“HEVALTIYA NÎVDILΔ

“HEVALTIYA NÎVDILΔ
Husên Duzen
 
Gava kurd û ewropî di jiyana rojane de bi hev re dikevin têkiliyê, gelekên caran her yek ji wan roleke taybet dilîze; ewropî dipirsin, kurd dibersivînin. Ne tenê kurd wisa tevdigerin, mirovên ji Dunya Sisêyan bi tevahî bi ewropiyan re di têkiliyeke wisa de ne. Di sohbeteke kurt de jî mirovê ewropî li ser welatê wan, çanda wan dibe xwedî agahdarî, lê mirovê ji Dunya Sisêyan bi gelek dehsalan li welatên Ewropa dimîne jî hîn xwedî agahdariyên bisînor e. Vê rewşê her ez aciz kirime, min her înteraksiyon balkêştir dîtiye, lema min dil heye ez di vê nivîsê de balê bikşînim ser hin helwestên nivîskarên tirk.
Di sala 1978´an de Sendîqeya Nivîskarên Tirk (TYS) haziriya „Sefera Rojhilat a Wêjeyê“ dikir. Hîngê serokê TYS Aziz Nesin ji serokwezîrê Tirkî Bülent Ecevitê re nameyek şandibû û ji bo wê „seferê“ mesrefa 20 rojan ji bo 20 nivîskarên tirk ku dixwestin biçin bajar û gundên Kurdan bigerin û ji wan re axaftinên bi tirkî bikin û ji berhemên xwe bixwînin, xwestibû. Ji ber ku İsmail Beşikçi ev helwest rexne kiribû, A. Nesîn lê heqaret kiribûn û di hizûra kongreyê de ew mîna ajanê Îngilîzan tewanbar kiribû.
Gelek sal di ser vê bûyerê re derbas bûn, lê her ku festîvalên wêjeyî van salên dawî ji aliyê şaredariyan li bajarên Kurdan tên li darxistin û ji nivîskarên tirk re cihekî taybet tê veqetandin ev bûyer tê bîra min.
Di Adara 2005´an de li Amedê konferanseke PENa navneteweyî li ser “Pirrengiya Çandî” pêk hat. Ez yek ji axaftvanên konferansê bûm. Roja 23.03.2005 piştî nîvro Dr.Tove Skutnabb- Kangasa ku ji aliyê PENa kurd hatibû pêşniyar kirin û di warê xwe de otorîteyeke navnetewî ye, gotareke li ser „Encama Nefermîkirina Zimanan” pêskêş kir. Ji ber ku diviyabû beşdar biçûna Batmanê û piştre jî serdana Heskîfê bikirna, axaftina wê nîvco ma.

Piştî em êvarî ji Heskîfê vegeriyan, şaredarê Amedê Osman Baydemir em dawetî xwarinê kirin. Di wê xwarinê de ez û sitî Necmiye Alpay li hember hev rûniştin. Pirsyara yekemîn ku ji min kir: Gelo romannivîsê Tirkiyê yê herî biserketî kî ye? Min got, ez Murathan Mungan zaf balkêş dibînim, û piştre jî min got li gel ku Yaşar Kemal nivîskarekî mezin e jî, Orhan Pamuk e yê li gor min yekemîn. Hîn peyva min di devê min de bû wê got na! Min got kî ye? Got Mehmed Uzun e. Min bi tehrekî sîmûltane hem got, na ew nivîskarê Kurdan e, ew ne tê de ye, hem jî di ber re min xwest ez awirên xwe ji wan fîgurên (Doğu Perinçek, Yalçin Küçük, Demir Küçükaydin) di ber çavên min re derbas dibûn, biguherim. Hîngê dueloyeke biçûk di navbeyna min û Necmiye xanim de derbas bû; li gor wê M.Uzun ne nivîskarê kurd an Kurdan, lê yê Tirkiyê bû. Mala Hicrî Îzgörenê ku li milê min ê rastê rûniştî bû ava, bi beşdarbûna wê gengêşiyê, dawî li wê sohbeta teng anî.

Piştî bi çend rojan nivîseke Alpay di Radîkal Kitapê de derçû. Di wê nivîsa xwe de ligel tiştên din rexneyeke tund li rojnamevake tirk a din girtibû, ji ber ku wê (Asli Tohumcu) di nivîseke xwe de, kurtkirina axaftina Dr.Tove Skutnabb- Kangasê û bi lez û bez ji dêvla wê ve çûna Heskîfê rexne kiribû. Li gor Necmiye xanim, ji xwe ew konferans tenê ji bo hevdûnaskirina nivîskarên kurd û tirk bûye, „lewra biryar hatibû dan ku civîn mîna semînerekê, ji çapemeniyê re girtî be.“

Bi vê riyê min sedema ku çapemeniyê li ser wê konferansa girîng ne sekinîbû fam kir. Eşkere bû ku Necmiye xanim ji rêvebirên PENa kurd jî bêtir xwedî agahdarî bû bê çima ew konferans ne li ser „pirrengiya Çandî“ bû, belkû tenê semînereke ji bo hevdûnaskirina nivîskarên tirk û kurd bû.

Yek ji sedemên girîng ên ji bo li darxistina wê konferansê- li gor agahdariyên PENa kurd- agahdarkirina raya giştî li ser rewşa wêje û zimanê kurdî bû. Diviyabû ji bo çapemeniyê karekî taybet bihata kirin.

Lê wer xuya ye ku çavkaniya agahdariyên rêvebirên PENa kurd û yên Necmiye xanimê ne yek bûn. Piştî ku min dît di çapemeniyê de kêm tişt li ser wê konferansê hatin nivîsandin û piştî wê nivîsa Necmiye xanimê hinek tişt ji bo min zelaltir bûn, lê helwesta çapemeniya Kurdan a ji bilî mînakekê duduwan ku bêdeng ma ji bo min mîna muameayekê ma.
Nivîsa N. Alpay a li jor bahsbûyî, nivîsa tirkeke din ku di heman rojnameyê de hatibû belav kirin (Radikal 08/3/07) anî bîra min. Perihan Mağden dibêje: “Bîr û baweriya min a di derbarê kêşeya kurdî de eşkere ye… Bi salan e ez raya xwe didim partiyên Kurdan…“ Piştî çend rêzan wiha derdixe der nêta xwe ya li ser Kurdan: “Ji bo neteweperestiya kurdî jî deyaxa min nema. Divê ev wisa bê zanîn!“ Li gor gotinên wê, ji bo wê negirîng e ku DTP di kongreyên xwe de alaya Tirkan daliqîne an jî sirûda netewî ya Tirkan bê gotin an na. Ji bo wê tenê pirsek girîng e: “Gelo DTP kare xwe ji neteweperestiya kurdî pak bike?“ N. Alpay jî li ser navê Î.S. ji bo nivîskarên kurd dibêje:“Çiqas dûrî pîvanên estetîk-wêjeyî bin jî, tenê ji ber ku bi kurdî bûn min nirxekî mezin dida wan..“ Lê bê çawa Mağdan piştî ku dîtibû ku Kurd dev ji nirxên xwe yên netewî bernadin, „deyaxa wê“ nemabû, N. Alpay jî hew kare li xwebinavkirina „Nivîskarên Kurd“ an „Wêjeya Kurd“ guhdarî bike. Wer xuya ye peywendiya wê ya bi Kurdan re ji ya P.Mağdenê zaf konetir e; Mağden hizrên xwe rasterast gotibûn, lê Alpay êrîşên ku xwestiye bike bi peyvên kurdekî tirkînivîs daye gotin.

Ez di konferansa PENê ya li jor bahs bûyî jî li helwestên nivîskarên Tirk yên bi vî tehrî rast hatim. Wek mînak, kêliya ku ji bo daxuyaniya dawî di nav nivîskarên tirk û kurd de nîqaş li ser navê Amedê derket, Tirkan digotin bila „Diyarbekir“ be, Kurdan digotin bila „Amed“ be. Hîngê nivîskarên tirk bi dest û çavan îşaret didan wan Kurdên ku wan ew li ser navê lîsteya PENa tirk anîbûn wir ji bo ku ew rabin bêjin na bila ne Amed, lê Diyarbakir bê nivîsandin. Li gor wan ew ne li dijî bikaranîna „Amedê“ bûn, lê ji bo ku serêşanî ji hêla dewletê ve çênebin, wan dixwest ku „Diyarbakir“ bê nivîsandin.

Wer xuya ye ne tenê dewleta tirk, lê nivîskarên wan jî hîna dûrî danûstandineke bi Kurdan re ne. Ew ji peywendiyên li ser hîmên wekheviyê bêtir, yan bi ço yan jî bi hizrên modernîst ku li ser hîmên înkarkirina Kurdan ava bûne nêzîkî Kurdan dibin… Ew seferên wêjeyê- an asîmilasyonê- niha bi destên Kurdan tên li darxistin.
Pêşî min xwest ez sernivîsê bikim “Hevaltiya Înkarkirinê“, lê sernivîsa jor bêhemdî min şemitî ser rûpelê.
Xwedê xêr ke!

Derheqa nivîskar da

Husên DuZen

Wek bijişk di beşa norolojî de kar dike. Di ber re jî wergerên wêjeyî dike. Berî fakulteya bizîşkîyê bixwîne, fakulteya aborî jî qedandibû.

Qeydên dişibine hev