SERHILDANA REWANDÛZÊ

Me di 36 bernameyên xwe yên berê da perçeyên ji berhemên zanyarî yên kurdzanên mezin bi wergera kurdî dane. Wek ji pirtûka kurdzan P. Avêryanov ”Kurd di dema şerên Rûsîyayê bi Farizistanê û Tirkîyê ra (di sedsala XIX da)”, ku sala 1900î bi rûsî çap bûye, berhema zanyarî ya bi sernavê “Kurdistana Nû”, ku çend kurdzanên navdar bi serokatîya akademîsyen Şekroyê Xudo nivîsîne û bi rûsî çap kirine, ji 3 cildeyên berhemên zanyarî yên kurdzanê mezin, profêsor M. Lazarev, ku bi rûsî çap bûne.

Xwendevanên delal, em ji rêzenivîsa ”Berhemên kurdzanên me” vê carê ji pirtûka profêsor N. A. Xalfîn a bi sernavê ”Têkoşîn ji bo Kurdistanê” beşa bi sernavê ”Serhildana Rêwandûzê” raberî we dikin. Ev pirtûka zanyarî sala 1963an li Moskvayê çap bûye.

Piranîya van berhemên giranbuha heta îro jî bi kurdî çap nebûne, lê min ew wergerandine kurdî.

Rêvebirê bernameyê û wergera ji rûsî: Têmûrê Xelîl

Berhemên kurdzanên me – 37

Nîveka salên 30î yên sedsala XIXa navbenda tevgera kurda ya ji bo rizgarîyê wilayeta Rewandûzê bû, ku dikeve di navbera çemê Zaba Mezin û sînorê Îranê. Serhildana eşîrên kurda bi serokatîya mîrê wilayetê Ahmed paşa him dijî Împêratorîya Osmanîyê bû, ku Rewandûz ser axa wê bû, him jî dijî dîwana şah bû, ku perçekî axa wilayetê jî li wir bû û bin destê Îranê da bû.

Mîr Ahmed paşa, ji qebîla Rewandî, ji malbeta Saleh ed-Dînê Eyûbîya (Saladîn) bû, ku malmezinekî kurda bû, yê ku bû sultanê Misrê (1171-1193) û di dawîya sedsala XIIa dijî xaçgira şerekî mezin kir. Ewî dixwest hemû eşîretên kurda bike bin hukumê xwe. Li wî ra li hev hat hukumê xwe li ser axeke mezin – ji kenarên Dicleyê bigre hetanî gundên dora Azirbêcana Îranê, belav bike. Serdestîke Ahmed paşa jî ew bû, ku ewî derebegên kurda yên navçeyên Amedîyê û Zaxoyê kirine bin hukumê xwe(1). Malbetên derebegîyê yên bi nav û deng Baban li başûr û Bedirxanîya li bakûr dijî Ahmed paşa derketin, yê ku dixwest di nav kurda da yekîtîyê çê bike(2).

Eskerên tirka nikaribûn xwe bi Ahmed paşa ra bigihînin, ji ber ku ew li wargekî çiyayî da bû û serokatî li Rewandûzê dikir.

Ahmed paşa, ku piranîya Kurdistana Merkezî xistibû bin destê xwe, qanûnên hukumeta sultanîyê bendî tiştekî hesab ne dikirin û haziraya xwe didît dijî navçeyên cînar şer bike. Mîrê Rewandûzê dixwest Kurdistaneke serbixwe ava bike.

Rewşa sîyasî, ku Împêratorîya Osmanîyê kiribû nava tevlihevîyê, bingeheke baş bû bona serketina karê ku Mîr xwe lê girtibû. Guhdarîya Sitembolê ya sereke li ser Misrê bû, ji ber ku hukumdarê wê Mehmûd Elî ne tenê wilayeta bin hukumê xwe da kiribû herêmeke serbixwe, lê herwiha gef li Împêratorîya Osmanîyê jî dixwar. Êrîşa eskerên Misrê li ser paytextê Tirkîyê, wek em zanin, hindik mabû ku dewleta sultanîyê di hêla eskerîyê û sîyasîyê da ji hev bixista.

Di vê derecê da tevbûna dewletên Awropayê di nava karê Împêratorîya Osmanîyê da jî rola xwe lîst. Tenê dijderketina berk di navbera wan da ne hîşt, ku hebûna sultanetê ji dest here.

Di vê rewşê da dîwana Tirkîyê nikaribû hêza xwe bicivîne ser hev bona serhildanên kurda yên ji bo serxwebûnê û azadîyê ji holê rake. Wana bi serokatîya welîyê Sivasê Reşîd paşa êkspêdîsyoneke cezakirinê şandine Kurdistanê; li wî ra li hev hat zora şervanên kurd bibe û wana mecbûr bike birevine çiya.

Hukumdarên Bexdayê Elî Riza û yê Mûsilê Mehmûd paşa esker şandine hewara Reşîd paşa. Bin destê Reşîd paşa da îdî 40 hezar esker hebûn û ew bi wana va kete Kurdistanê.

Jimara eskerên dijmin pirtir bû jî, lê têkoşerên kurd bi mêrxasî ber xwe dan. Wana destbi şerê partîzanîyê yê fire kirin. Eskerên tirka, ku kêmasîya wan ya xurek û çeka hebû, nikaribûn baş ber xwe bidin. Bi gotina Hêlmût fon Moltkê, ku wî çaxî li Tirkîyê bû, zevtkirina her sengereke kurda li wargên çiyayî da weke 30-40 roja dikişand(3). Dawî tirk mecbûr man demeke dirêj şerê xwe bidine sekinandinê, bona hêzên xwe rasterê bikin. Ev yek firsend da Ahmed paşa, ku hazirîya xwe bibîne bona êrîşî li ser navçeyên Îranê yên der-dorê Rewandûzê bike.

Mal û milkên Îranê nava demeke dirêj da kete bin destê eskerên siyarî yên kurda, ku gelek çeleng û jêhatî bûn. Eskerên şah, ku bi awakî qels hazirî şêr bûbûn û kêmasîya wan ya çeka hebû, nikaribûn dijî sîyarîyên kurda şer bikin. Di destpêka meha çirîya pêşin sala 1835a desteyên kurda bi serokatîya Ahmed paşa ji Tirkîyê ketine Îranê û mentîqa ser sînor – Kotur xistine bin destê xwe. Wana bela eskerên farisa dan, ku ji Xoyê şandibûn bona dijî wan şer bikin, û ser axa zevtkirî cîyê xwe mehkem kirin.

Bi vê yekê ra tevayî Mîrê Rewandûzê bi alayîke xwe ya mezin va ji alîyê Sulduzê êrîşî li ser axa Îranê kir û zêdeyî deh gunda talan kir(4). Birazîyê wî di destpêka meha çirîya paşin da çend gundên nêzîkî Ûrmîyê kire bin destê xwe(5).

Di nav van şera da qebîlên kurda yên Îrana Bakûr pir alîkarîya serekeşîrên Kurdistana Tirkîyê kirin. Kurdên li wira bi dil û can piştgirîya desteyên Mîrê Rewandûzê dikirin û ser wê bawerîyê bûn, ku bi wê yekê va belkî rewşa wan ya aborî hinekî xweş bibe. Kurdên Mukrî, Mameş û Zerza ji bacsitendina karbidestên Îranê û serekeşîrên xwe gelekî aciz dibûn. Hela di meha îlonê sala 1833a baylozê Rûsîyayê li Tehranê Î. Sîmyonîç elamî serleşkerê Kavkazê Rozên kiribû, ku ev talankarîya hukumdar mîrlaw Cihangîr mîrze zûtirekê wê bibe sebebê wê yekê, ku binecîyên vira wê rabine serhildanê. “Ez, ku rind haj ji nav û nîşanên mîrlaw Cihangîr mîrzeyê têrnexwar heme,- Sîmyonîç nivîsîye,- ku ew bona berjewandiyên xwe kurd rakirine serhildanê bona li karê keve”(6). Kurd şikyatê xwe bi vî awayî ber H. Rowlînson – serbazê bi eslê xwe va Îngilîs, ku li ordîya Bombêyê, ku li Farizistanê ye, qulix dike, kirine: “Em şev-roj kar dikin, lê tenê dikarin parî nan qazanc bikin, da ku jin û zarokên xwe ji mirinê xilas kin, neferên me hema bêje rût û tazî ne”(7).

Hukumdarê Azirbêcana Başûr (ya Îranê) Mehemed Tahaxan, ku bi navê “mîr-nizam” navdar e, destpê kir alayîkê amade bike dijî kurda, bona bahara sala 1836a wana ji cîyên zevtkirî raqetîne, hebûna zevtkirî ji dest wan bigre û dîlgirtîya azad bike. Mîr-nizam ji bona peydakirina çeka hîvî ji konsûlê Rûsîyayê yê sereke li Tewrêzê Kodîns kir, da ku ew alî wî bike ji cebirxana Pişkavkazê topa bistîne(8).

Havîna sala 1836a li Azirbêcana Başûr 10 hezar esker hate berevkirinê bona êrîşî li ser Rewandûzê bikin û di nava wan da pênc taxbûrên eskerên peya (eskerên reşayê, yên ser erdê) hebûn.

Hukumeta Îranê bi lez diket. Wê dixwest dema ji wan ra destdayî bi kar bîne, ji ber ku ordîya tirka bi serokatîya Mehemed Reşîd paşa, ku hatibû kivşkirinê qumandarê li Asîya Biçûk, ji hêla roavayê zor li şervanên kurda dikirin(9).

Ewî zora Ahmed paşa bir, ji ber wê jî ewî xwe li Rewandûzê veşart, da ku bikaribe li wî wargê ku esker wê dijwar bikaribin xwe bighîninê, ber êrîşa eskerên tirka û farisa ber xwe bide. Bi wê yekê ra tevayî, wî dixwest nerazîbûnên di navbera dijminên xwe da bi kar bîne. Ahmed paşa qasidê xwe şande bal serekqumandarekî farisa, yê ku gerekê hêza wî bi kar banîya bona tevayî derkevine dijî alayên Reşîd paşa. Ber wê va wî soz da wetendaşîya Îranê qebûl bike û bacê bide Tehranê(10).

Pêşnîyaza Ahmed paşa nehate pejirandinê. Qumandarîya Îranê bin zorlêkirina dîplomatîya Îngilîs, ku dixwest Tirkîyê û Îranê bin perr-baskên Împêratorîya Osmanîyê da nêzîkî hev bike, bi Sitembolê ra razî bû, ku bi Mehemed paşa û hukumdarê Bexdayê yê Osmanîyê ra bide û bistîne (eskerên wan îdî ketibûne Rewandûzê). Bona vê armancê di destpêka meha tîrmehê sala 1836a da sêkrêtarê yekemîn yê mîssîya Îngilîs li Tewrêzê serbaz Şîîl berê xwe da kampa Tirkîyê.

Wek ku Kondînês elamî Sîmyonîç kir, qasidê Îngilîs li Tehranê Êllîs siparte Şîîl, ku Reşîd paşa “bîne rayê” bona ew “tevî farisa dijî Mîrê Rewandûzê şer bike”(11).

Lê daxaza înglîsa, ku êrîşkirina Tirkîyê-Îranê li ser kurda teşkîl bike, derengî ketibû. Di meha tebaxê sala 1836a da ordîya Tirkîyê dora kela Rewandûzê girt. Ahmed paşa, ku dît xurek têrê nake û av jî li ser wana birîne, şertê Mehemed Reşîd paşa, ku bi namûsî teslîm bibe, qebûl kir. Ew bi neferên mala xwe û serekeşîrên ku piştgirîya wî dikirin, ji Rewandûzê hate raqetandinê û berê wî dane Sitembolê, lê serekqumandarê Tirkîyê borc hilda ser xwe dewsa wê ziyanê bide hukumeta Îranê, ku dema dakutana kurda li Azirbêcana Başûr gihîştibû wê.

Teslîmbûna serekeşîrên kurda ne dihate wê manê, ku kurd wê dest ji şerkarîya xwe ya dijî hukumetê bikişînin. Ew şerkarî çend sala jî kişand. Kurd bi tevgelîya aktîv ya ermenîyên li dora Samsûn-Motkanê gihîştine hev, ku axake çiyayî ye li başûra Bîtlîsê, û bi xurtî ber hêzên zor yên Osmanîyê ber xwe dan(12). Ji wan ra li hev hat ser demeke kurt serxwebûna xwe biparêzin.

Li rohilata wê navçeyê kurdên xantîya Hayînê û Heso bi mêrxasî şer dikirin, ku diketine bakûr û bakûr-roava Dîyarbekirê. Ew şer hetanî bahara sala 1837a berdewam kir. Eskerên sultan bi topên giran gund û sengerên çêkirî ji binî va rakirin. Tirka, ku mal û milkên wan şewitandin, dû ra serekên wan – muxtarê Hayînê Temir beg û yê Heso Recab beg girtin. Pey zêrandina piranîya binecîyên kurd ra serhildana ji bo rizgarîyê şikest.

Xwesma kurdên qebîlên Bekran û Reşkotan yên navça Pasûrê bi mêrxasî şer kirin. Wek navçeyên mayîn da, bi mêra ra tevayî jin, kal û zaro jî şer dikirin. Eskerên tirka bi hovîtîke nebînayî ji heq-hesabê welatparêzên kurda dihatine der, qet guh ne didan ew kes mêr e, jin e, kal e, am jî zarok e. Mehemed Reşîd paşa, paşê jî Hafiz paşayê, ku sala 1837a pey mirina wî ra bûbû serekqumandar, bona her serîkî, guhekî, tilîkî jêkirî hedya dida(13). Pasûr tenê pey xwînrijandina kurda ya pir ji alîyê tirka da hate zevtkirinê.

Wê demê, gava hêzên Împêratorîya Osmanîyê serhildana ji bo azadîyê li Kurdistana Navbendîyê dihincirandin, eskera bi serokatîya serdarê Bazîdê dijî eşîra Sîpikîya li Erzîncanê destbi şêr kirin, ya ku dikeve roava Erzurumê. Di meha tebaxê sala 1837a da ji tirka ra li hev hat serekeşîr Suleyman axa û serekên mayîn bigrin. Pêşmêrge hatine kuştinê, lê serekên wan hebis kirin. Lê hukumeta Tirkîyê bi hovîtî ji heq-hesabên kurdên “feqîr û belengaz” hate der, ew darda kirin, gulle kirin û şewitandin.

Bi vê yekê ra tevayî hukumeta sultanîyê lap bi awakî mayîn berbirî derebegên kurda dibû. Ewê tenê ew sirgûn dikirin, an jî hebis dikirin (ew jî gelek cara ser demeke pir kurt), lê paşê nav û hebûna wan li wan vedigerandin. Bi gotineke din, dîwana Tirkîyê di hêlekê va hindava xebatkarên kurd “sîyaseta qamçîkirinê” bi kar dianî, lê hindava dewlemend û derebegên zor “sîyaseta milahîmkirinê” derbaz dikir.

Awa, îdî di meha gulanê sala 1837a (ango, piştî şeş mehên girtin û sirgûnîyê) Mîrê Rewandûzê Ahmed paşa “ji alîyê sultan va navê padşatîyê li xwe vegerand û bi hedya û nîşanên cihê-cihê va vegerîya cîyê xweyî berê”(14).

Taktîka vî awayî ya dîwana sultanîyê bi piranî bi wê yekê va tê şirovekirinê, ku wana hêza kurda ya şerkirinê rind zanibûn û dixwestin serekeşîra bona armancên xwe bi kar bînin. Ji bo nimûnê, dema şerê dijî Împêratorîya Osmanîyê, an jî Îranê. Bilî wê, Sitembol ku dixwest serekên Kurdistanê bîne hêla xwe, bi wê va dixwest dubendîyê bixe navbera niştimanperwerên kurda.

Serdarê rûsa M. Lîxûtîn, yê ku demeke dirêj Kurdistanê da ma, dema şerê Qrîmê wê pirsê ra girêdayî lêgerînên hewaskar kirin. “Me dît,- M. Lîxûtîn dinivîse,- ku hukumeta Tirkîyê dikare bi hedya, qulixa, rutba çend serbaza bîne hêla xwe, lê nikare gel xwe ra bike dost. Ji bo me hêsa bû dosta di nav kurdên sade da peyda kin, yên ku dixwestin piştgirîya me ji xwe ra bikine bingeh û xêrnexwazîya xwe ya hindava dijmin da pêk bînin. Lê carekê ez mecbûr mam bikevime navbera serdarên kurda û kurdên sade, ku dixwestin ji zulim û zorê xilas bin”(15).

Gava em derheqa kemala serhildana Rewandûzê da dipeyîvin, pêwîst e bidne kivşê, ku ji wêya xuya bû, ku nava eşîrên kurda da daxaza azadarîyê zêde dibû. Bi wê yekê ra tevayî wêya da kivşê, ku dewletên mezin, xwesma Împêratorîya Osmanîyê, hewil didan bona armancên xwe yên eskerîyê-sîyasî kurda bi kar bînin û bi wê yekê va roleke aktîv di Kurdistanê da bilîzin. Problêma kurda destpê kir bere-bere dest ji rewşa xwe ya “hundurtirkîyê”, an jî “hundurîranê” bikişîne û kemala navnetewîyê ya fire wargire.

1. Binhêre nota H. Rawlînson (H. C. Rawlinson, Notes on ajourney from Tabriz through Persian Kurdistan to the ruins of Takhti-Soleiman…, – JRGS, vol. X, sal 1841, pp. 17-20).

2. A. Safrastîan, Kurds and Kurdistan, p. 52.

3. H. de Moltke, Lettres sur I`Orient…, p. 243.

4. ASDR, fond 40, mîssîya li Farizistanê, dokûmênt 33, belge 93. Malûmatîya konsûlê sereke li Tewrêzê Kodîns wezîrê wekîldar li Tehranê Î. O. Sîmonîç ra ya 1ê çirîya paşin sala 1835a.

5. Arşîva sereke ya Komara Gurcistana Sovyetistanê, fond 11. Dîwana dîplomatî ya welîyê Kavkazê, dokûmênt 431, belge 3. Malûmatîya Kodîns ji welîyê Kavkazê Rozên ra, ya 15-ê çirîya paşin sala 1835a.

6. Arşîva sereke ya Komara Gurcistana Sovyetistanê, fond 11. Dokûmênt 308, belge 23-24. Nama Sîmonîç ya 15-ê îlonê sala 1833a.

7. H. C. Rawlînson. Notes on ajourney from Tabriz through Persian Kurdistan to the ruins of Takhti-Soleiman…, – JRGS, vol. X, sal 1840, p. 14).

8. Arşîva sereke ya Komara Gurcistana Sovyetistanê, fond 11. Dokûmênt 548, belge 1-2. Malûmatîya Kodîns ji welîyê Kavkazê Rozên ra, 14-ê hezîranê, sala 1836a.

9. ASDR, fond 40, dokûmênt 33, belge 113-114. Malûmatîya Kodîns ji Î. Sîmonîç ra, ya ji 16-ê hezîranê, sala 1836a.

10. Arşîva sereke ya Komara Gurcistana Sovyetistanê, fond 11. Dokûmênt 431, belge 22. Malûmatîya Kodîns ji G. V. Rozên ra, ya 14-ê yebaxê sala 1836a.

11. ASDR, fond 40, dokûmênt 33, belge 112. Malûmatîya Kodîns ya 16-ê tîrmehê sala 1836a.

12. J. Brant, Notes of a journey through a part of Kurdistan…

13. A. Safrastian, Kurds and Kurdistan, pp. 52-54.

14. Arşîva sereke ya Komara Gurcistana Sovyetistanê, fond 11. Dokûmênt 432, belge 38. Malûmatîya Çêvkîn ji H. V. Rozên ra ya 12-ê gulanê sala 1837a.

15. [M. Lîxûtîn], Rûs li Tirkîya Asîyayê di salên 1854a û 1855a…, rûpel 214.

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev