Heta rêfêrêndûma

bona Serxwebûna Kurdistanê

maye:

Rojnamegerên kurd îsal xemgîn bûn!

Rojnamegerên kurd îsal xemgîn bûn!
Li herçar parçeyên Kurdistanê û li dîasporayê dezgehên rewşenbirî yên kurdan 118 salîya rojnamegerîya kurdî pîroz kirin. Di 22 yê Nîsana 2016an de rojnamegerîya kurdî bû 118 salî. Di sala 1898’an de yekem rojnameya kurdî Kurdistan li Qahîreyê ji alîyê  Mîqdat Mîthat Bedirxanê binamala Bedixanîyan hat derxistin. Ji 22yê Nîsana 1898an heta niha weke nerîte bername, konferans li ser rojnamegerî û rewşenbîrîya kurdan birêve diçin. Herwiha dezgeh û govar, rojname yên ku ew ê dest bi weşanê bikin li bedna 22yê Nîsanê dimînin û li wê nerîteyê xwedî derdikevin û destxweşî li rojnameger û xebatkarên medyayê yên kurdî tê kirin.

Li Rêveberîya Herêma Kurdistanê îsal Roja Rojnamegerîya Kurdî bi xemgîni derbas bû. Hejmareke zêde ya rojnamegerên kurd ê ji bo romalkirina şerê DAIŞ’ê li sengerên şer bûn di encama  êrîşên DAIŞ’ê de bûn qurbanî û hin rojnameger jî di êrîşa DAIŞ’ê ya ser Mûsilê de  hatin dîlgirtin. Li gor zanyarîyên ku Serokê Sendîkaya Rojnamegerên Kurdistanê Hekîm Azad bi me re parvekirine hejmareke zêde ya rojnamegerên kurd ê di destê DAIŞ’ê de bûn hatine rizgarkirin û hîn jî hejmareke rojnamegaran di destê DAIŞ’ê dene.  Ji bo silametîya wan Azad navê wan û hejmara wan eşkere nekir lêbelê tekez kir ew ê wan ji destê DAIŞ’ê rizgar bikin.

Qeyrana darayî tesîr li medyayê jî kirîye

Serokê Sendîkaya Rojnamegerên Kurdistanê Hakim Azad di derbarê  rewşa rojnamegerî û medya kurdî de zanyarî bi me re parvekir û Roja Rojnamegerîya kurdî li hemû rojnamegerên kurd pîroz kir. Azad di derbarê rewşa giştî ya rojname, govar, televîzyon, radyoyên kurdî yên li RHK’ê, agahî da me. Azad eşkere kir ku niha 822 rojname û govar li Kurdistanê derdikevin û gelek ji wan piştî şerê DAIŞ’ê û qeyrana aborî weşana xwe dane rawestandin. Herwiha azad eşkere kir ku bi tenê niha 35 govar û rojname li Kurdistanê derdiçin û digihînin ber destên xwînerên xwe. Li alîyê din Azad eşkere dike ku hejmareke zêdetir ji 20 televîzyonên dîjîtal û satelaytî û nêzîkî 200 radyo li Kurdistanê hene û ew jî weşana xwe dikin. Azad eşkere bi wê yekê  dike ku tesîra qeyrana darayî li ser televîzyon û radyoyên Kurdistanê jî pêk hatîye û geleke ji wan weşana xwe dane rawestandin.

Di bderdewamîya axaftina xwe de Hakim Azad eşkere dike ku piştî 2003’an wan gelek hewlda ku rojnamegerîya kurdî pêş bikeve û ji azmûnên cihanê îstîfade bike. Herwiha Azad amaje li ser wê yekê dike ku wan ji Konfederasyona Rojnamegerên Navdewletî (IFJ) îstîfade kirîye û bûne bûne endamên konfederasyon e. Azad li alîyên din tekezî li ser wê yekê dike ku wan hin biryarên konfederasyonê wekek qanûnên xwe pejirandine û ew pabendî konfederasyonê ne û ji azmûna wan îstîfade dikin û rê li ber rojnamegerên endamê sendîkayê ne jî vedikin.

Mafê hemû rojnamegeran parastî ne

Serokê Sendîkaya Rojnamgerên Kurdistanê Azad, li ser maf û heqê rojnamgerên Kurdistanê jî axivî û tekezî bi wê yekê kir ku ji sala sendîka di salan 1998an de hatîye dameziran din û ji wê salê  heta niha wan tesîr li ser wê yekê çêkirîye ku ji bo rojnamegeran qanûnên taybet bên derxistin û sê qanûnên rojnamegeran derxsistine û di wan qanûnan de mafê rojnamegeran diparêzin. Azad wiha behsa qanûnên rojnamegerên Kurdistanê dike: “Qanûna yekem di sala 1998an de derçûye û navê wê ev e; ‘Qanûna Sendîkaya Rojnamenûsên Kurdistanê ye’ qanûneke din jî heye ew jî Qanûna 35 e ew jî li ser parastina mafê rojnamenûsa ye. Herwiha qanûneke din jî heye ew jî Qanûna Xanenîşînê Rojnamenûsên Kurdistanê ye. Qanûna Zanyarî jî me derxistîye û ev hatine parastin. Rojname çawa dikare zanyarîyan peyda bike. Jê re çi lazim in. Mafê wî çi ne me hemû di qanûnan de parastîye.”
Herwiha Azad eşkere kir ku ew danûstendinê bi rojnamenûsên navdewletî jî dikin û ew berîya Sendîkaya Rojnemegerên Iraqê bûne endamên IFJ’yê û ew maf û qanûnên rojnamegerên cihanê ji nêzve dişopînin û mafê rojnamegerên kurd jî li gor qanûnên navdewletî diparêzin.

“Lîjneyên taybet hatine danîn”

Li alîyê din Azad da zanîn ku liqeyên sendîkaya wan li Duhok, Hewlêr, Kerkûk, Mûsil, Bexda, Silêmanî û Berlînê jî heye. Herwiha Azad tekez kir ku şaxên wan jî hene û ew jî li, Soran, Xaneqîn e û wan bi taybet sê lîjne danîne da ku çavdêrîya mafê rojnamegeran bikin û ew lîjneya wan her ji şeş mehan raportekê bi ingilîzî, kurdî û erebî belav dike û çavdêrîyên xwe yên li ser medya kurdî tînîn ziman. Azad ragihand ku du lîjneyên sendîqayê hene ku ew jî li ser rojnamenûsîya sporê û jinan kar dikin. Herwiha  navê wan lîjneya wan jî Lîjneya Rojnamegerên Werzîş ê û Lîjneya Rojnamenûsên Jin e.

“Lîjneya me li dadgehê doza rojnamegeran dişopîne”

Li ser endamên Sendîkayê jî Hakim Azad ragihan ku heta niha 6 hezar endamên sendîkayê hene û ji her çar parçeyên Kurdistanê, ji medyaya her partîyê rojnameger dibin endamê sendîkayê û sendîka mafê rojnamegerên li gor qanûnan diparêze. Azad amaje li ser wê yekê jî kir ku dema berîya wezîr û Hikûmeta Herêma Kurdistanê li ser medyayê biryarekê bistîne bi sendiqayê re diaxive û beyî sendîqayê biryar li ser medyayê nayên stendin. Herwiha Azad da zanîn ku dema li ser rojnamegerekî dozek vebe û mahkeme neçare haya wan jî ji wê dozê veke û li gor biryara sendîqayê doza wî rojnamegerî birêve diçe. Azad dide zanîn ku sendîqa dozên li ser rojnamegeran ji nêzve dişopîne û di danîşînên dadgehê de cihê xwe digre. Azad wiha wê proseyê raberî me dike: “Em ji nêz ve dozên li ser rojnamegeran dişopînîn. Nabe em dadgeh mafê rojnameger ê derbirîne binpê dike. Em li mafê rojnamegeran xwedî derdikevin. Eger me lê nerî neheqî li rojnamager tê kirin em dozê didin sekinandin. Lêbelê eger karê ne profesyonelî kiribe. Ceza jî li wî tê birîn.”

“Em ê rojnamgerên xwe rizgar bikin”

Di berdewamîya axaftina xwe de Azad bal kişand ser şerê DAIŞ’ê û tesîra wê ya li ser rojnamegerên kurd jî û amaje bi wê yekê kir ku çawa dezgehên navdewletî piştevanîya çekan didin Pêşmergeyan divê piştevanîya rojnamegerên kurd jî bikin û rojnamegerên kurd jî ji bo halêtê şer bên perwerdekirin. Azad da zanîn ku wan hin rojnameger perwerdekirine û li gor silametîya pîşeyî ew dewreyên perwerdeyê didin hin rojnamegeran. Azad êrîşa DAIŞ’ê ya ser Mûsilê jî bi bîr xist û eşkere kir ku di dema êrîşa DAIŞ’ê ya ser Mûsilê de hejmarek rojnamegerên sendîkayê  ji alîyê DAIŞ’ê hatine dîlgirtin û ew hewl didin ku wan rojnamegeran ji destê DAIŞ’ê rizgar bikin. Azad di derbarê nav û hejmara rojnamegerên kurd ê di destê DAIŞ’ê de ne zanyarî neda û da zanîn ku ew gelekî xemgînin wan hinek rojnameger ji destê DAIŞ’ê rizgarkirine û hinek jê jî di destê wê rêxistinê de mane û ew ê wan jî rizgar bikin.

“Em dixwazin Federasyona Rojnamegerên Kurdistanê deynin”

Li alîyê din Hakim Azad, bal kişand ser peywendîyên sendîka û komeleyên rojnamegerên her çar parçeyên Kurdistanê jî û ragihand ku ew bi hewldanên Kongreya Netewî kêfxweş bibûn û wan jî danûstendin bi rojnamegrên her çar parçeyên Kurdistanê re danî û wan ew Federasyona Rojnamergerên Kurdisanê ava bibe da ku haya rojnamegeran ji hev hebe û federasyon û sendîka mafê rojnamgeran biparêze. Azad, tekezî li ser wê yekê jî kir ku çawa hizbên çar alîyên Kurdistanê xebatên xwe dikin divê rojnameger jî xebatên xwe bikin û haya wan ji her çar parçeyên Kurdistanê hebe. Azad axaftina xwe wiha bi dawî kir:“Kongreya Netewî dihat axaftin em bi rojnamegerên çar parçeyên Kurdistanê re axivîn. Me biryar dabû ku Federasyona Rojnamegerên Kurdistanê deynîn. Em çend caran hatin Amedê û me çend caran konferans li Hewlêrê pêkanîn. Lêbelê bi encam nebû.”

Mehmed Salih Bedirxan

Derheqa nivîskar da

Mehmed Salih Bedirxan

Lisansa dîrokê a mastera kurdi xwendiye. Karmendê BasNews e

Qeydên dişibine hev