Heta rêfêrêndûma

bona Serxwebûna Kurdistanê

maye:

“Banga Cegerxwîn Ji Gorê” ya  Bonîye-Suad Cegerxwîn  ji Weşanên Lîsê Derket

“Banga Cegerxwîn Ji Gorê” ya  Bonîye-Suad Cegerxwîn  ji Weşanên Lîsê Derket
Kurdistana min
Bi salan e li ser te ez dinalim
 
Dikim qîr û hawar timî bi vînê
Li min b’bûre nema êdî dikarim
Li gorê me bê deng im ez li jînê
Dixwazim kefen bigrim biçirînim
Serî hildim ji nav taxên zemînê
Keçên Kurda tevî xortan dinalin
Cegerxwîno were hana birînê
Ev banga helbestkarê nemir Cegerxwîn a di dîwana Banga Cegerxwîn Ji Gorê ya ji teref keça wî Bonîye-Suadê ve hatiye nivîsandin de, giyanê nemir ê helbestkêr radigihîne roja têdeyî û bi rewş û derûnîya Kurdîstanîyan ve pêwendîdar dike ku ger Cegerxwîn li jîyanê bûyê dê bi hestên xwe yên bi vî awayî deng bidaya wan.
Bonîye-Suad Cegerxwîn reh û rîşalê berdayî yê Cegerxwîn e ku bi heman şêwaz, heman kêşsazî û heman daxwazên bavê xwe weke jineke Kurd a azad tevgerîyaye û dengê xwe gihandiye hemû keç û jinên Kurd ên li ser rûkala dinê.
Banga Cegerxwîn Ji Gorê, Bonîye-Suad Cegerxwîn, helbest, 90 rûpel, Weşanên Lîs 2016 , Amed

ISBN: 978-605-9295-12-3

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev