Koroxlî û bavê wî

Koroxlî û bavê wî
Em weşandina berhemên ji nimûneyên zargotina me berdewam dikin. Berhema sîûçaran a bi sernavê “Koroxlî û bavê wî” me ji pirtûka “Varîyantên kurdî yên destana “Koroxlî” hildaye, ku sala 1953an bi kurmancîya latînî ya kurdên Sovyet va hatîye çapkirin, hildaye û me ew transkrîpeyî ser herfên kurdîya latînî ya îroyîn kirîye. Beşa pêşin berî heftêyekê di rûpelên me da hate çapkirin.
Berevkar û amadekarê vê berhemê Hecîyê Cindî ye.
Tîpguhêzîya hemû berhemên me yên zargotinê ji herfên kirîlî û latînîya kurdên Sovyet ser latînîya “Hawar”ê, ku di malpera me da çap dibin, Mîdîya Têmûr û Dîdara Têmûr dikin.
Berhem çawa di pirtûkê da çap bûne, em wisa raberî we dikin.
Amadekar: Têmûrê Xelîl
Mala Elîyê bavê Koroxlî li Mekûyê bûye, li ser pêga zozanên kurmancîyê bûye. Zozanên wan, koçên kurmancîyê yên Celalîyan tên nav gundên wan ra derbaz dibin û ber bi zozanan diçin. Qîzeke siwarî bûye. Siyarî koçê dajo, beranekî tolal jî pê ra bûye. Bi koçê ra hêdî dajo. Ew Elî li ber bostên bûye. Elî dîna xwe didê da wê beran qels bû. Eva keçika dest davêje pişta beran û bi destekî beran hiltîne dide ber xwe. Eva zende li wî dikeve. Dîna xwe didê ku çawa qîz e. Mera xwe datîne û hêdî pey vê koçê diçe. Evana diçin li warê xwe datînin. Eva keçika bi destekî berên hiltîne datîne. Keçik peya dibe. Dîna xwe didê keçik topal e. Ew ji xwe ra wêderê rûdinê. Ew konê xwe vedigirin, kulavan nava malê datînin, dibê:
– Merîyê han merîkî xerîb e, mêvan e, gazîkinê bira bê rûnê.
Silavan li hevdu dikin. Nên tînin, nên dixun. Elî dibêje xwayê malê, dibê:
– Ez metel dimînim!
Xwayê malê dibêje:
– Çima, heyran?
Dibê:
– Eva keçika we wa qird bûye, we çi ra nedaye mêr?
Dibê:
– Keçika me hinekî dikule, kes nastîne.
Dibê:
– Ka ez ji we ra gilîkî bêjim: werin vê keçikê bidine min!
Evana jî dîna xwe didinê, dibêjin:
– Elî camêrekî baş e, hema me da te.
Dayîn û sitendin bi hev ra dikin. Û mehek dikeve ortê, tên vê keçikê siyar dikin, diçin.
Eva keçika cem Elî dimîne. Muxdarekî giran (hemle) derdikeve, haşa hizûra te, wext û wede temam dibin, eva keçika diwelide, kurekî tîne. Navê wî kurî datînin Vêrşan.
Elîyê bavê Vêrşan beytarê hespan bûye. Nexweşî dikeve nava hespên Îranê. Şahê Îranê Elî dibe dike beytarê xwe.
Elî diçe hespan derman dike, şah jî bona karê wî maeşê didê. Şah îdî wî bernade û dibêjê:
– Gerekê tu cem min bî.
Bernade heta çardeh salên wî temam dibin. Rojekê jî revoçîyên hespan diçin şeran davêjine wî, dibêjin:
– Fikira Elî da heye, ku bireve.
Elî rojekê li ber behrê nav hespan da bû, dîna xwe didê wê hespek ji behrê derket, hilate mihîneke belek. Dîsa çûn ji şah ra gotin:
– Elîyê bireve.
Şah gazî Elî kir, herdu çavên Elî derxistin, go: “Belkî ji cem min neçe, go, destê wî bigihîje ser pişta hespan, ew zane çi hespan ra heye, beytar e, ew jî bes e”!
Vêrşan dibe çardeh salî û rojekê difikire, dibêje:
.Ezê ser bavê xwe da herim.
Diçe şeherê Têhranê, dibê:
– Beytarê şeher li ku ye?
Dibêjin:
– Jê ra çadirek li ber behrê vegirtine û ew di nav hespan da dimîne, hespe li behrê ne.
Vêrşan ber bi bavê xwe çû, dîna xwe da her deran, çû çadira bavê xwe, dît ku bavê wî kor kirine, got:
– Bavo, ev çi ecêb e anîne serê te?
Got:
– Şah ez kor kirim, ez bernedam, got mihîneke belek heye, go here binihêre çika mihîn zaye, an ne zaye.
Vêrşan çû nav hespan, dîna xwe dayê mihîn zaye, canûyeke belek anîye û vegerîya hat cem bavê xwe, got:
– Mihîn zaye, canûyeke belek anîye, go, lê em çawa bikin, bavo, ez dikarim te bibim, lê tu bi xwe nikarî ji dest şah xilaz bî.
Got:
– Lawo, tu nikarî min ji destê şah derxî, here miqatî mala xwe be, ezê maeşê xwe her meh bistînim û ji te ra bişînim. Here, go, saleke dinê vî çaxî ser min da were.
Vêrşan çû mala xwe. Salewext temam bû. Elî got:
– Ez tewaqe ji şah dikim, go, ku şah wê canûya belek pêş heqê min va bide min.
Şah got:
– Bira be!
Vêrşan hate cem bavê xwe. Bavê got:
– Min canûyek heqê xwe sitendîye, go, ji xwe ra bibe xwey bike.- Û bir xwey kir. Zînê canûyê bû nîvzîn. Canûya xwe siyar bû ber bi bavê xwe çû. Li ber derê çadirê peya bû, go:
– Beytar, go, tu dikarî bêyî li vê canûya min binihêrî?
Û beytar rabû, destê xwe da ser pişta canûyê û lêva xwe gest:
Kuro, go, eva canûya ji Beleka belekê ye.
Vêrşan got:
– Ne ez jî kurê kulekê me. Go, bavo, were ezê te bibim!
Got: -Lawo, canûya te hê necebirîye, go, hela serê xwe bîne ez li serê te binihêrim.
Pêçîya xwe li serê kurê xwe xist, got:
– Lawo, serê te hê kal e, ne cebirîye, negihîştîye, tu nikarî min bibî, go, here saleke dinê were!
Vêrşan çû mala xwe. Canûya wî bû sê salî û berê xwe da Tehranê, careke din ber bi bavê xwe çû. Peya bû, got:
– Beytar, were hespa min binihêre!
Beytar rabû, destê xwe da ser pişta canûya wî, got:
– Beleka ji belekê ye.
Got: -Ne ez jî kurê kulekê me!?
Got: -Mihîna te rind cebirîye, go were serê te binihêrim, çika serê te çawan e?
Destê xwe li serê kurê xwe xist, got:
– Serê te pijîyaye, go, de min bavêje terkuya xwe, go, eskerên şah wê ji para li pey me keve.
Û avîte terkuya xwe, ajot.
Hewarî bi eskerên şah daket, esker ji para pey ket, mezîleke xurt li pey çû, go:
– Lawo, piş xwe va binihêre çika çawan e?
Got: -Bavo, çar hesp hatin, go, siyarê hespê boz hema hindik maye me bigire.
Got: -Lawo, bavêje cîyê sitirî, hespê boz ji sitirîyan ditirse.
Ajote cîyên sitirî, hespê boz ma.
Got: -Lawo, niha çawan e?
Got: -Hespê şê hat.
Got: -Bavêje cîyên kevir, lingên hespê şê kewrek in, ew ji keviran ditirse.
Ajote cîyê kevir, hespê şê ma.
Got: -Lawo, niha kîjan e?
Got: -Hespê qer hat.
Got: -Bavêje şovan, go, qewata hespê qer tune di şovan da bisekine.
Ajote nava şovan, hespê qer ma.
Got: -Lawo, niha çawan e?
Got: -Hespê kumeyt hat.
Got: -Lawo, go çareya hespê kumeyt tune, go bide dizgînê, bide xeberdan, go, bira ew jî bisekine.
Go: -Hespê kumeyt îdî naxebite. Ew jî sekinî.
Û bavê xwe xilaz kir, bire mal û îcar qaçax bû. Navê wî danîn Koroxlî.

Derheqa nivîskar da

RiaTaza

Информационный сайт о курдах и Курдистане; Администрация сайта приглашает к сотрудничеству всех заинтересованных лиц, создайте свой блог на RIATAZA, за подробностями обращайтесь по адресу info@riataza.com

Qeydên dişibine hev