Heta rêfêrêndûma

bona Serxwebûna Kurdistanê

maye:

Bazirganîya Koletîyê û Martîn Lûther Kîng

Bazirganîya Koletîyê û Martîn Lûther Kîng
Welat Agirî bi taybet ji bo malpera me gotaran amade dike
“Roja em ber pirsgirêka bêdeng man, ew rojê bibe destpêka dawîya me”
(Martîn Lûther Kîng)

Baş tê zanîn ku bi dawiya demsala 15mîn ve keşfên erdnîgarî destpê kirîbûn û dema qala keşfên nû dibe, berî her tiştî Emerîka tê bîra me. Ji ber ku heta 1492an derheq parzemîna Emerîkayê xeber û agahîyên milet, şah û qeyserên Ewrûpî tune bûn.

1492an de Kristof Colomb Okyanûsa Atlanîk re derbasbû û xwe gîhand Bakûra Emerîka yê. Bi dîtina parzemîna nû ve Ewrûpî kerî bi kerî, kom bi kom koç kirin, derbasê wî welatê nû bûn. Êdî bi wê keşfê ve yan jî bi saya serê Colomb jîyana feqîran, bêkesan bû xwedîyê rewşeke xedar, dîrokeke nû hat nivîsandin bi hêsirên çavên koleyan, bi xwîna bindestan.

Başûrê Emerîkayê bû para Îspanyol û Portekîzan, bakûr jî kete bin destê Îngiliz û Fransizan. Emerîka bû cih û warekî nû boy îngiliz, Fransiz, Portekîz û Îspanyolan, lê jixwe li wir medenîyetek hebû, xwecihîyên Emerîkayê yan jî bi navkirina Îngilizan “Red indian” bi gotina me “çermsor” ên xwedîye wê axê, jîyana xwe didomandin.

Bi serî de wek her miletên bi xîret ên xwelî û erdê xwe sahab dertên, çermsoran jî dixwestin welatê xwe, warê jiyînê biparêzin. Red indian mervên şervan bûn û zanîbûn yê çawa cengê bikin. Lê ma ew tiştekî asan bû ku aliyê jêrê bi Portekîz û Îspanyolan re aliyê jorê Îngiliz û Fransizan re biketana herbê? Car hene ku kuweta mil an jî jêhatîbûn kêr nayê, ew jî demeke wisa bû, ji ber ku destê miletê Ewrûpî de sîlahên agirî hebûn û ew ne tiştekî hêsan bû bo çermsoran ku berxwe bidin. Berxwedana herêmîyan ewqas dirêj nakişîne, demeke kin û kurt de Ewrûpî li parzemîna Emerikayê serdest dibin. Gelek herêmîyên çermsor tên kuştin û yên din jî dibin hêsîr û kolên çermspîyên dagirkeran.

MXLLS
Parzemîneke nû hatibû dîtin û pişesazî/senayî zû pêş de diçû û ew pêş de çûyîn pêwistîya xebatkaran, karkeran dianî holê. Dikarin bêjin ku ew bû sedema herî mezin boy bazirganîya koletîyê.

Heke em îro li rewşa Emerîka yê binhêhrin, yê were dîtin ku gelek miletê cûda û cihêreng li wir xwedîye jînê ne. Ew gelên ku jîyanê didomînin, piranî bi daxwaza xwe koçî wî welatî kirine lê ji bilî Efrîkîyan.

Emerîka û pîşesazî ya wê rûpeleke nû vekir li jîyana belengaz û bindestên gelê soran û reşikan.

Spîyên Emerîkayê yên nû, bi keştîyan hêsîr kişandin parzemîna nû. Nave wan keştîyan “Tumberîo”yan jî “keştîyên miraran” bû. Ere keştîyên miraran bû ku gelek bende rê de dimirin. Dest û pê wan zincîrê de û wek masîyan dihatin rêz kirin. Rê dirêj bû, rêwîtî zor bû. Nexweşî zû û bi hêsanî ve belav dibû. Bo sekinandina belavbûna nexweşîyan çara wan ya yekemîn kuştina nexweşa bû, loma yên bê derman dihatin kuştin yan ji behrê de dihatin xeniqandin.

Waxta keştî dighîştin Emerîkayê, firotana rebena destpê dikir. Fîyetên wan cûda cûda bûn ji ber ku kal, pîr, jar û nexweş gelek erzan bûn. Yên dihatin firotinê dest bi jîyaneke nû dikirin, yên ne dihatine kirîn jî birçîna benda mirinê diman. Bazirganîya koletîyê nêzîkê 400 salî dom kir û wek 20-30 mîlon bindest ji cîh û ware xwe hatin derxistin.

Ew kolê firsend didîtin ji Emerîkayê direvîyan. Revandinê bi xwe re şkencên nedîtî dianîn holê. Bi girtin û qefandinê ve milên wan dihatin jêkirin, zaxav û asîd dibû mêvanê rû û sûretê wan, şewatê wan digirt, şewateke bê agir, çerme bedenê dirûçikandin ku ewnê mayî re bibin mînak û yên dinê jî dest bi revê nekin. Yên bi rewê serketin jî welatekî nû ava kirin, ew welat jî Lîberya ye.

Bi destpêka bazirganîyê heta navîna demsala 19mîn, Efrîkî yên bê siûd tu heq û maf destnexistin. 1804an de li eyaletên bakûr koletî hate qedexekirin. Lê ew qedexebûn ji bo hemû Emerîkayê nebû. Başûrê Emerîkayê dijberê wan qanûn û zagonan derdiket. Ji bo wê sedemê navbera bakûr û başûr de şer derket. Ev şera bi serkeftina bakûr ve kutabû.

SMXLL
Koletî ji aliyê Abraham Lincoln 19ê Hazîranê 1862an de bi binî ve hate rakirin. Lincoln dijberî koletîyê bû û ji bo we hilbijartinê de bi zêdetî rayên reşikên Emerîka hildide û dibe serokê 16mîn.

Koletî bi fermî hatibû rakirin lêbelê bindestîya jîyana rojane de bi hemû hêz û kuweta xwe ve didoma.
Bi yalîkî din ve jî azadî çermreşan re dijwar bû û gelekî wan bi xwestina xwe vegeryan cem xwedîyê xwe yên berê. Dibe ku pirsek were aqila ku ew çawa dibe,çawa meriv ji azadîyê rûyê xwe bade û vegere koletiyê? Ma ew tiştekî hêsan bû kû miletekî 400 sal bindest mayî bi carekî ve azad bûya? Heta wê deme reşikên Emerîkayê xulam û kole bûn. Destê wan de tu mal û milk nînbû. Ji rabûna koletyê û destxistina azadîyê ve wana xwe wek merivekî çawa tazî bimîne, wisa tazî û neçar dîtin. Kar, şixul, xwarin û wexwarin tune bû, bêgavî carke dinê vegeryan cem xwedîyên xwe û dîsa dest bi cotkarî û xebatên dinê kirin.

Bi qedexe bûnê ve pêwist bû ku kar û xebatên maf,sîyasî,çandî destpê bikira. Lê mixabin 1965 heta 1910 li cîvakê de tu komel û rêxistin tune bûn ku pê bavûje, rê nîşanê bêbexta bide. Em dikarin bêjin ku rewşenbîrên Efrîkî-Emerîkî nêzkê 50 salî pişt azadîya fermi, civîn ser hev, aktîv bûn, rê û rêzan çêkirin.

Rewşenbîrekî herî xîret û xwedî kar û xebat Martîn Lûther Kîng e. Kîng 1948an de li Zanîgeha Morehouseê xwandina xwe diqedîne. Pey xelaskirina xwandina bilind dibe keşîşê Dêra Dexterê û ew dêr gelek meşhûr bû û baş dihat nasîn. Martîn Lûther Kîng hê waxtê xwendina xwe de tevî komên şagirtên zankoyê bû û dixwest bi çalakîya, neheqîyî bîne zimên. King wê demê Benjamîn Mayse nasdike, Mayse,-Parezgerê Mafên Welatîya- bû. Fikr û ramanên benjamîn tesîr û bandorek e mezin ser King dihêle. Bi wê naskirinê ve,têkoşîna King ya bo maf û azadîyê zêde dibe.

1ê Berfanbera 1955an de Bûyera Rosa Parksê destpê kir. Rosa Parks jineke cermreş bû. Parksê rojekî otobusê de cihê xwe neda cermspîyekî û encamê de hat girtin. Wê salê boykota otobusê destpê kir û salekî zêdetir kişand. Ew boykot bi rêberîya Kîng dewam dikir. Ji bo wê King avûtin girtîgeh ê. Dawîyê de bi qirarê dadê ve regezperestî ya otobusan rabû û Kîng ji girtêgehê derket.

Martin Luther King bi aliyê çalakîyan ve rê ya Gandhî dişopand, felsefa Gandhî felsefa wî bû. Hemberî çalakîyên bi şîdet disekinî û rêbazî ya heq xwestina bi aşitîyê dikir.

Luther King 1963an de çalakîyeke nû organîze kir. –Boy kar û azadîyê bimeşe Waşîngtonê-
250.000 însan beşdarê wê meşê bû. Ew meşandin li dîroka waşîngtonê de ya herî qelebalix bû. King li ber peykerê Lincoln xeberdana xwe ya dîrokî dike û navê wê xeberdanê jî “i have a dream” yan jî “xewneke min heye” ye.

De werin em wê xewnê binhêrin ka xewneke çawanê,

“Ez îro we re dibêjim ku, dostên min, ligel hemû dijwarî û astengan xewneke min heye, xewneke ku bi xewna Amerîkayê re kûr bûye û reh girtîye.

Xewneke min heye, rojekê were ew miletê rabe ser pîyan û yê bawerîya xwe rastîn bijîn. Em vênê jî bi taybetî qebûl dikin ku hemû însan wek hev hatine afirandin.

Xewneke min heye, rojekê were zarokên koleyên berê û zarokên xwedîyên koleyên berê yê bi hev re ser tepeyên Georgia ser sifra biratîyê rûnên.

Xewneke min heye, rojekê were, eyaleta Mississippi ya bêdadê û zordestîyê aciz bûye û bûye çol, yê bibe mêrga azadî û edalet ê.

Xewneke min heye, rojekê were, welatekî hebe boy zarokan, welatekî wisa kû ne li gorî rengê çermên çar zarokên piçûk, anegorê şexsîyetên wan yên werin nirxandin.

Xewneke min heye îro.

Xewneke min heye, rojekê were, kurikên reşik û keçikên reşik, kurikên spî û keçikên spî yên destê hev bigrin û wek xwîşk bira bijîn.

Eva hêvîya me ye. Vegerandin a başûr ve ev bawerîyê bi min re be. Emê bi vê bawerîyê çîyayê bêhêvîyê bikolin û peykerê hêvîyê bînin holê.

Emê bi vê bawerîyê qêrînên bê aheng ên em dorpêç kirinê buguhirînin senfonîya biratîyê.

Em zanin ku rojekî eme bi vê bawerîyê azadbin, ji bo wê jî emê bi hev re bixebitin, bi hev re dia bikin, bi hev re têkoşînê bikin, bi hev re bikevin girtîxanê û bi hev re rabin ser pîyan bo azadîyê.

Wê rojê hemû qûlên Xwedê, yê vê qesîdê bi wateke nû ve ;

Welatê min welatê te

Niştîmana delala azadîyê

Va te re dibêjim

Ev axa kalên te yên lê mirin e

Axa şehîda ê pê şenaz bûn,

Berwarê her çîyakî

Azadîyê deng vede.

Eger Emerîka dixwazê bibe welatekî mezin yê bêgav vênê bîne holê.

Îcar bila azadî çîyayê Hampshîrê deng vede,

Bila çîyayên New Yorkê deng vede.

Waxta deng vedana azadîyê hate holê, waxta dengê azadîyê ji her navçê, her gundî, her eyaletê her bajarê hate bihîstin ewê rojê nêzîk be û wê rojê hemû qûlên Xwedê,reş û spî,cihû û nasranî, misilman û bûdîst yê destê hev bigrin û yê xwedayîyeke kevn ya reşikan bêjin:

Davîyê de azadî ! Davîyê de azadî !

Te re şikir be ya Rebbî

Davîyê de em hemû jî azadin.”

Ji bo wê meşê û xebatên wî yên derheq mafê insanan de, King 1964an de bû xwedîyê Xelata Nobelê.

Bi têkoşîn û çalakîyên Luther King, 1965an de mafê ray dayînê kete makeqanûnê.

25ê Adarê 1965an de King xwest ku ji bajara Salma heta bajara Monthomery meşekê bîne pê lê destûr nehat hildan û bi astengîya polêsan ve gelek çalakîvan hatin kuştin û birîndarkirin. Bo wê qetlîamê navê wê rojê bi ” yekşema bixwîn” hat navkirin. Dûv wê bûyerê yekîtî zêde bû û King piştgirî dit ji tevgerên çandî û sîyasîyan.

We demê Emerîka bi Vîyetnam re ketibû şer de, 4 Nîsan 1967an de li Dêra Newyork City ê de axaftinek dike. Navê axaftina wî “Vietnamê wêdetir: dema şkestina bêdengîyê” bû. Bi xeberdana xwe de got ” ev şerê bi Vietnamê re dadmend nîne”. Ji bo wê gotinê aliyê gel û aliyê medyayê reaksîyoneke xirab dît.

King ji aliye başûrîyan ve dihat şopandin, nijadperest pê bi pê pey bûn. 4ê Nîsanê 1968an de li balkona otêla xwe bi bedxwazî/ suiqest ve hate kuştin. Pey mirina wî ve ji aliyê serokê Emerîkayê şîna netewî hat ragihandin. 300.000 însan beşdarî cinazê wî bûn.

Xeynî Nobelê, King 1965an de xelata Cîvka Cihûyên Amerîka, 1966an de Xelata Hikûmeta Jamaika, 1977an de navê wî hat nivîsan bo Xelata Azadî yê ji aliyê serokê Amerîkayê. Ji dûv wê dîrokê re navê gelek rê û kolanan hatin guhertin bi nave Martîn Luther Kîng hat navkirin.

 

Derheqa nivîskar da

Welat Agirî

Zanîngeha Uludagê (Bursa) da zanîst ( science) xwand. A niha mamostetiyê dike

Qeydên dişibine hev