Heta rêfêrêndûma

bona Serxwebûna Kurdistanê

maye:

AX Û GÊN

AX Û GÊN
Mitale a li pey xwendina helbesteke hogirê min ra:
Torinê Torinî
Û heyfa min tê li wê axê,
Ku wê sibê min veşêre,
Wek kefenê reng sedefî,
Li Kanîya Sipî morkirî….
Ev xetên helbesta Prîskê Mihoyî bi bîr û gazîya xûnê careke dinê jî tînine li ber çevan ma çima êzdî bê pêlav, bi pêxas li ser Axa pîroz ya zîyareta bav û kalên horî (û alîyê wanda bi ,,La – la – aş –ha – rî,, navkirî) ya Lalişa Nûranî ya ji Lal – dur dimeşin, ma çima êzdî pê Beratên ji Ax û Ava Welêt mirî û zêndîyên xwe mor dikin, ma çima êzdî her siba ewê Axa Welêt maç dikin, li ku tîrêjên roya nedîr dayî yên pêşin dikevine li ser…

Belê, kuda jî herî, tîn û tivanc, şewq û şemal ên tîrêjên royê a Kûtîûm – Kurdistanê (Welatê Ûtû – Ro parêza) ne mînanî yên roya deverên dinê ne. Ew ji wana cudetir in, başqetir in…
Bapîrê pêşin ji Ax û Ava destpêkê ya havênê Kinyatê li Lalişa Nûranî pê nûr – tîrêjên Royê bi birqvedan, pirîsk dayîna Zîyayê Zer – Birûskê batinî da hate hasilkirinê. Bin deng – awazên Def û Şivîvan yên frîşteyî da Ba – giyan kete govdê wî. Dema bêkêf û nexweş ketinê ewî dû – derman, êlêmêntên kêm bûyî tevî xwurek, vexwarin, deng, reng, ziman, stranên xwe dîsa li dor – berên xwe hilda. Heta Gîlgamêş ê somerî jî hêşnaya nemirinê hema li evê Axa pîroz a ,,yêra hêwra Xweda,, (li ku Zîûsûdra – Nuh nevî jî pey tofanê ra lê hêwirî – star bû) dît – peyda kir…

Û eva bi mîlîonan sal in mîlîon û mîlîon pêşîyên min, mînanî Mîr Mih (ê li ser erda), Mem û Zîn (Înana), şaristvanên gele – gele dewlet, çand, şaristanî, zîyaretên wek Xerabreşkê (ZÎîyareta Rexş ango Zîyareta Ronayê – Royê), dîsa zivirîne tevî Ax û Xubara çîya û banîyên Welatê min bûne, bi wana va bûne yek.

Û gava simên neşûştî yên dagerkerên vandal û parazît, hov û har, yên radîkal û ne radîkal, yên ji dûre derazên dêm hatî her buhusteke evê Axa Pîroz a Welatê min pêpes dikin, dilewitînin, dest êşê, bi hezaran kîlomêtran dûr, li xerîbîyê, gênên min yên ji wê Av û Axê tevî dilê min çîk didin, dijenin.

Gava azana ji qumistanê hatî a ne gorî deng – seda çîyayên me nakeve kirasê zar û mêlodîya lorîna dayîkê û roj bi roj, gav bi gav li ser evê Axa Pîroz dixwaze ,,sebeqa Ferx ê Şemsanî ê merivê Xwedê – Xwedayê Adya (Xaldî),,, ,,beyta Feqî,, û ,,kubra Xanî,, bitemirîne, bifetisîne, gênên min yên bi mîlîon salî û dilê min bînçikyayî dibin, tevî Axa dayîk dikin zarîn, dikin ,,AX în,,…

Derheqa nivîskar da

Torinê Torinî

Li kolêca doxtirîyê, Zankoya doxtirîyê ya dewletê li Rewanê, fakûltêya jûrnalîstîkayê ya heman zankoyê xilaz kirîye. Serwêrê para dermanan ya serwêrtîya dermanxanan ya bajarê Gumrîyê û hevt navçeyên Ermenîstanê bûye. Niha serwêrê dermanxanê ye.

Qeydên dişibine hev