“Dema Ku Bi Pinpinîkan Şa Dibim” a  Xoşman Qado  ji Weşanên Lîsê Derket

“Dema Ku Bi Pinpinîkan Şa Dibim” a  Xoşman Qado  ji Weşanên Lîsê Derket
“Çi xweş bû ew şev, dema ku te stêr bi tilîkan dihejmartin
û te ya di çavên xwe de ji bîr dikir.”
                                    “Ma çawa em dê bidin dû şopekê,
Heger lingên me hîn di rêya malê de
Şaş dibin.”
Di berhevoka xwe ya bi navê “Dema Ku Bi Pinpinîkan Şa Dibim” de, nivîskar Xoşman Qado
me li ser pişta hespê xweşbez ê helbesta bexşanî ya Kurmancîya reşbelek siwar dike û me dibezîne ber bi asoyên helbesta derûnî ve, ku hestên meşka dil û mêjîyê me li wir têne kilandin.

Bi peyvên xweşristî û hevokên xweşhûnayî, nivîskarê me yê ciwan, dîtin û guwahîyên xwe yên der heqê çend salên rabihurî yên tijî keser, bobelat, êş û şademergîyên Rojavayê Kurdistanê de ji xwîneran re raber dike.

Zimanekî ku xwe radestî rewanî û xweşbêjîyê kiriye û xwe berdaye nava dilikê şêwazeke nûjen a ku dikare derîyekî nû li ber afirandina di pexşana Kurdîyê de veke.

Dema Ku Bi Pinpinîkan Şa Dibim, Xoşman Qado, helbest, 64 rûpel, Weşanên Lîs 2016 , Amed
ISBN: 978-605-9295-09-3

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev