Heta rêfêrêndûma

bona Serxwebûna Kurdistanê

maye:

Civîna du salîya damezirandina PKD Sûrîyê

Civîna du salîya damezirandina PKD Sûrîyê
Axavtina pîrozkirinê ya sîyasetmedar Hemîd Smaîlaxa li civînê
Gelî Cwanik û Cwamêran! Beşdarên şahiya salvegera dusaliya Partî Demokratî Kurdistana Sûriyê, ev dem û hemî demên we xweş bin. Di dîroka Kurdistanê de, mişextî, ji cîh û warê xwe bidûrketin, li xerîbîyê pîrozkirina hêjayiyan û lihevparvekirina xemgîniyan bi vê lihevkombûnê; ne ya yekê ye û ez bawer dikim wê ne ya dawîn be jî. Lê di bêşansiyê de ev yek şanseke miletê Kurd e.

Di muhaciriyê-mişextiyê de em hêdî hêdî bi miletbûna xwe dihisin, li derdên xwe yên hevpar hay dibin, kurdên ji derveyî xwe nas dikin û dibînin bê çi hatiye serê me. Wek gel-milet bi çi awayî em ji hev hatine bidûrxistin, veqetandin. Em li dîroka xwe ya hatiye wendakirin hay dibin. Em hê nuh dibînin em çima bê dewlet hatine hiştin. Pêdivî û pêwistiya miletekî bi dewletê çi ye, xweş xwe dide xuyakirin. Lê di heman demê de sed sal di ser vê sînorkişandina nerewa, ya bêdewlethiştina Kurdan re dibuhurin. Pêkhatina Sykes-Pîko dema xwe dagirtiye û rê li ber dizaynkirineke – serastkirineke nuh vebûye. Ew hêzên deverî yên Kurdistan parvekirine, dixwazin li ser destmêja berê serdestiya xwe bajon, xêr û bêra vê axa dewlemend, axa welatê me, Kurdistanê dîsa ji xwe re bikin çêregeh û hespên xwe wekî caran lê bibezînin. Lê war ew war e, buhar ne ew buhar e. Hingî li serê me dan, hingî em kuştin û mişextî bû para me, em jî êdî dunyayê bi rengekî dî dibînin.

Meriv bi salan tenekan bitewînî, dikare bibe hostayekî sobeyan, sobeçêkerekî qenc. Em îro pirr vekirî dibînin dolab çawa digerin. Li Cenevre, li Waşingtonê, li Kremlîn û deverên çerxa polîtîkayê lê kil dibin, çawa dikarin lolibên li Şamê, Tehranê, Ankara û Bexdayê bihejînin li ber çava ye. Divê dewleteke Kurdan hebe, Kurd wekî cîranên xwe Ereb, Tirk û Farisan ne xwedî maf bin, ne li Kurdistanê, ne li welatên Kurdistan parvekirine û ne jî li Rojhilata Navîn aştî, aramî, demokrasî pêk nayê û ev yek dê bandora xwe li ser aştiya cîhanê ya tevayî jî bi dirêjaya sedê salan bide ajotin. Va ye Sûriye. Ji her aliyê dunyayê, ji her baweriyên nelihev, hêzên esmanî û deryayî, bi hevalbend û hemberên xwe re, çep û rast, dûr û nêzîk, ji derve û hundur, di şer de ne. Lê em dibînin heta nuha, tu hêzên bejayî neketina nav tixûbên Sûriyeyê. Bêyî pejirandin û rizamendiya navdewletî ketina nav sînorê dewletekê ne pêkan e. Kes nikare leşkerên xwe daxine nav axa Sûriyeyê ya sînorkirî.
SMXLL

Li Bakur, ji aliyê çavsorî lê tê kirin, ji hêla kuştin û talan û wêrankirinê, îro ne kêmî aliyên Kurdistanê yên din; Sûriye-Rojavayî Kurdistanê, Îran-Rojhilatê Kurdistanê ye. Şerê çavsorên DAIŞê, li Başûr û Rojavayê Kurdistanê diyar e . Belê kavil û wêrankirina li Bakurê Kurdistanê, kuştin û talankirina can û mal û heta bi namûsê li ber çava ye. Ji ber bêdewletiyê ev dijwarî hemî, di nav pirsên “navxweyî” de dihêne jimartin, destêwardeneke navneteweyî li gora pêwîstiyê pêk nayê. Ger dewleteke Kurdan ya hatiye naskirin hebaya, ger nûnerîya Kurdan di nav koma miletan de, di Neteweyên Yekbuyî de hatiba naskirin, ma gelo ev talan û kavilkirin dê weha bi rehetî bihatana ajotin? Di baweriya min de: Na!

Li Rojhilatê Kurdistanê cengawer û canbêzarên Kurd, li hemberî desthilatdariya nijadperestan, ji bo doza xwe ya pîroz sînga xwe kirine sîper, ji nû ve hilkişiyane çiyayên Kurdistanê. Hêvî ji çiyayan bilindtir kirine. Li şûna darizandin, dadkirinên bê serûber, bi sedan li sêdarê bihêne dan, Pêşmergeyên Rojhilatê, ji mirinê re dilîrînin. Bakurê Kurdistanê, beşa parvekirî ya heri mezin e. Di dîroka rizgarkirina Kurdistanê de bingehekî çarenivîssaz e. Lê wek mezinekî Tirkan gotiye: “Eger rojekê şerek li Sûriyeyê çê bibe, hûn bizanibin ew şer ji bo Turkiyeyê (Bakurê Kurdistanê) ye” Ji ber girîngiya Bakur şerrekî gemarî lê dihêt birêvebirin. Dewlet li tu pîvanên şer napirse, bê rê û rêbaz, bê dilşewatî, Kurdistanê ji nuh ve dagîr dike. Dewlet ji nuh ve dikeve hemî şaneyên ku heta nuha neketiyê. Mal bi mal kolan bi kolan kavil dike. Wekî berê, di dîrokê de ku li Geliyê Zîlan, li Dêrsimê, li Çemê Qesaban û gelek deverên din kiriye,bi komelî kuştinê dike.

Vê carê hê dijwartir e: Brîndar bi rojan li erdê dimînin, nexweş nikarin herin nexweşxaneyan û termên zarokên mirî bi rojan di qeşayê de dihêne veşartin ku kes nikare bi azadî miriyên xwe jî bi gorr bike. Wêneyên Cizîrê, Nisêbînê, Geverê, yên nav bedena Diyarbekirê û gelek deveran welêt, dojehê li ber çavên merivan şêrîn dike. Li Başûrê Kurdistanê, kefteleft û helwesta serbixwebûna Kurdistanê ji ber van pêwîstiyan karekî pîroz e. Ev yek heyvanê azadî û serbixwebûna Kurdistana mezin e. Erkê ser şanê her kurdekî welatperwer e ku bi dil û can pîştgiriyê li vê daxwaza hêja ya Serok Mesûd Barzanî bikin ku tercumanî û rêberîya hemî kurdên dilsoz û dildarên Kurd û Kurdistanê dike. Beşdarên dilovan, rewş gelekî gran e. Venerîn û şîroveyên berfireh pêwîstîyeke bibênebê ye. Ji bêdewletî em dê gelek Alan Kurdî û Tahir Elçiyan wenda bikin.

Ji bê Dewletiyê em dê gelek Mişhel Temo û Nesreddîn Birhik û bi sedan cangoriyên hêja, binax bikin. Ji bê dewletiyê em dê gelek deverên Kurdistanê bi cih bihêlin. Di kavilkirina cih û warên bav û kalan de, ew saziya laş kurdî û mejî ji kurdbûnê şuştî, li Rojavayê Kurdistanê benda Kurdan ji hev belav dike, kurdên polîtîk bi bahaneyên vala û pûç dide girtin û wenda dike, wek li Rojhilat jî kirye, her weha li Bakurê Kurdistanê jî di wêrankirina Kurdistanê de, rûn di nanê neyar dide Gelî hêjayan! Ger em dest pê bikin û êş û azara miletê xwe binivîsin, bawer bikin, ne kombûneke weha, bi dirêjaya rojan em bibêjin dawî lê nayê. Em binivîsin defter têrê nakin. Birîn çiqasî kûr be, derd çendî pirr bin, hêvî ji hemiyan bilindtir e. Wek Berzaniyê mezin, bavê neteweya Kurd Mele Mustafa gotiye: “di şkestinan de, bê hevî bûn û di biserketinan de ji ser xwe çûn” di deftera me de cîh nagire.
SMXLL

Naskirina nexweşiyê nêviyê dermankirinê ye. Di vê tevliheviya mezin de, pêdivî û pêwîstiya Miletê Kurd bi hevgirtinê û pevxistina hestên neteweyî ji hemî demê bêtir e. Bi taybetî mejiyê teze, xebata cwanan, di tekoşîna rizgariyê de, çaresaz e, pêwîst e, bibênebê ye. Çareserî çi ye? Bi ruxseta we be dixwazim çend hevokan ji bo wê jî ji we, beşdarên bi rûmet re pêşkêş bikim. Dermanê me, tevgera me ya neteweyî ye. Di xeteke neteweyî demokrat de: em hemî kurdan wek endamên laşekî bibînin, êşa miletê xwe wekî êşa li canê xwe bibînin, pê biêşin, paraztina xaka me, ji me re armanca serete be û bidesxistinên kurdan herwekî bidesxistinên xwemalî yi, bibînin, çand û jiyana bihevre ya kurdan ji xwe re bikin armanc em dê biserkevin. Bi kurtî; li dîroka Kurd û Kurdistanê bixwedî bûn, parastin û rêzgirtina li xaka Kurdistanê, axiftin û bipêşdebirina kurdiya şêrîn, zimanê bav û kalan, zîmanê xwe, pîştgirî û rûmeta jiyana bihevre ye.

Ya herî pîroz, xwedî li Alaya Rengîn derketin û di hemî qadan dan hilkirin û libakirin û bilindkirina wê ye. Dixwazim li vir bibêjim; divê em bi hev re bikin qêrîn ku ji bilî Alaya ku Partiya Azadî bingehê wê daniyê, li Mahabadê hatiyê hildan û Qadî Muhamed emanetî Mele Mustafa Berzanî kiriye û îro li ser birc û eywan û saziyên Kurdistanê de hildayê û çeperên Pêşmergeyên qehreman di xemilîne, Serbilindaya Kurd û Kurdistanê, Alaya Rengîn, Alaya Kesk û sor û zer û gewherî pê ve em tu alayan nasnakin. Li Rojavayê Kurdistanê, leyistik û dek û dolabên dihêne gerandin li ber çava ye. Li gora min, bihevxistina reng û dengê her alî û beşê kurdan, daxistin û xuyakirina Pêşmergeyên Rojavayê Kurdistanê di nav cîh û warê bav û kalan de û derxistin û rakirina Erebên Xemir ji ser axa pîroz ya Kurdistanê, kilîta biserketinê ye.

BIJÎ SERXWEBÛN Û AZADÎ BIJÎ PÊMERGE. BIJÎ KURD Û HER BIJÎ KURDISTAN.

 

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev