GEDO. Trajedî û ketina merivekî

GEDO. Trajedî û ketina merivekî
M.Ali Kut

Êvareke havîna du hezar û panzdehan, Gedo û xanima xwe, weko her car piştî şîvê, hatibûn li ber televizyonê mexel ketibûn da bi hev re li rêzefilmekî kurdî temaşe bikin. ”Xwedê ji wan razî” ev televizyona tirkan dest pê kiribû û ha bi ha rêzefilmên kurdî ên nû derdixistin ser ekranê û ji bo vê Gedo û xanima xwe sipasdarî wan bûn, her car ev başîya tirkan dişêkirandin û pesnê wê didan. Lê îro ji ber bûyerên nû rêzefilm dereng mabû û ekrana televizyonê bi cendekên mirovan ku li peravên derya Spî û Egeyê dabûn tijî bû. Xanima Gedo ya dilzîz xwe negirtibû û pêre pêre hêsir barandibûn. Gilorîkin, ji dilopên barana nîsanê mezintir ji çavên wê digindirîn, hêsiran di ser rûçikên wê re xwe berdidan ser kabokan, di nava kiras û qutikê wê re winda dibûn. Her ku wêneyeke nû didît:

– Wax! Waxx, ez bimrim gidî! Çi xezeb li dunyê û merivatîyê hatiye? -digot û dilorand.

Hinekî şûnde Gedo jî beşdarî vê seansê bû bû û bi çavên tijî hêsir tepek dudo li milê xanima xwe dabûn:

– Pepûkê, Xifşikê em weritîn me top avêt, çi xebîneta van! Axilbe jî evên piçûk! Wax wax, ev hemî ji kîsî me diçin!

Xifşika ku mêrê xwe baş nas dikir, zû zûka hêsirên xwe zuwa kirin û behîtmayî li gotin û vê rewşa mêrê xwe temaşe kir. Evê welê dilheste, bêrehm, nuha bû bû mirovhezekî dilzîz!

Gerçî, hayê wê jê hebû ku mêrê wê sêzde salan ji bo gundî û karkeran di zindanê de raketibû û wexta hatibû berdan gundî û karkeran ew bi nîşana çakûç û dasê xelat kiribûn, evîya jî xelatek herî payebilind ya mirovhezîyê bû. Lê, wê mêrê xwe baş nas dikir û dizanîbû ku tu heyvanê mirovhezîyê li ba tuneye. Xwe bi xwe ”ne mimkin e!” got. Lê dîsan jî tiştek li xwe dernexist û bi hêdikan jê:

– Çima, xêr e? Qey merivin we ji binxetê di nav evên xeniqî de hene? pirsî.

Diruv û rengê ruwê Gedo wê gavê vegeriyabûn weko fena berê, xanimê, ev di bişîrîna wî ya fena rovîyekî qelaçên Mêrdînê de derxistibû. Gedo vê carê bi bişirîn tepek li milê wê xistibû:

– Ma qey te ne bihîstiye leylokê? got. Keçê, ma tu dîn î? Ezê çawan ji bo van erebên qûnreş hêsiran bibarînim! Belayeke mezin in li serê dunyayê, Xwedê tuxmê wan biqelîne! Bila dîsan ji van Ewropîyên qaşo humanîst û kawik re dueyan bikin ku derîyên xwe ji wan re vedikin û wan dihewînin welatê xwe. Bi telaq ew bên, ê vêderê jî xirab bikin!

Gedo ji bîr dikir ku ew jî rojekê berya bîst salan weko penaberekî hatibû Swêdê û van ”Ewropîyên kawik!” derîyên xwe jê re vekiribûn ew hewandibûn. Wî jî, weko van ”erebên qûnreş” li welatê xwe sitar nedîtibû. Vê demê jî bi milyonan meriv ji Sûrî, Iraq û hemî Rojhilata Navîn welatê xwe terk dikirin dibûn penaber. Hinek ji wan jî bi kelek û keştîyan hewl didan ku di ser Tirkîyê re derbasî Ewropa bibin. Gellek ji van kelek û keştîyên xerabe di nava deryayî de niqo dibûn û piştî demekê cendekên penaberan li peravên derya Spî û Egeyê didan. Yek ji van jî Alanê Kurdî ê sê salî bû. Wêneyê Alanê bi fanîreyê sor, ew bedena piçûk î bê liv, hemû dunya hişyar kiribû û carekê din mirovatîya wan anîbû bîra wan. Ev wêne bû ku agir bi cîgerê Ewropîyan xistibû û hiştibû ku derîyên xwe ji penaberan re vekin.

Ew wêneyê ku kezeba Ewropîyan şewitandibû bala wî jî kêşandibû, bi bal Gedo jî ketibû. Lê bi babetekî din! Fikrên tacirîyê di serê wî de vêxistibûn. Û ji wê rojê şûnde fena Çîçîkovê Gogol dest û mil hildabûn, lê digeriya da ê bi çi riyê ji vî karî peran qezenc bike!

Xifşê hê jî behîtmayî li benda bersivekê bû. Lê wa xuya bû ku Gedo ji mêj ve planek danîbû û ne dixwest ecele bike. Xifşê bi vî xuyê mêrê xwe dizanîbû, her car gotinên mîna ”ez mirovekî bi plan û program im! Tu caran vala hereket nakim. Ez dizanim ez çi dikim û bê hesab nalivim Xifşikê!” ji devê wî dibihîztin.

Gedo:

– Ma tu nizanî ku Swêdê jî bêhawe ev (penaber) hewandine! Di nav van de jî gellek zarokên sêwî hene. Ne mal û ne cih têra wan dikin. Dewleta Swêd qerarek derxistiye ”ê ku yek ji van sêwîyan bihewîne di nav mala xwe de bi xwedî bike ê serê yekî mehê bîst hezar kron bide wan”. Ev dunyayek pere ye Leylokê. Axx! Ku ev emirqesifyê birê min ji vî xanîyê min derketa, mîn ê eyn çar tene bigirtana nav malê! Bi qesem min ê di salekê de milyonek pere ji vî karî qezenc bikira! Ma xwarina çar sebîkan çiye? Me ê kevnikên zarokên xwe jî li wan bikirana, mehê hezar kron jî li yekî nediçû. Lê ez divê riyekê bibînim û vî emirqesifî ji xanîyê xwe derxînim, Xifşikê.

Xifşikê, bêhemd:

– Wişşş! got.

Bi destê xwe yê çepê, devê xwe girt:

– Pepûk! Şeytên lingê xwe hildaye, te serî li şûnê danîye.

Çend roj şûnde, rojekê ber bi esirkî ve dema Xifşê ji kar vegerîyabû, hatibû mal, Gedo (xelatgirê nîşana çakûç û dasê) yê xwe, di xirecirekê de dîtibû. Bi dengekî hiş:

– Xêr e, qey tu dê bi deverna de biçî?

Gedo:

– Ez dixeyidim! Ji mal diçim.

Xifşê:

– Wişşş, pepûk! Kê dilê te hiştiye ma? Ev demek e, di nav me de tu problem derneketiye.

Gedo, xelatgirê nîşana Çakûç û dasê:

– Ezê bixeyidim, herim cem wî emirqesifî! Ku ne bi şawşaweke welê be, em dê nikaribin wî bi xweşî ji xênî derxin. Ger ji xanî dernekeve jî, hemî planê min li bingihê hev dikeve. Heta kengî biratî ma? Di eslê xwe de ez dibêm ne birayê min e ji xwe, berya ku diya min wefat bike, di jiyana xwe de behsa gundîyekî me dikir. Li gor hemî hesabên min, dikeve heman wexta ku ew çêbûye. Ji xwe tiştekî me naşibe hev. Dema ku meriv ne birayê ji dê û bavekî be jî tu heq û hiqûqê meriv di histuwê hevûdin de tuneye. Alîkarîya me kir em anîn vê derê, ma dunya xera bû? Her kesî hevdu anîye vir! Çend salekan di hefsê de pereyên çerêza ji min re şandibûn ma biratî ji bo çiye? Sala çûyî min bêrîka xwe tijî pere kirin û ez çûm, min jê re jî got da vegere welatê xwe! Eger tiştek pê bihata min dê ew pere hemî lê xerç bikirana. Lê nehat, ez çi bikim, min jî bi wan peran ji te re zêr kirîn. Qencî jê re nabe. Em divê ji hev cihê bibin, bûye tûrekî… ketiye histuwê min.

Gedo him diaxivî, him jî buxçikên xwe ji bo xeydê tijî dikirin. Di wê navbênê de hinekî rawestîya û hat ber xanima xwe sekinî jê re bi esehî:

– Ezê îro bixeyidim biçim ba wî emirqesifî, tu jî sibe zû biçe kampa penaberan, çavên xwe li çend zarokan bigerîne. Heta ji te bê bila welê hûrik û jar bin! ne ku tu erebekî qelew bigre, bîne ku rojê du teşt nan bixwe! Fêda me di ên welê de ê nebe got.

Xifşê, planên mêrê xwe fam kiribûn tu pirsên din jê ne kirin, wê jî alîkarîya wî kir da tiştên wî di buxçik û bawûlan de baş biediline.

Gedo, jê re:

– Tiştekî min li vir nehêle, bila bizanbe ku ev xeyda min vê carê bira û bi temamî ye, got.

Xanimê jî mîna wî kiribû û hemû tiştên wî yên di malê de top kiribûn, tenê wexta ku dor hatibû kulîna pirtûkan, Gedo hatibû ba ew rawestandibû, xwestibû vî karî jê re bihêle. Bi xwe hatibû ber kulînê, ji nav pirtûkên rêzkirî tenê pênc heb neqandibûn, danîbûn ser masa li ber dîwançeyê. Bi dû de jî hatibû li ser dîwançê rûdiniştibû û ev pirtûk girtibûn dest xwe, bi çavên xwe rûpelên wan kontrol kiribûn.

Di salên pêşin ya hatina Swêdê de, fena hemî kurdên li vir, şeba nivîskarîyê Gedo jî girtibû û bi ”plan û program” di salekê de Gedo, ev her pênc pirtûk nivisîbûn. Du dîwanên helbestan, yek jê helbestên bavê wî bûn ya din jî helbestên hevalên wî ên zîndanê bûn. Bavê, ji xwe ku kesî ne dizanî şair e û hevalên ku axilbê wan di zindanên tirkan de miribûn, ev karê wî hêsan kiribû û bi rehetî navê xwe li ser van dîwanan nivisîbû. Romanên wî bi navê Pênc roj û Çar şev û Xezeba Nezanîyê, çendî ew mîna Yaşar Kemalê tirkînivês, Dostoyevskiy an Turgenyevê ûris navdar nekiribûn jî, qe neba nuha ji her yekî, kopîyeke wan bi kurdî hebû. Her cara ku ev pirtûk dikirin nav destê xwe, xwe bi xwe digot ”çi ferq e? Gundî gundî ne! Hemû weko hev reben, birçî û belengaz in. Di navbêna gundîyên tirk, kurd an ûris de kêm ferq hene” teselî dida xwe. Lewra, digel hemî keda wî dîsan, di nav kurdan de rexbetek nedîtibû. Ji dêlva ku kurd ji bo vî karê wî ê bi payan, mûçeyeke daîmî bidinê, pirtûkên wî jî nexwendibûn. Ev keda wî hemû berteref çûbû. Qe nebe wî welê hesap dikir. Axilbe jî ew havîna dijwar ku li kopîkirina klasîkên ûris xerç kiribû, qe ji bîr ne dikir. Heta ku navê Circîs ji Ilîç Semyonovîç re peyda kiribû, bi kulman xwêdan rijandibû.

Pirtûka dest xwe avêt ser masê û li Xifşikê qêriya:

– Ji Ferda û Perda (herdu zarokên wî bûn) re bibêje bila van pirtûkan bigrin bavêjin çopê, nav zibilî! Wexteke bilasebeb min li van xerc kir.

Wexta ku Gedo winda bikira tunebû. Ji xwe hemî jiyana wî bi plan û program bû û diviyabû evîya jî zû hal bikira. Ev xanîyê ku çend sal berê ji bo bêhnvedan û tenêtiyê, ku ji xwe re ekstra kirê kiribû û dabû birayê xwe ê ji dê û ne ji bavê (wî welê hesab dikir) nuha li Stockholmê bi qîmetê zêr bû. Nifûsa Stockholmê ya ku zêde dibû qîmetê xanîyan bilind kiribû û ji xwe ev pêla penaberîyê ya dawîn xanî gellekî bi qîmet kiribûn. Helîmê zirbirayê Gedo çend sal berê ji malîya xwe qetiyabû û hatibû sitara xwe di vî xanîyî de dîtibû. Di eslê xwe de Gedo ew vexwandibû, ji bo ku ji belaya kirêdayinê xelas be. Mifteyek jî pê re bû, her cara ku dixeyidî an aciz dibû dihat li wir, bi roj, heftî an mehan, dima. Carna, Helîmê ku bi şev teqsî dajot, wexta kar xelas dikir û derengê şevê vedigerîya mal, dema derî vedikir, serîyekî di nav nivînan de dibiriqî didît, ”aha! digot. Va birayê min dîsa xeyidîye”. Her ji du sê mehan, weko adetê evîya bicar dikir.

