Heta rêfêrêndûma

bona Serxwebûna Kurdistanê

maye:

Evdirezaqê parsek

Evdirezaqê parsek
Ji ber bayê sibê deriyê hewşê dikir zîqezîq. Çawa ku heft sal in terka vî gundî hatibû kirin, bêdengiyeke giran li meydanê bû. Nema dengê ewtîna kuçikan, zirîna keran, hirîna hespan û qîjeqîj û çivteçivta çivîkan dihat. Her kêliya ku çavên wî li deriyê hewşê diket, pîrika wî Şefîqeya Ferman dihate bîra wî. Her dem bi pîrên navsere yên hevtemenê xwe re, li ber deriyê darîn çok dida û behsa serpêhatiyên keçkaniya xwe dikir. Bêhnek kûr fikirî, di nav mitalan de winda bû… “Zîqqqq”… Bi dengê zîqîniya derî, ji nav mitaleyên xwe veciniqî. Hêdîka rabû ser xwe, dawa xwe daweşand, bi gavên lerzok deriyê ku ji ber bayê hişkesayî nîv-vekirî bû bi temamî vekir, bêyî ku careke din li dûv xwe bigire, berê xwe da mizgefta binê gund…
Dîwarê mizgeftê hatibû xwarê. Gelek caran ji ber ku mele nedihişt bikevin hewşa mizgeftê, tevî hevalê xwe Usoyê Remezan xwe di ser wî dîwarî re diavêt nava hewşê û diziya tiriya nav mêwan dikir. Li ber dîwêr çavên wî ber bi pencereya mala muxtêr ve şemitîn. Mala te ne ava be muxtar! Te nehişt miradê min û keça te Eyşeta here serî. Gava çavên xwe ji pencereyê da alî, xeyala Eyşeta li ser rûyê wî bû: Bejinbilind, enîkever, çavbelek, porxelek, pozxizêm… Axxx Eyşeta axxx!..
Agirekî sor bû Eyşeta. Her gava ku çav lê diket, dilê wî dikir gupegup. Hey Xwedê ev çi delalî bû? Ha agirê Şewata Sînema Amûdê, ha agirê Eyşeta… Mizgeft li dûv xwe hişt û ber bi dibistana gund ve baz da. Baz da, baz da, baz da… Gava xwe gihand ber dîreka ala dibistanê, hilkehilk pê ketibû, di nava xwêdanê de mabû. Tevahiya camên dibistanê hatibûn şikandin. Hechecîkek ji qula raserî banê dibistanê hilfiriya… Bîst û şeş rojan li vê dibistanê xwendibû. Xwendin ne karê wî bû. Piştî ku dibistan terikandibû, bênavber heft sal û neh mehan şivantiya gund kiribû. Paşê pişta xwe dabû felekê, berê xwe dabû oxirê. Li Stenbolê, tenê çar meh li mala pismamên xwe îdare kiribû. Bêyî ku vegere gund, yekser çû leşkeriyê. Li Îsparta, Manîsa û Qaxizmanê bîst û çar mehan leşkerî kiribû. Hijdeh meh leşkerî, şeş meh leşkeriya di hebsê de. Hebsa wî ji ber firarên wî bû. Sê caran firar kiribû…
Maseya mamoste li ber çavên wî ket. Lingekî masê şikiyabû. Çiqas li mamoste dihat ew mase. Gava berçavka xwe dida ber çavên xwe, pala xwe dida masê û digot; “Weysî ve Şukran kalkın bakayım tahtaya!..” Gelo niha li ku ye İzzet Samî Tekeşîn? Me jê re digot, “Fîl Mihê”. Wekî fîlek qerase bû. Hê jî bi serê min nakeve, ev maseya reben çawa giraniya Fîl Mihê radikir?
Wey xweliya heft gundan li serê me be! Xwedê me çi bi te kir, ku te ev anî serê me? Me ne mal ma, ne cobar, me ne cot ma, ne sewal… Ne mirov, ne balinde, ne teyr, ne tilûr… Çi qewimî, çi ciriya? Ev çi sosreta giran e? Ev xewn e, xeyal e?..
Bêr û bivirek li ser pêlpêlokên dibistanê dît. Meşiya û rahişt bivira qerase. Çû li ber dara hejîrê sekinî, tifî her du destên xwe kir û heta ku Xwedê birî dayê, li nîveka darê xist. Di derba pêncan de dar ji nîvî ve bû du şeq. Çû li ber kevirekî gir çok da û di ber xwe re got: “Hema bila ev dar jî nemîne! Bila nemîne, bila nemîne!“.
Av bi mastê di satilê de ketibû. Di dolmîşa xirbende de baş çeliqî bû. Jixwe ji nehiyê heta gund ji wî û Hemzeyê şifêr pê ve tu kes di dolmîşê de tunebûn. Ji hêrsa tunebûna rêwiyan, şifêr pê li gazê kiribû. Heta gihabûn gund nav û dilê wî li hev ketibû. Mast jî hema mabû bibe dew!
Gava ku mastê di satilê de rijand, roj êdî çûbû ava. Gelo bi tena serê xwe, li nava vî gundî dê çi bikira? Ji bo dermanan, zindiyek jî di gund de tunebû. Qasek paşê, gava tarî bikeve erdê rûhê mayî jî wê here! Tenêtî ne bes bû îcar jî tarîtiya şevê… Dolmîş heta du rojên din, di wir re derbas nedibû. Biryara vegera bajêr bida, heta berê sibê bimeşiya ancax digihayê.
Bi derengiya şevê re, her diçû hîvron diberiqî. Beriqîna hîvronê, çavan lê sor dikir. Bibû evdalekî binê beriyê. Dilerizî, diricifî, ditirsiya. Di şevekî wisa de, bav û her du mamên wî li binê qulateyna gund hatibûn kuştin. Di şeva kuştina wan de jî, heyv wisa ron bû. Hîvron hebû… Sola xwe ya qetiyayî ji lingên xwe derxist, ber bi devê xwe ve bir û gez kir…
Sê roj paşê, li tekane rojnamefiroşê li bajêr, sernavê rojnameya ku hatibû daleqandin bi vî rengî bû: “Evdirezaqê Parsek li gundê xwe mirî hate dîtin!” Nûçeya rojnameyê wisa berdewam dikir: “Evdirezaqê ku ev du sal in bi parsa şêniyên bajêr jiyana xwe li kûçe û kolanan berdewam dikir, du roj bûn ku ji nişka ve winda bibû. Cenazeyê wî li gundê wî yê ku 4 sal berê hatibû şewitandin û valakirin, hate dîtin. Bes solekî Evdirezaq li ber cenaze hate dîtin. Wî solekî xwe xwaribû…”

Salihê Kevirbirî

Derheqa nivîskar da

Salih Kevirbirî

Anadolu Universitet (Zankoya Anadoluyê) - Fakulteya Ekonomî û Fakulteya Zanistên Siyasî // Heta niha 10 kitêbên wî bi zimanê kurdî û tirkî hatine çapkirin û ev kiteb li çend zimanan hatine wergerandin // Her wiha di 3 salên dawî de li ser kurdên Sovyetê 20 fîlmên documenter bi zimanê kurdî amade kirine// Di nav Navenda PEN-a Kurd de Berpirsê Nivîskarên Diyasporayê ye û Endamê Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê ye.

Qeydên dişibine hev