KERSEKÊ HALÊ KEVİR DE GİRİYAYÎ

KERSEKÊ HALÊ KEVİR DE GİRİYAYÎ
Bo çi kurd di halê ermenîyan da digirîn, di halê êzdîyan da nagirîn?
 
 Dema ez li mal de piçûk bûm, îjar min mafê xwûşk û birayên xwe jî carna diparast, dayka min ji min re digot kersekê halê kevir de giriyayî.
Gorî gotina dayka min li mêrgekî de kersekek hebûye (giloka xweliyê/axê) kersek û kevir li rex hev bûne, digot dema baran dibarî kersek kevir re digot wax, limin wax, halê te yê çawa bibe ber vê baranê, dema baran dibarî kersek dibû herî, çamûr diçû, kevir dîsa şûna xwe de dima, ew kersek diçû kersekekî din dihat ba kevir, lê kevir her tim şûna xwe de dima, wek kevir disekinî.
Dema ez gellên rojhilata navîn û Kurda dinhêrim gotina dayka min dikeve bîrya min.
Ji bo Erebê Filistînê me ewqas İsraîl da hemberî xwe heya gelek ji me qaşo bûne mucahîd çûn ji bo Filistînan İsraila re şer kirin, le roja îroyîn rayadarên Filistîn dewleteke ser navê Kurdistanê napejirînin û pir xeter dibînin.
Wê salê dewleta Misrê biryar da ku 638 girtiyên xwe bidarizine, darda bike, me Kurda dîsa nerazibûna xwe nîşan da, ku destên gelek hevalên me bihata yên biçûna qada Tahrîrê çalakî darbixistana, lê dewlata İranê her roj, her meh, her sal Kurda darda dike, dikûje ne Kurd awakî baş vê yekê dibînin, ne jî misilmanên birayê wan. Ewqas dewletên Ereba hene tu kesekî rojekî ji bo Kurdên İranê tu tiştek nehaniye li ser zimanê xwe, mabesta wan jî tuneye.
Çend roj berê li Tirkiyê civîna Rêxistina Hevkariya Îslamê (İslam İşbirliği Teşkilatı) hebû, ev rêxistina sala 1969 de li Erebistana Sihûdî/Cîdeyê hatiye avakirin û 56 welatê Îslamê endamê vê rixistinê ne, heta roja îroyîn ewqas xezebên giran li ser Kurdan re derbas bûne wek xezeba Enfalê, Helepçeyê, Roboskî, Şengalê, Kobaniyê û hwd, vê rêxistinê rojekê qala Kurdan nekiriye, herwisa şermezar jî nekiriye, van xezebên giran re çavê xwe girtine û kor bûne û gelek caran jî xezebên li ser Kurdan rewa dîtine, ji bilî Kurdan li kuderê misilmanek hebe rewşa wan tê rojevê, li ser nîqaş tên kirin.
Dîsa ev çend roj e salvegera komkujîya (genosid) Ermeniya ye, em Kurd dîsa rabûne li ser pîya, me ev komkujiya şermezar kir, me lêborîn ji gellê Ermen xwest û her firsendê de jî, ji xwe em diqîrin dibêjin ez Ermenî me, gorî min ev tiştekî gelekî baş e mirov êşa yekî din wek êşa xwe bihesibîne, lêbelê li vir de em tiştekî herî girîng jibîr dikin, li gel Ermenîya me berî birayên xwe yî Êzdî jî dan, ew jî komkujîyê re derbas bûn, mal û milkê xwe li ser axa bav û kalan hîştin, ketin ser rêya koçberiyê, lê heya roja îroyîn min nedîtiye Kurdên Misilman eleqa ku nîşanî Ermenîya dane, nîşanî Êzdiya jî bidin, ji bo birayê xwe yî Êzdî çalakî darnexistine, li qadan neqêriyane û negotine “Em hemû Êzdî ne”.
Di parlementoya Tirkiyayê de ewqas wekîlên Kurdan hene, ew jî rojekê qala komkujiya li ser Êzdiya nakin, dema behsa bûyerên sala 1915 a dibe, her tenê Ermen tên bîrya mirovan, divê em her alî de bixebitin, zarokên xwe re bibêjin û nifşên nû bidin zanîn ku gel Ermenan Kurdên me yî Êzdî jî di wê komkujiyê re derbas bûne.
Di nav çepgirên Tirkan de xwedê giravî ew qas liberal, demokrat, sosyalist, komunist hene, wana jî tu rojekê qala komkujî (genocide) a li ser Êzdîya çêbuye nekirine, ez vir de wan jî niheq nabinim, heyanî ku mirov qedir, qîmetê nede birayê xwe, xelq jî qîmetê nadê, lazim e berî her kesî em Kurd hev bibin xwedî, em halê hev de bigrîn û hevdû fehm bikin, ne halê hinekên din de,wek kersekê halê kevir de giriyayî.

Yücel Aslan (Koçer)

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev