Sîyaseta Îngilîs di pirsa kurdan da di dawîya Şerê Hemcihanê yê Yekê da

Xwendevanên delal, em ji rêzenivîsa ”Berhemên kurdzanên me” ya 34an, vê carê beşeke ji cildeya 2an ya berhema zanyarî ya kurdzanê mezin, profêsor M. Lazarev ya bi sernavê ”Împêrîyalîzm û pirsa kurdan (di salên 1917-1923)” raberî we dikin, beşa bi sernavê ”Sîyaseta Îngilîs di pirsa kurdan da di dawîya Şerê Hemcihanê yê Yekê da”.

Her sê cildeyên profêsor M. Lazarev ji alîyê Têmûrê Xelîl da ji rûsî hatine wergerandin, herduyên pêşin çap bûne, ya 3an heta niha jî çap nebûye, lê bo çapê amade ye.

Rêvebirê bernameyê û wergera ji rûsî: Têmûrê Xelîl

Sîyaseta Îngilîs di pirsa kurdan da di dawîya Şerê Hemcihanê yê Yekê da

Sîyaseta Îngilîs hindava kurda da taybetî bû. Ew sîyaset dikaribû ser biketa (ew jî wek paşê bêlî bû, ne ser demeke usa dirêj, ku London hesabê xwe kiribû), ji ber ku bingeha wê hukumdarîya Îngilîs bû, ku di dawîya şerê hamcihanê yê yekê da bawerbike (hema bêje) li ser piranîya erdê Rohilata Nêzîk da ser ketibû. Rast e, li Kurdistanê bi xwe da îngilîsa dawîya sala 1917a ne gihîştine gelek tiştî, lê ji bo wan ya giringtirîn ew bû, ku hêza xwe li vî welatê ji alîyê stratêjîk da giring xurttir bike; eger usa nîbûya, erdê Îranê û Rohilata Erebîyê yên ji alîyê îngilîsa da zevtkirî, bê mane dibû, lê firekirina dagîrkarîya Brîtanîyayê li navça Rohilata Nêzîk, xwesma li Pişkavkazê û Asîya Biçûk, wê pêk ne hata.

Di vî alî da şansê îngilîsa xwesma li Kurdistana Başûr û Kurdistana Rohilatê pir bû. Û eger ewê hela Kurdistana Başûr zevt ne kiribû (ordîya tirka û desteyên eşîretên kurda bi xurtî ber xwe didan) û tirka jî piranîya erdê Kurdistana Rohilatê ser demeke kurt kiribûne bin destê xwe, lê ewê dîsa jî ew perçê Kurdistanê zevt kir, ji ber ku derketina eskerên rûsa ji Îranê karê wê da hêsakirinê. Ev li Londonê hesibandin wek pirsdanîna here sereke. Ji meydana Îranê derketina neyarê Îngilîs yê bi sal û zemana û yê herî xurt li Rohilata Nêzîk-Rûsîyayê, û di dawîya şêr ji alîyê eskerên Brîtanîyayê da zevtkirina bawerbikî temamîya axa Îranê ji Londonê ra dibûne delîlê ji xwe bawerbûnê.

Îdî ji dawîya sala 1917a karbidestên Brîtanî yên eskerî-sîyasî li Rohilata Nêzîk çavên xwe berdabûne başûr-roava û roava Îranê, ku piranîya binecîyan kurd bûn. Serekê dîwanxana Brîtanîyayê yê bajarvanîyê (“zapitê sîyasî yê sereke”) li Îraqa Başûr û temamîya devtenga Farizistanê gênêral Persi Koks ser wê bawerîyê bû, ku gerekê nûnertîya sîyasî ya Brîtanîyayê ne tenê li Kurdistana Başûr, lê herwiha li Kermanşahê û “welatê kelhora”-Lûrîstanê, Bextîyarîyê û Hemedanê jî bidne qewînkirinê. Ewî pêşnîyar dikir bi lez “zapitên sîyasî” yên Brîtanîyayê bînine wira, ango destpê bikin serokatîya ji bo karê dagîrkirinê derbazî wira bikin, ji bo “dagirtina wê valahîyê, ku pey çûyîna eskerên rûs ra çê bûbû”(22).

Dewleta Brîtanîyayê li Îranê berî her tiştî dixwest ji kurda alîkarîya eskerîyê bistîne. Cîgirê konsûlê Brîtanîyayê li Tewrêzê pêşnîyar dikir kurda bikine nava desta ku li Urmîyê tê amadekirinê, ku piranîya wê mihacirên xaçparêz bûn, ku ji Tirkîyê revî bûn û dixwestin dijî zevtkarên Tirkîyê şer bikin. Bi bawerîya wî, ewê alî bikira, ku ne tenê kurdên Îranê bînine hêla xwe, lê herwiha eşîretên ser sînor jî(23). Nûnerên Brîtanîyayê li Îranê bi wê jî têr ne bûn û destpê kirin ji kurda desteyên taybetî saz kirin (levy{24}), bona wana wek piştgir bi kar bînin (parastina riya û tiştên mayîn)(25), lê wê ra tevayî dema lazim bûya dikaribûn wana bikirana nava şêr jî(26).

Lê di wan dema da ji îngilîsa ra li hev ne hat kurdên Îranê wek wan dixwest bînine alîyê xwe. Sebebên wê serketinên demkurt yên eskerên tirka bûn li Îrana Roava û Pişkavkazê û yek jî ew, ku qedir-qîmetê wan li ser erdê, ku berê bin destê rûsa da bû, tunebû. Îdî di çileya paşin sala 1918a casûsîya Îngilîs digot, ku eşîretên ser sînorê Tirkîyê-Îranê “ne amin in”, bi taybetî eşîra sencabî, ku her dema li ser riya xeta-bela çê dikirin(27). Di nîsana sala 1918a da eskerên îngilîs şandine dijî kurdên sencabî(28), lê dîsa jî ewana di nav kurda da ne gihîştine tu mefakî qenc, tenê li wan ra li hev hat bi çend serekeşîrên kurda ra peywandîyan daynin (xwesma di navça Kermanşahê da)(29).

Serokatîya Brîtanîyayê ya eskerî-sîyasî li Îranê û Îraqê gelekî zû ser va çû (fêm kir), ku bona cîyê xwe li Kurdistana Îranê mehkem bike, şer tenê têrê nake; gerekê bi sîyasî jî milet bînine hêla xwe. Hela di ser da jî pêwîst bû ew hukumê “bayê” azadîyê, ku Oktobirê bi xwe ra anîbû û tesîra bûyerên şorişgerîyê yên li Rûsîyayê, ji ser binecîyên Îrana Roava rakin, xwesma li wan cîyên ser sînor, ku kurd lê diman. Ji ber wê jî ji destpêka sala 1918a îngilîsa di peywandîyên xwe yên tevî kurdên Îranê ra destpê kirin di temamîya Kurdistanê da bangawazîyên “azadarîyê” bela kirin, ku xudêgiravî eskerên wana ji bo wî karî hatine wir.

Îngilîsa hewl didan kurdên li şaristana-yên li Awropayê û Rohilata Nêzîk, bi taybetî bedirxanîya (peyhatîyên serekê kurdên Cizîrê yê bi nav û deng Bedirxan-beg.-30) bona propoganda bîr-bawerîyên awa bi kar bînin. Ewana hêvîya xwe danîbûne ne tenê li ser terefdarên Îngilîs (ji bo nimûnê, yek ji wan Sureya Bedir-xan bû, ku li Qahîrê dima), lê herwiha li ser wan kesên ku berê piştgirîya rûsa dikirin (Ebdulrezaq-beg, Ûsiv Kamil beg û yên mayîn), ku paşî hilweşîna dem û dezgê Rûsîya padşatîyê “bê çare” mabûn. Casûsîya Brîtanîyayê hewl dida wana bide bawerkirinê, ku lazim e kurd û ermenî bi hevdu ra tevayî kar bikin seba xatirê yekîtîyê û soz dida ku dû şêr ra kurdê ji bin nîrê Tirkîyê derkevin(31).

Propoganda ji bo nêzîkîhevkirina kurda û ermenîya li Kurdistana Îranê jî dihate kirinê. Hema xût li vira (di tîrmeha sala 1918a da) çend serekeşîrên kurdên mukrî (navça Soucbûlakê) deng û bas belav dikirin derheqa damezirandina Kurdistana serbixwe bin parastina Brîtanîyayê da(32). Derheqa vê yekê da mukrîya bi konsûlê Brîtanîyayê li Kermanşahê ra hevraxeberdan derbaz kirin û soz didane îngilîsa ku eger daxaza wan pêk bê, ewê alî bikin, ku problêma ermenîya ya sext zû hel bibe û ji ortê rabe(33).

Hema li wan dema li Awropayê jî, li Jenevayê, hevraxeberdanên derheqa serbestîya Kurdistanê da dîsa destpê bûn. Ew hevraxeberdan Persî Koks û Şerîf paşa sala 1918a derbaz dikirin. Di wan hevraxeberdana da gilî tenê derheqa avtonomîya ji bo Kurdistana Başûr bû, bi navbenda Mûsilê û bin hukumê Brîtanîyayê da. Şerîf paşa pêşnîyar kir wê avtonomîyayê berî destpêka kongreya derheqa aşîtîyê da (wek îzbatîke biserketî) îlan bikin.

Şerîf paşa pêşnîyar kir bona safîkirina dijîhevtîyên di navbera kurda û ermenîya li Londonê komîtêyek saz bikin. Lê îngilîsa qîmetekî mezin ne dane gotinên Şerîf paşa wek karmendekî sîyasî (wî hesab dikirin yekî usa, ku hukumê wî li ser serekeşîrên kurda kêm e û ew zû da ji kar û barê “kurdistanîya” qetîyaye)(34), ji ber wê jî hevraxeberdanên bi wî ra tenê ji bo hajpêhebûna çend hûrgilîyan bûn(35). Îngilîsa dema hevraxeberdanên bi serokên kurdên Îranê ra xwe li riya durûtîyê girtibûn. Armanca wan ya sereke ne rizgarkirina Kurdistanê bû, lê ew bû, ku kurda bi kar bînin seba derxistina eskerên tirka û casûsên Tirkîyê-Almanîyayê ji Îranê û Pişkavkazê, ku bikaribin bi hêsanî ew der bixine bin hukumê xwe. Hela di ser da jî, îngilîs hazirîya xwe didîtin temamîya Kurdistanê dagîr bikin. Hema xût ji bo wê yekê jî nûnerên Brîtanîyayê li Îranê hewl didan ji hukumeta proîngilîsîyê ya bi serokatîya Vosug od-Dowl alîkarîya eskerîyê bistînin bona rabine dijî tirka û soz didan Tehranê, ku dibe ji erdê Kurdistana Tirkîyê hine perçe bikine nav erdê Îranê. Wek xuya ye, ev sozdayîn bi dilê serekwezîrê Îranê û der-dorê wî bûn, ji ber ku çavê wan jî wek çavên îngilîsa ser erd û axa xelqê bû û ew wî alî da weke hev difikirîn(36). Lê serxwebûna Kurdistanê ne dihate hesabê Londonê, ne jî hesabê Tehranê.

Ev hemû bûn sebebê qedera Kurdistana Başûr, ku niha di nava teşkîla Îraqê da ne. Mêsopotamîya (bi termînologîya wê demê) bi saya warê xwe yê stratêjîk û binerdê xwe yê dewlemend va zûda bala dagîrkarên Brîtanîyayê kişandîye, yên ku hela di destpêka sedsalên XIX-XXa da ew war hesab dikirin mal û milkên xwe (gotina navdar ya lord Kerzon-“sînorê Hindistanê rex çemê Ferat ra derbaz dibe”). Tiştekî nêzîkî aqilan e, ku li Londonê û Delîyê kemaleke mezin didane testîqkirina kontrolê li ser xaçerêya herdu çema (Dicle û Ferat), ku piranîya binecîyên wan kurd bûn û bêy wêya mayîna wan ya li wira dibû tiştekî pûç û vala. Derdayîna Împêratorîya Osmanîyê di şêr da şanseke mezin da împêrîyalîstên Brîtanîyayê.

Rast e, Îngilîs hela gerekê bi hevalbendên xwe ra jî, yên li Kurdistanê, hesab rûnişta. Di dawîya şêr da dikaribûn Rûsîyayê bendî tiştekî hesab ne kirana jî, lê nikaribûn Fransîyayê “piş guhê xwe va bavîtana”, ji ber ku di kar û barê Awropayê da ew bi hev ra girêdayî bûn. Bi peymana “Sayks-Piko” ya sala 1916a ya derheqa perçekirina Tirkîya Asîyayê (bi destî zevtkirinê û hukumdarîyê) piranîya erdê Kurdistana Başûr (tevî Mûsilê) û Kurdistana Başûr-Roavayê (ser erdê Sûrîyê û Tirkîyê) gihîşte Fransîyayê, lê tenê perçekî navça Kêrkûkê dikete destê Îngilîs(37). Dewletên Amerîkayê yên Yekgirtî jî destpê kirin dewakarîya serokatîkirina kar û barên cihanê û xwesma yên Rohilata Nêzîk kirin û armancên xwe yên împêrîyalîstîyê bi durûtîya hinkûfî Wilson va didane perdekirinê. Îtalîya jî bi dew û doz para xwe ji “parîyê Osmanîyê” dixwest û dema parevekirina axê, xwe xwedîpar didît.

Piştî şerê hemcihanê yê yekê, sala 1918a Îngilîs ser demeke kurt li Pişkavkazê ser ne ketibû jî, lê li erafê Rohilata Nêzîk da xwe “ser hespê” didît. Em çi jî bêjin, di her tiştî da rola sereke quwet û hêz lîstin, lê ew hêz jî di nava dewletên Antantayê da yê pir di destê eskerên Îngilîs da bûn, him di alîyê reşayê (ser erdê) û behrê da, him jî di alîyê hewayê da. Ji ber wê jî Îngilîs li her dera qet ji “hevalbendên xwe yên çekdar” çavtirsandî ne dibûn, herwiha li Kurdistana Başûr da jî, ku para Fransîyayê ketibû, lê çavê Londonê dîsa jî li ser bû.

Em çawa jî hesab bikin, Kurdistana Başûr hela ne hatibû zevtkirinê û ew, bi xwemukurhatina P. Koks “problêmeke gelekî dijwar bû”(38). Rast e, bi malûmatîyên casûsîya Îngilîs piranîya serekeşîr û begên Kurdistana Başûr dijî Tirkîyê bûn jî, lê ew yek ne dihate wê manê, ku ewana hazirin bi destvekirî zevtkarên xwe yên nû hemêz bikin. Cêribandinên îngilîsa, ku zorê bidne eskerên rûsa ji çend navçeyên ser sînorê Kurdistana Başûr derên, û kurd jî gelek cara derdiketine dijî rûsa, ser ne ketin(39). Û eskerên tirka jî ne dixwestin ji wan dera derkevin û bi xurtî dijî îngilîsa ber xwe didan û hewl didan eşîretên kurda yên mêrxas jî ji xwe ra bikine pişt û rakine dijî wan û ew yek carna ji wan ra li hev jî dihat. Tenê di gulana sala 1918a korpûsa êkspêdîsyon ya Brîtanîyayê li Mêsopotamîyayê Kifrî, Tuz (Tuz-Xurmetû) û Kêrkûk zevt kirin û ketine erdê Kurdistana Başûr.

Dewleta Brîtanîyayê destxweda destpê kir hukumê xwe li ser perçên Îraqê yên bakûr û bakûr-rohilatê bela bike, ku piranîya binecîyên wan kurd bûn. Zapitên sîyasî, casûsên ciddî (ji wana yê here sereke kurdzanê navdar, çawîş E. B. Soan bû) şandine wira (pêşîyê Kêrkûkê, Altinkyoprê, Erbîlê, Mûsilê) bona bi serekeşîra ra peywandîyan daynin. Armanca wan ya bingehîn ew bû, ku hemû serekeşîrên navdar bikine nava karê eskerî-sîyasî yê tevî Îngilîs (hilbet, bin serokatîya Brîtanîyayê), da ku bikaribin eskerên tirka zûtir bînine rayê û temamîya welêt zevt bikin û fikra Îngilîs da hebû paşdemê da wêya bike kolonîya xwe.

Destpêkê da îngilîs bi ser ketin. Piranîya serekeşîrên kurda amede bûn alîkarîya her alî bidne ordîya Brîtanîyayê. Bona bingehgirtina Îngilîsa rola sereke di dest eşîreta here bi nav û deng hemewand da û herwiha hukumdarê Suleymanîyê Şêx Mehmûd Barzincî da bû, ku hesab dibû wek serekê Kurdistana Başûr û hukumê wî li ser kurdên qeredaxîya-kakaya hebû û ew Şêx di têkoşîna kurda ya ji bo serxwebûna kurdên Îraqê di sê dehsalîyên pêşin yên sedsala XX da yê herî bi nav û deng bû(40). Serekeşîrên Suleymanîyê biryar girtin hukumeta demkurt saz bikin bi serokatîya Şêx Mehmûd Barzincî û ew hukumet gerekê dostanî bi Îngilîs ra bikira û ewana ser vê meselê bi bang û gazî berbirî hemû qebîlên kurda yên Kurdistana Başûr û Kurdistana Başûr-Rohilatê bûn. Ew bangawazî bi alaneke qenc deng da û bi dilê gelek kurda bû. Evê yekê karê eskerên Îngilîs li pêşenîya Mêsopotamîyayê da hêsakirinê: tirk Suleymanî terk kirin û paşda vekişîyane berbi bakûr(41).

Qewmandin û bûyerên paşdemê nîşan dan, ku li Kurdistana Başûr rewşeke usa saz dibû, ku ewqasî jî ne bi dilê îngilîsa bû. Havîna sala 1918a hêza wana îdî sist bûbû. Sebebeke wê êrîşa Densterwîll ya li ser Kavkazê bû, yê ku dew kir pareke hêzên xwe ji Mesopotamîyayê bişînine wira. Sebebên hundurîn jî hebûn. Kurdên Îraqê zû texmîn kirin, ku îngilîs ne ji bo rizgarîyê û karê xêrê hatine Îraqê, lê hatine hukumê xwe li ser qebîlên kurda xurt bikin û wana bikine wek “destmalên ser desta”. Ji vê yekê tirk û casûsîya Almanîyayê karê ketin û bona propoganda dijî Îngilîs di nav kurda da her cûre pelepistûkî dikirin. Dawî ji tirka ra li hev hat Kêrkûk vegerîne û îngilîsa bidefîne berbi riya Kifrî-Tuzayê; Suleymanî jî hate rayê. Çend eşîretên kurda yên mentîqa Suleymanîyê û yezîdîyên Sincarê (Şengalê.- N. W.) derketine dijî îngilîsa. Tenê di dawîya meha oktobir sala 1918a, gava Tirkîya û hevalbendên wê bi temamî dane der, Îngilîs careke mayîn êrîş bire ser Mûsilê(42).

Çavkanî:

22. ASDR, f. AMH, cêrga A, dokûmênt 35, belge 33, 49. Telegrama P. Koks ji Bexdayê di 14ê çileya pêşin sala 1917a.

23. Dîsa li wir, dokûmênt 36. Persîa Serîes. Part XIX, rûpel 54. Telegrama qasidê Brîtanîyayê li Tehranê ji bo hukumeta Hindistanê, di 8ê çileya pêşin sala 1918a.

24. Jibergirtina (kopî) ji îngilîsî levî-esker.

25. Ango, îngilîsa hewil didan (hema bêje bi ser ne diketin jî) wê sîyasetê derbaz bikin, ku berî wana rûsa li Kurdistana Îranê dane derbazkirinê (ASDR, f. AMH, cêrga A, dokûmênt 37, rûpel 54). Telegrama qumandarê hêzên “D” gênêral Denstervîll ji bo zapitên Brîtanîyayê li Tehranê û Delîyê, di 11ê adarê sala 1918a.

26. Dîsa li wir, rûpel 39. Telegrama qasidê Brîtanîyayê li Tehranê ji bo cîgirê qiralê Hindistanê di 10ê adarê sala 1918a.

27. Dîsa li wir dokûmênt 39, belge 49, 65. Telegramên konsûlê Brîtanîyayê li Kêrmanşahê ji bo hukumeta Hindistanê di 10 û 18ê hezîranê sala 1918a.

28. Mîroşnîkov L. Î. Dagîrkarîya Îngilîs li Îranê, rûpel 77.

29. ASDR, f. AMH, cêrga A, dokûmênt 39, belge 65.

30. Binhêre: Lazarev M. S. Pirsa kurda, rûpel 453.

31. ASDR, f. AMH, cêrga A, dokûmênt 36, belge 106-107. Telegrama serekê casûsîya eskerîyê ji bo qumandarê hêzên “D”, di 15ê sibatê sala 1918a, dokûmênt 37, belge 55. Ya qumandarê hêzên “D”, ji bo serekê casûsîya eskerîyê, di 12ê adarê sala 1918a.

32. Berê serokatîya kurda di planên xwe yên ji bo serxwebûnê hêvîya xwe danîbû tenê li ser Rûsîyayê.

33. Dîsa li wir, dokûmênt 147. Precîs of Affaîrs în Southern Kurdîstan durîng the Great War. Bachdad, 1919, rûpel 7-8.

34. Precîs of Affaîrs, rûpel 8.

35. Bi versîyoneke mayîn, ew hevraxeberdan li Marsêlê derbaz bûn, dibe ji bo wê, ku Şerîf Paşa di destpêka şêr da bi nûnerên Fransayê jî hevraxeberdan dane derbazkirinê, lê wana jî wî wek mirovekî ciddî ne pejirandin (Schmîdt D. A. Journey among Brave Men. Boston-Toronto, 1964, rûpel 192-193; Yung E. La revolîte arabe. Vol. I. P., 1924-1925, rûpel 109-110; Bell G. Revîew of the Cîvîl Admînîstratîon of Mesopotamîa. L., rûpel 60).

36. ASDR, f. AMH, cêrga A, dokûmênt 39, belge 115. Telegrama qasidê Brîtanîyayê li Tehranê ji bo cîgirê qiralê Hindistanê di 30ê gulanê sala 1918a; telegrama qumandarê hêzên “D” ji bo wezîreta parastinê di 18ê çirîya pêşin sala 1918a.

37. Binhêre: Lazarev M. S. Hilweşîna hukumdarîya Tirkîyê li Rohilata Ereba (1914-1918), Moskva, 1960, rûpel 129-137.

38. ASDR, f. AMH, cêrga A, dokûmênt 35, belge 61. Telegramên rêzîdentê sîyasî yê Îngilîs li Devtenga Farizistanê di 7ê çileya pêşin sala 1917a û komîsarê bajarvanîyê li Bexdayê P. Koks di 14ê çileya pêşin sala 1917a, ji bo hukumeta Hindistanê.

39. Dîsa li wir, belge 108-114.

40. Navê Şêx Mehmûd Barzincî yê tam (carna dinivîsin Barzîncî an jî Barzanca)-Mehmûd îbn Xefît îbn Kaka. Ewî navên Mehmed Pêxember û keça wî Fatimê û zavê wî (pismamê wî) Alî îbn Abû Talîba-xelîfê çara(656-661) li neferên malbeta xwe kiribû.

41. Dîsa li wir, dokûmênt 147. Precîs of Affaîrs, rûpel 5-6; Kurdîstan and Kurds (by capt. C. R. Drîver), rûpel 78.

42. Dîsa li wir. Precîs of Affaîrs, rûpel 5-7; Kurdîstan and Kurds, rûpel 78-79; Lazarev M. S. Pirsa kurda, rûpel 356-357, 452-453.

Riataza

records Source:Têmûrê Xelîl

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev