Xecê û Sîabend

Xecê û Sîabend
Em weşandina berhemên ji nimûneyên zargotina xwe berdewam dikin. Berhema 37an me ji pirtûka Hecîyê Cindî ya bi sernavê “Destan û sitiranên kurdan yên êpîkîyê” hildaye, ku sala 1962an li Moskvayê bi kurmancîya kirîlî ya kurdên Sovyet va ji alîyê “Weşanxaneya Edebîyeta Rohilatê” hatîye çapkirin. Em beşa wê ya bi sernavê  “Xecê û Sîabend” raberî we dikin.

Amadekirina têkstan, pêşgotin û şirovekirin di pirtûkê da yên Hecîyê Cindî ne.
Berhem çawa di pirtûkê da çap bûne, em wisa raberî we dikin.

Tîpguhêzîya hemû berhemên me yên zargotinê ji herfên kirîlî û latînîya kurdên Sovyet ser latînîya “Hawar”ê, ku di malpera me da çap dibin, Mîdîya Têmûr û Dîdara Têmûr dikin.
Amadekar: Têmûrê Xelîl
Ji zargotina me – 37

Sîabendê Silîvî wextekê xortekî bi serê xwe bû, dêmek ne diya xwe dî, ne bavê xwe.
Sîabendê Silîvî rastî dewletîkî hat, go: “Canim, dewletî min ra dest nade, ezê rabim ji xwe ra hespekî bistînim, herim nêçîrê bikim!”.

Sîabendê Silîvî rabû serê Sîpanê Xelatê, ji xwe ra nêçîr dikir. Go: “Gelo çiqa êl nema, çiqa şeher nema, ez çûmê, ez tenê neçûme êla kurê mîrê ereban!”.

Rabû ji şivanan pirsî, ji gavanan pirsî, çû êla mîrê ereban, go: “Gelo ezê li êla mîrê ereban bibim mêvanê mêrxasan?”. Go: “Mîr hene parsû qalim in, ez nabime mêvanê mîr, ezê bibim mêvanê mêran!”.

Sîabendê Silîvî bû mêvanê wana. Xûşkeke wan hebû, navê wê Xecê bû. Heta sê roj, sê şevên wan temam nebûya, wana ji mêvanan ne dipirsîn: “Mêvano, tuyê di ku da herî, ku da bêyî?”, edeba şeherê wan wisa bû.
Dilê Sîabend kete Xecê, dilê Xecê jî kete Sîabend. Xecê jî dergîstîya kurê mîrê ereban bû. Xecê go: “Ezê kurê mîrê ereban, Sîabend ji xwe ra bistînim, dilê min ketîye Sîabend”. Sîabend wa ji xwe ra dibêje.

Birê Xecê ser hisehisan ketin, ku dilê Xecê ketîye Sîabend. Go: “Welle, emê Xecê bidin Sîabend, delalîya me heft biran e. Em nadin kurê mîrê ereban, Xeca Zerîn delalîya me heft biran e!”.

Rokê hevalên Sîabendê Silîvî ketine bîrê, rabû çû çiyê. Xatirê xwe ji heft biran xwast, çû serê Sîpanê Xelatê.
Rokê nihêrî bengzade, mirtiv wê pê ketine, hevanên wan tijî birinc e, ji xwe ra dikişînin. Sîabendê Silîvî go: “Kuro bengzade, hûn vî birincî ji ku tînin?”. Go: “Çima tu nizanî? Heyfa te, bedewîya te, bejina te, vê siyarbûna te, here dewata kurê mîrê ereban û Xeca Zerê!”.

Got: “Mala min xirav bûyo, Xecê ji dest min çû!”. Rabû siyar bû, berê xwe da êla mîrê ereban. Ez dibêm ji xwe ra fikirî: “Xecê dizîka va birevînim… Na, ezê herim orta dewatê, ezê Xecê eşkere birevînim. Xecê, eger tuyê eşkere bêyî, ezê te bibim, herkê na ez te nabim! Ez mêrê dizîyê nînim!”.

Ro nîvro gimmîna heft def û zurnan e. Sîabendê Silîvî zêrek da defçî, go: “Eva ser serê min ra, ser serê Xecê ra şabaş bidî!”. Bengzade got: “Sîabend, tu dikî risqê me biqelînî? Risqê me ser êla mîrê ereban e”.

Bengzade şabaş kir, go: “şabaş ser serê Sîabendê Silîvî û Xeca Zerîn ra, malî ava, zêrek daye”. Cimaeta êlê li çavên hev nihêrîn, Sîabend ro nîvro Xecê da terkuya xwe, revand. Siyarî siyar bûn, bi dû ketin, kirin û nekirin Sîabendê Silîvî hilneda.
Sîabendê Silîvî hate serê Sîpanê Xelatê, go: “Xecê, em ne gur in, ne hirç in, ku li serê vî çiyayî bisekinin. Xewa min tê. Ku tu çonga xwe daynî, ezê serê xwe bidime ser çonga te, hinekî razêm”.

Sîabendê Silîvî serê xwe danî ser çonga Xecê, xew ra çû. Xecê lê nihêrî çêlekeke gakûvî, heft boxeyên qizil wê bi dû ne, ji xwe ra tên. Xecê boxekî sitirûşikestî, çavekî kor, lingekî topal dît. Wê heft boxeyên qizil wê da kirîye, wê çêlek daye ber sîngê xwe, ji xwe ra dibe. Dilê Xecê xirab bû, go: “Ev notila heft bira, ewê sitirûşikestî, çavekî kor, lingekî topal – Sîabend e, ku ji nav wana ez xilaz kirim”.

Girîya, hêsireke wê ket ser sûretê Sîabend. Sîabend lê nihêrî ne ewir e, ne ezman e, go: “Xecê, dibe tu poşman î?”. Go: “Ser doşeka pêxember, tu diya min î, xûşka min î. Min çawa tu anîyî, ezê wisa jî te bibim. Ez tu caran destê xirabîyê dest navêjime te!”. Xecê got: “Sîabend, dilê min ku di te da tunebûya, ez bi te ra nedihatim, dilê min di te da hebû, ku ez bi te ra hatim. Yekî notila kurê mîrê ereban mêrê min bû, ez xatûna êlekê bûm. Dilê min di te da hebû, ku ez bi te ra hatim”. Sîabend go: “Neynesîya girîyê xwe ji min ra bêje!”.

Go: “Neynesîya girîyê min ew e, wextê tu razayî, min lê nihêrî heft boxeyên qizil wê dane dû çêlekeke gakûvî, ji xwe ra tên. Min boxeyekî sitirûşikestî, çavekî wî kor, lingekî wî topal dît, wê heft boxeyên qizil wê da kirîye, çêlek daye ber sîngê xwe, ji xwe ra dibe. Dilê min xirab bû, min go: “Ev notila heft bira, ewê sitirûşikestî, çavekî kor, lingekî topal Sîabend e, ku ji nava wana ez xilaz kirim”. Dilê min xirab bû, ez girîyam, hêsirek ji çavê min ket ser sûretê te”.

Sîabend got: “Xecê, ez Sîabendê Silîvî, te ez kirim hevalê boxeyekî sitirûşikestî, çavekî kor, lingekî topal?! Li ku hebe ezê bikujim!”

Sîabendê Silîvî rabû, da tîr û kevanê xwe, da dû gakûvî. Sîabendê Silîvî lê nihêrî çêlekê wê xwe daye ber zangekê. Lê nihêrî heft boxeyên qizil wê dûr sekinîne, boxeyê sitirûşikestî nahêle ew nêzîkî çêlekê bibin. Tîrkevanek avîtê da, go: “Ezê bikujim, şerjê kim!” Box sitirûyê xwe kire pêsîra wî, girt di zerê da avît. Heft boxeyên qizil çêlek ji xwe ra hildan, birin. Sîabendê Silîvî li dara çekemê ket, çiqilê darê ji sîngê wî ket û ji pişta pîlê wî ra derket.

Xecê lê nihêrî Sîabend nehat, go: “Gelo Sîabend çima nehat?” Ew jî rabû da dû îza Sîabend, dît ku Sîabendê Silîvî gakûvî şerjê kirîye, lê Sîabend tune. Lê nihêrî wê nalenalê Sîabend ji zerê tê. Ne rê ye xwe bigihîne Sîabend, ne şirît e ku dahêle cinyazê wî ji zerê derxe.

Xecê got: “Sîabend, ev çi yek e te anîye serê xwe?!” Wêderê Xecê û Sîabend îja wê kilamekê bêjin.
Xecê go:
“Sîabendo, ha Sîabendo,
Merûmo, erê Sîabendo!
Çiyayê Sîpanê Xelatê min dîye mij û dûman e,
Berf dibare, malxirabo,
Baranê pêra pêra gujeguj e.
Kê dîye, kê di emiran da bînaye,
Nêçîr rabe nêçîrvanê xwe bikuje?”
Sîabend go:
“Xeca min megirî, megirî,
Delala min megirî!”
Xecê go:
“Sîabendo, Sîabendo!
Min go were meçe
Nêçîra gakûvîyan,
Nêçîr mêrê camêr ra bê wa ye!”
Sîabend go:
“Xecê megirî, delalîya min, megirî,
Heyfa min nayê canîya min a canik,
Heyfa min tê çavên te yên belek,
Sura Sîpanê Xelatê nepak e,
Sûretê te ra xirab e”
Xecê go:
“Sîabendo, Sîabendê Silîvî!
Min go tîr-kevanê xwe hilnede,
Navêje wî gakûvî!”
Sîabend go:
“Xecê, ku dilê te wisa li ser min dişewite,
Tu min ra bîne şirîtên heft malan e,
Kezîyêd heft zerîyan e,
Serê reşkezîyan bialîne,
Gazî Xwedê û mêran bike,
Bê: “Xwedê, cara îcarin
Sîabendê Silîvî şaxê Sîpanê Xelatê
Tevî komê, hevalan min vegerîne!”
Xecê go:
“Sîabendo, merûmo!
Ne bihar e, wextê koçeran e,
Xeca qirik ji kêderê bîne
şirîtên heft malan e,
Kezîyêd heft zerîyan e,
Teze Sîabendê Silîvî tevî komên nêçîrvanan
Ji xwe ra ku bibîne?”
Xecê go:
“Gakûvîyo, agirê kulê konê xweyê te keto!
Te sitirûyo li piçûko,
Qam-qanatê mino,
şaxên sitirûyan bilarûko,
Te ji hev qetandîye destê zava û bûko!”
Sîabend go:
“Xecê, Xeca mine delalî,
Delalîya heft biran î,
Paşî heft bira-
Delalîya Sîabendê Silîvî eynî xweyî”.
Sîabend go:
“Xecê, gunehê min li situyê dê û bavê te be!
Timê nêçîrvanê şaxê Sîpanê Xelatê tên û diçin,
Wê pirsa min ji te bikin,
Wê bêjin: “Xecê, ka Sîabendê te?”
Bê: “Sîabendê Silîvî li canûyeke nivzînî siyar e,
Wê şaxên Sîpanê Xelatê tayê karê xezalan digerîne”.
Xecê go:
“Gakûvîyo, gakûvîyo!
Te sitirû li mezino,
Qasî rojên salê
Sêsid şêstûşeş şax sitirûyê te çûyo.
Teyê serê Sîpanê Xelatê nava nîvro,
Teyê ji hev qetandîye destê mêr û jino!”
Sîabend go:
“Xecê, bes e li ser min bigirî,
Xêra min ji te ra tune,
Rabe li gaz û bêlanên bilind keve,
Rabe, belkî canfîrî her heft birê xwe bibînî!”
Xecê lê nihêrî du birayên wê pê ra derketin. Lê nihêrîn Xecê ji sîyê neçûye tavê, wê serçavên xwe qelaştine, xûn kirine. Gotin: “Xecê, kanê Sîabendê Silîvî?”. Xecê ji şerman xeber neda. Lê nihêrî nalenalên Sîabend ji zerê tên. Biran go: “Sîabend, eva çi yek e li te dest daye? Ji xêra Xwedê ra, seba xatirê Xecê, em heft bira bûn, em dewsa te bûna, ne tu di vî halî da bûyayî!”. Sîabend gote birayan: “De hûnê dibînin…”.

Wêderê xûşka xwe hilanîn anîn hatin, wêderê hespê Sîabend hilanîn, anîn.

Xûşka wana di rê da fikirî:

“Teze ezê ser êla kurê mîrê ereban da herim, ji Sîabendê Silîvî çêtir bibînim? Heq e, ku ez hema birayên xwe bixapînim, xwe bavêjime zerê!”.

Xecê xirxalekî lingê xwe yê zêrîn girt, avît, go: “Bira, xirxalê lingê min ser zerê maye, ezê herim nava birû û bijangan da bigerim, bînim bêm!”.

Xecê xwe gîhande Sîabend, go: “Sîabend, xwe bide alîkî, ezê xwe bavêjim, ez naxwezim li birînên te kevim, bira birînên te neêşin!”. Sîabend got: “Tu bidî xatirê Xwedê û mêran, min kirîye, tu nekî!”.
Ku Xecê rabû, Xeca dîn e,
Ber çavên belek dişidîne,
şera zer e.
Ewê jî xwe avît, xwe li dara çekemê xist.
Sîabend go:
“Xwedê, ku hubîya meyê firî dilê hevdu!
Meha gulanê bavêjî serê zerê,
Nêçîrvanê şaxan Sîpanê Xelatê bên û herin,
Bê: “Yek Sîabendê Silîvî ye,
Yek Xeca Qelenderî ye…”.
Bira hatin, lê nihêrîn wê xwe avîtîye zerê…
Riataza

Derheqa nivîskar da

RiaTaza

Информационный сайт о курдах и Курдистане; Администрация сайта приглашает к сотрудничеству всех заинтересованных лиц, создайте свой блог на RIATAZA, за подробностями обращайтесь по адресу info@riataza.com

Qeydên dişibine hev