Vê carê, Gedo dereng mabû, Helîm jî nizanîbû çima? Ji hêlekê de evîya erênî şirove dikir, xwe bi xwe digot ”ji xwe temenê wî êdî şêstî derbas dike, têra xwe jî tecrubeyên jiyanê girtine, zarok jî mezin bûne, ew û xanima xwe bi hizûr dijîn.” Di demeke welê de ku Helîm bawer dikir birayê wî baqil bûye, ji malê nema diteriqe, şingînî ji derîyê xwe bihîst. Heta gihiştibû ber derî, Gedo derî vekiribû û bi çend buxçikên mîna ên qereçîyan li milan, derbasî hundurû bû bû, bi lez:

– Teqsî li jêr sekinîye, dakeve biçe jêr alîkarîyê!

Dema Helîm xwe girêdabû û daketibû jêr, cidîyeta meselê fam kiribû. Gedoyê ku her carê bi buxçikeke sivik dixeyidî dihat balê, vê carê neh-deh buxçik û baholên tijî, li gel xwe anîbûn, ev ne elametên xêrê bûn: ”xuyaye vê carê ê birê min demeke dirêj bimîne!” gotibû.

Helîm zû zûka buxçik û baholên birayê xwe Gedo biribûn jor, teqsîya wî jî biribû parkê. Belê Gedo jî, vê demê teqsîcîtî dikir. Ya ku li zora wî jî diçû ev bû, ewçend ji bo gundî karkeran xebitîbû, ewçend pirtûk ji bo vî miletê li ber windabûyînê kopî, na, nivisîbûn. Lewra hêj kesek î nizanîbû ev kopî ne, ji xwe kurdan guh lê ne dikir, ew nedixwendin jî. Sêzdeh salên hefsê jî dixist ser vê keda xwe, hemû gundî û karker û miletê kurd deyndarê xwe dihesiband. Tenê xelata çakûç û Dasê ya bê pere dabûna. Ev madalya ha jî fena pirtûkên xwe avêtibû çopê! Her cara ku hêrs biba digot: ”di gel vê hemû keda min, xelata herî mezin ku vî miletî daye min, ez kirime teqsicî! Aha ê çi ji vî miletê bêkêr derkeve? Baş e ku van ez nekirime şivanê ber pezî” digot.

Helîm ji birayê xwe ê ezîz re taştê amade kiribû, li ser masê penîr, nan û zeytûnên ku wî hez dikirin, jê re rêz kiribûn û çaya wî jî tijî kiribû. Gellekî li ber birayê xwe diket, dema welê bê hizûr dibû, dixwest bi her babetî jê re bibe alîkar. Meriv û birayên din gellek caran tehn didanê digotin ”wele tu qîmeteke mezin bilasebeb dide Gedo, ne hêjaye!” Lê Helîmê ku Gedo wekû îdolê xwe yê zaroktîyê didît hemû başî û dadwerîya merivatîya ya pak dikir malê wî. ”Na! digot. Gedo merivekî pak e! Sêzdeh salan di zindanê de raket, gellek işkence dîtiye, di ber me de kedeke mezin xerc kiriye, divê em lê xwedî derkevin”. Nuha jî li ber diket, lê xwedî derdiket û dixwest bi her babetî xizmeta vî birayê pak (ji ber ku ta nuha jî tu şik ji qelpîya vî birayê xwe ne dibir) bike.

Gedo:

– Na, welê nabe! Hemû li min bûbûne yek, divabû ez wan bi ser xwe de bikujim an jî ji mal birevim. Aha, de ka tu bibê ma min divabû çi bikira?

Helîmê ku hayê wî ji tu planên Gedo tunebû:

– Na, birawo, te baş kiriye tu hatiye, ma ji xwe vir jî mala te ye! Di eslê xwe de ez di xaniyê te de me. gotibû.

Gedo:

– Lê ez vê ji wan re nahêlim, bila ehd be! Ezê xanîyekî mezintir bibînim û jinekê jî xwe re bînim û van salên dawîn di zewq û kêfekê de bijîm, ma ev ne heqê min e?

Gotibû û paşê li Helîm nerîbû, mirûzê xwe kiribû. Di odeya piçûk de ji du qeryole, dîwançeyekî ji bo sê kesan û maseyekê pê va tiştekî din raxistî tunebû, ji xwe cih jî nebû. Gedo li ser dîwançê rûniştibû, kompiyoter jî kêşandibû ber xwe, di înternetê de li xanîyekî mezintir digerîya, xwe bi xwe ”min dizanîbû ê kerasetên welê mezin li dunyayê biqewumin û xanî ê li Stockholmê hêja bibin, aha ev duwanzdeh sal in ez di dorê de me û bûme yekem, li kû bixwazim ê xanîyekî bidine min” digot û car car jî çavek di ser kompîyoterê re davêt li Helîm (ê ku serê xwe xistibû nav pirtûkekê dixwend), dinerî. Ew li ber planên xwe astenga herî mezin didît û dixwest bi rûyekî spî jê xelas be, lê çawan? Hinekî şûnde kompiyoter ji ber xwe da alî, çavê xwe li ser masê gerand, hêj hêleke wê tijî pirtûk li ser hev bûn, rahişt yekê û avêt hêla din ser dîwançê (prosesa Kafka bû) hinekî bi hêrs:

– Çiye, te ev pirtûk li xwe civandine, aha evî (çêl Franz Kafka dikir) têr nîhandin nekir û çû! got.

Paşê bi heman babetî rahişt yeka din (ev jî Dostoyevskîy Notên ji Binerdê bû)

– Aha ev (çêl Dostoyevskîy dikir) wexta ku mir du qirûşûnîv di bêrîkê de tunebûn. Aha tu vî halê xwe dibîne ji te ve kirê tuê bibî entellektuelek ji vî miletî re, qey ewê qîmetekî bidine te?

Bi dû de jî destê xwe ber bi pirtûkên Kafka û Dostoyevskîy de kirin, got:

– Qedera te jî ê weko ya van be! Ez wekî we nikarim bijîm! Ez divê di însana nim!

Di wê nawbênê re Helîm serê xwe ji ser pirtûkê rakir jê re:

– Bawerim tu çêl jinan dikî! got.

Gedo, hinekî mirûzkirî:

– Herhalde! gotibû.

Helîm bi vî xuyê birayê xwe Gedo dizanîbû û di ber re ne dajot! Çend rojan ê wusan bikira dirdir û gazincên xwe bikirana û paşê haş dibû, li hêvîyê dima ku jinik were dû an jî telefonekê bike, bi serê ziman jî bigota ”Wer!” ê heman gavê buxçikên xwe top bikirana û paşde vegerîya malê.

Lê ev car ne weko yên berê bûn. Roj, heftî, meh jî buhurîbûn û Gedo venegeryabû. Bi dirdir û gazincên xwe jî Helîmê reben gêj kiribû. Gelek rê didan ber Helîm. Yek ji wan ku wî paşde bişîne Kurdistanê li gund bike cenan ji xwe re. Salek berê, ew bi xwe vegeryabû li gund kêlgehek vekiribû, sed çêlên elokan û pêncî berx kirîbûn da wan mezin bike. Şeveke bi ewr û tarî du rovî ji qelêç daketibûn nav elokên wî ji nêvî zêdetir telef kiribûn û yên mayî jî rovîyên duling (gundîyan) dizîbûn. Berx jî bi şebê çûbûn. Lê, erdê ji bav û kalan mayî, disan dikanîbû bihata çandin, ger ku yekî saxlem bi bawer heba ê ji vî karî jî pere qezenc bikirana. Kir nekir Helîm qanih nekir, da biçe gund û jê re cenanîyê bike.

Demekê şûnde Helîmê bira jî niyeta Gedo fam kiribû û tiştikên xwe ku ji çend kolîyên pirtûkan pêk dihat biribûn mala hevalê xwe Gebranê Baço li taxa Sîbîryayê. Ber bi dawîya meha Adarê ve jî mifteya xênî li gel notekê avêtibû paş derî. Gedo dema wê êvarê ji kar vegerîyabû malê dîtibû, welê dinivisand:

”Aha! Ez biratîya te li gel mifteya xanîyê te di vê qulika derî re davêjim hundirû. Min çil salan tu tenê nehişt di hemî şert û mercên zehmet de li te xwedî derketim, lê, mixabin, tu ne hêjayî çar rojan, na wele, tu ne hêjayî çar saeta ye jî! Di jiyana xwe de ezê li tiştekî poşman nebim ji xeyn keda ku min li te xerç kirî!…”

Gedo, xwe bi xwe ”bi rûyekî spî ez ji vî emirqesifî xelas bûm!” got, bişirî mifte avêtin bêrîka xwe û li planên zengîniya xwe vegerîya.

Derheqa nivîskar da

Gird Elî

Di sala 1964 an li Bakurê Kurdistanê, li gundekî Nisêbînê (Zorava) hatime dunyayê. Xwendina navîn û gimnaziya li Nisêbîn xwend. Li Swêdê jî pedagojî xwend û bû mamostayê piçûkan. Heta nuha du pirtûk çap kirine yek di sala 1994 an de bi navê MEHKÛM weşanên Welat, ya din jî di 2015 an de DEREWEKE PIÇÛK weşanxaneya Apec

Qeydên dişibine hev