Qedirgirtina Eskerê Boyîk li Hannovera Almaniyayê

Qedirgirtina Eskerê Boyîk li Hannovera Almaniyayê
Dema komek an jî mirovek, kesekî bo karekî û rêzgirtinekê hildibijêre, pêdivî yê gelek xisletên wî hebin. Dema me Dr. Esker li ber çavan danî, ku em rêzê lê bigirin, me Erebê Şemo, Hecîyê Cindî, Qanatê Kurdo û hemî nivîskarên kurd li Yekîtiya Sovyeta berê hatin hizra me, ku wan kedeke mezin daye ziman û wêjeya kurdî. Taybetmendiya Esker jî asteya helbestên wî, nazikiya zimanê wî û hişê wî yê vekirî bû. Bêguman ew hemî nivîskarên me hêja bûn, lê mixabin kesek li wan nebû xwedî. Lewra li ser pêşniyara min, min û komek birader ji Ciwanên Kurdistanê li Hannoverê, ku hêja û çalak in, biryar wergirt bi vî karî rabin. Di 24ê Nîsana 2016an de, li bajarê Hannovera Almaniyayê bi destpêşkeriya înîsîyatîva Ciwanên Kurdistanê li Hannoverê şeva rêzgirtina nivîskar, lêkolîner, hişmend û helbestvanê hestên tenik, ku wek hostê ruhê gelê xwe tête binavkirinê, Dr. Eskerê Boyîk li dar ket. Di şevê da hijmarek ji nivîskar û kesayetiyên akadêmîk, rewşenbîr, hunermend û nivîskar pişikdarî dikirin.

Ji yên pişikdar, mamoste Heyder Omer, lêkolîner Jan Dost, romannivîs û lêkolîner Newaf Mîro, helbestvan Burhan Qeredaxî, şanoger, rêjîsor û helbestvan û beşdariya dengî Hesen Îrandost û amadebûna gelek sazî, kesayetiyên pispor di warên cuda de, Prof. Dr. Hisên Bektaş û xanima wî siyasetmedar Naciya Çelebî-Bektaş, nivîskar Hisên Düzen, rêvebirê komîta kurdên Hannoverê Ferîdon Qazî, mamoste Mistefa Kisabacak û rojnamevan-nivîskar Ziya Laçin, avokat Feysel Bedir, mamoste Subhî û gelek rewşenbîr, her wisa Piyanîst Brahîm Şêxo, Alî Ronak, Jiyan û hunermendê deng û tembûra xweş Kadar Nûrî bi rê ve çû. Zor hevok û peyvên bi naverok û watekûr li ser helbestvan, nivîskar û lêkolînerê navdar Eskerê Boyîk hatine gotinê.

Her nivîskarekî serboriya xwe, ka çawa Esker nas kirin darêjan û diyarkirin û çavkaniyên wê nasînê bi têr û tesel behs kirin. Ez wek pêşkêşvanê wê ahengê, li ser afirandin, nivîskariya Esker û astengiyên heyî di rêka nivîskarên Yekîtiya Sovyeta berê û bi taybetî li pêşiya Esker bixwe anî zimên. Mamoste Heyder Omer, li ser berhemên Esker, mandîbûna wî, gera wî li dûv ziman û wêjeya kurdî kir û wek nivîskarê gerok ew binav kir. Romannivîsên qedirgiran Jan Dost, kêfxweşiya xwe diyar kir, ku nivîskar hîna li jiyanê ye û qedrê qelema wî weke seydayê Xanî dibêje hate dîtin. Her wisa helbesta Esker ya bi navê „Dîkê derewîn“, ku wî di sala 1991ê de wergerandibû ser zimanê erebî û di pirtûka xwe ya berhevoka helbestvanên kurdî bi erebî, ya yekem weşandibû û di pey re, helbesteke xwe xwendin. Mamoste Newaf Mîro ji camêriya xwe li ser jiyana wî û berhemên wî û ka ew çawa xwe dide nasîn peyivî û helbesteke xwe diyarî mamoste kir. Pîrozbahî û birûskên dilxweşiyê hatin xwendin, ji Yekîtiya nivîserên kurd-tayê Duhokê, berpirsyar û bêjera radyoya  Ria Taza û radyoya Ronkayî xanim Bêlla Stûrkî, nivîskar Konê Reş û gelekên din.

Rejîsor û şanogerê kurd yê taze ji Silêmaniyê hatibû, Burhan Qeredaxî bi helbesteke xwe beşdarî ahengê bû û bi dilekî mişt xem û xemgîn helbest xwend. Mamoste Ferîdon Qazî bixêrhatina mêvanan kir û dît, got ku ev karê rêzgirtinê karekî șaristanî ye û di kesayetiya Esker de ew nivîskarên bi kul çûn têne bibîrhatin. Hunermendên pişikdar, mîna Alî Ronak, helbesta Dayê Can, ya Esker, ku awaz lê danîbû, jenî û got. Hunermend Kadar Nûrî, bi stran, deng û tembûra xwe dilê mêvana șad kir. Piyanîstê me Brahîm Șêxo, ko taybet bo vê șevê ji cihekî dûr hatibû, tiliyên xwe yên majîk, li ser piyano re birin û guhdar bêdeng hiștin. Di dawiyê de, Seydayê Esker xelata xwe wergirt û serboriyên xwe bi mêvanan re parve kirin û spasiya xwe „Ji vir û heta mala Xwedê kir“.
Tengezar Marînî

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev