“Jineke Laşqot ” a  Ebas Mûsa Bi Wergera Evdo Şêxo Ji Weşanên Lîsê Derket

“Jineke Laşqot ” a  Ebas Mûsa Bi Wergera Evdo Şêxo Ji Weşanên Lîsê Derket
“Behişt li qata heftan e û hema ku tu ber bi jêr ve werdigerî, qata heftan a jêrerd te hildigire, ku dojeh bi zikê xwe yê birçî û agirê xwe yê gur ramedîyaye.”

Di berhevoka xwe ya kurteçîrokan a li jêr navê “Jineke Laşqot” de, çîroknivîs Ebas Mûsa me radiguhêze qonaxeke nû ya çîroknivîsya ku kirasê xwedubarekirina nîgeran çirandiye. Kurteçîrokên ku bi parzûna zimanekî kurtebêj û serincrakêş hatine dapalandin; hatine bişaftin li jêr roka bilûleke biwêjî ya nûjen ku dikare gelek derîyokan li ber afirandina atmosfereke nû ya nivîsandina kurteçîrokeke rewan, zimanxweş, hestyar û tijîwate veke.

“Jineke Laşqot”, bi hevokên xwe yên dilrevîn, bi ramanên xwe yên kûr û têrtijî, bi zimanê xwe kubar, ringînîyê ji hestên xwînerê xwe tîne.

Jineke Laşqot, Ebas Mûsa, Ji Zimanê Erebî Evdo Şêxo, Çîrok, 76 rûpel, Weşanên Lîs 2016 , Amed
ISBN: 978-605-9295-13-0

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev