Heta rêfêrêndûma

bona Serxwebûna Kurdistanê

maye:

Ji bo bîranîna Yilmaz Guney…

”Xwendingeha min pirtûk in, sînema ye, girtîgeh e, zagonên jiyanê yên dijwar in, zextên civakî, xiyanet û mêrxasî ye. Mamosteyê min jî jiyan e” Yîlmaz Guney.

Guhdarên delal! Bernameya îroyîn em diyarî bîranîna hunurmend, nivîskar, kînorêjîsor, scênarîst û derhênerê kurdî herî mezin Yilmaz Guney dikin. Belê, gelê kurd pirr kesên navdar û şareza derxistine, di rêza wan hêjayan de gelek zanyar, dîrokzan, serleşker, sînêmakar, hunermend, helbestvan û nivîskarên hêja hene. Dibê em li wan kesên emekdar xwedî derkevin. Yek ji wan kesane Yilmaz Guney. Ew bi elsê xwe ve kurd bû. Navê wî ye eynî Yilmaz Pûtûn bû. Hunermendê Gel bi jiyana efetî û comerdî jîyaye û xema wî ya mezin bindestîya gelê wî bû, çareserkirina pirsên azadî û mafên mirovan bû. Ew li ser trajêdî û tengasiya jîyana gelê Kurd radiwestiya. Ew di jîyana xwe ya hunerê de gelek berhemên giranbiha li dû xwe dihêle. Di nava 47 salên temenê xwe de ji kîjana Guney 12 sal hebsê de derbaz kir, ewî ewqas tişt dîtin û kirin, çetin tê bawerkirinê, ku di nava emirê merivekî de dikare ewqas kar bê kirinê.

Yilmaz Guney bona 57 fîlman scênarî nivîsî, 110 fîlman de lîst, 17 fîlmên xwe derxist, 4 roman û 100î zêdetir serhatî neşir kir. Lê ciqas berhemên delal hê dîsa dikaribûn ji bin qelema wî derketana! Di kînofestivalên nevnetewî de fîlmê wî layîqî xelatên bilind dibin. Kînofîlma wî “Rewok”, “Gumanbir”, “Şîn”, “Nîvî”, “Hewar”, “Kerî”, “Rê” û yên mayîn ketine nava rêza efrandinên hunerîya demokratî ya here baş. Lê fîlma wî “Rê” di kînofêstîvala Kannê de li Fransayê sala 1982 an hêjayî xelata sereke “Ciqlê dara palma yê zêrîn” bû. Hezar mixabin, nexweşîya pir xeder Yilmaz Guney hingaft. Temaşevan êdî nikarin xabatên nû yê hostê mezin bibînin. Ew xerîbîyê de li Parîsê sala 1984 an çû ser dilovanya xwe.

Yilmaz Guney rewşa bindestîya miletê xwe û têkoşîna jibo rizgarîyê eşkere û bi zimanekî hunerî pir baş hûnand. Serokê Instîtûta kurdî li Parîsê Kendal Nezan di gotareke xwe de derheqa Yilmaz Guney da wiha dibêje: “Li dunyayê gelek kesan Kurd bi çavê Yilmaz Guney nas kirin. Wî serê Kurdan bilind kir. Em jî bi yekemîn car weşandina fîlmên wî bi zimanê dîya wî serbilind in.”

Di 1ê nîsanê 2016 de, 79 saliya roja ji dê bûyina lawê gelê Kurd, mirovê zane û rewşenbîr, kinorêjisorê gewre Yilmaz Guney temam bû û mixabin, 32 sal jî li ser wefata derhênerê bi nav û deng re derbas bû. Di 9 îlona 1984an de di 47 saliya xwe de li Fransayê çû ser dilovaniya xwe. Erê, em niha wî bi bîr tînin, çimkî mirovê di saxîya xwe de dil û hiş û gîyanê xwe dabe miletê xwe, hêja ye ku miletê wî jî, wî ji bîr neke, navê wî bi rûmet û bilind di dilê xwe de biparêze. Bêguman Yilmaz Guney di bîra gelê xwe de her wiha wek mirovekî comerd, dilsoz, têkoşer, berxwedanvan û dijberê dewletê wê bi zindî bimîne.

Amadekar û rêvebira bernameyê Bêlla Stûrkî ye

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev