Fermandar Nazif Üren: Rahênerîya Pêşmergeyên Roj dike

Fermandar Nazif Üren: Rahênerîya Pêşmergeyên Roj dike
Mehmed Salih Bedirxan

Bi êrîşên DAIŞ’ê yên ser Kurdistanê re ji her çar parçeyên Kurdistanê ciwanên kurd beşdarî nav refên Pêşmerge bûn. Fermandarê Pêşmerge Nazif Ürenê ji Bakurê Kurdistanê ye jî di berxwedana dijî DAIŞ’ê de cihê xwe girtîye û rahênerîya Pêşmergeyên Roj dike.

Piştî êrîşa DAIŞ’a ya ser Şengalê û navçeyên din ê Kurdistanê ji Rojhilat, Rojava û Bakurê Kurdistanê û Ewropayê ciwanên kurd cihê xwe di nava Pêşmergeyan de girtin û li dijî DAIŞ’ê dest bi şer kirin. 6 hezar “Pêşmergeyên Roj” yên ji bo parastina Rojavayê Kurdistanê ji alîyê Yekîneyên Zêrevanî dihatin perwerde kirin jî, li dijî DAIŞ’ê de dest bi şerkirin. Fermandarê Pêşmerge Nazif Ürenê ji Qilabana Şirnexa Bakurê Kurdistanê ye jî li Şengalê Pêşmergeyên Roj fêr dike. Fermandarê Pêşemerge Üren eşkere kir ku Pêşmergeyên Roj ji destpêka şerê DAIŞ’ê cihê xwe di sengeran de girtine û ew her bihosta xaka Başûr weke xaka giştî ya Kurdistanê dizanin.
Fermandar Üren: Pêşmergeyên Roj ji parastina Rojava re amadene
Fermandarê Pêşmergeyên Roj li Şengalê Nazif Üren bal kişand ser serborîya xwe ya Pêşmergeyatîyê û şerê li dijî DAIŞ’ê jî û eşkere kir ew li ser rêya Melle Mistefa Barzanîyê Nemir perwerde bûye û ji bo wî ferqa Bakur, Başûr, Rojhilat û Rojavayê Kurdistanê jî tuneye. Üren di berdewamîya axaftina xwe jî de amaje bi wê yekê kir ku rewşa Rojava û Bakurê Kurdistanê jî bûye sedem ku ew nîgeran bibin. Üren nîqaşên derbasbûna Pêşmergeyên Roj jî bi bîr xist û wiha berdewam kir: Pêşmergeyên Roj, amade ne her xaka Kurdistanê biparêzin. Berîya Kobanê bikeve wî halî nedixwestin Pêşmerge derbasî Rojava bibin. Piştî ku Kobanê ket xetereyê doza derbasbûna kirin. Em hêvî dikin ku birayên li Rojava rastîyê bibînin û razî bibin ku Pêşmergeyên Roj jî bi erka parastina Rojava re rabin.”
“Pêşmergeyên Roj di her mîhwerê de cihê xwe digrin”
Her wiha Üren di dawîya axaftina xwe de destnîşanî bi zîrekîya Pêşmergeyên Roj jî kir û tekezî bi wê yekê kir ku Pêşmergeyên Roj di her mîhwerê cihê xwe girtine û ew parastina Kurdistanê dikin. Üren destnîşanî bi wê yekê kir ku Pêşmergeyên Roj di operasyona rizgarikirina Şengalê jî de cihê xwe girtin û derbeyên mezin li DAIŞ’ê dane.

Derheqa nivîskar da

Mehmed Salih Bedirxan

Lisansa dîrokê a mastera kurdi xwendiye. Karmendê BasNews e

Qeydên dişibine hev