Gelo Pêximber Îbrahîm Hûrî bû? (beşê heyştem) Dawerên Erdnîgarî

Gelo Pêximber Îbrahîm Hûrî bû? (beşê heyştem) Dawerên Erdnîgarî
Dawerên erdnîgarî ku piştrast dikin pêximber Îbrahîm Hûrî bû evin:
Dawera yekem: Di Tewratê da hatiye ku malbata pêximber Îbrahîm li “Ûra Keldanan” rûniştibû. Hin dîroknasan wisa şîrovekirine ku “Ûra Keldanan” yanê “Ûra” sûmerî ye û li ser vê gumanê bawer kirine ku malbata Îbrahîm Keldan bûye. Lê belê, rastî ewe ku “Ĥařan” (Ĥeřan) niştîmanê bingehîn yê malbata Îbrahîm bûye. Ew ji wir – ji ber sedmên nediyar – çûye bajarê “Ûr”, lê dîsa vegeriyaye warê xweyî bingehîn “Ĥařan”. Du agahdarî hene ku vê yekê piştrast dikin.
Agahdariya yekem: Di Tewratê da derbarê Ĥeřanê hatiye gotin ku ew warê Îbrahîm bûye, warê êla wî û yê mala bavê wî bûye. Xweda jêra gotiye: “Ji erdê xwe, ji erdê êla xwe û ji erdê mala bavê xwe derkeve û here wê erdê ku ez şanî te didim”[1]. Divêt bête zanîn ku peyva (erd) di Tewratê da tê maneya (war, niştîman).
 Agahdariya duwem: Îbrahîm pêş mirina xwe ji mezinên koleyên xwe xwastiye ku kurê wî “Isĥaq” bi keçên Ken’aniyan ra şû nebe (nezewice), û jêra gotiye: “here erdê min û nav êla min, ji wir jinekê ji kurê min Îsĥaq ra bîne” [2] û mezinê koleyan ev weseka wî bi cih aniye.
Dawera duwem: Ĥařan (Ĥeřan) bi 44 km li başûr-rojhilatê Ûrfayê, li nêziya kaniyên كَنعانيين çemê Belîx dikeve. Ev bajar bajarekî hûrî pir kevine; dîroka vî bajarî here kêm vedigere ser çarîkê dawî ji hezarsla sêhem b.z. Me berê jî gotibû ku şêwazê bingehîn yê vî navî “Haran = Hûran” li gor navê Hûriyan bûye. Di wê demê da hên ti hebûneka gelên Samî li seranserê vê herêmê tinebû; ne Amûrî hebûn, ne Keldan û ne jî Aramî hebûn.
Dawera sêhem: Di Tewratê da, ew herêma ku “Ûra Keldan” lê ye, nehatiye gotin. Ne jî hatiye gotin ku li herêma “Şin’ar” dikeve; ev navê Tewratî ye ji nîvê başûr yê Îraqa niha ra. Li hêla ku hin bajarên din vegerandine ser “Şin’ar” شِنْعار, dema ku agahdariyên derbarê Nemrûd hatine gotin {destpêka padîşahiya wî Babil, Erek, Ekked û Kelne bû li erdê Şin’ar}[3]. Bajarê “Erek” ku di vê ayetê da hatiye, bajarê “Ûrûk” yê sûmerî ye.
Dawera çarem: Li gor piraniya gotûbêjan, serdema pêximber Îbrahîm li dor salên (1950 – 1850 b.z.) ye. Di wê demê da Keldan li welatê Sûmer (başûrê Îraqê) hên tinebûn. Keldan jî wek Babiliyan şaxekin ji Amûriyan (Ammûrû) ku welatê Sûmer di heyama navbera salên (626 – 539 b.z.) desthilatdarî kirine[4]. Hîngê çawa navê bajarê “Ûr” bibe “Ûra Keldanan”, di dema ku ti hebûneka Keldanan li wir tinebûye?
Dawera pêncem: Oldarên Îbraniyan ji destpêka şeş sedsalan da ji dîroka Îbrahûm dest bi tomarkirina esfarên (beşên) Tewratê kirine. Tevgera tomarkirinê piştî awarekirina Ibranan bo welatê Babil û başûrê Kurdistanê sala 586 b.z. çalak bûye. Di wê demê da bi rastî jî bajarê “Ûr” ketibû bin desthilatdariya Keldanan. Hîngê tomarkaran bajarê “Ûr” vegerandine ser Keldanan.
Dawera şeşem: Di lêkolînên me da derbarê Sûmerî, Sûbarî û Hûriyan derbas bû ku ew hin şaxin ji pêşiyên gelê Kurd, di bingehê da ew vedigerin ser erdnîgarî û çandeka hevbeş ku nawenda wê nîvê bakur ji başûrê Herêma Kurdisanê ya niha û nîvê rojhilat ji bakur û rojavayê Kurdistanê bû û ku li wê herêmê çend bajar bi navê “Ûr” hebûn. Yek ji wan bajarê (Ûr – Bîllîyûm = Erbîl) û (Ûr-Kîş = Ûrkîş) paytextê Hûriyan (Niha jêra “Til Amûda” dibêjin) li herêma Cizîrê ya rojavayê Kurdistanê ye. Yek ji wan jî bajarê “Ûrfa” ye ku jêra “Ruha” jî dibêjin. Ev nav ji şêwazê ermenî (Ûřha) û ji şêwazê Suryanî (Urhai) hatiye. Di jêderên erebî da wek “El Ruha”  الرُّها hatiye gotin.
Dîroknasê îraqî Dr. Sami Said El Es’ed سامي سعيد الأسعد gotiye ku (Ûrûk) tê maneya (war = cihê rûniştinê)[5] û (Ûr) jî wek wê ye. Ev tê wê maneyê ku navê “Ûr” di navbera Sûmerî, Sûbarî û Hûriyan da hevbeş bûye. Heya niha jî ev peyv di gotina kurdî “war” da maye ku tê maneya “cihê rûniştinê, cihê lêmayînê”. Bi taybetî jî heger em hesabê nêzîkahiya herdu dengên (û, w) û navbera dengên (a) û (û, o) bikin.
Ji bilî wê jî, nêzîkahî di navbera peyvên (ûr), (war) û (hûr) da di zimanên pêşiyên Kurdan da, bi taybetî jî Hûriyan, heye. Bi me ra di lêkolînekê da derbas bû ku (hûr = xûr = sûr) navên rojê ne, û ku (Xûrî) yek ji şêwazên (Hûrî) ye. Ji lew ra, ne dûre ku peywendiya navê (Ûr) bi rojê ra hebe; bi taybetî jî dema em bînin bîra xwe ku baweriya ayînî ya Sûmerî, Sûbarî û Hûriyan baweriyeka rojeyî (şemsanî) bûye. Li gor ev tiştên ku derbas bûn em dibînin ku bi herhal kîta “ûr” ji navê bajarê “Ûrşelîm” (El Qudus) jî ji navên hûrî ye û tê maneya bajarê aştiyê. Navê kevin yê vî bajarî “Yebûs” bû û rûniştivanên yên Yebûsî êlek ji Hûriyan bûn[6]. Beşê sawî ji navê bajêr ji zimanê ken’anî hatiye wergirtin ku wê hîngê îbranî pê diaxivîn. Divêt em bêjin ku navê “Ûrşelîm” di Telmûdê da “Ûrçelaym”-e.
Dawera heftem: Dîrokzanê misirî Dr. Seyid El Qimni سَيِّد القِمْني bi dûr û dirêjahî mijara bajarê (Ûr) gengeşe kiriye û gotiye ku navê (Ûra Keldanan) di çapa îbranî bingehîn ya Tewratê da nehatiye; di wê da navê (Ûr Kesdîm) hatiye, û gotiye ku peywendiya vî navî bi Kassiyan (Kaşşiyan) ra heye; ewên ku welatê li Babil û Sûmer li dor nîveka hezarsala duwem ya b.z. desthilatdarî kirine. Gelejimariya navê (kasî) bi zimanê îbranî dibe (kesdîm). Dîrokzan El Qimni gihîştiye wê encamê ku malbata Îbrahîm ji herêma Hûriyan yan jî Kaşşiyan hatiye[7].
Dawera heyştem: Di Telmûdê û kelepora îslamî da hatiye ku bûyerên şoreşa Îbrahîm li dijî perestina gelê wî di dema padîşah Nemrûd da bûye (di Telmûdê da “Nîmrûd” hatiye gotin û di gotûbêjên îslamî da “Nemrûd, Numrûd” hatiye gotin). Bi me ra derbas bû ku (Nemrûd) li welatê Babil (Îraqa niha) serdarî dikir; û ku li wir bajarek bi navê “Kaleh”  كالَح (Kalxû) كالْخو li başûr-rojhilatê Mûsilê hebû jêra (bajarê Nemrûd) dihate gotin, û ku çiyayek jî heye navê wî (çiyayê Nemrûd)-e li herêma Samsûrê (Adiyaman) ya bakurê Kurdistanê dikeve.
Di rastiyê da ev kesayetiya Nemrûd bi temamî ne diyare. Wisa tê xuyakirin ku padîşahekî sûbarî li Sûbartû serdar bûye (ew herêma ku bajarê Nemrûd lê ye û di pey ra nav lêkirin Aşûr) û serdarî li herêma çiyayê Nemrûd yê hûrî li ser tixûbên Sûbartû yên bakur jî kiriye. Me di lêkolîna taybet ya derbarê Sûbaran da gotibû ku desthilatdariya welatê Sûbartû di serdema navbera (2250 – 1820 b.z.) da di destê Sûbaran da bû. Heger me hesabê wê yekê kir ku dîroka pêximber Îbrahîm ji dema dawî ya (1820 b.z.) ya vê serdemê va nêzîke, hîngê tê wê maneyê ku Nemrûd û Îbrahîm ji Sûbaran bûne. Me berê jî gotibû ku Sûbarî xizimên Hûriyan bûne yan jî şaxek ji wan bûne[8].
Kurtahiya vê mijarê ewe ku ev dawerên erdnîgarî me ber bi wê baweriyê va dibin ku pêximber Îbrahîm ji erdnîgariya hûrî bûye. Gelo dawerên dîrokî jî vê baweriyê bi hêz dikin?
Emê bersivê paşê bibînin.
Çarşemb, 06.04.2016
Jêder
[1] Rêwîtiya pêkhatinê, Eshah, 12, ayet 1.
[2] Rêwîtiya pêkhatinê, Eshah, 24, ayet 4.
[3] Rêwîtiya pêkhatinê, Eshah, 10, ayet 10.
[4] Muhemed Beyyumi Mehran, Dîroka Îraqê ya kevin, rûpel 433.
[5] Sami Se’id El Es’ed, Sûmerî û kelepora wana şaristanî, rûpel 3 – 4.
[6]
[7] Seyid El Qimni, Pêximber Îbrahîm, rûpel 64, 66, 78 – 79.
[8] Amer Hanna Fettuhi, Keldan ji destpêka zeman, rûpel 172 – 173.

Dr. Sozdar Mîdî (E. Xelîl)

wergera ji erebî: Mustefa Reşîd

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev