Heta rêfêrêndûma

bona Serxwebûna Kurdistanê

maye:

Êzdî di Çarşema Sor de xemgîn in!

Êzdî di Çarşema Sor de xemgîn in!
Rîsale Şerkanî

Çarşema Sor cejna serê sal û mezintirîn cejna êzdîyan e. Bi boneya vê cejna kurdên êzdî di dirêjahîya heyvê de cejn û ahengê dikin. Lê ev e du sal in, pîrozbahîyên Cejna Çarşema Sor, rûxsarek din ê xemgîn girtîye. Di cejna Çarşema Sor a îsal de bi biryara Civata Rûhanî ya Êzdîyan bi hezaran kurdên êzdî xwe gehandine Laleşa Nûranî, rêwresmên olî yên cejnê lidarxistin, bi dua û nîyazan hewldan dengên xwe bigehînin Yezdanê dilovan.

Berîya şer û dagira DAIŞ’ê ya Şengalê, hemû rêwresmên Çarşema Sor li Perestgeha Laleşa Nûranî û Mezargeha Şêx Şerefdîn dihatin pîrozkirin. Ji bo beşdarbûna rêwresmên cejnê, li Êzdîxan û hemû alîyên cîhanê mirov dihatin û ahenga xweşî û şahîyê digêrandin. Herwiha piştî rêwresmên li van herdu cîhên pîroz, hemû xelkê cilên xwe yên gelerî li ber dikirin û ji bo seyranê diçûne Çîyayê Laleş, Şengal û deverên din ên Kurdistanê. Lê piştî dagirkerî, ferman û komkujîya DAIŞ’ê ya li ser xelkê êzdî, ev e du sal in, aheng û xweşî nemaye, tenê rêwresmên olî yên Çarşema Sor û cejnên din ên êzdîyan tên kirin, lê ew jî bi dilek xemgîn tê pîrozkirin.

Derbarê wate û giringîya Çarşema Sor de, nivîskar û vekolerê êzdî Pîr Xidir Silêman bo BasNewsê got: “Ya rastî hemû rojên Çarşemê ji bo kurdan û bi taybet kurdên ezdî pîroz e. Hemû êvarên Çarşeman êzdî ji bo dûa û nîyazan, serdana mezargeh an jî tirbeya şêxên xwe dikin. Ji alîyê erdnîgarîyê ve, êzdîyên li Duhok û deşta Nînowayê wê rojê serdana perestgeha Laleşa Nûranî, yên Şengal û dora wê jî serdana tirbeya Şêx Şerefdîn dikin. Ji ber agir di êzdayetîyê de pîroz e û remza ronahîyê ye, wan rojan li mezargehan agir û şemaman hil dikin.”

Pîr Xidir dîyar kir ku hatina Çarşema Sor jî bi xweza û feleknasî, anku stêrnasîyê ve girêdayî ye û wiha berdewam kir: “Ev roj li gor tevgera stêrk û tavê û herwiha guherînên li xwezayê weke serê salê tê qebûlkirin. Roja Çarşema serê Nîsanê, anku Çarşema Sor de demsal xwe bi hemû ciwanîyan dixemilîne. Bi bawerîya êzdîyan Xweda anku “Tawisê Melek” yekem car di vê rojê de hatîye ser rûyê cîhanê û avabûna cîhanê temam bûye. Lewma jî her sal carekê di roja Çarşema yekem a meha Nîsana li gor salname ya rojhilatî, tê ser erdê û ew roj dibe sersala êzdîyan. Di wê Çarşemê de Xweda û mirov digihin hev, erd û ezman dibe yek. Xweda nebaşîya di dili mirovan de radike û başîyê dide wan. Ji bo xatirê wê rojê cîhan nû dibe, ruhber ji xewa zivistanê hişyar dibin. Roj tîna xwe zêdetir dike, dar û ber, çol û çîya dixemilin. Ji ber vê yekê êvarîya berî cejnê, kebanîya malê diçe deştê û desteyek gulên sor tîne malê, anku biharê tîne malê. Herwiha ji bo sibeya cejnê hêk têne kelandin û rengkirin. Di hemû malên êzdîyan de ev rêwresm birêve diçe. Hêkên hatine kelandin li ser derîyê malê yê derve tê hilavêstin. Ev yek jî weke yekem zengila serê salê tê hejmartin. Roja cejnê malbatên êzdîyan seredana hev dikin, li hemû malan de jî bi qazanên mezin sawikan dipêjin, şekir û şîrînî tê amade kirin û didin cîranan, malbatên hêjar û li ser tirbên mirîyên xwe weke xêr belav dikin.”

Pîr Xidir da zanîn ku Çarşema Sor ji bo êzdîyan, destpêka xêr û bereketa sala nû ye û wiha got: “Pêwîste bi ciwantirîn şêweyî pêşwazîya vê rojê bikin. Ev e jî belgeya vîyan û bengîya êzdîyan a bo jîyanê ye. Di vê rojê de nêçîr û segvanî qedexe ye. Erd nayê kêlandin û zevî û baxçe nayên vedan. Herwiha di vê rojê de çiqlên daran jî nayên birîn. Keç û kurên êzdîyan di vê rojê de dawet û zewacê nakin. Jiber ku meha Nîsanê bixwe bûk e û xwe weke bûkan dixemilîne, nabe ku bûkek din li ser dayika xweza de bihêt. Di roja cejnê de dua tê kirin û qewl tên xwendin. Qewl jî Qewlê Afirandina Dinyayê ye:“

Ya Rebî dinê hebû tarî / Tê da tune bûn mişk û marî / Te zindî kir teze halî / Çû nema gul jê barî / Ya Rebî tu hostayê kerîmî / Te vekir rê û derba tarî / Tu hostayê her tiştî / Bihûşt çê kir rengê bî / Erd û ezman tune bûn / Dinê fireh bê bin bû / Mirov û heywan jî tunebûn / Te maf saz kir / Di behran de tenê hebû dur / Ne dimeşîya, ne dipeşîya / Te xwêş rûh anî ber / Nûra mafê pêyda kir / Goşt û rûh hatine ber / Nûra çavan lê hate der / Dest û pê kire leş / Lê şêrîn kir got û bêj”

Li alîyê din Xizmetkarê dêrîn ê Laleşa Nûranî Şêx Çawiş jî derbarê cejna îsal de axivî û hêvîyên xwe wiha anî ziman: “Di vê cejnê de daxwazê ji Xwedayê mezin û dilovan dikim ku xêr û xweşîyê li ser hemû cîhanê, mirovan û xelkê êzdî de birijîne. Hêvîdar im ku ev cejn bibe destpêkek bo serxwebûna Kurdistanê, azadîya Êzdîxan û êzdîyan di destê terorîstên DAIŞ’ê de. Herwiha daxwaza min a herî mezin ew e ku zarok, keç û jinên me di destê dirindeyên DAIŞ’ê de bên rizgarkirin. Azadbûna van dîlên êzdîyan nîyaz û duaya destpêk û dawî ya hemû êzdîyan e. Weke em dibînin ti aheng û xweşîyek di nava xelkê êzdî de nemaye. Xweşî ew deme ku Kurdistan rizgar bibe, em jî bibin xwedan remza şeref û kerametê, cîhan hemû rêzê ji bo me bigre.”

Nivîskar û Berpirsê Ragihandina Perestgeha Pîroz a Lalêşa Nûranî Loqman Silêman jî got: “Rêwresm û sirûdên olî, bi amadebûna Babe Şêx û rîspîyên din ên ola êzdîyan tên encamdan. Em wisa hatine fêrkirin ku dua û nîyaza baş bo hemû mirovahîyê û paşî bo xwe bikin. Ji bilî xweşîyê, me ti nexweşî ji bo ti netew, ol û mirovan navê. Cihê dax û mixabinîye ku terorîstên DAIŞ’ê hatin, fermanek nû li ser kurdên êzdî de anî, zarok û jinên me revandin. Di ola êzdîyan de kuştina çûkek û heta mûrîyekê jî heram e. Lê DAIŞ hatin di bin navê ol û îmanê de serê mirovên me birîn Li gor bawerî û dabûnerîtên me, jin û zarok pîroz in. Heta ew dîl ji destê terorîstan azad nebin, em nikarin cejnê pîrz bikin û ahenga bigêrin.”

Barzanî: Kurdên êzdî wê xwe biryara çarenûsa xwe bidin

Serokê Rêveberîya Herêma Kurdistanê (RHK) Mesûd Barzanî bi helkefta cejna Çarşema Sor peyamek belav kir û got, “Divê kurdên êzdî bi xwe biryarê li ser çarenûsa xwe bidin û rê nadîn hinek kes çarenûsa wan dîyar bikin.” Barzanî di peyama xwe de cejna serê sala êzdî cejna Çarşema Sor, pîrozbahî li hemû kurdên êzdî yên li Kurdistanê û cîhanê kir û got: “Kurdên êzdî mînakeke dîyar ê berxwedan û xweragirîya gelê me ne û ji bilî wan hemû hewlên qîrkirinê, kurdên êzdî gelek bi wêrekî û azayane bergirîyê li nasnameya kurdayetîyê kirin û ti dijminek nekarîye kurdên êzîdî ji nav bibe û nasnameya wan jê bibe. Pabendbûna wan ezîzan bi nasnameya kurdayetîyê û ola wan, çekekî bi hêz bû ku tenê dilreqî û dirindeyî û hemû karên nemirovaneyên terorîstên DAIŞ’ê di dema dagîrkirina devera Şengalê, nekarî îradeya wan beşê ezîzên gelê me têkbişkîne.

Barzanî di berdewama peyama xwe de got: “Di helmeta azadkirina Şengalê jî ji alîyê Pêşmergeyên qehreman ên Kurdistanê ve, dema sedan zarok û gedeyên Kurdistanê ji Xaneqînê ve heta Zaxo bi çekê şerefa Pêşmergayetîyê ji bo azadkirina devera Şengalê xwîna xwe ya geş rijandin ser axa wê deverê û şehîd bûn, xwîna wan şehîdan peyama rûn bû û carekî din kurdên êzdî li bin alaya Kurdistanê da bi dost û dijminan ragihand ku ew beşekî veneqetayî ya gelê Kurdistanê ne.”

Barzanî di dawîya peyama xwe de jî wiha got: “Di cejna serê sala êzdî de tekez li wê yekê dikin ku bi hemû şîyanek ve palpiştîyê li xuşk û birayên êzdî dikin û divê ew bi xwe biryarê li çarenûsa xwe bidin û rê nadîn hinek kes çarenûsa wan dîyar bikin û sûrîn li ser parastina wan û dabînkirina paşarojeke dûrî li nexweşî û çewsandinê.”

Wergera ji soranî: Mihemed Salih Bedirxan

Derheqa nivîskar da

Mehmed Salih Bedirxan

Lisansa dîrokê a mastera kurdi xwendiye. Karmendê BasNews e

Qeydên dişibine hev