Heta rêfêrêndûma

bona Serxwebûna Kurdistanê

maye:

We dizanibû…? – 34

We dizanibû…? – 34

Berevkar: Têmûrê Xelîl

…di cihanê da zimanê ermenî tê hesibandinê wek yek ji zmanên cihanê yê herî kevnar û zengîn. Di dîroka zmanzanîyê da bi kêmanî 2 hezar sal in ku ew ziman heye. Zimanê ermenî di nava malbeta zimanên Hindewropî da tê hesibandinê wek çiqileke cuda û serbixwe. Ermenî (an jî ermenkî) ji alîyê zanyar û keşîşekî ermenîyan yê wê demê herî bi nav û deng Mêsrop Maştos da sala 405an bûye zmanê nivîskî. Tiştekî balkêş e, ku Mêsrop Maştos li hêla Mûşê, gundê Hasêkasê ji dayka xwe bûye (ew gund niha jî heye û navê wî Xasik e). Ew hîmdarê elfabeya ermenîyan wê demê karê xwe yê efirandarîyê li Amedê, Ruhayê (Yedesîya berê) û Samsata îro pêk anîye.

…gorî lêkolîner Rohat Alakom navdartirîn korêografê cîhanê Maurice Béjart, ku temamîya jîyana xwe li Fransa derbaz kiribû, bi eslê xwe kurd bû, lê kurdbûna wî ji alî gelek kesan ve nedihat zanîn. Pirîka Maurice Béjart ji herêma Bijar a Kurdistana Îranê bû û paşnavê xwe ”Bejart” jî ji wir girtibû. Her weha Bejart bi hunermendên kurd yên ji Kurdistana Îranê re jî kar kir. Maurice Béjart alîkariya kurdan jî dikir, peywendiyên wî bi Înstîtûta Kurdî ya Parîsê re jî hebû. Di hunera xwe de motîvên kurdî jî bikar dianî. Ew di sala 1988an de yek ji serkêşê kampanyaya îmzeyan a ji bo parastina kûltûra kurdî li Tirkiyê bû. Herwiha Bejart di dema şerê Xelîcê di sala 1991an de, di dema komkujîya kurdan de jî beşdarî kampanyayên navnetewî bû. Yek ji berhemên wî yên herî bi nav û deng ”Ainsi dansait Zarathustra” (”Weha dans dikir Zerdest”) e. Ew sala 2007an, di 80 salîya xwe da li Parîsê wefat bû.

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev