Heta rêfêrêndûma

bona Serxwebûna Kurdistanê

maye:

“Bêdengî” ya Bedran Hîkmet ji Weşanên Lîsê Derket

“Bêdengî” ya Bedran Hîkmet ji Weşanên Lîsê Derket
Romana Bedran Hîkmet Bêdengî, çîroka demekê ye ku di rûpelên dîroka xwe de me bi awirekî xas lê nenihêrîye lewre ew li piştî têkçûnên demên berê xwe maye û ji me re û wekî şermekê her tim di pêsîra me de ye… Lê divîya me zanîbûya ku ji alîyekî din ve ew hazirîya heybetekê di nava xwe de dihewîne…. Piştî salên 1940’î wilo dixuye ku her kesî pala xwe daye dîwarekî û li qewimînên rabirdûyê diponije. Lê çawa ku pir kes berê xwe didin rabirdûya ku hebûna wan bi tenê di nava wê de watedar e, hin kes jî berê xwe didin dahatûya ku hebûna xwe ya muxeyel di nava wê de dibînin. Û wilo civak û takekes di nava şerma çîrokeke rastîn û sêwirên demeke xeyalî de diçin û tên…
Bêdengî, a rast, li cihê ku dengê derveyîn diqede, hingê dengên bi îxtîrasên têrnexwir, bi xeyalên li pir dûr, bi şermên ku hîç xwe nadin jibîrkirin bilind dibin di dilê wan de… Hin kes xwe bi meyleke hîsî ve berdidin û hin kes dibin pirek di navbera van dem û hîsên jêknegir de û di dilê hin kesan de jî ev hemî hîs digihêjin hev û dilê wan dibe meydana şerekî…
Bêdengî hinekî jî çîroka vî şerî ye ku carinan di navbera bav û lawekî de, carinan di navbera du birayan de, carinan di navbera du evîndaran de diqewime lê carinan jî dilekî xerîb û sade ji xwe re dike meydan û wî/wê mecbûrî vekirina vê girêka kujende dike…
Bêdengî,, Bedran Hîkmet, roman, 386 rûpel, Weşanên Lîs 2016 , Amed
ISBN: 978-605-9295-08-6

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev