê min kirin çar par, hovî-hara.

Bê tifaqî kir nava me, li me şa bû,
Birakujî me ra anî, nav me cî bu.
Ez bûm Îslam, birêm Êzdî, rê me firq kir,
Pêş neyara tev şerkirin, ji me dûr kir.

Ser sicadê em bûne dîl, boy cinnetê,
Welatê me bû goristan, girî ketê.
Daka, xûşka reş girêdan, law zû mirin.
Bav-dê kuştin, hebûna me hemû birin.

Hecî hatin, ayet xandin, awaz-awaz,
Gel pêş wana timê mêl bû, kire pêşwaz.
Dînya Îslam, Mekk, Medîne wan pesinî,
Me veşartin qeyd-zincîrêd sar-hesinî.

Melle rabûn nolî kariyê pey baranê,
Şêxa gotin tiverikin em vê dunê.
Kêr-kirinê musulmanîyê boy me bûn ev,
Rojên şeveq, pêş me kirin wê tarî, şev.

AX BÊ WELATÎ, BÊ WELATÎ

Jana welêt, êşa welêt ez helandim, kirime rijî,
Xerîbyê da ez keribîm, hêsrа çavêm kirine tijî.
Dîsa îro ser min keniyan, min ra gotin, tu ku hatî,
Hineka jî tinaz kirin, em nizanin çi milletî?
Hişmetkar bûm ve ecêbê, ketim nava mitalê kûr,
Him kewgirîm, him ricîfîm, xema birin heyamê dûr.
Min got: – Kurdim, xuluqîme ser vê axê, bendê xwedê,
Nolî gişka min jî mêtye, şîrê sipî bistanê dê.
Welatê min Kurdistane, parek aran, parek zozan,
Dicle, Firat rewşa minin, bahar-bahar dikin tofan.
«Mem û Zîn»ê, «Xec û Sîyabend», «Zembîlfroş» fexra minin,
Kawe, Guhderz, Rustemê Zal tacê zêrin serê minin.
Dîrokê da rêçam heye, li cahanê ew eyane,
Dew û dozen min kirine, her çar qulbên dinê zane.
Bextêm reş hat, rozgar rûyêm nekenîya, ji min dûr çû,
Ra û rosqet ji min stendin, zirav kirim nolanî mû.
Tew şerqa kal min aza kir, îro mame ez bê hêlîn,
Ewladê min sêwî mane, birçî, tezî, dikin zêrîn.
Him bin, him ser, axam kane, berê-berî da zane dinê,
Neyar dilêm kiriye çar par, dişewitim nav vê zulmê.
Tew heya min hemû birin, ser pişta min agir dadan,
Dil-hinavê min peritîn, bûne cîyê kulan, derdan.
Qetilkara li welatê min kirine libasê sor,
Bav û birê min kirine, hepsê tarî bi destê zor.
Xasbaxçên min bûn goristan, kal û pîrê min dizêrin,
Bûkê xemle ser bi xêlî, ber perda da hîvya mêrin.
Dê û xûşkêm dilûvînin, ji çar qulpa nayê îmdad,
Heta îro kesek tune xwînrêja ra bêje cellad.
Murvên dinê, reca dikim, werîn halêm bikin mêze,
Xwînrêja ra îdî bêjin, kîye kevin, kîye teze.
Dem hatiye, emê heqê xwe bistînin bê şik, ese,
Kurdistana min cinnete, zûlmê derxin îdî bese.
WELAT

Him dinalim, him dizêrim, dûrî, Welat,
Dil hejarim, tengezarim, nûrî, Welat,
Tirs û xofim, sirûk pême, tune bawer,
Jan giranim, tu melhema minî, Welat…

Xerîb warim, hêlîn sarim, Kurdim, Welat,
Hesretkêşim, te nabînim, derim, Welat,
Zelûl xemim, xalî nabin çav ji hêsra,
Stûna dilî, bext-mirazê minî, Welat…

Per û baskî, xemil-rewşî, timê, Welat,
Qudûm-qamî, şewq û şamî, min ra, Welat,
Bêy te îdî ez bedhalim, nema tawet,
Zîyaretî, tiverikî, boy min, Welat…

SAL KAL DİBİN, EZ KAL NABİM

Ê çi firqî, sal ser sala tên û diçin, dibuhurin,
Geh leng dibin, geh direvin, diqulibin, nazivirin.
Nolî ava kanyêd zelal dimilmilin hêdî û lez,
Sal kal dibin, huba welêt qet nahêle kal bibim ez.

Dibin çivîk, bask vedidin, asîmanê çîkî sayî,
Tijî dibin, vala dibin, nolî ewrêd reşe mayî.
Ser dilê min pir dihêlin rêçêd gir-hûr, bi xar û bez,
Ew kal dibin, huba welêt qet nahêle kal bibim ez.

Geh dibin mer, min vedidin, dişûşilin çep, rast û xar,
Carna dibin şirîn, şerbet, geh jî dibin ew gurêd har.
Dibin melhem, min şa dikin, nişkêva jî mewt û merez,
Ew kal dibin, huba welêt qet nahêle kal bibim ez.

Carna dibin, lel, cewahir, eşq û şayî, xezna tijî,
Carna dibin ax û keser, ez dihelim, dibim rijî.
Dûmeka da bê sûç-gune dirizim ez, dizêrim ez,
Huba welêt pir şirîne, ew nahêle kal bibim ez.

GELÎ KURDA, HEMÛ HEVRA BÊJİN WELAT

Îro dîsa, xwînxarêd me pir dir bûne,
Diranêd xwe tûj kirine, komkar bûne.
Kîn û buhza nava xwe da avîtine,
Dest dane hev, ser simteka sekinîne.
Şeref, namûs, bîr kirine nolî her car,
Quta gelê me kirine armanc, qirar.
Firsend îcar ji alê meye, wê bernedin,
Sist bûna me, boy gelê me êş û derdin.
Neyarêd me bê îtbarin, him bi zirar,
Bê murvetin, bê însafin, pir bi qirar.
Wekî ev dem, ji destê me bê berdanê,
Navê Kurdê rûyê dinê bê hildanê.
Wede hatye, hemû yekbin, pişt bidine hev,
Pêş neyarê xwe bisekinin, îdî hûn tev.
Gişk bi hevra, bi dengekî, bêjin «WELAT»,
Ahil, cahil, hemû gir-hûr, bêjin «WELAT».
Dayîk û xûşk, bav û bira, bêjin «WELAT»,
Dapîr, bapîr, dua bikin, bêjin «WELAT».
Zilam û dot, çekê hildin, bêjin «WELAT»,
Zarêd şîrmêj, megrîn, megrîn, bêjin «WELAT».
Hemû hevra, hemû hevra, bêjin «WELAT»,
Şev û roja, gav-siheta, bêjin «WELAT».
Bê welatî – bê rusqete û bê ware,
Ji dayîna Rebbê jorîn ew bê pare.
Ew bê şûne, bê hêlîne, bê piştovan,
Hemû fesla sergerdane sere rîyan.
Şikir, şikir, îdî dinê hemû zane,
Eva qurna bîst û yekê yê Kurdane.
Kulmê sere har neyar da hûn zexm lêxin,
Dest bidine hev, beraz zevya xwe zû derxin.
Dem hatiye, hîvya kesî hûn nemînin,
Azaya xwe destê zorê hûn bistînin.

Cavkanî:

Eskerê BOYÎK “Helbesta kudrî di edebyeta kurdên Sovêtê “

http://eu.kurdistan-post.eu/photo/5028-bary-bala.html

Ji pêşgotina pirtûka Barîyê Bala “Dîlbera min”
Barîyê Bala “Dayka min”

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev