Dew xwestin û kodik veşartin?

Dew xwestin û kodik veşartin?
Hemîd Smaîlaxa Kilicaslan
Grêkiyên kevin bawer dikirin ku dunya li ser pişta kîsoyekî mezin e û qubeya asûmên di ser re vegirtiye. Li beza dengvedanê jî hay bibûn. Feylesofên wan ji vê yekê tevgeriyan û gotin: ka em rojekê tibabek ji xelkê werin ba hev û bi hev ra bikin qêrin, da em bizanibin: dengên me di çend deman de digihê asûmên. Em dê ji vê yekê jî, li jihevdûrbûna erd û asûmên têbigihên, ango bizanibin asûman bi çend bilindahiyê di ser erdê re ye .
Roja civana wan hat û tibabek ji gel li agorayê, li qada navenda bajêr li hev civiyan. Li gora nîşana go tev bi hev re biqêrin-bang bikin, dema nîşana wan hat, divê tev bi hev ra biqêriyana. Lê deng ji yekî jî derneket. Dema li hev vegeriyan û ji hev pirsîn, em bibêjin ji kîjan beşdarî, pirsîyara “Te çima nekire qêrîn?” dihate kirin, bersiva hema hema ji tevaya beşdaran dihat wekhev bû:

-“Min got ez guhdar bikim, ka ev deng çawa derdikeve .”

Lê divê herkes bizanibe dema her yek li benda yekî ji derveyî xwe be ku deng derxîne, civat dê tev bêdeng bimîne û deng dernakeve.

Li Bakurê Kurdistanê şerrekî gemarî dihêt birêvebirin. Dewlet li tu rê û rêbazan napirse, bê dilşewatî, Kurdistanê ji nuh ve dagîr dike. Deverên ku bêhna dewletê tu caran lê xuya nebûye, mal bi mal kolan bi kolan hildiweşîne. Zarok, salmezin bi komelî dihêne kuştin.
Brîndar bi rojan li erdê dimînin, nexweş nikarin herin nexweşxaneyan û termên zarokên mirî bi rojan di qeşayê de dihêne veşartin ku kes nikare bi azadî miriyên xwe bi gorr bike. Wêneyên Cizîrê, yên nav bedena Diyarbekirê û gelek deverên welêt, hezar rahmetî li Hîroşîmayê dibarînin.

Belê tevgera bi navê Kurdan tevdigere û bi rik li ser Turkiyeyî bûnê radiweste, di nav sîstemê de hê jî bi eşkereyî doza kurd û Kurdistanê bi zanebûn ji rojevê bi dûr dixîne, li hemberî dewletbûyîna Kurdan û azadkirina Kurdistanê xwedî helwest e.

Gelo kes dikare bi seriyekî sar û bi dilekî germ-rehet, encamên van rûdanên piştî komkujiya li Pirsûsê û heta nuha, her weha bi hemî rûdanan re bide berhev û li ser encamên diyarbuyî raweste?

Bi sedan xortên hatin kuştin, gelo dê çi ji malbantên wan cangoriyan re bihête gotin? Di ser dused û pêncî hezar (250 000) kesî re ji cih û warê xwe barkirine, di welatê xwe de bûne penahende-muhacir. Meriv ji nêzîkî guhdariya qêriniya wan ya bêdeng bike; ji derveyî azadkirina welatê xwe, gelekên ji wan nema li kurdbûna xwe dibin xwedî.

Gelo çi cudahî di navbera desthilata nuha û yên berê de heye? Ji Mustafa Kemal bigire heta bi Recep Tayyip Erdogan, di helwesta dewletê de, ji bilî hin guherandinên kozmetîk, çi hatiye guhertin? Ma ev xort ji bo guherandina desthilatê bûne qurban? Yan daxistina desthilatdariya AK-Partiyê li ser daxwaza hinan e?

Rewş gelekî giran e. Analîz û venerînên berfireh pêwîstîyeke bibênebê ye. Ji bêdewletî em dê gelek Alan Kurdî û Tahir Elçiyan wenda bikin. Ji bê dewletiyê em dê gelek deverên Kurdistanê bi cih bihêlin û ji bo kavilkirina cih û warên xwe rûn di nanê neyar bidin.

Di vê tevliheviya mezin de, pêdivî û pêwîstiya Miletê Kurd bi pevxistina hestên neteweyî ji hemî demê bêtir e. Dew xwestin û kodik veşartin, nabe. Mixabin ji derveyî hin bizavên stewr, dengê li gora dihêt xwestin dernakeve.
Bi hêvîya cejin û rojên geş yên li pêşiya me, bi azadî, serfirazî û serbilindî li ser xaka me ya bihête rizgarkirin pîroz bibe, cejna Newrozê jî li hemî Kurdistaniyan pîroz be!

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev