Heta rêfêrêndûma

bona Serxwebûna Kurdistanê

maye:

“Sîtava Tarîyê” ya Omer Dewran ji Weşanên Lîsê Derket

“Sîtava Tarîyê” ya Omer Dewran ji Weşanên Lîsê Derket
Weşanxaneya Lîsê li paytextê Kurdistana Bakur – Amedê berdewam pirtûkên ser dereceya edebîyetê a bilind raberî xwendevanên kurd dike. Fermo, yek ji wan pirtûkên di van demên dawî da çapbûyî.
“Sîtava Tarîyê” ya Omer Dewran ji Weşanên Lîsê Derket
Omer Dewran, di Sîtava Tarîyê de, me dibe dixe nav jîyan û têkilîyên têkoşeran. Digel rengên cure-cure ên jîyana têkoşerîyê, bala me dibe ser awayê têkoşanên wan û têkiliyên wan ên digel hev. Her wiha, têkiliya gel ên bi têkoşeran re ku hem li ser piştgirîyê, hem jî li ser xinizî û piştreşîyê rengê xwe girtîye derdikeve pêşberî me.
Û bêguman hestê herî mirovane; evîn. Evîna ku heke em carekê bi ber bayê wê bikevin, careke dî ne gengaz e ku em xwe jê bidin alî. Evîna ku ji her tiştî zêdetir bandorê li me dike û rengê xwe tev li rengê me dike. Û evîna ku digel hemû bêkeysî û kêmdelîveyîyan jî her xwe dide hisandin.
Sîtava Tarîyê, ew roman e ku rasteqînan di wêdetirê tiştên hatine jîyandin de datîne rastê û car dî bi çepilê me digire û dixe nav rasteqînan.
Sîtava Tarîyê, Omer Dewran, roman, 300 rûpel, Weşanên Lîs 2016 , Amed

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev