Heta rêfêrêndûma

bona Serxwebûna Kurdistanê

maye:

Dr. Nasih Xefûr Remezan: Derûnîya kurdan bo serxwebûne amade ye

Dr. Nasih Xefûr Remezan: Derûnîya kurdan bo serxwebûne amade ye
Mehmed Salih Bedirxan/Zeyat Cebo
BasNûçe – Şîeyên ku piştî şikestxwarina Saddam li Îraqê bûn xwedî desthilat bi destêwerdana Îranê, rikberîya mezhebî bi ser Îraqê de zal kirin. Li aliyêkî hikûmetên şîe, fişar anîn ser xelkê sunnemezheb û li aliyê din jî mafê kurdan ê di destûrê de hatine tekezkirin nehatin bi cihanîn. Herwiha nebûna wê îstikrara sîyasî ya Îraqê bû hokar ku DAIŞ li navçeyê serdest bibe.
Duristbûna DAIŞ’ê û sîyaseta hikûmetên şîe di nava çend salên dawî de tesîreke mezin li Rêveberîya Herêma Kurdistanê (RHK) jî kir. Kurdistan bi şerê DAIŞ’ê û qeyranên aborî re rû bi rû ma. Sîyaseta kurd û fedakarîya Pêşmergeyên RHK’e ji nava we proseyê derbas dibe û pêvajoya bicihanîna xeyala kurdan pêngav bi pêngav destpê dike. Tê çaverêkirin ku di Cotmehê de rapirsîna serxwebûnê li Kurdistanê bi revê biçe û gelê kurd çarenûsa xwe dîyar bike. Wezîre berê ye Perwerdeyê û Rawêjkarê Serokê Herêma Kurdistanê yê berê Dr. Nasih Xefûr Remezan ji BasNûçe’yê re axivî û proseya serxwebûne, danûstendinên Hewlêr û Bexdayê  şîrove kir. Dr. Remezan eşkere kir ku ji bilî serxwebûne rê li ber kurdan nemaye û gelê kurd jî êdî desthilata Îraqî qebûlnake.
Peywendîyên dîrokî yên kurd û ereban li Îraqê ber bi ku ve diçin?
Kurd ji seranserê dîrokê ve daxwaza serxwebûn û azadîya xwe dikin. Bi vî armancî jî geLêk car serîhildan. Yek ji wan serhildanên mezin, serîhi
ldana Şêx Ûbeydûllahê Nehrî ye. Herwiha, serhildanên Şêx Mehmûd Berzancî, Simko, Şêx Seîd, Seyîd Riza, serhildana Agirî û serhildana Barzanîyan de jî kurdan weke hemû gelên din daxwaza mafên xwe kirin. Weke niha, berî jî kurdan herdem berîya dest biavêjin çekan, daxwaza aştî û wekhevîye kirine. Me bivê û neve jî em ligel fars, ereb û tirk û gelên din ên herêmê cîran in. Rojhilata Navîn welatê van gelan hemûyan e. Em neçarin pêk ve bijîn. Herwiha ew jî nikarin bêyî kurdan bijîn. Lê divê bi taybet tirk, fars û ereb bizanin ku heta gelê kurd negihê mafên xwe û azad nebe, li Rojhilata Navîn jî aramî, aştî û tebayî pêk naye.
Di dîroke de, ji bo kurd jî bibin xwedî dewLêt û statû, çendîn caran derfet çêbûne. Di sala 1945 û 46an de li Rojhilatê Kurdistanê Komara Mahabadê hate damezirandin. Mixabin temenê wê tenê 11 meh bû. Li Îraqê jî piştî Şoreşa 14e Tîrmehê ku sîstema padîşahî nema û bû komar, derfet pêk hat ku maf bidin kurdên Başûrê Kurdistanê. Di maddeya sê ya yekem Destûra Demkî ya Komara Îraqê de tê gotin ku kurd û ereb di vî welatî de hevbeş in û xwedî heman mafan in. Lê pewîstîyên ve maddeyê nehatine cîbicî kirin. Ji ber vê yekê jî kurd naçar man ji sala 1961 heta 1975 û paşî ji 1975 heta 1991an li dijî rejîmen Îraqê şer bikin. Ji ber bi aştî mafên kurdan nehate dayîn, kurd naçar bûn bi çek û şer parastina mafên xwe bikin. Piştî raperîna sala 1991ê piranîya xaka Başûrê Kurdistanê kete bin kontrola Hêzên Pêşmerge. Bi biryara Neteweyên Yekbûyî ya jimare 688, hêzên Rejîma Baas ji nekarî destkarîya xaka Başûrê Kurdistanê bike. Ev biryar destpêk û derfetek bû ku li Başûrê Kurdistanê herêmêk serbixwe bê avakirin.
Çima piştî raperîna 1991ê serxwebûn nehat ragihandin?
Me wê deme ji bo çareserîya pirsa kurd li Îraqê, nexşerêyek danî. Di 4e Cotmeha sala 1992an de Rêveberîya Federalî ya Herêma Kurdistanê hate ragihandin. Di çarçoveya yekîtîya Îraqê de federalizm weke baştirîn rê hate destnîşankrin. Ev biryar beyî şêwir an jî razîbûna tirk, ereb û farisan hate girtin. Herwiha raya Bexdayê jî nehate girtin. Biryarek yek alî bû. Dikarîya biryara serbixwebûnê bihata girtin. Lê şert û mercên herêmê û yên cîhanê hatin berçavgirtin û biryara federalîzmê li ser vê yekê guncaw hate dîtin.
Herêma Kurdistanê ji sala 1991 hate 2003ê ji aliyê sîyasî, civakî, aborî, çandî, hiqûqî û gelek alîyên din ve roj bi roj geşedan jîya û pêşket. Rewşa bajar û navçeyên kurdan ji rewşa navçe û bajarên din ên Îraqê gelek baştir bû. Vê geşedanê piştî sala 2003an jî berdewam kir. Welatên bîyanî jî hêdî hêdî rû li Kurdistanê kirin. Daxwaza danîna pewendîyan kirin. Di destpêkê de Tirkîye û heta Îranê jî li Îraqê herêmêk federal a kurdî qebûl nedikirin. Lê gav bi gav ev feraset hate guhertin, Tirkîye, Îran, welatên erebî û yên Rojava hebûna kurdan qebûl kirin.
Piştî ku di sala 2003an de rejîma Saddam hilweşîya û rewşek nû derkete holê. Derfetên baştir peyda bûn û kurdan wê demê jî dikarîya biryara serxwebûne bidin. Lê dîsa jî şert û mercên navxwe û yên derve hatin berçavgirtin. Kurdan xwestin di çarçoveya Îraqa federal de bibin hevparên rasteqîne. Destûra Îraqa Federal û Demokratîk jî li ser vê bingehê hate nivîsandin û kurdan jî di nivîsandina destûra Îraqê de rolek sereke lîstin. Di destûrê de ev yek jî hatîye destnîşankirin ku eger hat û xalên destûrê ji alîyê rexekî ve nehate cîbicîkirin, rexên din dikarin biryarên xwe bi xwe bidin.
Hikûmetên piştî Saddam Hûsên hatin ser desthilatdarîyê helweseteke çawa li hember kurdan nîşan dan?
Di dema destpêka avakirina rêveberîya nû ya Îraqê de erebên şîe piştgirî didan kurdan. Lê ji ber piranîya Îraqê ew bûn û desthilat di destê wan de bû, gav bi gav xwestin guvaşê bixin ser kurdan û herwiha pewîstîyên destûrê jî bin pê kirin. Ji destpêka sala 2014an ve bûdçeya Herêma Kurdistanê birîn, mûçeyên Pêşmergeyan nadin. Parlamena Îraqê û heta Artêşa Îraqê bi piştgirîya kurdan ji nû ve hate damezirandin. Lê kurd ji arteşê hatin vederkirin û niha tenê ji sedî 2 yê artêşê ji kurdan pêk te. Ew kesên niha wezîr û berpirse hikûmeta Îraqê ne, di dema xwe de li Kurdistanê mêvan bûn, li Kurdistanê xwendina xwe qedandin û piştgirîya kurdan girtin, Lê niha mixabin hindek ji wan bê wefa derketin li hember kurdan. Jiber vê yekê em dibînin îro rewş hatîye guhertin. Kurd nikarin weke daxwaza ereban û di bin barê kiryarên wan de bijîn û dest ji mafên xwe berdin. Ne bi şer lê bi aştî û bi hev têgihiştin, kurd dixwazin çarenûsa xwe dîyar bikin. Em dibêjin; ‘Bira bira ye, kîs cûda ye.’
Dîrok li ber çava ye. Hemû desthilatên Îraqê yên ku şerê kurdan kirin, mafen kurdan înkar kirin, nikarîn li ser desthilatê bimînin û hilweşîyan. Heger desthilatên îro jî bixwazin li ser vê kevneşopîyê bimeşin wê aqûbeta wan jî heman awayî be. Kurd ne li dijî tirk, faris û ereban in, tenê dixwazin weke hemû gelên din mafên wan jî hebe.
Gelo ew e Îraq razî bibe ku kurd çarenûsa xwe dîyar bikin?
Îraq hê ji destpêkê ve bi xelêtî hate damezirandin. Îraq li ser gelên Îraqê, li ser ereb, kurd, tirkmen û gelên xirîstîyan hate ferzkirin. Heta melîkê ku ji bo Îraqê anîn jî, ji derve hate hinardekirin. Di sala 1922yan Melîk Feysel ku yekem melîkê Îraqê ye, ji Erebîstana Siûdî anîn û kirin serok. Ji wê deme heta niha, sîstema sîyasî ya Îraqê li ser heman xelêtiyan dimeşe. Rewşa piştî sala 1991 û herwiha 2003an rewşên cûda ne ku desthiladarîya Îraqê naçar ma ku hebûn û statûya kurdan nas bike. Çarenûsa navçeyên ku nakokî li ser hebûn û ne di bin desthiladarîya Kurdistanê de bûn, bi madeya 140 a Destûra Bingehîn a Îraqê hatin dîyarkirin.
Heta hatina DAIŞ’ê jî rêveberîya Bexdayê derbarê van navçeyan de pêwîstîyên destûrê pek neanî. Di wateyekê de hatina DAIŞ’ê ev pirsgirêk jî yek alî kir. DAIŞ’ê Mûsil û Enbar dagir kir. Xwest êrîşî Hewlêr û Kerkûkê jî bike û dagir bike. Lê Hêzên Pêşmerge berevanîya Kurdistanê kir û piştî vekêşana Artêşa Îraqê, ew navçeyên nakok jî hatin rizgarkirin. Ew navçe bi xwîna Pêşmerge bi azatîya Pêşmerge hatine rizgarkirin. Wate, pirsgirêka sînoran jî li gel ereban û Îraqê, bi xwîn hatîye çareserkirin. Li ser wê yekê ma ye; gelo Îraq jî vê yekê razî ye yan ne razî ye? Bêguman desthiladarên îro yên Îraqê, herwekî desthiladarîya Baas ji vê yeke ne razî ne. Lê kurd li hevîya hindê nabin ka Îraq razî dibe yan nabe. Ew razî bibin û nebin jî, divê kurd bi guftugo, bi axaftin, bi rebazên aştîyane ji wan re bêjin ku serxwebûn mafê kurdan e û berjewendîya hemû alîyan di vê yekê de heye.
Di bernameya kurdan a serxwebûne de çi heye? Divê kurd ji kîjan azmûne îstîfade bikin?
Ev e jî nayê wê wateyê ku piştî referandûmê yekser serxwebûn bê ragihandin. Ji ber ku ne merc e yekser piştî referandûmê pêngavek wiha bê avêtin. Weke mînak; li Başûrê Sûdanê di meha Sibatê de rapirsîn hate encamdan û di meha Hezîranê de serxwebûn hate ragihandin. Herwiha li Kosovayê, di 17e Sibata 2008 li parlamenê biryara serxwebûnê hate ragihandin. Di destpêke de Sirbîstan û Rûsya jî li dijî vê yekê bûn.
Lê em dibînin ku hemû cîhanê serxwebûna Kosovayê nas kir. Dîsa mînaka Qirimê heye. Qirim giravek e. Di serdema Yekîtîya Sovyetan de beşeke ji Ûkrayna bû. Lê di sala 2014an de gelê Qirimê gotin ku ‘em naxwazin ligel Ûkrayna bimînin’ û serxwebûna xwe ragihandin. Lê ji ber ev pêvajoyek bi eş bû, Qirimîyan biryara federalîzmê ligel Rûsyayê dan.Di van her sê mînakan de mirov dikare gelek ezmûnan derbixe. Di mînaka Sûdane de jî te dîtin ku piranîya welatên ereb li dijî perçebûna Sûdanê bûn. Di mînaka Kosovoyê de em dibînin hezek weke Rûsyayê ku hêzek cîhanî ye, li dijî serxwebûna Kosovayê bû.
Di mînaka Qirimê de jî em dibînin welatên rojava û Ûkrayna li dijî cûdabûna Qirimê bûn. Lê di encam de li van hersê welatan jî cûdabûn û serxwebûn pêk hat. Wate mirov nikare beje ka Îraq amade ye yan ne amade ye. Yan jî mirov xwe li hevîya guncawbûna şert û mercan bigre. Jixwe Îraq nemaye. Piştî sala 2003an kurdan gelek hewl da ku Îraqa demokratîk û federal weke yekparçe bimîne. Piştî hatina DAIŞ’ê Îraq bixwe bi fîlî bû sê perçe. Di vê rewşê de, DAIŞ bimîne yan nemîne jî, divê hesaba suneyan bê kirin. Wate eger Îraq nema be, divê kurd û alîyên din çi bikin? Bêguman divê rezê ji biryarên hev re bigrin.
Kurdistan ji serxwebûnê re amadeye yan na?
Kurdistan welatek pir dewlemend e û herêmêk stratejîk e. Rojhilat û Rojava bi hev girêdide. Derwazeya Asya û Ewropayê ye. Ji alîyê kesayetî û beşerî ve navçeyek dewlemend e. Kurd yek ji wan gelan e ku zindî ye û çalak e. Piranîya tak û welatîyên kurd, ligel zimanê xwe, zimanekî din an jî çend zimanên din dizanin. Herwiha Kurdistan ji alîyê çavkanîyên xwe yên xwezayî ve jî welatekî dewlemend e. Ji alîyê berhemên petrolê ve, Kurdistan yek ji Herêma herî dewlemenda cîhanê ye.
Ligel vê yeke, axa Kurdistanê bi xêr û ber e. Gelek cûreyên madenên dewlemend jî li Kurdistanê peyda dibin. Kurdistan çavkanîyek girîng a ava şerîn û paqij e ku îro av di cîhane de ji petrolê girîngtir û giranbihatir e. Herdu çavkanîyên pîroz ên avê, ku weke Dicle û Ferad tên binavkirin, ji Kurdistanê derdikevin.
Ji aliyê derûnî û rûhî kurd ji bo serxwebûnê amade ne. Kurdan hemû rêyên din jî ceribandin e. Niha ji bilî ragihandina serxwebûnê tu rêyek din jî nemaye. Ji ber ku kurd êdî nikarin di bin desthiladarîya şovenîzma ereban de an jî desthilatek din de bijîn. Di warê aborî de, dibe ku Herêma Kurdistanê di destpêkê de tengavîyek mezin bijî. Ku bawer nakim rewşa aborî ji îro xirabtir be. Jixwe bûdceya Kurdistanê hatîye birîn û di bin guvaşek aborî de ye.
Nûnertîyên gelek dewlatan li Herêma Kurdistanê heye. Gelo ev dewlet piştgirîya serxwebûne dikin?
Ew nabêjin em li dijî serxwebûna we ne, berovajî dibejin mafe we heye. Ya girîng ew e ku em bixwe bawerî bi pewîstî bizanin û beyî ku ligel aliyêke bişewirin, serxwebûnê ragehînin. Mînaka ragihandina federalîzma Herêma Kurdistanê ya sala 1991an li ber çavê me ye. Wê demê Baxda jî, Tehran û Enqerê jî li dijî vê biryarê bûn. Lê me dîsa biryara xwe ragihand û pêkanî û sepand. Wate ev biryar dimîne ser kurdan bixwe. Hemû alîyên kurdî li Bexdayê xwedî heman helwestî ne û mafên kurdan diparêzin. Li navxwe nakok jî bin, li hember Bexdayê yekgirtî ne.
Di sala 2005an de, ligel hilbijartinên giştî yê Îraqê, li seranserê Kurdistanê rapirsîyek ne fermî jî hate kirin. Lê ew rapirsî ji alîyê sazîyên medenî ve hate kirin û li gor encaman ji sedî 98ê gelê kurd dengê xwe dane serxwebûne. Kopîyek encamên vê rapirsinê şandine Neteweyên Yekgirtî jî. Em dikarin vê rapirsîyê îro dubare jî bikin. Divê ev rapirsî bêkirin û divê serxwebûn jî bê ragihandin. Bêyî ragihandina serxwebûnê, teqez pirsa kurd çareser nabe. Bêyî ragihandina serxwebûne tu rê û rêbazek nemaye.
Pêkhate û kemîneyên olî yên Kurdistanê çawa nezîkî mijara serxwebûne dibin?
Pekhateyên Kerkûke, ereb, tirkmen û asûrî jî dixwazin ligel Kurdistanê bimînin û piştgirîyê didin rapirsinê. Bêguman ew jî di çarçoveya Kurdistana serbixwe de dixwazin mafên wan bê mîsogerkirin. Helbet divê dema serxwebûn be ragihandin, mafê hemû gel û pekhateyan jî be berçavgirtin û mîsogerkirin. Jixwe Rêveberîya Herêma Kurdistanê di vê mijarê de rêveberîyek demokratîk e û mafê hemû pêkhateyan tê de hatîye destnîşankirin û parastin. Di dema hilbijartina yekem a Parlamena Kurdistanê de, şenîya asûrî û keldanî jî hate hejmartin. Bi giştî 28 hezar dengên aşûrî û keldanîyan hebûn. Wê demê ji bo her kursîyek li parlamenê 30 hezar deng pewîst dikir. Lê me li Parlamentoya Kurdistanê 5 kursî dane mesîhîyan.
Li Başûrê Kurdistanê çend gundên ermenan hene ku ew jî li Herêma Zaxo dimînin. Lê dîsa jî kursîyeke wan li parlamenê heye. 5 kursîyên tirkmenan jî hene. Herwiha dema serxwebûn hate ragihandin, divê kursîya ereban jî hebe û ew jî bikarin bibin xwedî nûner. Jiber ku li Kerkûk û herêmên din en, ereb jî hene. Di vî mijarê de Kurdistan pabendê hêmayên demokrasîyê ye.
Gelo psîkolojîya civaka kurd û bawerîya wan a serxwebûne dikare bibe çareserîya nakokîyên sîyasî?
Li Kurdistanê tu aliyêkî sîyasî nikare beje ku ‘ez li dijî serxwebûnê me.’ Serokê Herêma Kurdistanê Serok Mesûd Barzanî, Partîya Demokrata Kurdistanê û hemû hevpeymanên wê, gihiştine wê biryarê ku dem dema serxwebûnê ye. Îro baştirîn dem e bo ragihandina serxwebûnê. Serok Mesûd Barzanî bixwe jî got ku piştî ragihandina serxwebûnê ew êdî nabe serokê herêmê.
Şert û merc jî vê gavê ji bo vê yekê, ji her demî zedetir guncaw in. Aborîya Kurdistanê têra dabînkirina hemû pewîstîyan dike. Kurdistan di warê pêwendîyên dîplomatîk de jî derîye xwe bo cîhanê vekiri ye û ligel gelek welatên cîhanê, bi awayekî serbixwe di nava danûstandinan de ye. Gelek serokên dewletan û wezîrên derve yên dewletan jî serdana Kurdistanê dikin.
Di herêmê de bi giştî jî pêgeh û nêzîkatîya dewletan û sîyaseta wan a li hember kurdan hatîye guhertin. Ya din jî sîyaseta giştî li ser berjewendîyan tê damezirandin. Divê pewendîyên kurdan ligel hemû alîyan hebe. Nabe ku kurd dijminatîyê ligel tu aliyekî bike. Ewê ne dostê me jî be, qet nebe divê em pêşîya dijminatîya wan bigrin. Ewên biryara dostanîya kurdan nedane jî divê em xwe bigehînin û bikin dostê kurdan. An ku pewîstîya kurdan bi hemû cîhanê heta ya cîhanê jî bi kurdan heye. Gelek welatên dûr dixwazin peywêndîyên xwe ligel kurdan pêş bixin. Rûsya yekem welat bû ku di sala 2007an de li Herêma Kurdistanê nûnertîya xwe vekir. Îro em binêrin bi dehan welatan nûnertî li Hewlêrê danîne. Niha Koreya Başûr dixwaze konsolxaneya xwe li Hewlêrê veke. Eve jî berferehbûna peywendîyan nîşan dide. Gelek welatên din dixwazin beyî vegerin Bexdayê, rasterast ligel Kurdistanê peywendîyan pêş bixin.

 

Derheqa nivîskar da

Mehmed Salih Bedirxan

Lisansa dîrokê a mastera kurdi xwendiye. Karmendê BasNews e

Qeydên dişibine hev