Ji Mîtolojiya Êzîdiyan

Ji Mîtolojiya Êzîdiyan
Werger: Ali Gurdilî

Di pirtûka Mizhefa Reş de Xwedê, ji cewahîra xwe înciyekê sipî û bi navê ANFAR çûkek diafirîne. Xwedê înciyê datine ser pişta vê çûkê û di ser de çil (40) sal diborin. Piştra di heft (7) rojan de, heft ferîşteyan diafirîne. Navê ferîşteyên yekemîn ku, wî roja lehdê (yekşemê) afirandibû, datîne Azazîl. Vaye; ev melek, melekê Tawis e. Xwedê, melekê Tawis dike melekê herî bilind û raser. Xwedê piştra şekil da heft (7) ezmanan. Piştra ser rûyê erdê, tavê û heyvê afirand. Mirov, heywan, çûk û hutan afirand û wan xiste nava hawranê xwe.

Di dawiyê de bi melekên xwe re rabû. Qîrekê wiha da încî ku ew bû çar perçan û ji hemû aliyan av der hat. Berê, dinya wiha hatibû afirandin ku têde hevrezan tinebûn. Xwedê piştra Jibtraîl (Cebraîl) afirand ku ew jî, di lewnê çûk de bû. Hemû dorhêlê dinyayê teslîmê wî kir û wî şande dinyayê. Melek keştiyekê çêkir û di wir de jî sih (30) sal bihûrand. Piştra, hate Lalişê û li wir bi cih bû. Li dinyayê qîriya û behr (derya) bûne erd. Dinya jî bû ser rûyê erdê û hejîna wê dewam kir.

Xwedê ferman da Cebraîl ku, wê înciyê bike du perçeyan. Yek xiste bin erdê û ya din jî, danî ber deriyê bihûştê. Xwedê wiha axifî: “Ezê Adem û Hawa biafirînim û wê ew ê bibin mirov. Wê ji wan du nîjad zêde bibin. Yek ji wan gelan; Şahîd Ben Car û zarokên wî gelên Êzîdî ne ku ew,ji pişta Adem in. Wê ev gel bibin gelên melekê Tawis, ango gelên Azazîl. Piştra wê ezê şêx Hadî bişeynim ser rûyê erdê û wê ew ê li lalişê bimîne. ”

Piştî vê yekê Xwedê ferman da Cebraîl, ku here welatê pîroz û ji wir ji hemû cihan axê bîne. E wî jî; axê, agir, hewa û avê anî. Xwedê ji van çar regezan, mirov afirand û ji hêza xwe rih da wî. Piştra, ferman da Cebraîl ku wî bibe bihûşte. Piştî sed (100) salan, melekê Tawis çû ba Xwedê û jê wiha pirsî: “Ya Xwedan! Wê nîjada Adem çawa zêde bibe? ”

Xwedê bersiva wî wiha da: “Ez têkilî dinyayê nabim, lewra min kargêra (birêvebirina) dinyayê daye te!” Xwedê ji dinyayê destê xwe şûşt û melekê Tawis kete dewsa wî. Ango, bû cihgirê wî. Pişta, Melekê Tawis Adem û Hawa ji bihûştê qewirand (berda wan) û bi vê yekê re jî; li dinyayê jiyan dest pê kir.

Menzel, vegotina wî ya ola Êzidiyan
Çavkanî: Sabiha Banu Yalkut. Gelê Melekê Tawis. Weşanên Reş û sipî. Metis Güncel. çapa yekêm 2002. Rûpel: 43- 44

Derheqa nivîskar da

Ali Gurdilî

Ali Gurdilî civaknasekî kurd e. Li Zaningeha Egeyê, beşa civaknasiyê û piştî çend salan zaningehê diqedîne. Nêzîkê 15 sal in hewl dide da ku di hindek warên zanistî û felsefî de bixebite. Heta niha gelek gotarên wî yên zanistî û felsefî di kovar û malperên kurdî de hatine weşandin. Gurdilî xwedî û berpirsiyarê Malper û Kovara Felsefevan e.

Qeydên dişibine hev