Heta rêfêrêndûma

bona Serxwebûna Kurdistanê

maye:

Kurdekî dilsoz û karsazekî şareza: Ezîmê Şemo

Kurdekî dilsoz û karsazekî şareza: Ezîmê Şemo
Ji Wanê heta Ermenistanê, ji Ermenistanê heta Qazaxistanê
Li welatê Qazaxistanê, pênç hezar kilometre ji welatê bav û kalan dûr bi dehan navên serkeftî, şareza û dilsoz hene ku di gelek waran de xizmeta gelê kurd dikin. Hinek ji wan siyasetmedar in, hinek ji wan hunermend in, hinek ji wan doktor û endezyar, beşeke girîng ji wan jî karsaz in. Her yek ji wan jî li gorî hêz û qeweta xwe pêşengiya gelê xwe dikin. Ezîmê Şemo jî yek ji wan camêrên bikêrhatî û serkeftî ye.
Ezîme Şemo Abdûlayev li Qazaxistanê karsaz û karmendekî bi nav û deng e. Ew serkar û birêveberê çend kampanya û şirketên mezin e ku li seranserê Qazaxistanê deng vedane. Navê van şirketan “BN-A”, “EroSupêrPlast” û “Azat LTD” ne û her yek ji van şirketan di warê xwe de karên mezin dikin û dibin sebeb ku bi sedan kes jê nan dixwin.
Pêşî li Wana Serhedê, paşê li wî alî Erezê, niha jî li Alma Atayê
Kal  û bavê Ezîmê Şemo ligel hezaran malbetên kurdan piştî Serhildana Şêx Seîd sala 1926ê ji Wanê, ji ber zilm û zora dewleta Romê ber bi Welatê Sovyeta Şêwrê ve nefî bûne û li wî alî Çemê Erezê li ser erdê Ermenistana îroyîn bi cih û war bûne. Bavê wî Şemoyê Xudo mirovekî jîr, zana, rîspî û welatparwerekî nandayî û naskirî bûye. Apê Şemo li gundê Qeyabaşîya nehiyeya Basargêçerê di xebateke berpirsiyar û serkariyê de kar kiriye. Di gund de serkariya sovxozê û karên sereke yên gund û endezyarî/muhendîsiya MTM-î ya sereke û serokatiya Partîya Komûnîstiyê kiriye.
Diçe Alma Atayê hem kar dike, hem dixwîne
Ezîmê Şemo hema li wî gundî; li gundê Qeyebaşiyê ji dayîka xwe bûye. Sala 1975ê piştî temamkirina dibistana navîn, sala 1978ê bere xwe dide leşkeriyê û tevli refên Artêşa Sor dibe. Piştî leşkeriya du salan vedigere malê.  Ji bo ku kar û xebata komsomoliyê bike, serî li serokê nehiyeya Basargêçerê dide. Bext li hev tê û serkarê nehiyê ew dişîne bajarê Alma Ataya Qazaxistanê. Ezîmê Şemo di fabrîqe/karxaneya “Elektirîkdezgaha” li wir de kar dike. Di heman fabrîqê de, hingê ji bo seranserê welatê Sovyetê makîneyên kincşûştinê dihatin çêkirin û hilberandin. Ezîmê ciwan wî çaxî hem kar dikir, hem jî xwendina xwe berdewam dikir.
Ezîmê Şemo piştre diçe bajarê Talgarê, karê xwe teslîmî dibistana Talgarê ya  “malhebûna gundîtîyê” ango “zîraet û çandiniyê” beşê beyterîyê dike. Li wê dibistanê tê qebûlkirin û bi derece û qîmeteke bilind dibistana xwe sala 1985ê temam dike. Paşê careke din vedigere Alma Atayê û dikeve Înstîtûya Beyteriyê. Sala 1988ê ew dere jî bi rûspîtî temam dike. Divê bê gotin kk Ezîmê Şemo di karxaneyeke mezin a “şînahî û reşandinê” de serokatiya para eşya û dezdahan dike.
Şerê Qerebaxê dibe sedem ku malbat ji Ermenistanê here Qazaxistanê
Şerê Qerebaxa Çiyayî ango şer û pevçûna di navbera ermenî û azerîyan de dibe sebeb ku kurdên li Ermenistanê terkeserê dinyayê bibin. Ji ber şer ermenî ji Azerbaycanê reviyan Ermenîstanê, azerî ji Ermenîstanê reviyan Azerbaycanê. Di navberê de kurd perişan û belengaz bûn. Nizanibûn bi ku ve herin û sere xwe li kîjan kevirî bixin! Pareke ji kurdan berê xwe dan Ûrisetê, beşek ji wan berê xwe dane Azerbaycanê, beşekê jî rabû riyeke dirêj da ber xwe û li Asyaya Navîn qesta welatên Qazaxistan û Qirgizîstanê kir. Bi destpêka Şerê Qerebaxê re, sala 1988-ê Apê Şemoyê bavê Ezîmê Şemo bi malbateke giran ve tê Alma Ataya Qazaxistanê û malbat li wir dest bi jiyaneke nû lê dijwar dike. Jiyaneke dijwar e, ji ber ku ji welatekî germ û nêzîkî welatê bav û kalen xwe, hatibûn welatekî çol û çolistanê; nav serma, seqem û berfa Qazaxistana li ser Rûsyaya Dûr û Çînistanê!
Sovyet hildiweşe, bazara Ezîmê Şemo geş dibe!
Piştî hilweşandina Sovyeta Sosyalîstiyê û Bolşevîkiyê, sala 1995ê  tevî bira û kurapên xwe dest bi karê al-vêr û kirîn-firotanê dike. Hema hingê destpê dike ji bajarê Moskovayê eşya û kelmelên biqelîte tîne û di bazara Alma Atayê de difroşe. Her ku diçe karê wî bi pêşve diçe û geç dibe. Di demeke nêz de fîrme û kompaniya xwe vedike. Paşê fabrîqeya şerab û araqê dikire û dest bi xebateke giran û mezin dike.
Sala 2002yê li bajarê Alma Atayê fabrîqa wî cara yekem şerabên bi navê “Talas”  û “Axdame” çêdike, difiroşe û belav dike. Salane hasil û hilberîna van her du cure vexwarinê di rêje û dereceyeke bilind de ye. Ezîmê Şemo îro jî bi handan û heweseke mezin tevî neferên din ên malbatê xebata xwe berdewam dike. Ew di karê xwe de zîrek, jêhatî û serkeftî ye. Her ku diçe xebata ku dike li seranserê Qazaxistanê, bi taybetî jî li bajarê Alma Atayê nav û dengekî mezin ji xwe re qezenc dike.
Sala 2004ê tevî kurape xwe Ramîzê Evdile kompaniya bi navê “BN-A” yê vedike û Ramîz dike serokê fîrmê. Li gorî rêje û îstatîstîkên aborî; sal bi sal nav û dengê kompaniya wan bilindtir dibe. Kompaniya “BN-A”yê niha ava xwarinê ya bi navê “Sînaî”, çaya “J-MAX” ava mineral/xwezayî  “Fêya” û ava bê-gaz/normal hildeberîne, çêdike û difiroşe. Ji sala 2007ê heta niha kompaniya “BN-A” yê tevî pêşbirka “Grîfona Zêrîn” yê li Yaltayê dibe. Sala 2007-ê şeraba Qazaxistanê bi çar madalyayan ve tê xelatkirin û rewakirinê: Du madalyayên zîvîn û du madalyayên bironzî. Di pêşbirka “Grîfona Zêrîn-2010ê” de araqa bi navê “Altin Adam”, konyaka “Xanskaya Oxota”, “Qazaxistan”, “Aleksander”, şerava “Omar Xeyyam”, araqa “Baytêrêk”, “Toybastr”, şeraba “Mahabbat” û “Îstînnaya lyûbv” bi madalyayên zîvîn ve  têne xelatkirin û rewakirin.
Dîrektorê TOO “EuroSupêrPlastê” kurape Ezîm, Farîzê Evdile ye. Bi saya kar û xebata wî yê baş kompanî li seranserê Qazaxistanê nav û dengekî mezin qezenc kiriye. Farîz jî wekî Ezîmê kurapê xwe xebathez e û şev û roj dixebite. Ezîmê Şemo vê gavê tevî birayên xwe Mecîd, Îlgar, Îlham, Îbad û Hedîd  kar û barên xwe berdewam dike. Ew wekî neferên malê bi hev re kar dikin.
Ezîmê Şemo Kedkar û xebatkarekî baş ê “Berbangê”ye
Ezîmê Şemo vê gavê di Yekîtiya Kurdên Qazaxistanê «Berbangê» de xebateke girîng dike û li kêleka Serokê Yekîtiya Kurdên Qazaxistanê Kinyazê Îbrahîmê Nevoyê Mîrze (Mîrzoyev) disekine û hevkar û cîgiriya serok dike.
Ez bixwe Kekê Ezîm ji nêz ve dinasim û hay jig elek taybetmendî û xisûsiyetên wî heme. Ew welatperwerekî dilsoz, nandayî û xweysûret e. Herdem alîkarê kurdên Qazaxistanê û piştevanekî Navenda Berbangê,  rojnemeya “Jîyana Kurd” û kovara “Nûbarê” ye.
Ez gelek caran pê hesiyame û min bihîstiye ku kekê Ezîm bêyî ku haya kesî jê çêbe alîkariya malbatên kurdan kiriye, rê vekiriye ku zarokên wan herine dibistan û zankoyan û piştgiriya malbatên kesîb û belengaz kiriye.  Îro bi sedan kes di karxane, fabrîqe û otêlên wî de kar dikin ku beşekî girîng ji wan kurd in û bi saya xebata Ezîmê Şemo dabara malbata xwe dikin.
Kinyazê Îbrahîm:
“Ezîmê Şemo Dilsoz, nefsbiçûk, merd û nandayî ye!
Ezîmê Şemo di nav Berbangê de û li ba heval-hogirên xwe mirovekî hezkirî û qedir û qîmet e. Serokê Kurdên Qazaxistanê Kinyazê Îbrahîm, karsaz û nivîskarê xwedî emegeke mezin Ezîzê Ziyo Bedirxan, karsaz û rîspiyê kurd Mihemedê Mecîd û Endezyar û çêkirçiyê navdarê kurd kurd Şîrînê Elî herdem bi dilsozî û dilovanî behsa wî dikin û qedrê wî bi dereceyen bilind eşkere dikin. Kinyazê Îbrahîm li ser wî dibeje: “Ezîmê Şemo hem bira, hem dosteki pir hêja ye. Dilsoz e, nefsbiçûk e, merd û nandayî ye. Welatperwerekî qewîn e. Mirov pê re şanaz e û her dem baweriyê dide dost û hevalên xwe. Em ji xebata wî, ji emega wî, ji mirovatiya wî razî ne. Ez bi hebûna wî serfiraz û serbilind im.”
Bavê du kur û du keçan
Ezimê Şemo malxweyê malbeteke serkeftî û baş e. Wî tevî xanima xwe ya dilsoz du keç û du kur dane xwendinê û mezin kirinê. Zarokên wî xwendina bilind kirine û vê gavê kar dikin.
Salihê Kevirbirî

Derheqa nivîskar da

Salih Kevirbirî

Anadolu Universitet (Zankoya Anadoluyê) - Fakulteya Ekonomî û Fakulteya Zanistên Siyasî // Heta niha 10 kitêbên wî bi zimanê kurdî û tirkî hatine çapkirin û ev kiteb li çend zimanan hatine wergerandin // Her wiha di 3 salên dawî de li ser kurdên Sovyetê 20 fîlmên documenter bi zimanê kurdî amade kirine// Di nav Navenda PEN-a Kurd de Berpirsê Nivîskarên Diyasporayê ye û Endamê Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê ye.

Qeydên dişibine hev