“Hêlange ” ya Yaqob Tilermenî ji Weşanên Lîsê Derket

“Hêlange ” ya Yaqob Tilermenî ji Weşanên Lîsê Derket
Ji mêj ve ye jin û mêr weke tevr û bêr bûnewerîya hevdu temam dikin. Lê jîyana di nava bajaran de û hêmanên civakî vê bûnewerîyê nivîşkan dihêle. Bedenên ji bo hevdu afirî bi sedema kirûyên netewî havîbûnê dijîn. Jin û mêr; her yek ji bo vê dîlbûnê berteref bike, kakila xwe dixe ber lêpirsînê.

Selmanê Esilereb û Nûsayrî yê hîndekarê zanîngehê ji bajarê Stenbolê berê xwe dide Cizîra Botanê, welatê hevsera xwe Sînemxanê. Li şûnwarên Melayê Cizîrî, Mem û Zîn û Bekoyê Ewan, Seyyid Elîyê Findikî û bavê duyemîn Peyamber Nûh digere, li bizava zimanparêz a ciwanên zanîngehxwende yên Cizîrî li ser esasê Kurdperwerîya Celadet Alî Bedirxan rast tê. Bi giyanê Memduhê ji qirkirina ‘Eleqemşê rizgarbûyî re li cih û warên zilûmdîtî digerin. Di bîbîkên çavên zerînî yên Berîvana Cizîrî re derbasî Binxeta Rojavayê dibe.

Sînemxana Esilkurd û mamosteya dîrokê ji bajarê Stenbolê berê xwe dide bajarê Antakyayê, welatê hevserê xwe Selman. Li Baxçeyê Zîrahî yê ku ji Memduh Selîm Begê û Ferîhayê re şûnwarê evînê digere. Çîroka Habîbî Naccarê pêgirtîyê yekemîn ê ola Îsewî û laneta li ser bajêr a du hezar salî hîn dibe. Li ‘Elîyê Xesîbî rast tê, dua û dirozgehên wî yên mezheba ‘Elewîyên ‘Ereb dibîne û li kirarên darikê pelûlê yê pergala sedsale dibe govan. Bi nakokîyên hinava xwe re dikeve heft û heştan, li arezûyên gwînê xwe diqeside, weke Daphneya lehenga mîtolojîk bera pê azadîya xwe dide û berê xwe dide bajarê bav û kalan, Cizîra Botanê.

Yaqob Tilermenî, salên dijwar ên çarenûsa du çemên qedîm, Dîcle û Asî; çarenûsa du netewên qedîm, Kurd û ‘Ereb; du bajarên qedîm, Cizîr û Antakyayê dixe nava çargoşeya heman wêneyî û weke Xala Kor a di wêneyê de ji ber çavan bêrî, sînorê çêkirî yê Rojavayê Kurdistanê nîşan dide.

Hêlange, Yaqob Tilermenî, roman, 226 rûpel, Weşanên Lîs 2016 , Amed
ISBN: 978-605-9295-10-9

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev