Hunermendê ciwan û dengxweş ji kurdên Gurcistanê

Hunermendê ciwan û dengxweş ji kurdên Gurcistanê, evîndarê miletê xwe, evîndarê welatê xwe, xweyê şureta hunurîyê yê mezin, dengbêj Sêvdînê XalitÇand, hest, mûzîk û kilama kurdî di jîyana wî de cîkî giring girtîye. Jîyana di nav gund û çiyayên Ermenîstanê de ji bo Sêvdîne Xalit bû çavkaniya evîndarîya strana gelêrî. Ji zarokatiya xwe de kilama dibêje û hînî tembûrê bûye û bi saya vê ji çanda gel ya dewlemend sûd wergirtiye û berhemên xwe diafirîne. Şeroyê Biro, Karapête Xaco, Arame Tîgran, dengbêjên dema me Şivan Perwer, Ciwan Haco, Delîl Dilanar, Hozan Diyar û Hozan Kawa li ser mûzîk û kilamên wî tesîr kiriye.

Sêvdîn sala 1983 li gundê Ria teze ya herêma Aragasê ya Ermenîstanê de ji dayîk bûye. Li Ermenîstanê Sêvdîn di temenê 12 salîya xwe da dibistana mûzîkayê ya beşa dengbêjiyê jî temam kir. Malbeta wî de kilamên kurdî yên resen gelek hiz dikirin, heta ku remetîyên bavê wî Xalitê Celîl û kalkê wî Celîlê Misto, ew bi xwe jî xwedî dengekî pir xweş bûn. Malbata wan ji eşîreta Bela, ji bereka Korkitîyan e, ku bi e’slê xwe ji herêma Qerse bûn.

Sêvdîn bi xwe kilama disêwirîne, bawer bikin pir xweş disêwrîne. Dibe di nava stranbêjîya kurdî ya gelêrî û nûjên de ne ewqas jî naskirî ye, lê bêguman ez bawer im navê wî we zûtirîn dem li ser lêvan be û bibe steyrkeke geş li ezmanê hunurmendiya kurdî de. Di dengê Sêvdînê Xalit de hemû taybetmendiyên hunera dengbêjiya kurdan tên dîtin. Gava meriv stranên wî guhdar dike, bedewî û bêhna zozan û çiyayên Kurdistanê meriv texmîn dike.

Mijarên berhemên Sêvdîn pirreng in: welatparêzî, şer, lehengî, evînî, folkorî ne. Sêvdîne Xalit pişt re, kengê hate bajarê Tbîlîsîyê bi awayekî profesîonalî li ser kilaman xebitî û sala 2011 albumeke kilaman bi navê “Bi hev re” çê kir. Tê de 11 kilam bi cî bûn, ji wana, gotin û mûzîka 4 kilaman Sêvdînê Xalit bi xwe sêwirandîye, nava albûmê de çend kilamên gelêrî û du stranên Şivan Perwer in. Niha jî li ser amadekirina albûmeke nû dixebite.

Amedekar û rêvebira bernameyê Bêlla Stûrkî ye.

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev