Wek tevgerek felsefî û bi terzê yewnan Meşşaîparêzî

Wek tevgerek felsefî û bi terzê yewnan Meşşaîparêzî

Meşşaîye, navê wan koma fîlozofa ye ku bi bandûra Arîstoteles felsefeya xwe hilberandine. Ji ber ku Arîstoteles li derve digeriya û dersên xwe wiha dida, ji vê yekê re perîpatos tê gotin ku erebîya vê peyvê, meşşaîye ye.

Meşşaîyeparêz bawerîya xwe bi aqil anîne û wiha parastine ku mirov bi rêya aqil dikare têbigihêje Qûr’anê û hemû tiştên ku di ol de bi awayekî rast hatine vegotin. Ji ber vê yekê jî mirov dikare bibêje ku ew rasyonalîst in. Nûnerên vê tevgerê yên sereke li rojhilatê El Kindî, Farabî, Îbnî Sîna û li rojavayê jî Îbnî Ruşd e…

1- El Kindî (801-873)

El Kindî wek fîlozofê yekemîn yê felsefeya îslamê tê dîtin. El kindî hewl daye ku zanayîyên Îslamî û felsefeya yewnan ya berê bigihîne hevdu û sentezeka wan çêke. Ji bo vê yekê jî li ser wergerên ewilî rawestiyaye û carekê din li wan hûr bûye.

Li gor bîr û bawerîya El kindî Qûr’an û felsefe, heman rastiyê vedibêjin û di navbera wan de tu nakokî tune nin. Sebebê yekemîn yê hemû heyînan xwedayê bêdestpêk û bêdawî (ezelî û ebedî) ye.

Hemû tişt bi îradeya wî çêbûne û bi îradeya wî wê carekê din ji jolê rabin., ango dîsa wê bi îradeya wî dawîya wan were. Li gor bawerîya El Kindî, ji ber ku yên tevayî (yên tumel) nayên bihîstin, ew aqlî ne. Navê wî yê rasteqîn Ebū-Yūsuf Ya’kūb ibn Ishāk el-Kindī ye û li rojavayê bi navê “Alchindus” tê naskirin.

Berhemên wî li jêr in

1- Risale fil Akl

2- Risale fi Mahiyyetin Nevmi ver Ruya

3- Risale fil Cevahiril Hamse

4- Risale fil illetis Selci vel Berdi vel Berki ves Savaiki ver Radi vez Zemherir

5- Risale fiş Şuaat

6- Risale fi İhtiyaratil Eyyam

7- De İntellecto Secondum Aristoteles et Platonem

8- Risale fi İhtilafil Manazır

9- Fi Marifeti Kuval Edviyetil Murekkebe

2- Farabî (870-950)

Farabî ji ber ku bi pirranî li berhemên Arîstoteles hûr bûye, bi navê mamosteyê duyemîn (Muallim-i Sani) hatiye naskirin. Li ser matematîk, fizîk, astronomî, tip, biyolojîyê xebitiye. Li gor bîr û bawerîya Farabî, ol û felsefe ji hevdu nayêtin veqetandin.

Farabî vê bawerîya wiha anîye ziman: “Rasteqînî, nabe ku li dijê rasteqînîyê be.” Bi têgeha “heyîna bivênevê” xwe nêzîkê babeta heyînê dike. Li gor bawerîya Farabî heyîna herî gewre û rasteqîn, xwedê ye. Çimku hebûna xwedê, ne girêdayê tu tiştî ye. Hilik û xwehebûnkirina xwedê, yek e. Ji bilî xwedê tu heyîn, nikarin ji ber xwe ve, xwe bikin heyîn. Çimku ew hebûna xwe, deyndarê heyîneke din in. Farabî di teorîya xwe ya “Yên Aqilmend” de dibêje ku di pêşîya xwedê de di destpêkê de aqlekî yekemîn derketiye holê û ji vê aqlê, bivênevê; aqlekî din der çûye, giyan û asîman çêbûne. Di warê şirovekirina bûyerên xwezayê de teorîya Arîstoteles ya “Madde û Formê” dipejirîne. Li gor ramana Farabî, sedemê hemû heyînan xwedê ye û hemû heyîn ji xwedê wek aqil der çûne û heyîna ku herî zêde ji xwedê dûr e jî, madde ye. Wezîfeya mirovan jî, divê ji maddeyê xwedûrkirin û ji bo nêzîkbûna xwedê, zelalkirina rih be.

Li gor dilêrîna Farabî, bextewarîya civakî encax bi rêya rasteqînîyê ku hilbera aqlê pratîk e, rastî û başîyê, dikare pêk were. Farabî wisa dixwaze ku bi rêya aqlê pratîk, hem mirovên desthilatdar û hem jî yên ku têne birêvebirin, xwe bigihînin civaka îdeal ya xwedîerdem. Hêmanên vê civaka îdeal ya xwedîerdem, di berhema xwe ya utopîk de ku navê wê “Bajarê Xwedîerdem” e, destnîşan kiriye.

3- Îbnî Sîna (980-1037)

Îbnî Sîna li rojavayê bi navê ‘Avicenna’ tê naskirin û li cîhana îslamê jî jêre dibêjin ‘Şeyhûl Felasife- ango, Şêxê an jî serokê Fîlozofan.’ Îbnî Sîna jî wek Farabî li ser dozîneya Arîstoteles ya ‘madde û formê’ rawestiya ye. Îbnî Sîna jî wek Farabî wiha bawer dike ku hemû heyîn ji xwedê der çûne. Di destpêkê de bi tenê xwedê heye. Ji xwedayê ku heyînek rasteqîn û bivênevê ye, giyanek saf der diçe. Ev giyan (rih), sedemê pêşîn e. Ji vê sedema pêşîn jî, hemû giyan û laşên ku di gerdûnênê de hene der çûne.

Îbnî Sîna ji vê yekê re dibêje ‘aqilê çalak.’ Mirov di asta pêşveçûna rih ya dawî de hilika heyînan dibîne û têdigihêje wan. Dîsa li gor bîr û bawerîya Îbnî Sîna, bextewarî xwepakijkirina rihê mirov e, ber bi aqil ve qesidîna mirov e. Îbnî sîna hewl daye ku ya felsefe û olê li hev bîne. Gelekî girîngîyê daye ezmûnê û fîlozofekî rasyonalîst e. Navê wî yê rasteqîn: Ebu Ali el-Hüseyin ibni Abdullah ibn-i Sina el-Belhi ye.

Berhemên wî yên sereke ev in…

1– El-Şifa

2– El-Kanun fi’t-Tıp (Zagona Tipê)

3– El-İşaret ve’t-Tenbihat

4- El-Necat

4- Îbnî Rûşd (1126-1198)

Îbnî Rûşd, di Serdema Navîn de wek damezranerê Arîstoparêzîyê tê dîtin û li gor bîr û bawerîya Rûşd, Arîstoteles tekane fîlozof e. Li gor bawerîya Rûşd, hege mantîqa Arîstoteles tunebûna, wê demê ne zanist û ne jî zanayî, ne gengaz bûn. Îbnî Rûşd, berhemên Arîstoteles şirove kiriye û bi awayekî taybetî wan rave kiriye. Mirov dikare bibêje ku rojava, ya Arîstoteles bi saya xebatên Îbnî Rûşd nas kiriye. Îbnî Rûşt wiha parastiye ku hemû tiştên di ol de ne, mirov dikare wan bi aqil îsbat bike. Li gor ramana Rûşd, madde û zeman, bêdestpêk û bêdawî (ezelî û ebedî) ne, ango eternal in. Ango, dibêje ew her hebûn. Dîsa dibêje ku hege livdarî tunebe, zeman nikare were fikirîn. Îbnî Rûşd, wisa bawer dike ku rih bêmirin (zindebar e) e, lê ‘rihê mirov’ ezelî ye. Di berhemên xwe de li ser lihevkirina ol û felsefeyê û li ser hevnegirtîya felsevanan rawestiya ye.

Navê çend berhemên Îbnî Rûşd

al Kulliyat fil- tiib (di 36 salîya xwe de), al-Şarh al-şagır bi’l cuz’i -yat va’l hayvan (di 43 salîya xwe de), al Şarh al-vasat l’il tabiiya va tahlilat al ahira (di 44 salîya xwe de), Şarh al-sama va’l alam (di 45 salîya xwe de), al-Şark al-sagır li’l faşaha va’l şir yol -vasat İi ma’ba’d’tabi’a (di 49 salîya xwe de), al-Şark al vasat li’l ahlak (di 51 salîya xwe de), Ba’z acza min maddat al acram (di 53 salîya xwe de), al -Kaşf’ an manahic al-adilla (di 54 salîya xwe de), al-Şarh al-kabir li’l-tabi a (di 61 salîya xwe de), Şarh Calinus (di 68 salîya xwe de), al Mantiq (di 71 salîya xwe de)

Mîstîsîzma Îslamê/Tesewuf û Nûnerên Tesewufê

Çavkanîyên tesewufê Qûr’ana Kerîm, Hedîs, Sinnet û jiyana ewlîyaya ye û berî her tiştî felsefeyeka jiyanê û zanyarîyê ye. Armanc, gihêjtina xwedê ye, ji xirabiyên nefsê, kubarî û quretîyê rizgarkirina rih e. Rêya vê yekê jî eşqê îlahî û hezkirin e. Di tesewufê de afiranderê hemû tiştan, xwedê ye. Ji xwiyakirina xwedê ya di hemû tiştan de re jî, Yekîtîya Heyînê, ango Wahdetî Vucud tê gotin. Xwedê herî zêde xwe di mirovan de nîşan dide. Ji ber vê yekê jî hemû mirov xwediyê hilikeka îlahî ne û bi hezkirina mirovan, gihêjtina Heq gengaz e. Di tesewufê de aşitî, lihevkirin, hezkirin, di dewsa gumanê de bawerî, di dewsa xemgînîyê de coşî, di dewsa wergirtinê de dayîn, esas e. Nûnerên tesewufê yên sereke: Xezalî, Suhrewerdî, Mewlana, Yunus Emre, Hacî Bektaşê Welî, Bayram Welî, Xoce Ehmed Yesewî, Mansûrê Hallacvan, İbnî Arabî û Abdulkadirê Geylanî ne.

1- Îmamê Xezalî/Gazalî (1058-1111)

Xezalî, berî her tiştî li hemberê helwesta yekkirina aqil û îmanê derketiye û di nav çerçoweya felsefeya îslamê de, di warê epîstemolojîyê (felsefeya zanayîyê) de xebatên xwe pêk anîye. Pirsên (pirsgirêkên) ku wî dixwest bersivan wan bibîna, pirsên wek: ‘Gelo em dikarin ji zanayiyeka misoger behs bikin?’, ‘Zanayîyên ku em bi rêya aqil û sehekan têdigihêjine wan, gelo ew zanayîyên misoger in?’, ‘Gelo felsefe dikare zanayîyên misoger bide me?’ ne.

Li gor bîr û bawerîya Xezalî; aqil, di babetên olî de dikeve nakokîyê û sehekên me jî, me dixapînin. Ji ber vê yekê jî zanayîyên ku xwe dispêrin aqil û sehekan, ne misoger in û divê neyêtin pejirandin. Ya ku esas e, îman e. Xezalî, îman û aqil, ji hevdu veqetandiye û ya îmanê hilbijartiye û felsefeyê xistiye xizmeta ol. Xezalî/Gazalî ji ber ku ferasetê (sezgîyê) wek çavkanîya zanayîyê pejirandiye, wekî nûnerê entuîsyonîzmê yê rojhilatê hatiye qebûl kirin. Li hember helwesta fîlozofên ku dixwestin îman û aqil li hev bînin (wan bi hevdu re girê bidin) rabûye û hemû rexneyên xwe di pirtûka xwe ya bi navê Hevnegirtina Felsefeyê (Tehafût el Felasife) de îfade kiriye.

Di babeta zanayîyê de rêbaza Îmam Xezalî

Li hemberê şika şikparêzan ku bawerîya xwe bi zanayîya rast nedianîn, hinek fîlozofan xwestine ku şikê wek rêbazekî bikar bînin û bi vî awayî (bi vê rêbazê) xwe bighînin zanayîya rast. Ji van hewl danan yek ya Xezalîyê/Gazalîyê fîlozofê îslamê ye û ya din jî ya Descartes e. Ev herdu fîlozof herçiqas di demên cuda de jiya bin jî, dîsa heman rêbazê (şikê, wek rêbazekî) bikar anîne. Gazalî di destpêkê de ji bo ku bikaribe xwe bigihîne zanayîya rast û misoger, li hemû texlîdên zanayîyê vekola ye. Gazalî li hemû mezheb, agirperest, ateîst û li ramanên fîlozofan vekola ye û xwestiye ku spartek û bingeha angaşt û ramanên wan fêr bibe. Lê her dem derheqê rastiya wan de, di gumanê de bû. Axirê bi xêra vê yekê beyî ku di bin bandora fikrekî de bimîne, ramanên xwe diparast. Herweha Gazalî wiha bawer dikir ku divê mirov bi çavê tu kesî li dinayayê mêze neke û wan texlîd neke. Ji ber vê yekê jî Gazalî texlîdkirina fikran, wek xirabiyeka mezin dihesiband.

Li gorî nêrîna Xezalî divabû du tişt pêk bihatana

1- Destnîşankirina bingeha zanayîya misoger û rast.

2- Peyîtandina vê zanayîyê ku rasterast nesneya xwe vedibêje.

Ji bo hilberandina zanayîya rast û misoger, di destpêkê de prensîbên têgîhan û sehekên me û prensîbên fikirînê ên bivênevê, divê werin destnîşankirin. Lê di dawîyê de Xezalî dibêje ku sehek û têgîhanên me xapînok in û dikarin her dem me bixapînin. Ji ber ku ne ewle ne, dikarin eqlê mirov jî bixapînin. Ji bo vê çendê jî, dibe ku dadgerekî dî yekî ku serwerê sehek û têgîhanên me be derkeve holê. Gazalî ji fikrekî wiha dest pê dike û behsa beradayîbûna vê dinyayê dike. Herweha dibêje ku ev dinya me ya ku em têde dijîn, xewn û xeyalek e û piştî mirinê, dibe ku em hemû wanekên li cîhanê ji rewşa wan ya niha cihêreng bibînin. Dibe ku ji bandêra dem û cîh ya niha, rasteqînîyeke din jî hebe. Û mirov bi alîkariya hişê xwe ya ku di asteka cihêreng de ye, dikare vê siûdê bidest bixe.

2- Mewlana Celaledînê Rûmî (1207-1273)

Li gor bîr û bawerîya Mewlana, xwedê xwestiye xezîneya xwe nîşan bide û bila ebdên wî wî binasin, gerdûnê afirandiye. Sebebê afirandina gerdûnê, ev yek e. Xwedê ji bo ku hêza xwe nîşan bide gerdûnê afirandiye. Tekane heyîna ku dikare bigihêje delalî û ilmê xwedê, mirov e. Xwesteka vê zanînê, rê li ber zewqên dinyayî digire. Ji ber vê yekê jî mirov divê li hember zewqên dinyayê têbikoşin. Di ramanên Mewlana de destnîşankarê zagona êxlaqê ya gerdûnî, eşq e. Ev eşq, wan prensîbên ku divê mirov li gor wan tevbigere nîşanî mirovan didin. Ji ber vê yekê jî, kê kî be bila be, divê were hezkirin. Li gor baweriya Mewlana, mirov encax bi rêya eşqê dikare bigihêje Xwedê. Di berhema xwe sereke Mesnewîyê de li ser fazîlet, erdem û başîyê, ramanên girîng pêşkêş kiriye.

Berhemên wî yên sereke

1- Mesnewî

2- Dîwan-î Kebîr in.

Gotineka xweş ya Mewlana heye ku gotiye: ‘An wek xwe xwiya bike, an jî tu çawa xwiya dikî, wiha be.’

3- Yunus Emre (1240-1327)

Yunus Emre felsefeya xwe dispêre Qûr’ana Kerîm û li gor bîr û bawerîya wî heyînê rasteqîn, xwedê ye. Xwedê hem yê ku tê hezkirin (maşuk), hem yê ku hez dike (evîndar) û hem jî evîn bi xwe ye. Xwedê ji ber ku hezker, dildar û evîndar e; gerdûnê afirandiye. Mirovê ku ji mirovan hez neke, nikare xwe bigihîne xwedê. Li cem Yunus Emre jî destnîşankarê zagona exlaqê ya gerdûnî, eşq e. Ev eşq, rênîşanderîya mirovan dike.

Çend kurtehelbestên Yunus Emre

1– “Dev ji dubendiyê berde. Destê xwe bide maqama yekîtiyê. Kar, di vê yekîtiyê de ye. Ji bo dîtina te ya can. Rojî, nimêj, zekat û hic; suc û merkujî ne, Dûr e ji van feqîr, di nava têgihiştiyan de.”

2- “Hemû cîhan û alem ev tewhîd e. Ew ê bi vê yekê dizane , ew adem e. Yên înkar ku dikin jî. Neyarê canê xwe yên esîl in.”

3- “Netirse ji mirinê. Şewq nemir e. Mirin wê bibe çiye te? Lewra, rihê te pîroz e.”

Gotineka xweş ya ku Yunus Emre gotiye: ‘Hez ji yên ku hatine afirandin bike, ji ber sedema afiraner.’

4- Hacî Bektaşê Welî (Sedsala 13 an)

Hacî Bektaşê Welî jî ramana xwe ya bingehîn ji Qûr’ana Kerîm wergirtiye û dilêrîna wî ya exlaqê, xwe dispêre têgehên wek wekhevî, biratî, hevgirtin, hezkirin û erdemê. Têgeha sereke wek ku di ramanên tesewûfkarên din de jî tê dîtin, xwedê û hezkirina mirova ye.

Felsefeya Hacî Bektaşê Welî ya Exlaqê

Hacî Bektaşê Welî, ramana Wahdetî Vucud diparêze. Li gor vê berbiçûnê, hemû tiştên ku hene ji Xwedê der çû ne. Mirov ji bo bikaribe yekîtiya heyînê nas bike, ji mertebeyên cihêreng derbas dibe. Di mertebeya yekemîn de, hemû tiştî bi Xwedê şirove dike. Di mertebeya duyemîn de, cûdahiya maddî û manewî diparêze û hemû tiştên ku hene, bi hilikeke hevpar diparêze.

Di mertebeya sêyemîn de jî, digihêje nêrîna ‘yekîtiya heyînan’ û têdigihêje ku ew jî, xwiyakirineka Xwedê ye. Bingeha zagona exlaqê, hezkirina Xwedê û hezkirina mirova ye.

Çavkanî: Di Sed Pirsan De Danasîna Felsefeyê – Ali Gurdilî
Ali Gurdilî

Derheqa nivîskar da

Ali Gurdilî

Ali Gurdilî civaknasekî kurd e. Li Zaningeha Egeyê, beşa civaknasiyê û piştî çend salan zaningehê diqedîne. Nêzîkê 15 sal in hewl dide da ku di hindek warên zanistî û felsefî de bixebite. Heta niha gelek gotarên wî yên zanistî û felsefî di kovar û malperên kurdî de hatine weşandin. Gurdilî xwedî û berpirsiyarê Malper û Kovara Felsefevan e.

Qeydên dişibine hev