Careke din ser alfabeya kurdî-latînî

Careke din ser alfabeya kurdî-latînî

Têmûrê Xelîl

SWÊD, 24/4 2016 — Van dawîyan derheqa alfabeya kurdî ya latînî da hevpeyvîna bi min ra li rojnameya Rûdawê da çap bû. Ez bi belgeyan îzbat dikim ko alfabeya kurdî-latînî a kurdên Sovyetê berî alfabeya kurdî-latînî a Celadet Bedirxan hebûye.

Bi wê alfabeyê berî sala 1930î pirtûk çap bûne û ji sala 1930î destpêkirî jî rojnameya “Rya teze” dest bi weşana xwe kirîye. Dema ew hevpeyvîna bi min ra li Facebookê jî belav bû, gelek kesan fikirên xwe wek şirove di bin wê hevpeyvînê da nivîsîn. Yek ji wana Seydo Seydo bû (Îbrahîm Seydo Aydogan) û ha nivîsî bû:

”Keko destxweş!

Ez dixwazim her weha lê zêde bikim ko Erebê Şemo di wê alfabeya Marogulov de bi şaşî tê bikaranîn. Lewre ew alfabe ya Marogulov e û weha hatiye qeydkirin. Wê dewrê di rojnameyan de jî behsa wê hatiye kirin û Erebê Şemo bi xwe jî li ser wî û alfabeya wî 3 gotar nivîsîne.

Ereb Şamilov tenê tev li amadekirina pirtûka Xo Xo hînbûna kurdî û pirtûkên perwerdehiyê bûye ko ji xwe navê wî weke E.Ş li ser wan heye.

Wekî din agahiyên din yên li ser rola wî ya di avakirina alfabeyê de û li ser wê peyva ko Gorkî li ser wî gotiye gellek efsane hene.

(Min ev mijar di pirtûka xwe ya bi navê Guman-1 de jî gotine)”.

¤¤¤
Ka ew alfabe çawa ya Marogûlov e û li kû ew weha hatîye qeydkirin, haya tu kurdekî Sovyet û tu kurdzan-rojhilatzanekî ji Sovyet pê tune. Ka wê dewrê li kîjan rojnameyê behsa wê yekê hatîye kirin, haya tu kurdekî Sovyet û tu kurdzan-rojhilatzanekî ji Sovyet pê tune. Ka kengê, li kû Erebê Şemo bi xwe jî li ser wî û alfabeya wî 3 gotar nivîsîne, ew jî haya tu kurdekî Sovyet û tu kurdzan-rojhilatzanekî ji Sovyet pê tune.

Tiştê li meydanê heye ev e: Erebê Şemo bi xwe jibergirtina (kopîya) biryara Komîtêya Navbendî ya Partîya Komûnîstîyê (KN PK) ya Komara Ermenîstanê a derheqa wê yekê da, ko amadekirina alfabeya latînî ya kurdên Yekîtî Sovyet spartine wî (ew belgenameya bi nav, îmze û mohr a bi zimanê rûsî me wergerande kurdî û em bi gotarê ra tevayî çap dikin) daye min, min jî ew daye lêkolîner Mistefa Aydogan, ji ber ko ew li ser vê meselê lêkolînên dûr û dirêj dike, gihîştîye encama hema bêje herî dawî jî, lê ji ber ko ew lêkolînerekî ciddî ye, li bendê ye heta du pirsên biçûk jî zelal bike, paşê lêkolîna xwe çap bike. Havînê ezê bo wê pirsê rastî keça Erebê Şemo bêm û wê meseleyê zêdetir zelal bikim û encamê bigihînime Mistefa Aydogan.

Wergera belgeya hûn di wêneyê da dibînin, ha ye:

”Ez bi vê nivîsê testîq dikim, ko KN PK Ermenistanê di sala 1925an da sparte înstrûktorê xwe Erebê Şemo Şamîlov ji bo kurdan alfabeya li ser bingehê tîpên latînî amade bike. Gorî bawerîya kurdzanê binavûdeng, akademîkê Akadêmîya Zanyarî ya Yekîtîya Sovet Îosîf Abgarê Orbelî birêz Şamîlov ew kar bi serketî kir.

Sêkrêtarê berê yê KN PK Ermenistanê, niha akadêmîkê Akadêmîya Zanyarî ya Komara Sovyetî ya Sosîalîstî ya Ermenîstanê (îmze) Îoannîsyan A.G.

Ez îmzeya Îoannîsyan testîq dikim: Sêkrêtarê ulmî yê Akademîya Zanyarî ya Komara Sovyetî ya Sosîalîstî ya Ermenistanê, doktorê dîrokê (îmze) Hakobyan S.M.”.

Ji bo ko xwendevan zêde ser vê pirsê haydar bin, ezê meseleya ka bo çi navê Erebê Şemo li ser pirtûkan wek E.Ş. hatîye nivîsandin we agahdar bikim. Erebê Şemo ji bo karê xwe yê welatparêzîyê bi xeyba jiberxwederxistî a hinek xayînên me yên çavnebar û hesûd 17 salan di hebisên Sîbîrîyayê da ma (em zanin jî kê ew bêbextîya dîrokî kirine, wî wek şêxekî dijminê dewletê nîşan dane, paşê ew hate efûkirin û dewletê lêborîna xwe jî xwest. Lê mijara me ne ew e, lema ezê behsa vê yekê nekim).

Kesên bi navûdeng ko di wan salan da ketine hebisê, mirovên pênebawer dihatin hesibandin, hewil didan behsa wan nekin û navê wan li tu cîyan eşkere nekin. Ji ber wê jî, dema behsa çêkirina alfabeya kurdî, çapkirina pirtûkan hatîye kirinê, navê Erebê Şemo wek E.Ş. hatîye nivîsînê da zêde neyê naskirinê, lê navê berdestên wî di karê sazkirina alfabeyê û çapkirina pirtûkan da derdixistine pêş.

Kî ji we dikare bawer bike ko ew karên mezin ne akadêmîsyenê xwendî û zane, bingehdarê edebîyeta kurdî Erebê Şemo kirîye, lê mamostayekî sade li gundekî Ermenistanê Îsahak Marogûlovê aşûrî kirîye, ko kurmancîya wî ber kurmancîya Erebê Şemo ne tiştek bû û xwendina wî jî eynî wisa?

Dawîyê dixwazim destnîşan bikim ko Î. Aydogan di şiroveya xwe da navê pirtûka pêşin a bi kurdîya latînî a Erebê Şemo û Îsahak Marogûlov amadekirî wek “Xo Xo hînbûna kurdî” raberî xwendevanan kirîye. Lê pirtûkeke bi wî navî tune. Navê wê pirtûkê ha ye: “Xö-Xö hînbûna xöndina nvîsara kurmancî”.

Lazim e di karê zanyarîyê yên hesas da her tişt rast bê nivîsandin.

Gelo tenê Î. Aydogan ser vê bawerîyê ye? Na! profêsor Celîlê Celîl jî li ser vê bawerîyê ye. Lê li ser vê bawerîyê bûn tiştek e, rastî û dîrok tiştek din e. Mirov bê hemdê xwe difikire: – Tirk bi her awahî hewil didin karên miletên din wek yên xwe nîşan bidin, em jî hewil didin karên xwe wek karên miletên din bidine nîşankirin. Ji vê zirara me pir e, lê kara dijmin pir e.

Em hêvîdar in ko ew rastî jî wê derkeve meydanê, ko alfabeya kurdî-latînî ya kurdên Sovyetê Erebê Şemo çê kirîye û di wî karî da Îsahak Marogûlovê aşûrî ko mamostayekî sade bû li gundekî Ermenîstanê yê biçûk da, alî wî kirîye.
———————————–

Nivîskar: TÊMÛRÊ XELÎL temur_xelil@hotmail.com

http://www.nefel.com/articles/article_detail.asp?RubricNr=2&ArticleNr=8699

Derheqa nivîskar da

Têmûrê Xelîl

Berpirsyarê malpera me, sêkrêtarê Komeleya Nivîskarên Kurd li Swed, endamê Yekîtîya Rojnamevanên bajarê Moskvayê, nivîskar û rojnamevan. Fakulta fîzîk-matêmatîkê a zanîngeheke Ermenîstanê temam kirîye.

Qeydên dişibine hev