Destpêka Pirsgirêka Kurd û Mîrekîya Babanzadeyan

Destpêka Pirsgirêka Kurd û Mîrekîya Babanzadeyan

Lêkolêner Welat Agirî bi daxweza redaksyona malpera me berdewam ji me ra gotarên dîrokî yên balkêş dişîne. Em jî bi kêfxweşî wana çap dikin. Keremkin, gotareke nû a balkêş.

Bi qedandina Şerê Çaldiranê û serkevtina Siltan Yavûz Selim ve, navbera Dewlata Osmanî û Mîrên Kurda de peyman hatibûn çêkirin. Li gorî wan peymanan;

 Yavûz Selîm, nîv-serbixwetî ya Kurda qebûl dikir û ew biryar bi fermî hate pejirandin

 Dewleta Osmanî û Kurd bûbûn hevalbend/mitefîqên hev

 Mîrî ya Xanên Kurd yê ji bava derbasî lawa bûya

 Heke şer navbeyna Osmanî û dewleteke din de derketa, Kurdên beşdarî cengê bibûna û yê piştgirî bidana Osmanîyan.

 Her mîrekî yê pîvanek bac bidana dewletê.

1514an heya 1639a Mîrên Kurd welêt û herêmên xwe de azad û nîv-serbixwe jîyana xwe domandin. Pey çêkirina Peymana Qesra Şîrîn(1639), Paşayên Osmanîya soz û peymanên xwe negirtin û em dikarin bêjin ku dema dijwarîyê boy Kurd û Kurdistanê dest pê kir. Evlîya Çelebî demsala 17mîn de qal û behsa Mîrên Kurda dike. Çelebî dibê Dewleta Osmanî ji Mîrên Kurda razî nîn e, dewlet pirsgirêka sîyasî û leşkerî derdixê pêşberî mîra, rêberekî mişext(sirgûn) dike û ji malbata wan yekî dinê tîne şûnê. Ji bo wê mînakekî dide; 1655an de Mîrê Bedlîsê Ewdal Xan dijberî dewletê serî hildide, walîyê Wanê, Melak Ahmet Paşa, bi hêzeke giran ve ser Mîr Ewdal de digire û mîr têk diçe. Bi çûyîna mîr ve, walî, kurê Mîr Ewdal, Zîyaeddîn, tîne cihê wî.

Ji bilî Mîr Ewdal, mîrekî din jî heye ku, ji dûrxistina berpirsîyariya mîrekîyê bû sedema serhildanekî. Ew Serhildan navbera dewleta Osmanî û Babanzadeyan de derdikeve holê. Anegorê dîroknasa Serhildana Babanzadeyan di eynî demê de destpêka pirsgirêka Kurd e.

Babanzadeyî kî ne?

Mîrîtîya Babanan rolekî rewşedar digirin dîroka Kurdan de. Şerefxan dibêje ku mîrîtîya herî bi hêzdar ya demsala 16mîn destê Babanzadeyan de bû. Damezrênerê vê mîreke Mîr Budax e. Mîr Budax bi avakirina mîrîtîya xwe ve, giranîyê dide milê leşkerî û demeke kin û kurt de dibe xwedîyê artêşeke mezin, bi wê artêşê ve sînorên wê mîrgehê fireh dike, Lajan, Zarza, Soran, Şîno û Kerkukê bi dest dixe. Budax Xan ser nave xwe pere çap dike û ew çapkirin jî sembola azadîya wî bû. Kurên Mîr Bûdax tune bûn û bi vê sedemê,bi mirina mîr ve xarzîyê wî Bûdax Rustem tê serî. Dawîya salên 1500î de, êrîşên dewletên din û pirsgirêkên hundirî û derveyî tesîreke xirab derdixe meydanê û Babanzadeyî rêveberîya xwe winda dikin.

Ew rewş nêzîkê sed sal didome. Feqî Ehmed sala 1664an de cara duduyan Babanan dike xwedîyê hukum û fermandarî yê. Du kurên Mîr Feqî Ehmed hebûn, Xan Bûdax û Silêman Baba. Mîr Silêman hê dema seroktîya bavê xwe de derbarê Mîrekîya Kurd de gelek karên qenc tine hole, Qeredax, Bazyan,Şehrezor û Sîn dikevin nava sînorên mîrekî yê.

Dema Şerê Osmanîyan bi Ûris re dest pê kir, siltanê Osmanî ji Mîr Silêman alîkarîyê dixwaze û bi piştgirîya Kurdan ve Ûris têk dice. Boy vê jêhatî û yarmetîyê, Siltanê Osmanî ji Silêman Xan re xeftanekî dişîne û mohra paşatîyê dide Mîrê Kurd. Bi dest xistina paşatîyê ve Mîrên Babanzadeyan dibin xwedîyê hêz û quweteke mezin. Roj bi roj mîrekî fireh dibû, cîh û warên nû hildidan, nîv-serbixweyî çûbû serbixwetîyê dewsê girtîbû. Ev pêşve çûyîn bandora xwe cîvakê û jîyana edebî de jî dihêle. Serok û rêberên Babanzadeyan li herêmê de gelê xwe teşfîqê ektîvîte û fealîyetên çandî û wêjeyî dikirin. Destpêka demsala 19mîn de dibistaneke şiîr û edebîyatê ava dikin, helbestvanê Kurd yê mezin Nalî ji dibe stêrka wê dibistanê.

Osmanîyan henekî dereng pê derxistin kû sîyaseteke xirab meşandine, ewqas karbidestî Kurdan re zêde bû, bi wan desthilatîyan Mîritîya Babanan mezin bûbûn û wek berê mineta xwe Osmanî û Safevîyan nedigirtin. Me jorê jî behs kirîbû ku çareserîyake Osmanî dijberî Kurda jî ew bû ku Kurd berdidan hev yan jî ji eynî malbatê yekî din dikirin reqîb û hemberê mîr.

1806an de pey wefata Bababnzade Îbrahîm Paşa, dewleta Osmanî, dewsa Baban Ehmed Paşa, ji wê malbatê Xalit Paşa tînin serî, ji ber wê Ehmed Paşa dijber Osmanîyan serî hildide. Ev serhildan nêzikê 2 sala dikşîne. Ehmed Paşa 1808an de bi Osmanîyan re serederîyê dernaxe û têk diçe. Encamê de Ehmed Paşa xwe davûje Îranê.

Pey vê serhildana yekemîn ya Babanzadeyan, 4 sal pişt re serhildana duyemîn dest pe dike. Xarzîyê Ehmed Paşa dixwaze ku heyfa apê xwe hilde. Ev raperîn jî dirêj nakişîne û 1812an de dikevin bin kontrola Dewleta Osmanî. Mîrekîya Babanan heta 1847an jîyana xwe domandin û bi destpêka 1847an de Bexdetê ve hat girêdan, jîyana sîyasî û hukumdarîya wê demê dawî bû.

Roja me de Pirsgirêka Kurd li Tirkîyê, Îraqê, Îranê û Sûrîyê berdewame. Gorî gelek dîroknasan ev pirsgirêk bi Serhildana Baban re dest pê kir. Heya salên 1800î, Kurda gelek caran xwe didan aliyê Safevîyan yan jî Osmanîyan. Lê belê 1806an de Kurdên Baban ji herdu dewletan jî mineta xwe nagirin û serîhildidin. Ew dibin wek mînak bo Kurdên din ji ber ku dû vê serhildanê, raperînên din jî diqewimin. Wek Serhildana Êzdîya, Bedirxanîyan, ya Yezdanşîr, Raperîna Şex Ûbeydullah Nehrî, Hilperîna Simko, Koçgirî, Agirî û hwd..

Çavkanî:

The Emergence of Kurdism with Special Reference to the Three Kurdish Emirates within the Ottoman Empire, 1800-1850‏, Sabah Abdullah Ghalib

Kurtler ve merkezî otorite ile iliskileri, Abdurrahman Yilmaz

15.yy dan Gunumuze Kurt Ulusal Hareketleri ve Kurt ve Ermeni Iliskileri, Garo Sasunî

Welat Agirî, lêkolîner

 

Derheqa nivîskar da

Welat Agirî

Zanîngeha Uludagê (Bursa) da zanîst ( science) xwand. A niha mamostetiyê dike

Qeydên dişibine hev