Dewlet wekî pêkhateyeke kulturî û têgihiştina civatî

Dewlet wekî pêkhateyeke kulturî û têgihiştina civatî

Mihemed Sanri

Her pêkhateyeke civakî digel hebûna xwe kulturekê, aqilekî, têgihiştinekê jî di nav wê civatê de çêdike.

Wekî cemaat, tarîqet, rêxistin, medrese, kilîse, sîstema perwerdeyê, malbet, bavik, aşîret, pêkhateyên kar, xebat, serwet/saman û dewlemediyê… avakirina bajar, gundan û xizmetgûzariyê… îdeolojî, bawerî û hwd.

Dema ko civatekê bi awayê pêkhateya dewletê xwe organîze kiribe, ev pêkhateyên li jor hemî bi awayekê dikevin bin bask û ewlekariya wê dewletê de.

Dewlet ji hemî pêkhateyên dî yên civatê karîgertir e li ser pêkanîna aqil, têgihiştina fikrî û kultura civatê. Ew pêkhateyek herî karîger e ko fikir û kultureke nû çêdike, ev tesîra xwe li ser hemî pêkhate û şanikên civatê jî dike.

Mixabin kurd wekî milet ji vê pêkhateya ko navê wê dewelet e hêj bêpar in. Tam berevajiyê vê di bin nîrê kultur û mentalîteya dewletên dagirker de li xwe û civata xwe dinêrin.

Pêkhateya dewletên dagirker ya li ser xaka Kurdistanê “karîgeriyeke negatîf” di nav civata kurd çêkiriye, çêdike. Ji ber vê karîgeriya negatîf e, ko rêxistineke îdeolojîk, mezhebî an jî dînî ya li dijî dewleta kurdî gelek hêsan dikare di nav civata kurd de rû bibîne û piştgiran bo xwe peyda bike.

Hiş, aqil û têgihiştina miletekî bi pêkhateya dewletê dikemile. Heya dewleta kurdî neyê dameziriandin, dê hertim aqil û têgihiştina kurdan ji kîsê xelkê be. “Aqilê biyanî” ne tiştek baş e, ne rûmeteke mirovî ye jî. Dewleta kurdî mîsoger e. Pêwîstiya kurdan ji pêkanîna “kultura dewletê” heye, an ne, heya habin dê tenê parya bin.

 

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev