Helbestvana navdar Mizgîn Hesko helbesta xwe a bi sernavê “Derwêşê Şingalê” dixwîne

Helbestvana navdar Mizgîn Hesko helbesta xwe a bi sernavê “Derwêşê Şingalê” dixwîne

Derwêşê Şingalê

Mizgîn Hesko

Yek…didu

Û heftê û du ferman

Û Şengala min

Hîna jî

Qelenê kurdîniya xwe

Bacên pêdariya xwe

Buhayê mêrxasî

û lehengiya xwe dide

Yek ..didu

Û di enfala heftê û sisiyan de

Şengal…

Hîna jî

Bazê di hêlîna çiyê de

Baskên azadiyê

Diferidîne.

Û li ber dergehên tunekirinê

Hebûna xwe…

Xetîreyên di zeyta zeytûnê de

Pîroz…pîroz

Vêdixîne

Çiradankên ku ji xwîna Derwêşê Avdî

Dagirtî..

Dadidî

Û ji kilçîvê Adûla Milî

Çavên keç û lawan

Yaran

Avîndaran

Direngizîne.

Û Adûlê…

Hîna jî

Cil û bergên

Derwêşê xwe yê birîndar

Û bê mirad

Bi hêsrên mêkewan

Û zelaliya kaniya spî

Işqê

Li xwe pîroz dike

Li ber mezarê

Şerfedîn….xerzê gelî

Lavajan ezber dike

Û mizgîniyê didê Kurdistanê

Ol ji bo xwedan

Neştuman yanê

Ol ji bo xwedan

Kurdistan yan neman

Û derwêşê min

Hela  rabe

Û ji gulçîçekên deşta Şengalê

Ji laleyên bedena yarê

Qefdeke gulgulîn

Berhev bike

Û gora nemirên kurd

Bixemilîne.

Derwêşê min…

Ev e ….çendîn babelîsk in

Û hîna jî

Tu buhayê işqê didî

Ev e ….çendîn dem û dewran zîvirîn

Û Adûlê…

Hîn nikare birînên te

Birîndaro

Xerîbo

Derman bikî

Lê Derwêşê min

Bila lêvên te zîz nebin

Ta xirêna mirinê

Û Adûlê …

Dê bi dilsozî

Li ber serê te

Ji biskên porê xwe

Yê zêrîn

Şal û şapikê evîniyê

Kurdîniyê

Di şepêlên bendemanê de

Li ser sînga te

Mirinê dipejirîne

Lo….Derwêşê min

Çavên xwe yên mêşinî

Hela veke

Bejin û bala te ya badayî

Di darbestan de

Hilnayê

Wiha jî

Çar demsal kulîlk

Li ser kirasê bûkaniya

Adûla Milî

Ya zaza

Ya soran

Ya behdînî

Buhar…

Xweştirîn werz

Dibişkivin.

Hela rabe

Û kirîvîn xwînê

Vexwenî zemawendê bike

Rahêje…

Tûrikê Feqhê gerhok

Û li her çar aliyên dilî

Felsefeya işqê

Neştumanî ragihîne.

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev