Têrorîzma tirkan a wêjeyî

Têrorîzma tirkan a wêjeyî
Têmûrê Xelîl
Van dawîyan me di malpera xwe da gotareke nivîskar Husên Duzen çap kiribû derheqa konferanseke PENa navneteweyî li ser “Pirrengiya Çandî”, ku di adara sala 2005an li Amedê hatibû derbazkirin (http://www.riataza.com/#!HEVALTIYA-NÎVDILΔ/cjds/57212b670cf2d19e29714244 ). Di wê gotara delal da nivîskarê kurd piştî konferansê hatîye ser vê bawerîyê, ku wer xuya ye ne tenê dewleta tirk, lê nivîskarên wan jî hîna dûrî danûstandineke bi Kurdan re ne. Ew ji peywendiyên li ser hîmên wekheviyê bêtir, yan bi ço yan jî bi hizrên modernîst ku li ser hîmên înkarkirina Kurdan ava bûne, nêzîkî Kurdan dibin… Ew seferên wêjeyê- an asîmilasyonê- niha bi destên Kurdan tên li darxistin.

Ecêb e, bo çi PENa kurd nivîskarên tirkan ji Tirkîyê tîne Kurdistanê, heta gund bi gund digerîne, ku ew nivîskar berhemên xwe yên bi tirkî bixwînin. Wê demê bo çi nivîskarên kurd ji Kurdistanê nabe Tirkîyê, ku ew berhemên xwe bi kurdî ji bo zarokên tirkan bixwînin? Ev têrorîzma tirkan a wêjeyî ye û kurd jî ji wan ra dibin alîkar. Nivîskarên tirk xwebinavkirina ”Nivîskarên kurd” an ”Wêjeya kurdî” qebûl nakin, ji bo wan Mehmed Uzun ne nivîskarekî kurd an jî nivîskarê kurdan e, lê nivîskarekî Tirkîyê ye, ji bo nivîskarên tirk konferansa ”Pirrengîya çandî” sêmînera hevdunaskirina nivîskarên tirk e, ku ji wana beşek dikarin bi esilê xwe va kurd bin. Û piştî rasthatina van nivîskaran, şarederîya Amedê gazî wan dike, ji wan ra dibêje ”Hoşgeldiniz” û ”Teşekkürler” û bi xwerineke xweş serketina wan pîroz dike.

Li Kurdistana Bakur asîmîlasyon bi her awahî pêş dikeve, herwiha bi têlêvîzyonên tirkî û kurdî jî. Gelo bo çi di têlêvîzyonên kurdî da stiranên tirkî jî têne stiran, lê di têlêvîzyonên tirkî da stiranên kurdî hema bêje nayên stiran? An jî, eger di têlêvîzyonên kurdî da stiranên tirkî têne stiran, wê demê bo çi yên ermenî û gurcî nayêne stiran? Tirkîye û tirk ewqas cînarên kurdan û Kurdistanê ne, çiqas ku Gurcistan û gurc, Ermenîstan û ermenî…

Tiştê balkêş ew e ku li gel vê gotara Husên Duzen jî piştî ewqas sal kurdan van dawîyan dîsa bi PENa tirk re civînek çêkir û nivîskarên wan jî helwesta xwe ya înkarkirina kurdan û Kurdistanê dubare kirin. Keremkin, derheqa vê yekê da gotara balkêş û dagirtî ya Ömer Faruk Baran bixwînin, ku perdeya rûyê hinek kurdan vedike û ava batifka rûyê wan dirijîne:
Riataza

                  Terorîsteke Wergerê: Zeynep Oral! 

SLXLM

  Serok û rêvebirên PENan

Nivîskar û rojnamagerên li Diyarbekirê dijîn rind dizanin: Gava dinê xweş be, yanî şer û pevçûn filan tine bin, çend hefteyan carê çend çepgirên tirkan ên ji rast û çepê gelê xwe xêr nedîne bi vexwendina hin saziyên kurdan tên du sê gotinên xwe yên ku pê tenê dilê şoreşgerên kevn ên utopîst xweş dike dibêjin, çepikan top dikin – erê ”alkışları toplamak” biwêjeke bi tirkî ye – bi wan gotinên ku li ber rastiyên ku li vir herkes dibîne pir qels dimînin, di piraniya medyaya kurdî de di manşetan de derdikevin û paşê bi egoya em didin wan, ew egoya ew li mala xwe di xewna şevan de jî nabinîn, lêdixin diçin welatê xwe. Tiştekî nadin me, tek tiştekî li me zêde nakin ew ne derd e lê di ser hinekan re tên xwe li ser me hênik-honik dikin yanî û tew vê yekê dikin minet jî. Ji bo vî tiştî bikin me ji wan re xweş kiriye her tim û wan jî wer kiriye û wer ji wan re maye: Dibêjin malxerabî, ma malxerabî ne ev e! Lê mesele çi ye?!

Bi alikariya PENa Navneteweyî, PENa Kurd û PENa Tirkiyeyê li Diyarbekirê konferansek li dar xist. Di vê konferansa ku ez negêhiştimê û min tenê nûçeyên wê xwendin û temaşe kirin de nivîskarên kurd, tirk û yên welatên dûr li ser ”aştiyeke çawa û ji bo kê” axivîne roja Yekşemê. Baş e xweş e, roja Duşemê jî li Sumerparkê encamnameya konferansê hat xwendin.

Da nûçeya encamnameyê ji bo ajansa xwe hazir bikim ez jî çûmê îcar. Encamnameya konferansê bi kurdî serokê PENa Kurd Şêxmus Sefer xwend, bi tirkî jî seroka PENa Tirkiyeyê Zeynep Oralê. Encama ku bi sedan saziyên sivîl berê bi dehan caran gotine wan jî dubare kir: ”Bila şer raweste û diyalog û aştî dest pê bike.”

SLXLM

                                             Eugene Schoulgin

Heta vir jî her tişt temam. Piştî xwendina encamnameyê nivîskarên biyan jî xwestin du sê gotinan bibêjin. Berê Cîgirê Serokê PENê Eugene Schoulgin axivî. Zeynep Oralê tavilê axaftina wî wergerand ser tirkî. Lê ev çi ye? ”Kurdistan”a ku ji devê Schoulgin derket di wergera Zeynep Xanimê de ket û mir û ji devê wê derneket. Kesên çê xerab du sê hevok wergerandine dizanin ku yek caran hin peyv ji bo hevoksazî û mantiqê di wergerê de cîh nagirin lê ne peyvên taybet ên wek Kurdistanê.. De, min jî bi safiya xwe dilê xwe ji xwe re got ”De ez jî pirr pê de darim lo, jinikê rind nebihîst belkî.” Bes piştî Schoulgin îcar Prof. Dr. Jean Pierre Massias axivî, wî jî got ”Kurdistan” û Zeynep Xanimê di wergera axaftina wî de jî ”Kurdistan”a me kuşt û negot.

SLXLM

                                    Prof. Dr. Jean Pierre Massias

Ku ya axaftina duyem jî negot min fehm kir ji mexsûsî wer dike.. Ewqas dijkurdistan e ku, tevî ne ew, hinekên din dibêjin Kurdistan jî, naxwaze di wergerê de be jî Kurdistan bi devê wê bibe. Di ronka royê de, li welatê me Kurdistanê, jinikê li pêş çavên me, ”Kurdistan”a me sansur kir.

Ez li wir teqiyam lê ji ber ku berê hin hevalan yek dînitiyên min dîtine û ez naxwazim ”dîn”tir bibim bêhtir, min terorîzma wergerê ya Zeynep Xanimê di xwe de sar kir û xwe kerr kir. Baş e ku ji Rûdawê Gönül Morkoç hebû û wê xanimê ji wê canikê pirsî: ”Zeynep Xanim, tevî ku herdu nivîskaran jî di axaftina xwe de got Kurdistan we ji bo çi di wergerê de negot, sedemeke taybet heye?” Zeynep Xanimê berê kir ofekuf û hema bi kurtî got: ”Ez neelîmimê.”

Kurdistan îro ku ne dewlet e jî welat e. Welatê ku dewleta tirk lê hukim dike.. Ji ber hebûna dewleta tirk meriv di rastiya niha li pêş çavên me ye de li Kurdistanê nikare behsa hebûna dewleta kurd bike, lê nebûna dewleta kurd ji kurdistanbûna vî erdî tiştekî kêm nake. Me bi salan hay jê nîn bû ku van nivîskarên tirkan ”Kurdistan”a di kitêbên nivîskarên biyan de kirine ”Doğu” û bi ser me ve kirine. Ew çû, lê îro ro Zeynep Orala ku çend zimanan û qaîdeyên wergerê jî baş dizane, li ser sifreya me rûniştiye ”Kurdistan”a ku ne ew xelk dibêje, sirf ji ber Tirkiyeperestîya xwe dike tiştekî din û dide ber me. Wek ku ”Kurdistan” peyvekî pîs î genî ye û gava ji devê meriv derdikeve diherrime devê meriv..

Wê sazî, rêxistin an komele an partiyeke kurdan li dijî vê terorîzma wergerê ya Zeynep Oralê tiştekî bibêje, tiştekî bike? Nizanim, ez bawer nakim. Lê ez rind zanim, namîne çend royan wê sazî, rêxistin, an komele an partiyeke kurdan dîsa bangî nivîskareke tirk bike ku ew were li Diyarbekirê serê me mist bide û em jî wî yan wê bi pesnan mest bikin.. Tevî ku tehmûla wî yan wê tine be bo peyva Kurdistanê, tevî ku ji xwişk û birayên me yên PKKyî re di nivîs û axaftinên xwe de bi rihetî û ji dil dibêjin terorîst..

Çepgir û rastgirên tirkan ferq nake, bila werin jî bila herin jî, lê daku xwe bigêhînin ciyên bilind bila bes pêlî pişta me bikin. Pişta me ya ku hestiyên wê gelê me ye, nivîskarên me, rojnameger û saziyên me ne.. Em ku bi êrîşên dewleta wan bi erdê re dûz bûne, em ku li ber esker û polîsên wan ên nezan bi hemû zanebûna xwe jî ji neçariyê xûz bûne.. Bi forsa wan îcar, bi forsa wan.. Feydeya gotinan û blogan heye ma? Zen nakim, em ê dîsa bi folklora xwe ji wan re masiyan bigirin ji xwe re kusiyan, ji xwe re kul bin ji wan re gul!

Nîsan 2016, Ofîs – Diyarbekir

http://perxudres.blogspot.se/2016/04/teroristeke-wergere-zeynep-oral.html?m=1

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev