Heta rêfêrêndûma

bona Serxwebûna Kurdistanê

maye:

“Folklora Kurmanciyê” û Dilsozekî çand û hunera me

“Folklora Kurmanciyê” û Dilsozekî çand û hunera me
Mehmet Gültekin, lêkolîner
 
Dema em di salên 70’yî de li bajarê xwe yê qedîm Bazîda li quntarê çiyayê Araratê mezin
dibûn hunera wêjeyeke xurt ya ji zarê dengbêjên me hogiriya jiyana me dikir, mezinên me ew kilam û destanên ji dîroka miletê me, bi taybetî yên li ser berxwedana Araratê ji me ra şirove dikirin. Herdu birayên delal, Musa û Huseyn Turan jî bi heman hestan mezin dibûn; civakê di hemû beşên jiyanê da gelek zêde qedrê ziman, dîrok, çand û hunera kurdî digirt, zarokên xwe bi van nirxên hevpar yên miletiyê perwerde dikirin. Ji alîkî da helbest û şîretên Ehmedê Xanî ji aliyê din de dengê radyoya Rewanê bi bernameyên li ser çand û huner, zanyariyên ziman, dîrok û civakî yên bi saya xebat û keda birayên me yên li bakûrê çemê Erezê rojên me dixemilandin. Em 70-80 sal beriya wê ji hevdu hatibûn qetandin, dewletên dagirker axa me li vir jî parçe kiribûn. Ew mabûn li wî aliyê avê, em jî li vî alî, dengê wan dihat me, destên me nedigihîştin hevdu.
Heta salên 1930 an xebatên lêkolîna zanyariyên kurdî ji aliyê biyaniyan de hatine meşandin ku destpêka pêvajoya wê digihêje heta nîvê yekem ya sedsala 19 an. Zanyarên rojavayê di gelek xebatên xwe yên derbarê wêje û zargotina kurdan de destnîşan dikirin ku Kurd ji hemû miletên cînarên xwe bêhtir xwedî hunera zargotineke ji dengbêjî, sazbendî û wêjeya zarbêjiyê a dewlemend in.
Salên 1930î di nav Kurdên Kafkasya Başûr, ango Sovyeta berê de nûjeniyek sereke di warê pêşkeftina zanyariyên kurdî da peyda kir. Kurdan êdî bi xwe jî dest avêtibûn sazkirina bingeha ziman û perwerdeya zarokên xwe û bi xurtî lêkolîn, amadekarî û çapa pirtûkên kurdî bona dibistanan dimeşandin. Nivîskar û lêkolînerên kurd roman, helbest û xebatên zanyariyên kurdî diweşandin. Heciyê Cindî û Emînê Evdal hin salên 1920î da dest bi berhevkirina nimûneyên zargotina me ya dewlemend di nav kurdên Sovyetê de kiribûn. Dema pirtûka wan a bi navê “Folklora Kurmanca” di sala 1936 an da çap bû, wê di nav dinya zanyariyên Rohilatê de gelek deng da, ji aliyê kurdên parçeyên mayîn yên ku pêhesiyabûn bi kêfxweşî hat ecibandin.
Xebatên Heciyê Cindî yên akademîk di derbarê zargotina kurdî da ji wan salan heta dawiya jiyana wî berdewam kirin. Heciyê Cindî piştî gelek lêkolîn û xetatên di nav civaka me da di sala 1957 an da berhema xwe ya giranbiha bi navê “Folklora Kurmanciyê” jî çapkir. Pirtûk ji sedan nimûyên hezkirî yên dengbêjî û sazbendiya kurdan pêk hatibû, ji kilam û destanên epîk yên dîrokî û bengîtiyê.
“Folklora Kurmanciyê” wê niha li bakûrê Kurdistanê bi teşwîq û alîkariya hevalê hêja, dilxwaz û çalakvanê çand, hûner û wêjeya me, karsazê kurd Huseyn Turan ji nûve bê weşandin. Di welatên azad û pêşketî da çanda alîkariya karsazan ji bo bidestxistin, lêkolîn, parastin û belavkirina nirx û kevneşopiyên civakê ji zûde ye berfireh bûye û gihîştiye asteke payebilind. Ev alîkariyên şexsî û sazî ne tenê ji bo ronahîkirina hêjayiyên me yên giranbuha kêrhatî ne, ew her wisa jî hemû qadên civakê li ser bingeha nirxên hevpar nêzikî hevdu dike, ango yek miletbûna me dipejirîne.
Malbata Huseyn Turan ji berêv de di nav tevgera azadî û serxwebûna gelê me de ye, wê hin di sala 1990 an de di riya azadî û serxwebûna welatê me de birayek, Nureddîn ê ku bi navê Dr. Agît navdar bû, şehîd daye. Huseyn bi dilsozî û kêfxweşî alîkarê çand û hunera miletê xwe ye, dost û hevalên wî yên sereke sazbend, dengbêj, şanovan û ronakbîr in, ew kû de diçe berêya her kesî çavên xwe li wan digerîne, bi wan re meclisa xwe datîne û dikeve dêndariya kûraniya huner û zanyariyên kurdî. Ew di hemû projeyên kêrhatî de ji destpêkê heta dawiyê beşdarî hemû pêvajoyên wê dibe.
Dema herêmeke Kurdistanê wek Kobanê ji aliyê şûrkêşên dagirkeran de tê dorpêç kirin, Huseyn hema bi lez bi kamyonên bo alîkariyê xwe digihîne hewara birayên xwe. Di cotmeha sala 2014 an de dema pêşmerge ji bo piştgriya birayên xwe ji başûr berbi Kobanê meşiyan, dewletên herêmê, bi taybetî jî ya Romê gelek dilteng bûn û di rojnameyên xwe yên sereke de nûçeyeke derewîn belav kirin ku qaşo pêşmergeyan li ser riya di navbera Mêrdîn û Rûhayê de hesabê xwerin û vexwarina ya aşxaneyê nedaye. Huseyn hema bi lez berê xwe da rayedarên wê herêmê û rojnameyên tirkî û got, “ger bi rastî jî deyneke pêşmergeyan mabe, ez amade me wê îroj bidim”. Xîreta wî devdirêjiya hevsarkêşên dewletê qebûl nekiribû.
Divê ev çand di nava civaka me gelek zêdetir û berfirehtir belav bibe û pêşde biçe. Bê nebê civakek ji bona ronahîkirina nirxên xwe hewcedarê lêkolîner, wêjekar û alîkarên wan e. Dema roj tê civakek dibe xwediyê kevneşopiyên xwe, ziman, wêje û dîroka xwe, ew ne tenê afirenêrên wan hêjayiyan, lê pê re her wisa alîkar û dilsozên wan jî hertim bibîrtîne. Ji wê rojê pê va jî çandeke nû di nava civakê de peyda dibe ku tê de karsaz, karker, hunermend li ser bingeha vê çanda hevpar nêzikî hevdu dibin ya ku diyaroka sereke ya bextewariya civakekê ye.

Derheqa nivîskar da

Mehmet Gultekîn

li Frankfurtê di Zanîngeha Johann Wolfgang von Goethe da beşên Fîlolojiyê û Mater a wê qedand// Niha di Mahmekeyê Bilind yên Akmanya da wek Pisporê Ziman û mijarên Kurd û Tirkan kar dike

Qeydên dişibine hev