We dizanibû…? – 37

We dizanibû…? – 37

…kurdzana mezin Margarîta Rûdênkoyê di berhemeke xwe ya zanyarî da ha nivîsîye: ”Derdikeve holê, ku di nav kurdan da romaneke bi awahê destanê nivîsar heye û 300 salan berî ”Trîstan û Îzolda” (Tristan & Isolda) hatîye nivîsar û naveroka wê jî di nav kurdan da gelek salan berê hebûye. Di romana ”Mem û Zîn” da gelek dîdemên wisa hene, ku di nav ”Trîstan û Îzolda”yê da jî hene, wek bêbextî, mixenetî, zikreşî û xapandin, û ev yek di ”Vîs û Ramîn” da jî hene. Ev yek xwesma wê demê bi awayekî zelal xuya dibe, dema dibînî, ku di nav romanên ”Mem û Zîn” û ”Trîstan û Îzolda” da gelek mînanîhevbûn hene û derheqa wê da rohilatzanê mezin A. N. Vêsêlovskî di dema xwe da nivîsîye. Qesta me binaxkirina Trîstan û Îzoldayê û tûmê li ser gora wan şînbûyî da ne, ku koka wê di navbera bedena wan da ne. Eynî wisa, wek ku a Mem û Zîn da.

…Gabrîêl-efendî Noratûnkyan, ku di salên 1912-1913an da wezîrê karên der yê Tirkîyê bû û çend cilde zagûnên Împêratorîya Osmanîyê daye çapkirinê, ji kurdzanekî wan deman yê bi nav û deng Arşak Safrastîan ra gotîye, ku heta sala 1914an ”mêtodeke tirkan hebû, ku dema hesabkirina jimara binecîyan ji miletên kêmjimar 25 selefan kêm bikin û ser tirkan zêde bikin. Bi bawerîya wî, di navbera salên 1911an û 1923an da tirkan gelek şehîd dabûn jî, lê di dema hesabkirina jimara binecîyan ya sala 1927an da jimara tirkan bi 50% va zêde bû”.

Riataza.com

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev